Kapîtalîzm ji bo mirovayetiyê pirsgirêka hebûn û tendirustiyê ye

Ji ber vê jî kapîtalîzm ji bo hemû mirovayetiyê bûye pirsgirêka tendirustî û hebûnê. Navê rastîn ê nexweşiyê kapîtalîzm e. Heta ku mirov ji kapîtalîzmê rizgar nebe, rizgarbûna ji nexweşiyan wê ne çare be.

Welatên kapîtalîst wê piştî vê şewbê di pergalên xwe de hin guhertinan bikin. Wê tu tişt nebe wekî berê. Ji bo dirêjkirina temenê kapîtalîzmê wê hin reform were kirin. Çareserî jî ev e ku mirov pergala kapîtalîst derbas bike. Kesên ku dixwazin kapîtalîzmê derbas bilin divê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwînin û hewldana wan ew ê tevkariyeke mezin bide têkoşînê.

Koronavîrusê hejandineke mezin ava kir û di warê siyasî, ekonomîk, civakî û çandî de gelek rastî derketin pêş. Tiştên ku berê ser wan dihate girtin a niha bi zelalî li ber me ne. Mirovayetiyê divê ev kêmanî û qelsî ji ber şewbeke wisa nedîta. Civaka ku çûye fezayê, şoreşeke zanistî pêk tîne, di warê ragihandin û teknolojiyê de şoreşên mezin çêdike divê neketa rewşeke wisa. Divê ev şaşî berê bihatina dîtin. Ji ber ku zanyariya niha xwedî pirsgirêk e. Rêber Apo diyar kir ku ev tiştên civakî berevajî dike. Zanyarên di bin modernîteya kapîtalîst de ji rahîbên Sumerê zêdetir dûrî rastî û civakê ne. Rêber Apo diyar kir ku zanyar peywira xwe pêk naynin û armanca wan ev e ku rastiyan veşêrin û her tiştî têxin bin xizmeta kapîtalîzmê. Di van rojan de divê her kes nirxandinên Rêber Apo yên li ser zanistî û zanyaran bixwîne. Divê bibîne ku bela çawa hatine serê mirovayetiyê.

Beriya ku em qala bandorên siyasî, ekonomîk, civakî û çandî yên koronavîrusê bikin divê em helwesta dewleta Tirk a li hemberî koronavîrusê binirxîne. Ji ber ku ev helwest bi qasî koronavîrusê xetere ye û di vê serdemê de jî dev ji karakterê xwe yê şerê taybet bernade, gelên Tirkiyeyê û hemû mirovayetiyê dixapîne.

KORONA Û ŞERÊ TAYBET Ê LI DIJÎ GELAN

Dema vîrus li Çînê derket holê, berê ev tişt nehate ragihandin û lê dema ku belav bû neçar man ku ragihînin. Ji ber ku zû belav dibû û kujende bû. Gelek dewletan divê tevdîr bistendina lê piştî ku vîrus belav bû raya giştî agahdar kirin. Yek ji van dewletan jî dewleta Tirk e. Dewleta Tirk a ku her dem li dijî gel şerê taybet dimeşîne û rastiyan ji gel vedişêre, di dema koronavîrusê de jî vê helwesta xwe domandiye. Demeke dirêj gotin li cem me şewb tune û rastî veşartin.

Du mehan gotin li cem me şewb tune, tu tevdîr nestendin û bûn sedem ku nexweşî belav bû. Ji ber ku mirovan jiyana xwe ya rojane domandin. Kesên nexweş serbest geriyan û nexweşî belav bûye. Desthilatdariya AKP û MHP’ê gote li cem me şewb tune û bûye sedem ku vîrus belav bibe. Piştî du mehan daxuyanî dan, ev jî sûc e. Girtina deriyên Îranê û sînorkirina çûn û hatina Çînê ne tevdîreke mezin e. Mixabin di dawiya dawîn de neçar mane ku hin tevdîran pêk bînin. Li her dera dinyayê maçên fûtbolê hatine qedexekirin lê li Tirkiyeyê nehatiye qedexekirin û tevdîrnestendin domiyaye.

Erdogan di axaftina xwe ya dawîn de wekî ku 2 mehan dereng nemane diyar kiriye wan tevdîr stendiye. Li nava çavên gelê Tirkiyeyê û dinyayê nihêrîne ku derew kirine. Bi sedan kes mirine lê hejmara miriyan tê veşartin. Hejmara miriyên li Tirkiyeyê herî kêm 10 katan zêdetir e. Lê ev mirin wekî zature yan jî nexweşiyeke din tê nîşandan. Navenda şerê taybet diyar dike ku wê her roj çend mirî werin ragihandin. Koma şerê taybet a ku Erdogan jî tê de ye, hejmaran diyar dike.

DIVÊ GELÊN TIRKIYEYÊ HESABAN BIPIRSE

Li Tirkiye û Kurdistanê tu kes baweriyê bi daxuyaniyên wezîrê tendirustiyê nayne. Ji bo ku di bin encamên giran de nemînin hejmara nexweş û miriyan kêm tê nîşandan. Divê gelên Tirkiyeyê hesabê vî tiştî bipirse. Kurdan di vê şewbê de dîtin ku dijminekî çawa li hemberî wan e. Stenbol di serî de vê şewbê herî zêde li ser Kurdan kiriye lê xizmeta tendirustiyê herî kêm ji bo Kurdan hatiye kirin. Li Kurdistanê test nayên kirin ev jî diyar dike ku nêzikatiya wan li hemberî Kurdan çawa ye. Di vê pêvajoyê de li Kurdistanê qeyyûm li ser şaredariyan hate wezîfedarkirin, ev jî diyar dike ku nêzikatiya li hemberî Kurdan çawa ye.

Bi koronavîrusê derket holê ku bajar ji bo mirovan xetereyên çawa çêdikin. Kesên li Stenbolê dijîn, vê vîrusê bandor li wan kiriye. A niha herî kêm ev vîrus li gundan heye. Niha jî beşek mirov dixwazin vegerin gundan. Bi vê wesîleyê dixwazim bibêjim ku gelê Kurd ji ber zext û sedemên ekonomîk koçî metrepolan kirine. Li rojavayê Firatê û Dêrsimê dewletê bi şerê taybet re rê li ber koça metrepolan vekiriye. Bi qetlîama Maraşê ya di 1978’an de ev koç zêde bûne. Di salên 1990’î de bi şewitandina gundan cînayetên kiryarên wan tên zanîn û koç zêde bûne. Kurdistan hatiye valakirin.

NAVÊ RASTÎN Ê NEXWEŞIYÊ KAPÎTALÎZM E

Vîrusê diyar kiriye ku jiyana li bajarên mezin ne pêkan e.Ev şewb dikare bibe sedem ku beşeke zêde ya Kurdan vegerin gundê xwe. Kurd dema vegerin Kurdistanê dikarin jiyaneke bedew ava bikin. Dikarin van gundan şên bikin. Kapîtalîzmê jixwe wê ev jiyan bisekinanda. Niha ev rewş pêkhat. Êdî divê mirov jiyana modernîst deyne aliyekî û berê xwe bide fikirandina civakî û jiyana modernîteya civakî. Aliyekî jiyana modernîteya demokratîk divê şênkirina gund û qadên bejahiyê be. Kurdistan her dem bûye navenda çandinî û xwedîkirina heywanan. Bêguman mirov nikare vegere sed sal berê lê jiyana modernîtetaya kapîtalîst jî xapandinek bû.

Ev bajarîbûn, mêtingeriya kapîtalîst ji bo endustrîyalîzmê hate avakirin. Hevsenga xwezayê xerab bû. Civakîbûn jî hate feşkilandin û karakterê mirovan hate guherandin. Feşkilandina civakîbûnê tê wateya xirabkirina mirovan. Ev jî dijminatiya mirovayetiyê dike. Dawiya dawîn şewbeke mezin derket pêşberî me. Belkî çare ji vê şewbê re were dîtin, heke mirov ji kapîtalîzmê xwe rizgar neke wê sibê nexweşiyên giran derkeve holê. Ji ber vê jî kapîtalîzm ji bo hemû mirovayetiyê bûye pirsgirêka tendirustî û hebûnê. Navê rastîn ê nexweşiyê kapîtalîzm e. Heta ku mirov ji kapîtalîzmê rizgar nebe, rizgarbûna ji nexweşiyan wê ne çare be.

ÇARESERÎ JÎ DERBASKIRINA KAPÎTALÎZMÊ YE

Welatên kapîtalîst wê piştî vê şewbê di pergalên xwe de hin guhertinan bikin. Wê tu tişt nebe wekî berê. Ji bo dirêjkirina temenê kapîtalîzmê wê hin reform were kirin. Çareserî jî ev e ku mirov pergala kapîtalîst derbas bike. Piştî vê vîrusê wê hin veger pêk werin lê ne mumkun e ku ev çareserî be.

Çareserî ev e ku divê kapîtalîzm were derbaskirin. Divê ekonomiya komunal a ku xwe dispêre eko-endustriyê, li dijî jiyana modernîst a kapîtalîzmê jî divê jiyana modernîteyê, ango jiyana demokratîk a civakî were avakirin. Civak divê di komun û meclîsan xwe bi rêxistin bike û li hemû bajar û navçeyan divê xwe bi rê ve bibe. Pergala ku hemû beşên civakê xwe rêxistin dikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe nîqaşan bikin. Rêveberiya gel a li ser bingeha konfederal. Gel vê pergalê dikare li dijî dewletê bi rêxistin bike. Gel îradeya xwerêveberiyê nîşan bide, dikare vî tiştî bike. Dema ne bi tenê kedkar, hejar, ciwan û jin, hemû beşên civakê bixwazin xwe ji kapîtalîzmê rizgar bikin wê pêkanîna şoreşeke wisa ya demokratîk guncav be.

Bêguman têkoşîna li dijî kapîtalîzmê meseleyek wisa ye ku vê nivîsê derbas dike. Piştî vê şewbê ji bo mirovayetiyê bûye pergaleke ne hewce. Kapîtalîzm a ku ji zû ve bûbû dijminê mirovayetî û civakê, êdî ji bo hebûna fîzîkî ya miroayetiyê jî bûye dijmin. Ji bo têkoşîna li dijî kapîtalîzmê, çalakî, teorî û fikra wê, ew ê were nirxandin û gav werin avêtin.

DIVÊ PIRTÛKÊN RÊBER APO WERE XWENDIN

Kesên dixwazin kapîtalîzmê derbas bikin divê pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwînin. Di tu pirtûkan de tiştên ku tune, di van pirtûkan de heye. Mirov nekevin kompleksê û pirtûkên Rêber Apo bixwîne, nîqaş bike wê demê ew ê bibîne ku têkoşîna antî kapîtalîst xurttir bibe.

Meseleyeke din jî ev e ku divê şoreşger û demokrat li dijî desthilatdara çawa tevbigerin. Divê helwesta li dijî AKP û MHP’ê neyê guherandin. Divê civak di li hemberî vê şewbê pişta hev bigire. Fikra wî ya siyasî çi dibe bila bibe, divê hevgirtinê bike. Di heman demê de divê helwesta li dijî desthilatdaran jî zelal bibe. Şaş e ku hinek kes bibêjin ev vîrus bandorê li hemû kesan dike û li dijî desthilatdariya faşîst nerm tevbigere. Divê li hemberî vê desthilatdariya ku tevdîran dereng dixîne û i dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dijminatiyê zêde dike,têkoşînê geş bike. Divê ji bo rizgarbûna ji vê desthilatdariyê tifaq û têkoşîn were avakirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎK