Jiyana li ser kokên xwe şîn dibe, xweş e

Kurdistan tê valakirin û dixwazin bê mirov bê hiştin. Ev hemû polîtîkayên bi qestî plankirî ne, yanî polîtîkayên qirkirinê ne.

Encamên daxuyaniya komeleya ku derbarê koçberî û pirsgirêka koçberan a li Mezopotamyayê de kar dike, bi rastî jî tirseke mezin li cem mirovan peyda dike. Eger me hejmar şaş fêm nekiribe, daxuyanî nîşan dide ku ji bakurê Kurdistanê her roj ji sedî zêdetir kes koç dike. Jixwe yên daxuyanî dayîn bi xwe jî bi awayekî eşkere ecêbmayî bûn. Hema bibêje weke ‘’Kurdistan tê valakirin’’ dikirin hawar. Yanî xaka ku di pirtûkên pîroz de jî weke ‘’bihuştê’’ tê binavkirin, vala dibe bê mirov dibe. Mirovên li bihuştê ji dayik dibin, xuya ye bi awayekî eşkere ji bihuşta xwe direviyan. Hem jî bêdeng û bêyî ku kesek li wan bihese.

Baş e ev mirov diçûn ku derê? Gelo cihên ku ew diçin ji wan xaka wan baştir û biqîmettir bûn? Ma bi rastî jî ew ji cehenemê direviyan û diçûn bihuştê? Bi rastî kes nikare bibêje rewş wisa ye. A rastî ber bi mechûlekê ve diçûn. Belkî ji cennetê vediqetiyan û ber bi cehenemê ve baz didan. Lewma di serî de metropolên Tirkiyeyê belav dibûn, li seranserê cîhanê. Lê belê, cîhên ku diçûnê vala nebûn ne jî bêxwedî. Kes jî li benda wan nebû. Ji ber vê yekê, ev serpêhatiya nû dijwarî û êşên pir mezin bi xwe re tîne.

Beş e tevî vê yekê, ev qas mirov dev ji van xakên pîroz berdidan, diçûn ku derê? Bi daxwaza xwe diçûn yan ji aliyê hinekan ve ji koçê re dihatin neçarkirin? Diyar e yên koç dikin, bêsedem û bi dilê xwe naçin. Li pişt perdeya koça tê behskirin, dijwariyên îdeolojîk, siyasî, leşkerî û aborî hene. Yanî ev mirov ji ber polîtîka û êrîşên Komara Tirkiyeyê yên faşîst, talanker û qirker neçar diman û ku dev ji xakên pîroz berdin û koç bikin. Bai kurtî li holê sûcekî eşkere hebû, hem sûcekî weke qirkirinê. Helbet sûcdar jî li holê ye. Diyar e ev rewş bi zordarî sirgûnkirin e yanî qirkirin sirgûnkirina bi darê zorê ye. Lê belê vê carê bi rêbazên hesastir û nepenîtir tê kirin!

Niha em li vir bisekinin û bifikirin! Xuya ye, hewce nake ku mirov bipirse ka sûcdarê vê kiryarê kî ye. Ji ber ku sûcdar li holê ye û bi çavan jî tê dîtin. Di gel vê yekê jî li hemberî vî sûcî tiştek nayê kirin, pêşî li vî sûcî nayê girtin û sûcdar nayê cezakirin! Baş e ji ber çi? Ji ber ku li holê hêzên ku vê yekê bikin tune ne. Eşkere ye ku tekane hêza ku dikare vê bike,  kesên bi vî awayî bi zorê tên koçberkirin. Lê belê wan jî ev yek qebûl kirine û ti bertekan jî nîşan nadin. Ji ber wê divê em vê rewşê jî weke sûc qebûl bikin. Erê yên ku mirovan neçar dikin ku ji xaka xwe birevin sûcdar in, hem jî sûcdarê qirkirinê ne û sûcê li dijî mirovahiyê dikin. Lê belê yên li hemberî vê yekê dernakevin, ya ku tê xwestin dikin û dev ji xaka xwe berdin jî sûcdar in. Em nikarin vê rewşê bi awayekî din pênase bikin. Bi zorê jî be terikandina welat nayê qebûlkirin.

Mirovên ewil jî koçber bûn, bi nêçîr û berhevkirinê jiyana xwe domandin. Lê belê niştecihbûnê tesîreke mezin li mirov û civakan kir. Şoreşa neolîtîk a bi pêşengtiya jinê ku yekem şoreşa civakî a mezine, li ser vê bingehê pêk hat. Civaka gundewarî û çandiniyê li ser vê bingehê derket holê.

Lê belê piştre cudahiyên jiyanê yên weke desthilatdarî û şaristaniya dewletê derketin holê û pêş ketin. Bingeha hemû xerabiyên roja me wê demê hat avêtin. Peydakirina alavên jiyanê, ango kirîn û firotina wan, kirîn û firotina mirovan, ango rastiyeke weke koletiyê bi xwe re anî. Ji bo ku bibin xwedanê hêza kedê mirov hatin zincîrkirin, bi zorê hatin xebitandin û neçarî koçberiyê kirin. Em baş dizanin ku pergala ku qala wê tê kirinî di serdema modernîteya kapîstalîst de derket bilinttirîn astê.

Xwediyên sermayeyê pêşî bi zor û hîleyan dewlemendiyên li tevahiya cîhanê desteser kirin û wiha desthilatdariya xwe serwerkirin. Di vê navberê de pêkanînên berê yê kolekirina mirovan û koçberkirina wan li cihên din jî berdewam kir. Bi vî awayî cîhan bû du beş; yek bû bihuşteke nû û sexte ku hemû dewlemendiyên madî lê kom bûne, ya din jî veguherî qada talan û wêranê ku jiyan lê nebe. Ev yek bi awayekî ew çend zalimane pêk hat ku, bihuşta rastîn jî nekarî pêşî li çarenûsa mijara gotinê bigire. Mînak weke Mezopotamyayê. Niha lûtkeya vê rewşê tê jiyîn. Berê kole bi darê zorê dihatin girtin û difirotin deverên wiha, lê niha koleyên modern ji bo ku xwe bigihînin deverên wiha bazdidin. Xwe davêje derya û okyanûsan. Hewl dide sînor û têlan derbas bike. Ji bo ku biçe Ewropayê xwe davêje nava serpêhatiyên ku dawiya wê nîne. Li ser vê bingehê bazarên koleyan ên nûjen ên nû ava bûne.

Ya ku tê gotin 'pirsgirêka îro ya koç û koçberan' ev e. Di vê mijarê de em bûyerên ku her roj diqewimin û di çapemeniyê de belav dibin, bi bîr bînin. Em termên ku ji Behra Spî tên derxistin û mirovên li ser sînoran diqerisin bînin ber çavan. Her wiha em ji bîr nekin ku, yê herî çavbirçî û bêrehm vê pêk tîne desthilatdariya Tayyîp Erdogan e. Çawa ku ji Rojhilata Navîn, Efrîka û Asyayê, ji Sûriyeyê heta Efganîstanê, li Tirkiyeyê bi milyonan mirov kom kir û bi rêya wan polîtîkaya şantajê li dijî Ewropayê meşand! Li ser van mirovên ku ji aliyekê ve li Tirkiyeyê mîna koleyên nûjen dide xebitandin, hewl da ji du alî ve sûdê werbigire. Aliyek vê qezencê, bi gefa ‘ez ê vana rêkim’ ji YE’yê bi milyaran dolar stand, li aliyê din di berdêla neşandina koçberan de ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî Kurdan desteka siyasî û leşkerî stand. Yanî bi gotinek din Ewropa jî hevkarê sûcê êrîşên qirker û qetlîman e. Niha, pergal û desthilatdariyeke ku ji bo berjewendiya xwe bazareke bi vî rengî ya koleyên nûjen ava kiribe û pirsgirêka koçberan afirandibe, wê çi bi Kurdan neke? Li ser vê bingehê û di hawîrdoreke wiha ya berjewendiyan de Kurdistan tê valakirin û hewl tê dayîn bê mirov bê hiştin. Ev pêkanîn hemû di çerçoveya siyastek pir bi zanabûn û plankirî tê kirin, bi kurtî siyaseta qirkirinê ye.

Bêguman pergala modernîteya kapîtalîst sûcdar e ku hemû dewlemendiyên cîhanê ji bo xwe kom dike û mirovan dike koleyên modern. Kes nikare berovajiya vê bibêje. Em dikarin wan bi tundtirîn zimanî sûcdar bikin. Koçberên ku xwe diavêjin behran û ji têlên sînoran bi zehmetî derbas dibin, mexdûr in,  nêzîkbûneke li ser esasê mafên mirovan heq dikin. Lê belê qala kîjan mirovahî û kîjan mafan tê kirin? Li holê pergaleke pir hov a talanê heye. Ji ber vê yekê divê her kes vê rastiyê bibîne û jiyana xwe li gorî vê yekê bidomîne. Helbet divê em ev kesên ku bi vî rengî tevnagerin û berevajî vê rastiyê tevdigerin rexne bikin û heya sûcdar jî bikin. Divê em ji van re bibêjin: "Li şûna ku hûn bibin koletiya modern, li dijî vê pergalê xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin û li ser xaka xwe jiyaneke azad ava bikin."

Ji ber ku jiyana ku li ser koka xwe şîn dibe azad e û xweş e jî. Hewce ye ko mirov bi zorê jî be bi hin sedemên cuda dev ji welatê xwe bernede. Hewce ye mirov van rastiyan bibîne û keda xwe bide li ser axa xwe û jiyaneke azad û xweş li ser xaka xwe ava bike. Bi taybetî ger ev xak Kurdistana bihuşta pirtûkên pîroz be, divê bi dil can xwedî li van xakan derkevin. Zehmetî her çend zêde jî bin, hewce ye li dijî wan zehmetiyan mirov li ber xwe bide û bi tu awayî xaka xwe neterikîne. Tev ji bo yên ev xaka pîroz terikandine jî hewce ye kampanyayên weke ‘’Vegera Welat’’ bên organîzekirin.