Ji hev belavkirina tevna desthilatdariyê

Di vê demê de ku xwediyên desthilatdariyê kursî dagir kirine û gelek xwîn rijiya ye, yên ku bi wêrekî ber bi vê kursiyê ve dimeşin, bêguman ew kes in tevna desthilatdariyê ji hev belav dikin.

Dema em li dibistana seretayî bûn, bêguman ev yek beriya demeke dirêj bû, kontrola paqijiyê û neynûkan dihate kirin. Her kesî destmala xwe datanî ser maseyê, destê xwe jî dianî ser û neynûkên xwe nîşan dida. Ev kontrol ne ji bo paqijî û tenduristiya me bû, mîna rîtuelekê bû û bi vê rîtuelê hêza dîsîplînê û mamosteyan a dibistanê nîşan didan. Em qurbanên biçûk ên sîstema perwerdeya fermî bûn. Dema ku neynûkê zarokekê/î hinekî gemarîbûya ew destmala spî êdî ji rondikên çavan nema spî dibû.

Dema ku min rîtuelên bi heman rengî dît, ew roj hatin bîra min. Rojên derveyî rojeva Idlibê, jin û mêr ên temen mezin ku qurbanê karê Erdogan in, dibezin merasîmên vekirinê yên fermî yên Erdogan, destê xwe datînin ser çokên xwe û serê her çend gotinan jê re li çepikan dixin. Ev rewşa mirovên bi temen a li pêşberî desthilatdariyê, tiştên gelekî cuda dixin hişê mirovan. Civînên AKP'ê mixabin wê weke mînakên bêqîmetkirina mirovan bikevin nava dîroka Tirkiyeyê.

Halbûkî mirov bi nirx û wateya xwe hene. Dema ku wate bi rengekî azad neafire hingî mirov bê qîmet dibin. Bûyîna xwedî wateyeke azad, di serdemeke ewqasî nebaşî, zilm, zext, hovîtiyê de bêguman rabûna li ber van dibe. Ji derveyî vê yekê hewldana ji bo afirandina wateyekê tê wateya xwexapandinê.

Kursiya dijderketinê ya gel îro zêde neyê bikaranîn jî yên pêkanînên desthilatdariyê qebûl nakin, hinek henekê xwe pê dike, hinek nifiran lê dike û hinek jî sixêfan. Lê belê yên ku tevlî civînên AKP'ê dikin xuya ye ew kes in wê têkçûna desthilatdariyê herî zêde bandorê li wan bike, ew kes in ku herî zêde xwe ji desthilatdariyê xwedî dikin, ku bi cidiyeteke mezin hîn jî tevlî van rîtuelan dibin, destê xwe datînin ser çoka xwe û mîna ku îbadetê bikin li çepikan dixin. Ev rewşa ecêb wê heta pariyê dawî bidome. Welê li vê rewşê hatiye ku êdî ne asayî ye û yek ji van mirovan rojekê dernakeve û pirseke gelekî ji rêzê ya mîna "Çi karê dewleta Tirk li Idlibê heye, ew der sînorê welatê me nîne, em çima leşkerên xwe dişînin wê derê" napirse. Ji ber ku ew mirov napirsin ku çi bi Gulistan Dokû hatiye? Ew kes napirsin ku yên Cîhan Can qetil kirin çima nayên darizandin, ku polîsên pê lê kirin gotibûn "Ji min hebû ku qurmik e". Ew kes napirsin ku kujerên Sêwasê çima hatin berdan.

Ji bo pirsîna van pirsên biçûk jî cesaret divê. Lê belê li Tirkiyeyê hîn hin kes hene ku dikarin van pirsan bikin.

Konferans û kongreyên HDP'ê ku demeke di rojevê de ne, nîqaşeke girîng, enerjiya mûxalefeta rasteqîn derxiste holê. Desthilatdariya AKP-MHP'ê baş bi vê zanin ku li her derê bi sedan HDP'iyan destgîr dike, diavêje ser malan, êşkenceyê dikin, li rawestgehên otobusan sîxuriyê ferz dike. Kesên ku ne diyar in li kîjan qedemeya dewletê ne rûyê xwe dinixumînin û didin pey parlamenteran. Û gelek mîna van. Di dawiya dawî de yekane partiya siyasî ya ku mûxalefetê dike HDP ye. Ev yek mîsyoneke girîng e. Di nava şert û mercên darbeyê de bûyîna partî, meşandina siyasetê karekî şoreşgerî yê mezin e. Bêguman tê dîtin ku HDP amadekariyan dike ku ji bo xurtkirina vê mîsyona xwe gavan biavêje. Kongreya giştî jî bi vê daxwaz û biryardariyê pêk tê. Ev dem ji bo têkoşîneke şoreşgerî demokratîk a nû demeke girîng e ku bernameyeke mûxalefeta têrker bê amadekirin. Ji pêkanîna vê yekê jî pêwîstî bi mirovan heye. Mirovê rêxistinbûyî mirovê azad e û ji bo pêkanîna vê jî li Tirkiyeyê divê mirov li ber têkbirina wate û qîmetê mirovan rabin. Li pêşberî van êrişên ku bi nêzîkatiya li Kurdan dest pê kirin û ji her kesên ku gotinekê dikin dibêjin 'terorîst' û FETO, welê li civakê hatiye ku serî li pêşberî hegemonya desthilatdariyê tewandiye.

Bi rastî jî li Tirkiyeyê qîmetê mirovan ket, hate xistin. Bêguman qîmetê mirovan di ti serdemê de ew hêzên ku li dora desthilatdariyê kombûne nîne. Lê belê ev kes û hêzên navborî bi qasî xwe bandorê li çanda civakî jî dikin û bêbandor dikin.

Ev xerakirina ku li civakê tê ferzkirin qeder nîne. Lê belê ji bo jiholêrakirina vê xerakirinê divê îtiraz zêde bibe. Mîna ku Mahmût Alinak got, "Ez ji we natirsim", divê dengê bi vî rengî ji aliyê her kesî ve bê gotin. Aşiqekî mezin ê gel gotibû, "Ozantî kursiya gel e. Kursiya dijderketinê ya gel e û ozan li wir distirê". Lê mixabin, mîna ku Rêber Apo dibêje 'eger em hatine serdemeke ku ozan nikarin bistirên' hingî kî wê îtiraz bike, kî wê derkeve ser vê kursiyê û biaxive?

Di vê demê de ku xwediyên desthilatdariyê kursî dagir kirine û gelek xwîn rijandine, yên ku bi wêrekî berê xwe bidin vê kursiyê ew ciwan, hunermend, cotkar, bêmal, bêkar, siyasetmedar, ramanger, nivîskar, jin, karker û her kesên bi ruhê şoreşgerî dixwazin tevna desthilatdariyê ji hev belav bikin e. Kurd li refên herî pêş ber bi kursiya dijderketinê dimeşin û bi rûmeta gelekî azad demokratîk dijîn.

Kurd salnameya xwe bi biharê didin destpêkirin. Bi destpêkirina sala nû re, bi biharê re ev kursiya îtirazê wê mezin bibe û bi milyonan kesî hembêz bike.