Ji Kerkûkê heta bi Bestayê: Goran

Goran Mihemed (Serkewt) gerîlayekî Başûrê Kurdistanê bû, ku ji Kerkûkê heta bi Bestayê şer kir û li Bestayê tevlî karwanê şehîdan bû.

Yek ji wan kesên ku dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê hîs kir û daxwaza azadiyê rojane di dilê wî de mezin bû, Goran Mihemed bû. Goran pêwîstî pê dît ku hem di jiyana xwe de hem di desthilata li ser Başûrê Kurdistanê de guhertineke mezin çêbibe. Goran rêya vî guhertinê dît û ji bo ku xwe û gelê xwe bigihîne wê daxwaziya ku bi sedan sal in ji dilê pîr û kalan derbasî zarokên vî welatî dibe; biryar da ku bikeve ser vî rêyî. Azadî xeyalê Goran bû û gerîlatî jî rêya gihîştina bi vî xeyalî bû. Goran bi eşqeke mezin di vî rêyî de meşiya heta ku gihîşte ser çiyayên azad ên Kurdistanê. Goran ev rêye weke serketinekê li dijî vê sîstema li ser gelê Başûrê Kurdistanê serwer e didît, lewma navê xwe kir Serkewt Gabar.

SERKEWT XWE DI EŞQA MÛMÊ DE DIHELÎNE

Gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dibêje; “Heqîqet eşqe û eşq jiyana azad e”, ji bo Serkewt bû serdêra jiyana şoreşgerî ku mîna perperîka çaremîn li pey heqîqetê bigere û xwe di eşqa mûm de bihelîne û jiyaneke azad misoger bike. Azadî ew tişta ku ji bo gelê Kurd ku bi salan e dagirkerî li ser wê tê kirin, weke serab û xeyalekê ye; ji bo wan zarokên ku hêviya wan bi azadî qet xelas nabe, rêyeke ku pêwîste têde bimeşin û divê heta gihîştina armancê lingê wan ne weste û ew fermana ku ji dil û mejiyê wê derbasî bedena azadîxwazên niştîmanê dibe. Azadiyek ku tehma wê ya şîrîn di bin zimanê hemû azadîxwazan de heye, ji bo ku bi temamî vê tehmê bigirin westanê nas nakin û bê navber di vî rêyî de dimeşin û her rojê zêdetir ji roja bihorî li ser biryara xwe bi israr in û ji bo ku bihîjin vî xeyalî hemû jiyana xwe feda dikin.

SERKEWT ROJANE XWE GIRÊDAYÎ HEVRÊTIYA HEVRÊYÊN XWE DIKIR

Wêrekî û azayiya gerîlayan a li hemberî dijminên dagirker ên Kurdistanê ji mêj ve bala Serkewt kişandibû ser xwe, her wiha bandoreke zêde li ser kesayetiya wî danî û kir ku ew jî vê wêrekiyê di xwe de ava bike û tu carî dilê wî li hemberî dijmin nerecife û bi wêrekî û cesareteke bilind têkoşîna xwe ya li dijî neyarên Kurdistanê bidomîne. Heskirina niştîman roj bi roj zêdetir di dilê wî de teşe digirt û wê yekê kir ku zêdetir girêdayî armanc û azadiya welatê xwe bibe. Serkewt dizanîbû ku bi tenê nikare bigihîje xeyalê xwe û ji bo bigihîje armanca xwe pêwîste vî rêyî bi dayîna mil bi milê hevrêyên xwe bimeşe. Di jiyana wî de wateya hevrêtiyê pir bilind bû, bi hevrêtiyê moral digirt û hestê wî yê manewî zêdetir dibû. Hevrê Serkewt rojane xwe girêdayî hevrêtiya hevrêyên xwe dikir û xwe zêdetir di heskirina hevêrêyên xwe de diheland.

JIYANEKE BI RÛMET Û BAŞ ENCAX BI BÎRDOZIYA RÊBER APO DIKARE PÊK BÊ

Serkewt bîrdoziya Rêber Apo ji bo xwe weke jiyaneke nû didît û bi felsefeya Rêber Apo jiyaneke klasîk ku heta niha gelê Kurd heye nas dike, wê jiyanê qebûl nake û red dike. Serkewt dizanî ku di vî serdemî de jiyaneke bi rûmet û baş encax bi bîrdoziya Rêber Apo dikare pêk bê. Ji bo ku jiyaneke alternatîf ji bo xwe û gelê Kurd ava bike, zêdetir xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de kûr kir. Ji bo ku jiyaneke demokratîk li ser bingehê exlaq û menewiyata civakê pêk bîne, bi domdarî bîrdoziya Rêber Apo û paradîgmaya neteweya demokratîk ji xwe re kir sernavê jiyanê.

XEMLA XWEZAYA KURDISTANÊ HESKIRINA WÎ YA JIYANÎ XWEŞTIR DIKIR

Serkewt tu carî li pey rihetiyên jiyanê neket û zehmetî û dijwariyên jiyana çiya ji bo wî tehmekî xweş hebû, ji ber ku dizanîbû jiyaneke xweş encax bi jiyanekî ku bi ked û zehmetiyê bê destxistin çêdibe. Kêlî bi kêliyên vê jiyanê, ji anîna avê bigire heta çêkirina nan ji bo Serkewt eşqekî cuda bû, ji ber ku bi keda xwe û hevrêyên xwe ev jiyane bi dest xistibû. Xemla xwezaya Kurdistanê heskirina wî ya vî jiyanî xweştir dikir. Sibehan bi dengê bilbilan û destê tîmarker ê bayê şefeqê ji xewê hişyar dibûn û bi dîmenê bedew a xwezaya rengîn a Kurdistanê roj kirina êvar, bedewiyeke bê hempa û xweşiyeke bê sînor di dilê Serkewt de çêdikir. Ji ber wê ye ku têkilî û girêdana gerîlayan a bi xwezaya Kurdistanê re her ku diçe bihêztir dibe û tevî hemû hevrêyên xwe bi xwezayê re jî dibin hevrêyên ji can û dil.

JI BO KU BIBE DILOPEK JI PÊNGAVA SERKETINÊ BIRYARA TÊKOŞÎNÊ ZÊDETIR BILIND KIR

Dema DAÎŞ’ê êrîşî gel kir û dest bi dagirkirina xaka Kurdistanê kir, Serkewt ku yekemîn armanca wî azadiya Rêber Apo û azadiya Kurd bû, ew yek ne pejirand û ji bo ku xaka pîroz a Kurdistanê ji destê dagirkeran rizgar bike bera xwe dide Kerkûkê û bi rengekî rasterast li hemberî neyarên Kurd şer kir û di rizgarkirina xaka Kurdistanê ya ji destê DAÎŞ’ê de roleke mezin lîst. Serkewt dema ku erkê xwe li Kerkûkê pêk anî, careke din bera xwe da çiyayên asî yên Kurdistanê û vê carê bi zanîna ku kilîda azadiya gelê Kurd û Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê ye, berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Botan warê ku çirûska Pêngava 15’ê Tebaxê û vejîna gelê Kurd e; bû armanca Serkewt û bi eşqeke mezin bera xwe da eyaleta Botanê. Ji bo ku bibe dilopek ji pêngava serketinê biryara têkoşînê zêdetir bilind kir.

BÛ BEŞEK JI PÊNGAVA SERKETINÊ YA GELÊ KURD Û GIHÎŞTE WATEYA NAVÊ XWE

Li Botanê tevlê gelek çalakiyan bû û rojane bi hestê derb li dijmin dayînê ve eşqa wî ya li hemberî Botanê zêdetir dikir û têkoşîna li dijî neyarên Kurdistanê zêdetir bilind dikir. Di 2’ê Tebaxa 2018’an de li herêma Besta ya Botanê piştî çalakiyeke serketî, di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst de gihîşte asta bilind a şehadetê û tevlê karwanê şehîdên 15’ê Tebaxê dibe. Xeyal û armanca ku heval Serket di vî rêyî de pêk anî, di dilê hemû hevrêyên wî de ye û ev xeyale, xeyala hemû şervanên Kurdistanê ye. ji bona wê jî heval Serkewt bi dileke rihet çavên xwe li dinyayê girt. Weke ku daxwazê wî bû, heval Serkewt jî weke bi sedan hevrêyên din bû beşek ji pêngava serketinê ya gelê Kurd û gihîşte wateya navê xwe.