'Ji bo kongreya neteweyî pêwîstî bi guhertina rê û rêbazan heye'

Em di demeke welê de ne ku dikare bê gotin, 'Eger Kurd niha nebin yek wê kengî bibin yek'. Eger Kurd di vê demê de yekîtiya neteweyî pêk neynin û di nava têkoşîna jiyana azad û demokratîk de hev xurt nekin, wê bikevin nava xefleteke dîrokî.

Rojeva bingehîn a raya giştî ya Kurd niha Rojava ye û karên ji bo yekîtiya neteweyî ne. Bi taybetî êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava ji aliyê gelê Kurd û hêzên siyasî hemûyan ve weke gefekê li dijî Kurdan hemûyan hate dîtin. Bi rengekî eşkere xuya bû ku dewleta Tirk di dijminatiya li Kurdan de serkêşiyê dike. Bi gotina 'Kobanê Ereb e, Kerkûk bajarê Kurdan nîne, filan herêm Ereb e' nîşan da ku Kurd bi hêzeke qirker re rû bi rû ne ku ji bo dagirkeriyê ji xwe re hincetan peyda dike. Vê yekê jî nêrîna pêwîstiya Kurdan a bi yekîtiya neteweyî xurtir kir.

Rastiyeke bi vî rengî heye; parçebûna Kurdistanê bû sedem ku di rojeva neteweyî, nêzîkatiya siyasî û nêrîna li bûyeran de hin cudahî biafirin. Beşek ji wan ji ber rewşa objektîf in, lewma tên fêhmkirin. Lê belê beşek ji wan jî dûrî ji rastiya neteweyî ne, ji berjewendiyên neteweyî qut in, yan jî ji ber nêzîkatiya parçetiyê ya teng a ku li parçeyên din ên Kurdistanê nafikire rû dan. Bêguman her parçe xwedî rewşek xweser in, ji bo Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk ne pêwîste ku çar parçe bibin yek û bibin dewlet. Ji bo Kurd bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk divê ji hev berpirsyar bin û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Her wiha înkarkirina Kurdan ku hîn dewam dike û hebûna feraseta dijminên Kurdan a ji bo fetisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ferz dike ku kurd bibin yek û berpirsyariyên xwe yên ji hev re pêk bînin. Her wiha rastiya dewleta Tirk heye ku dixwaze Kurdan qir bike, ji ber vê yekê jî li parçeyên Kurdistanê hemûyan dijminatiyê li jiyana demokratîk û azad a kurdan dike. Di serî de li Bakur heta ku li tevahiya Kurdistanê çareserî pêk neyê, eşkere ye ku Kurd wê nebin xwedî jiyaneke demokratîk û azad a misoger. Kurd ji bo li her parçeyî bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk beriya her tiştî divê piştgiriyê ji Kurdên li parçeyên din werbigirin. Heta ku piştgiriya Kurdên li parçeyên din û hêza yekîtiyê nedin pişt xwe gelo wê bi kîjan tifaq û piştgiriyê piştrast bin? Ne welê ye ku divê beriya her tiştî ji hêza yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd piştgiriyê werbigirin?

Ji ber van rastiyan pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî heye. Her wiha ji ber ku hevsengiyên Rojhilata Navîn ên di Şerê Dinyayê yê 1'emîn de li ser qirkirina Kurdan ava bûn hildiweşin; statuko û hevsengiyên nû tên afirandin, pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye. Têkçûna statuko û hevsengiyên Rojhilata Navîn a berê ku li ser parçekirin û qirkirina Kurdan ava bûn, ji bo jiyaneke demokratîk û azad a Kurdan firsendên mezin afirandine. Bi taybetî rêxistiniya Kurdan a li çar parçeyên Kurdistanê, hêza wan a leşkerî û siyasî û têkoşîna ku di vê çarçoveye de dimeşînin, di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê 3'emîn de ku têkoşîna avakirina hevsengiyên nû tên kirin, derfetên mezin ên serketinê pêşkêşî Kurdan dikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Ji ber ku hêzên mêtinger qirker û dijminên Kurdan hemû ji parçebûna Kurdan sûdê werdigirin û ji bo nehêlin ku Kurd van firsendan bi kar bînin, hewl didin şert û mercên Şerê Dinyayê yê 3'emîn ji bo mezinkirina qirkirina Kurdan û temamkirina wê bi kar tînin. Ev rastî nîşan dide ku bi qasî firsendan her wiha rewşeke metirsîdar jî heye.

Em di demeke welê de ne ku dikare bê gotin, 'Eger Kurd niha nebin yek wê kengî bibin yek'. Eger Kurd di vê demê de yekîtiya neteweyî pêk neynin û di nava têkoşîna jiyana azad û demokratîk de hev xurt nekin, wê bikevin nava xefleteke dîrokî. Dema ku mirov li gorî karakterê vê serdemê binirxînin, hingî ev xelfet wê hêzên siyasî yên Kurd bixe nava xiyaneteke dîrokî. Niyeta xwe çi dibe bila bibe rewşa ku bikeve nav bi rengekî objektîf wiha ye.

Di nava gel de di mijara yekîtiya neteweyî de pirsgirêk nemaye. Têkoşîna ku bi dehan salan hate meşandin hestên neteweyî yên gelê Kurd xurt kiriye. Hestên gel ji sînorên çêkirî derbas bûn û bûn yek. Gel di her firsendê de hestên xwe yên neteweyî nîşan dide. Dema ku êriş li parçeyekî Kurdistanê yan jî têkoşîneke li parçeyekî tê kirin li her parçeyên Kurdistanê gelê me nerazîbûna xwe nîşan dide. Lê belê partî û hêzên siyasî vê hesta yekîtiyê ya li nava gel nikarin bikin kongre yan jî îradeyeke siyasÎ ya hevpar. Bangên Rêber Apo yên sala 2013'an û hewldanên wî, di mijara yekîtî û kongreya neteweyî de hêzên siyasî gihandibe astekê jî, ev kar hate astengkirin û nehate temamkirin. Em Mamê Êzidiyan Mam Zekî Şengalî ku bi rengekî çalak tevlî vî karî bû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Pêwîstî û hesreta gelê Kurd a bi yekîtiya neteweyî ji ya sala 2013'an gelekî zêdetire. Di nava gel û raya giştî ya Kurdan de zextek afiriye ku dikare zorê li hêzên siyasî bike ku konferans û yekîtiya neteweyî pêk bînin. Rola çalak a hunermend û rewşenbîran wê karên ji bo kongre û yekîtiya neteweyî berfirehtir bike. Meşa li Lozanê û konser gelekî erênî bû. Ji ber vê yekê em hewldanên hunermend û rewşenbîrên Kurd bi rêzdarî silav dikin.

Li Bakurê Kurdistanê hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî ku dema dawî partî û hêzên siyasî yên Kurd dest pê kirin û civak jî piştgiriya wan dike, hêjayî pesindanê ye. Li Rojava jî hewldanên bi vî rengî zêde dibin; li ser bingeha rabûna li ber dagirkeriya Tirk di mijara afirandina yekîtiya neteweyî de gavên erênî tên avêtin. Li Başûr tevî dagirkeriya Tirk helwesta gel a ji bo helwesta yekîtiya neteweyî û komxebata neteweyî gelekî girîng bû. Hêzên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, bi civînên cuda meyl û îradeya xwe ya di vê mijarê de nîşan didin.

KNK'ê di demekê de ku li Kurdistanê têkoşîna siyasî û leşkerî xurt bû û êrişên dijmin zêde bûn kongreya xwe pêk anî û di mijara yekîtiya neteweyî de biryarên gelekî girîng wergirt. Bû tercûmanê hestên yekîtiya neteweyî yên Kurdan û ji bo yekîtiya neteweyî bang kir. Kar û hewldanên KNK'ê kir ku meyla ji bo yekîtiya neteweyî xurt bibe.

Bêguman kombûna partiyên siyasî, saziyên civakî yên demokratîk, hêzên jin û ciwanan, rewşenbîr û hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê û pêkanîna kongreya neteweyî daxwazeke. Lê belê parçekirina Kurdistanê bi çar parçeyan û têkilî û rojevên cuda yên siyasî di pêkanîna kongreya neteweyî û afirandina yekîtiyê de hin pirsgirêkan diafirîne. Bêguman divê ev yek weke astengî li pêşiya pêkanîna kongreya neteweyî neyên dîtin. Lê belê cudahî û karên sereke yên her parçeyî di afirandina feraseteke hevpar de hin pirsgirêkan diafirîne, li deverekê jî dixitimîne. Ji ber vê yekê pêwîstî bi rê û rêbazekê heye ku vê rewşê ji holê rake. Di çareserkirina pirsgirêkan de rola rê û rêbazan her tim girînge.

Di rêbaza nû de beriya her tiştî divê li her parçeyî yekîtiya neteweyî pêk were. Bi vî rengî ti hêza siyasî nikare helwest û hincetên ji ber parçeyê cuda nîşan bidin. Pirsgirêkên bi heman rengî yên li wî parçeyî, her wiha rastiya têkoşîna li dijî heman hêzan wê bike ku yekîtiya neteweyî bi hêsanî pêk were. Her wiha di kongreyeke giştî de, bandora hin hêzên siyasî yên li parçeyekî din li ser wê hêza siyasî , pirsgirekên ji ber vê yekê diafirin wê bi konferansa li wî parçeyî karibeji holê bê rakirin. Karekî ji bo parçeyekî bê kirin wê di pirsgirêkên lezgîn ên wî parçeyî de yekîtî û helwesta hevpar biafirîne. Bi kurtasî pêkanîna yekîtiya li parçeyan ji pêkanîna kongre û yekîtiya giştî hêsantire. Eger ev yek bê kirin wê astengiyen li pêşiya kongreya neteweyî ya giştî û yekîtiya hêzên siyasî yên li çar parçeyan jî ji holê bên rakirin. Dema ku ji bo parçeyan çareserî hate peydakirin wê hingî kongreya neteweyî ya giştî jî karibe gavên ji bo yekîtiya navbera parçeyan û Kurdan nîqaş bike û hîn bi hêsanî encamê werbigire.

Bêguman li her parçeyî dema ku ji bo konferansa neteweyî û yekîtiya neteweyî kar hatin kirin wê ji bo yekîtiya neteweyî û kongreya giştî jî kar bê kirin. Karên ji bo yekîtî û kongreya neteweyî ya giştî wê ti carî ji rojevê nekevin. Qet nebe wê hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera rêxistinên Kurdan, navbera rêxistinên parçeyan dewam bikin. Lê belê ji bo karên yekîtî û kongreya neteweyî ya giştî bên kirin û bi ser bê xistin beriya her tiştî divê karên yekîtiya neteweyî ya her parçeyî bi lezgînî pêk were. Ev guhertina rê û rêbazê wê pirsgirêkên li pêşiya kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî asteng in ji holê rake.

Gelekî girînge ku biryar hate wergirtin karê ku hunermendên Kurd li Lozanê dest pê kirin li parçeyên din ên Kurdistanê dewam bikin. Ew wijdanê civakê ne, lewma wê bandoreke girîng li hêzên siyasî bikin. Hunermendên ku ji gelê me piştgirî wergirtin hem li her parçeyî hem jî di asta giştî de ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî wê bi roleke girîng tevbigerin.

Civîna li Bakur wê hêzeke mezin bide vî karî. Xurtkirina yekîtiya neteweyî li Bakur ku parçeyê herî mezine, wê bandorê li pêkhatina yekîtiya giştî û ya li hemû parçeyan bike. Ji xwe yekîtî di nava civakê de pêk hatiye. Karê li Bakur nîşan da ku yekîtiya li nava civakê û bandora vê ya li ser siyasiyan girînge. Em vê jî girîng dibînin û di karê wan de serketinê dixwazin.

Kongreya neteweyî û yekîtiya neteweyî bi dehan sal in hesreta gelê Kurd û hêzên siyasî bû. Lê belê ev daxwaz yekemcare di vê astê de civakî bûye, hêzên siyasî xistiye nava xwe û veguheriye rojeva bingehîn a gelê Kurd. Pêkhatina daxwazek bi vî rengî ketiye rojevê wê ne zehmet be. Ev daxwaz û israra gel wê astengiyan hemûyan ji holê rake.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka