Ji Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Şoreşger ê Kantona Firatê banga seferberiyê
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Xwendekarên Welatparêz ên Tevgera Ciwanên Şoreşger banga seferberiyê kirin.
Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Xwendekarên Welatparêz ên Tevgera Ciwanên Şoreşger banga seferberiyê kirin.
Ji ber şert û mercên şer ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiyê kiribû. Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên li Kantona Firatê jî banga seferberiyê ji gel û ciwanan re kir.
Daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên zanîngeha Bajarê Kobanê ji aliyê Rojhat Daban ve hat xwendin. Di daxuyanî de hat gotin, “Di destpêkê de em weke yekîtiya xwendekarên welatparêz ê li Zanîngeha Bajarê Kobanê, êrîşên ku li ser xakê tê kirin bi tundî şermezar dikin û berxwedana dîrokî ya gelê me yê li Heleb û Şehbayê nîşan dane silav dikin. Ev êrîş dewama plana dewleta Tirk e, ku bi DAÎŞ'ê re ser nexistibû. Armanca van êrîşan dagirkirina sînorên Mîsak-î Milî ye. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan Sûriyê perçe bike û pey re jî dagir bike.”
Di dewama daxuyaniya Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ê Kantona Firatê de banga seferberiyê hat kirin: “Lewma em bang li tevahî gel û xwendekarên xwe dikin ku divê bizanin yek ji armancê van êrîşan hêviyê gelên Sûriyeyê yên jiyana azad û bi rûmet ji holê rakin e.
Divê li tevahî Sûriyeyê xwendekarên Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen ji bo vala derxistina van êrîşên hovane destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe xurtir bikin. Parastina ax û welat, parastina rûmetê ye. Li ser vî esasî çi dibe bila bibe em ê rê nedin çeteyên dagirker ku xaka me ya weke bihûşt e, ji xwe re bikin mal. Em ê bi ruhê Şoreşa Rojava dagirkerî û hewla qirkirinê têk bibin.
Ji ber rewşê em jî weke Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz banga seferberiyê li ciwan û gelê xwe dikin. Pêwîste tevahî xwendekarên Sûriyê bi ruhê seferberî û welatparêziyê rabin ser piya û di nav şerê gelê şoreşgerî de cih bigirin. Werin em bi hev re welatê xwe, rûmeta xwe û şoreşa gelan biparêzin.”
Daxuyaniya Ciwanên Şoreşger jî bi merasîmekê destpê kir û ji aliyê Hîla Elî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Heleb û Şehbayê gelê me bi awayek hovane tê qirkirin. Di serî de em berxwedana Hêza Parastinê silav dikin. Weke diyar e şerê me şerekî hêsan nîne. Li ser vî esasî pêwîste weke ciwanên Kobanê em jî çeka xwe rakin û bibin seferber.
Li ku derê êrîş pêk were, em ê li wê derê helwesta xwe raber bikin û dewleta Tirk têk bibin. Tevgera Azadiyê ev 50 sal in bênavber berxwe dide. Em jî wekî ciwanên ji Dêrîkê heta Şehbayê, em amade ne ku bibin seferber û tola şehîdan rakin. Em bang ji hemû ciwanan re dikin bila rabin ser piyan û tevlî nav refên HPC Ciwan bibin.”