Jinên Îranê her tim pêşengtiyê li serhildan û şoreşên li Îranê kirine. Dema ji bo cara yekê di pêvajoya meşruyetê de ku parlemento hat avakirin ji bo qanûnên dijî jin neyê derbaskirin nêzî 300 jin dikevin parlamentoyê û dixwazin kesên parlamenter ji hinek biryaran paş ve gav bavêjin. Bêguman ev yek tenê ne ji bo mafê jinan bû. Wê demê Îran û şahên wê heta dawiyê xwe radestî emperyalizm kiribûn û welat dihat firotin. Jinan ji bo vê yekê jî helwesta xwe diyar kirin. Bi taybet ji dema Qacaran bigire heta destpêkirina pêvajoya şahenşahiyê û pê re hatina pergala melayan jinên Îranê her dem li beramber van rejîmên desthilatdar li ser piyan bûne. Lê mixabin têkoşîna jinan ti caran nehatiye dîtin. Çend roj beriya niha salvegera şerê 8 salan a di navbera Îran û Iraqê de bû. Di pêvajoya 8 salan de jinên Îranî gelek bedîlên mezin dan. Ya bû para jinan êş azar zilm û zordestî bû. Dema qanûn di meclîsan de hat nivîsandin û melayê bi navê Şêx Fezollah Nûrî ji bo qanûnên dijî jin û ne demokratik werin erêkirin her tişt kir. Jin li dijî van qanûnên dijî jin derketin lê wan gotin emperyalzîm heye û divê ew têk biçe paşê behsa mafê xwe bikin. Jin li dijî siyaseta şah derketin lê dîsa gotin niha pirsgirêka netewî heye û dengê xwe nekin. Jinan pêşengiya şoreşa 1979’an kirin. Rejîma melayan dest danîn ser vê şoreşê û dema jinan bertek nişan dan gotin hûn li dijî şoreşa îslamê ne. Şerê Îran û Iraqê qewimî jinan dengê xwe bilind kirin gotin niha şer heye û welat di bin xetereyê de ye. Dema şer xilas bû û jinan daxwaza mafê xwe kirin gotin hûn dijberiya xwedê dikin û bi sûcê dijberiya bi xwedê re hatin girtin şikencekirin û darvekirin yan jî recimkirin. Gotin şoreş bi ser ket jin jî bila biçin aşxaneyên xwe! Bi salan di bin siya qanûnên şerîetê de jin ji her cure mafên xwe hatin bêpar hiştin. Jiyanek bi qedexeyan êdî ji jinan re dest pê kir. Îro ji bo jinên Îranî şer û ambargo dest pê nekiriye. Ew mexdûrê hişmendiya zayendparêz û polîtîkayên dijî jin ên rejîmên desthilatdar in. Keda jinê li Îranê di bin navê qanûna şerîetê de tê paşguhkirin û ji nedîtî ve tê.
Niha dîsa ambargo heye, siya zilm û şîdetê li ser rûyê jinên Îranî qet neçûye û ranebûye. Car amabargo sansor û qedexeya dewletê yan jî yên derve. Ger îro li Îranê ambargo heye ev ne di xema rejîmê de ye. Civak bi karesatek mezin re rû bi rû ye. Jin herî zêde ji vê rewşê bandor dibin. Dîsa jin mexdûr in. Niha li gel van hemû pirsgirêkên mezin ên civakî û siyasî hinek ragihandin û kesên modernîst ên derveyî welat ku qaşo hewl didin şoreşa Îranê bi berdevkiya hêzên derve ji dûr ve birêve bibin wek ku tiştek tineye behsa çend mafên biçûk ên jinan dikin. Rojeva wan hemû ew e ku jin çi li xwe bike çawa bimeşe çawa bikene. Yan jî her tiştî di çûyîna jinan a stadyoma werzişê de dibînin. Jixwe bi salan û di her serdemê de pergala desthilatdar cil û bergê jinan kiriye amûreke siyasetê. Riza Şah ji 1920’an û heta dawiya pêvajoya şahenşahiyê bi qanûna keşifa hicabê hewl da di şexsê jinan de tevahiya çanda dewlemend a Îranê ji holê rabike. Îro jî rejîma heyî bi qanûna hicaba îcbarî ango bi darê zorê hewl dide dîsa di şexsê jinan de tevahiya civaka Îranê bê îrade bike û koletiyê liser wan ferz dike. Ferq û cudahiyek di navbera van her du siyasetan de tineye. Di encam de her du rejîm jî dixwazin jinan li gor xwestek û daxwazên xwe yên faşizan û deshilatparêz birêve bibin. Jinên Îranî ji bo wê jî naxwazin êdî kes di derbarê wan de biryaran bide bi taybet ji bo cil û bergên wan. Dixwazin stran bêjin bi tenê bireqisin di kolanan de biqîrin bikenin bi dengê bilind. Dixwazin porê xwe bidin bayê û çarşeva reş bişewitînin. Dixwazin bê astengî beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Ev mafek xwezayî ku jinên Îranê bi salan têkoşîna van didin. Lê belê ev mijarek tekane û ferdî nîne. Hebûna jinan di qadekê de tê wateya hebûna wan di hemû qadan de. Bi rêbazên modernîst têkoşîna jinên Îranî bi ser nakeve. Ew azadiya liberal ku hinek kes ji derve dixwazin li ser jinên Îranî ferz bikin tênîtiya jinan a ji azadiyê re ji naşkîne. Jin bi çûyîna stadyomê azad nabin û daxwazên jinan nabe dakeve asteke wiha. Azadî tenê di cil û bergan de nîne. Bêguman bingehek kûr di şêwazên rejîm bikar tîne de heye. Lê belê rojeva jinên Îranê tenê ev mijar nînin. Pêwîstiya jinên Îranê bi rêxistin û xwe parastinê heye. Di bin siya şer û ambargoyê de ger jinên Îranê nekarin xwe baş birêxistin bikin û biparêzin wê rastî her cure tundiyan werin. Jinên Îranî bê ku guh bidin hinek propagandayên derve û çêkirî divê xwe ji her cure bûyeran re amade bikin. Şer îro ji bo jinan dest pê nekiriye. Ew îro tenê di dorpêçê de nînin. Dema Xumeynî hat ser desthilatdariyê û fetwaya ji bo Kurdistanê da. Wê demê bajarên Kurdistanê di dorpêç û dagirkeriyê de li ber xwe da. Jinên Kurd wê demê ango ji 1980’an heta 1982’an berxwedanî û qehremaniyên mezin kirin. Gelek ji jinan raste rast di eniya şer de cih girtin. Gelek hatin darvekirin û gulebarankirin. Gelek ji jinan jî zarokên xwe feda kirin û bedîlên mezin dan. Ji bo jinên Îranê ti caran şer bidawî nebûye. Bi taybet ev yek ji bo jinên Kurd wiha ye. Piştî wê di pêvajoya şerê 8 salan de ku piraniya şer li Kurdistanê qewimî jinên Kurd zirara herî mezin ji vî şerî dîtin. Ji aliyekî ve jixwe li ser xaka xwe ne azad in di bin dagirkeriyê de ne. Ji aliye din ve jî hêzek ji derve êrîş dike û neçar ew jî xwe biparêzin. Jin li Kurdistanê ji bo wê jî li beramber qirkirina fîzikî û çandî ya her du dagirkeran têkoşiyan û li ber xwe dan.
Îro hinek kesên li derveyî welat rûniştine dixwazin pîvanên azadiya liberal a pergala modernîteya kapîtalîzm li ser jinên Îranê ferz bikin. Diyar e di ferqa giraniya pirsgirêkên civakî yên jinan de nînin û ji rastiyê dûr in. Hewl didin li gor standardên welatên Emerîka û Ewrûpa şekil bidin şêwazê têkoşîna jinên Îranî. Di rewşek wiha de ku welat di bêkarî bêedaletî û zilmê de hilma wê hatiye çikandin çawa mirov dikare ewqas behsa pirsgirêkên jirêzê bike. Tiştên ew dibêjin û dixin rojevê bêguman girîng in û divê werin çareserkirin. Lê jinên Îranê heta nebin yek xwe birêxistin nekin nikarin têkoşînek bihêz li beramber siyasetên rejîma heyî bikin. Tekoşîna bîrdozî li beramber vê rejîmê divê were dayîn. Çeka jinên Îranê zanebûa di warê bîrdozî felsefî û siyasî de ye. Bi şêwazên ferdî û bi tena serê xwe her wiha bi sînordarkirina daxwazên jinan tekoşîna li beramber rejîmê serkeftî nabe. Di encama tekoşîna bîrdozî de jin dikare qanûnan jî biguherîne dikare mêjiyê desthilatdar jî biguherîne. Ev yek pêkane û hatiye îspatkirin. Jinên Îranî divê li gor rastiya dîroka xwe ya qedîm û kevnar azadiyê di bûyerên biçûk de bi sînor û heps nekin. Azadî divê neyê jirêzêkirin. Bi têkoşîn û berxwedanek bêhempa jinên Îranî wê pêşengiya şoreşa herî mezin a Rojhilata Navîn bikin. Bestera amade ji vê yekê re heye.