Jidayikbûna Kurdê Azad, jidayikbûna mirovayetiyê ye
Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya di rojnameya Ozgur Polîtîkayê got ku, “Pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, azadiya Kurdê azad û jidayikbûna mirovayetiyê ye.”
Dilzar Dîlok di nivîsa xwe ya di rojnameya Ozgur Polîtîkayê got ku, “Pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, azadiya Kurdê azad û jidayikbûna mirovayetiyê ye.”
Rêber Abdullah Ocalan li gundê Amara yê Xelfetiyê di 4’ê Nîsana 1949’an de ji dayik dibe. Gelê Kurd 4’ê Nîsanê wekî roja jidayikbûna xwe hesap dike. Pejirandina vî tiştî ji bo Kurdan ne zehmet e. Ji ber ku pêdiviya Kurdan bi jidayikbûneke neteweyî heye. Hebûna Rêber Abdullah Ocalan a di dîroka Kurdan de tê wateya ku civaka Kurdan jî di dawiya sala 20’an de hebûna xwe diyar dike. Ji ber vê jî ji karakterîzekirinên neyînî heta pêxemberkirina erênî û razberkirina xwedayî, çîroka Rêber Abdullah Ocalan çîroka me ye. Çîroka hemû Kurdan e.
Bêguman ev çîrok serboriya Rêber Apo ye û ne bi tenê ya kesayetiya bi navê Apo ye. Çîroka bi milyonên Kurdan e û heta îroj tê. Lê îro sedema ku ev çîrok wekî heqîqeteke Rêbertî aîdî Kurdan e, ne wekî ya serdema zaroktiyê ye. Heqîqeta Rêbertî bi saya hewldan, cesaret, fedakarî, ked û mejiyê Rêber Ocalan pêk hatiye. Rastiya Rêbertîbûnê ne wekî mezinbûan zarokekî Kurd e û di nav şertan de bibe şoreşger, ev pêvajoyeke dîrokî û civakî û ye. Di vê pêvajoyê de kesek ji nav azmûnên mezin derbas dibe, bi nivîsandina dîrokê hebûna xwe diyar dike. Ev serdema guherandineke civakî ye. Serdemeke guherandinê ya wisa ye ku ji nav civaka klan tê derxistin û ber bi gelbûnê ve diçe. Di çarîka dawîn a sedsalê de ‘Klana Apo’ dibe serdema pêşîn a pêvajoyê.
Zaroktiya wî li gund derbas dibe. Hinek jê re dibêjin Evdila, lê piranî jê re dibêjin Apo. Civaka Kurdan a di nav xwezayê de dijîn, navê zarokên xwe kurt dikin û dikin sewteke banglêkirinê. Hin xwişk û birayên Rêber Apo di zaroktî de wefat kirine. Lê sê bira û sê xwişkên wî hene.
Dibistana seretayî li gundê Cibînê dixwîne ya ku bi qasî saetekê dûr e. Sibehê diçe dibistana Cibînê û êvarê vedigere. Li Cibînê nîqaşa ‘Tirkmen-Ermen’ heye. Ermen jî hene lê hinek kes xwe Tirkmen dibînin. Têkiliyên li gund bi rêya malbatê di warê avakirina bedenî de jî ferqên neteweyî yên tund tune. Wekî hucreyeke wisa ye ku dikare têkiliya komên etnîk ên cihê jî dewlemend bike.
Rêber Apo dema dest bi dibistanê dike, gelekî şaş dimîne. Heta wê demê di nav çanda malbatê de bi Kurdî axiviye û jiyana xwe wisa domandiye. Lê li dibistanê ev ziman qedexe ye. Roja ku dest bi dibistana seretayî dike, rastî Tirkî tê û dibîne ku zimanê wî qedexe ye, ev ji bo wî dibe yekemîn pirsgirêka civakî. Meseleyên wekî ‘Gelo çima perwerdehî ne bi Kurdî ye? Heke bi Kurdî bûya me yê baştir fêm bikira’ difikire. Di wan salan de baş nikaribe îfade bike jî, doza Kurdan ji bo wî di dibistana seretayî de dest pê dike. Ji ber ku Kurdbûn bûye pirsgirêk.
Zaroktiya wî bi ked û nakokiyên mezin derbas bûye. Yekî gelekî çalak e, di cihê xwe de nasekine, dixwaze her tiştî hîn bibe û zarokekî wî civayê ye. Di tu şertan de di cihê xwe de nasekine. Diçe çiya û çolteran û ji keşfkirina tiştan gelekî hez dike. Ji ber wê jî diya wî jê re dibêje ‘Dînê Çolê’. Ew li ba dêya xwe rûnane û dibe dînekî çîyayan. Cezayê herî mezin ê ji vî dînê çiyayan re ev e ku, wî di malê de asê bike. Dayika Uveyîş gelek caran vî tiştî dike û dixwaze wî bide tobekirin. Lê dev jê berdide. Xwedayên herî zalim ên dîrokê li vî tiştî bifikirin jî ev ceza nayê bîra wan.
Rêber Apo dayik, bav, têkiliyên di navbera malbatan de di wî temenê zaroktî de dide ber pirsan. Dema diçe dibistanê rastî dewlet, Tirkî û Tirkbûnê tê. Kurdbûn bi awayekî xwezayî nayê jiyîn û dibe pirsgirêk. Ziman, hebûn, çanda hemû kesan dibe avakirina kes lê dema mesele dibe ziman, hebûn û çanda Kurdan wê demê pirsgirêk çêdibin. Kurdbûn tê wateya pirsgirêk, fêmnekirin, paşverûtî, qirêjî, hovîtî û hişkbûnê. Di salên dibistanê de Kurdbûn dibe pirsgirêk. Ji ber ku nikare bi zimanê xwe bixwîne, dest bi lêpirsîna jiyana civakê dike. Li gund û dema li Nîzîpê li ba xwişka xwe dixwîne, li ser erdan xebitîye û wateya kedê baş fêm kiriye. Jixwe sedema ku ji gund jî derdikeve ev e ku, baş bi qîmeta kedê nayê zanîn, xwişk û birayên wî yên bê ked dijîn û dê û bavê wî dibin alîgirên vî tiştî ew jî hêrs dibe. Di şertên wisa de dixwaze bibe xwe û ber bi lêgerîna xweavakirinê dimeşe.
Dibistana navîn li Nîzîpê dixwîne. Pênaseya kedê ya ku li gund hîn bûye li erdnîgariya dewlemend a Nîzîpê li baxçeyên bi adan kûr dibe. Heta tê dibistana navîn, jiyana dibistana seretayî û gund gelek bandorê li wî dike. Li gund û di nav malbatê de şerê ked û heqdarîyê diçe Nîzîpê, ev serhidana wî ya pêşîn e. Rêber Apo wan hestên ew ber bi serhildanê ve biriye, tu carî ji bîr nake. Biryara xwe ya ku serhildan bi wî daye kirin di her serdema jiyana xwe de dike esas. “Heke civakeke te tunebe ku tu di nav de bijî, divê tu civaka xwe bidî afirandin.”
Di salên 1965-1969’an de li Enqereyê diçe Lîseya Pîşeyan a Tapû Kadastroyê. Vê dibistana ku bi şev lê dimîne, li Maltepeyê ye ya ku nêzi Enqereyê ye. Di vê pêvajoyê de bîrdoziya fermî ya Tirkiyeyê dişikê, li dinyayê meylên bîrdozî yên nû derdikevin holê, pêlên polîtîk û bîrdozî derdikevin holê, rêxistinbûn bi pêş dikevin, li gorî cihêbûna civakî fikr û meyl ava dibin, nakokiya navxweyî ya civakî zêde dibe. Cara pêşîn vî bajarê ku dîtiye, paytexta dewleta mêtinger e. Li paytexta mêtingeriyê bi tena serê xwe, demên xwe yê ciwantiya pêşîn derbas dike.
Dema li lîseyê dixwîne, ciwanekî misilman e û îbadeta xwe dike. Ciwanekî xwedî rêgez e ku hewl dide di her kêlîka jiyana xwe de bi dirustî û pakî bijî. Cara pêşîn derketiye derveyî Kurdistanê û jiyana gund, ji ber vê jî xerîb e û dûrî jiyana bajêr. Di van deman de dixwaze jiyana dibistanê ya li Enqereyê nas bike û dide ber jiyana xwe. Tirk cihê dijîn. Dibistan ji bo Tirkan cihê ye, ji ber ku bi zimanê wan dibistan hene. Rewşa aboriyê ya li gundên Kurdistanê cihê ye. Ew û malbata wî, bi keda xwe debara xwe dikin. Nanozikobûna li gund dema tê bajêr wekî hejariyê derdikeve pêşiya Kurdan. Ji ber ku li bajêr bihayê her tiştî heye. Her tişt bi pereyan tê kirîn û firotin.
Salên wî yên lîseyê bi lêgerînan derbas dibe. Li lîseyê cara pêşîn çûye Komeleya Têkoşîna Li Dijî Komunîzmê, li wê derê kesên wekî Demîrel û Refîk Korkût nas kiriye. Lê ji ber ku kesayetî, malbat û civaka wî cihê ye, ne wekî ciwanên rastgir ên li wê derê ne. Di navenda rastgiriyê de Tirkbûn heye û ev astengiyek e. Lê di cewhera xwe de dubendîya rastgir-çepgiriyê ne dubendiyeke wisa ye ku karibe rastiya wî û rastiya civaka Kurdan diyar bike. Dubendiya rastîn, kelepor-modern, ango rastiya civakî û modernîteyê ye.
Mamoste û hevalên Rêber Apo jî hay ji kesayetiya wî ya xwedî dîsîplîn û karaktera wî ya xurt hene û qîmetê didin wî. Di serdemeke wisa de, hin ciwan pirtûka ‘Alfabeya Sosyalîzmê’ dixin balîfa wî. Apo wê pirtûkê dixwîne. Wê demê fêm dike ku bîrdoziya sosyalîzmê li ser ya Îslamiyetê ye û dibêje ‘Mihemed têk çû Marks bi ser ket’ Di dîrokê de hin tesaduf hene. Li Enqereyê ya ku çar salan lê dixwîne, sosyalîzmê nas dike û di feraseta xwe ya jiyanê de xetekê dide ber xwe.
4’ê Nîsana 1949’an rojbûna bîyolojîk a Rêber Apo be jî ev ne dîroka jidayikbûneke nû ye. Sembolîk e û di nav Kurdan de rojbûn nayê pîrozkirin lê Kurd vê rojbûnê pîroz dikin. Kurd tişta ku pîroz dibîne, pîroz dike. Pîrozbahiyên xapînok ên modernîteya kapîtalîst li cem Kurdan tune. Ji ber vê jî pîrozkirina rojbûna Rêber Apo ya di her şert û mercan de, tê wate ya naskirin û çalakgeriyê. Ji ber ku naskirina Rêber Apo nayê wateya bi tenê naskirinê. Naskirina Rêberiyê tê wateya ku rastiya wî ya Rêbertiyê were zanîn, armanca wî ya ji heqîqeta Rêbertî çi ye, zanîn, fêmkirin û hîskirin e.
Di vê serdemê de li ser dinyayê qirkirineke mezin heye û li ser mirovayetiya hemû dinyayê tecrîdeke giran heye, em her dem berê xwe didin Rêber Apo. Bi van nêrînan xwendina manîfestoyên şaristaniya demokratîk, analîzên dîrok û civakê wê girîng be.
Analîzên Rêber Apo ne kehanet e. Pêşkirin û pênasekirina bi vî rengî tê wateya ku mirov qîmetê nade keda Rêber Apo. Analîzên Rêber Apo yên li ser dîrok, civak û pergalê tê wateya beşeke heqîqetên ku kesê bi navê Abdullah Ocalan li ser civak, dîrok û mirovayetiyê hêza xwe fikirindinê dide zorê û hêzeke mejî ava dike. Ji bo naskirinakesekî divê mirov wî kesî hîs bike, ji bo fêmkirina civakekê jî divê mirov hemû ferdên wê civakê yeko yeko hîs bike, ev jî tê wateya dayina ked, hewldan û enerjiyeke mezin û jiyana heyî bide guherandin. Rêber Apo ji ber ku ev tişt pêk aniye, bûye heqîqeteke Rêbertî. Îro şer, huner û jiyana li ser vê heqîqetê azadiyê nas dike û bi ser dikeve. Ya derveyî wê, pûç dimîne û sergoya ku ava wê ya jiyanê hatiye guvaştin. Jidayikbûna Kurdên azda tê wateya jidayikbûna mirovayetiyê. Ji ber Rêber Apo ev wisa ye. Ji ber her mirovên azad ên ku bi heqîqeta Rêber Apo dizane û nas dike, ev tişt wisa ye.
Pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, fêmkirina rastîn a heqîqeta Rêber Abdullah Ocalan û hîskirina wê jî jiyana rastîn e. Di vê qirkirin û tecrîda global de, tekane roja ku ew ê li ser me hil bibe, Rêber Apo ye. Hêvî jî, heqîqet jî, rabirdû jî, dahatû jî, tendirustî jî hebûn jî li cem Rêber Apo ye.