Di rewşeke wiha de ku tê gotin desthilata faşîst a AKP-MHP'ê li ber ketinê ye, li ser civakên Tirkiyê tehrîbataên mezin çêkir. Li Tirkiyê vê siyaseta sosret zimanekî jibere bi her kesî ve kiriye, her kes aniye asteke wiha ku her dirû bibin, hev bixapînin, li ser hev bidin, li kêmasiyên hev bigerin. Bi sosretiyeke dî ya weke vê jî, bi li çepikandina bi rengê keriyan, bi qêrandina wan, bi rîtûelên wiha gewherên wiha qirêjî kirin. Ji ber ku mirovên ku ji xwe derketî û girêdayî vînên din dikeve nav helwestên wan, ti hurmeta wan li wan namîne. Li Tirkiyê di kana gelek neqenciyan de nemane hurmeta li xwe heye. Ji ber ku dewleta Tirk di destê desthilateke faşîst de bi aqilekî kontra tê rêvebirin û hemû civakê dike malzemeya aqilê kontra. Herî pir behskirina nirxên ku hilweşandiye, êdî kesî nade kenandin.
Mirov ku li wezîrê karê navxwe binere mirov dikare tomografiya vê desthilatê bibîne. Piştî ku got PKK partiyeke jinan e, gotina li Imraliyê şewat derketiye ne bêcidibûneke wiha jirêzê ye. Ev şewat şewateke siyasî ye. Ne pêkan e ku mirov li ser vê şewatê daxuyaniyên bi mantiq bide an jî lê bigere, bersivên ji rêzê û rehetbûn ne pêkan e û ev ketina nav kemînê ye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi vê zanînê çalakî kir, komploya li ser Rêbertî şermezar kir, provakasyona lanet kir, xwedî li Rêbertî derket û nîşan da ku wê nekeve kemînê. Piştî çalakiyên gelê Kurd 2'yê Adarê bi malbata Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Naveroka vê hevdîtinê bi berfirehî li ser çapemeniyê xuya bû. Hevdîtineke wiha bû ku her tespît bi nirxandinên berfireh bû.
Desthilata AKP-MHP'ê her çendî berevajî vê bibêje û dengên sosret derxînin jî rastiyeke heye ku hemû kesên jehra vê desthilata faşîst mêtine divê pê zanibin. Pergala AKP-MHP'ê hewceyî Rêber Abdullah Ocalan e. Desthilata faşîsta AKP-MHP'ê hewl da ku tecrîda li Imraliyê normalîze bike û raya giştî hînî tecrîdê bike. Rewşeke wiha derkete holê, hevdîtina ku bi şehîdan çêbûyî, hinan weke îhtîmala 'çareseriyê' şîrove kirin. Hevdîtina bi van şertan li şûna ku li ser berdêlan şîrove bikin, weke ''pêvajoya çareseriyê'' hate dîtin, bi ser de bilez hêviyên pûç û vala jî lê zêde bûn. Lê li gorî aqilê kontra ê dewleta Tirk pêvajoya ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' hate gotin, bi dijminatiyeke mezin weke makyaja pêvajoya tasfiyekirinê hate bikaranîn û piştî şîfreya çaresriyê pêvajoya çokşikandinê hate organîzekirin. Di rewşên normal de mirovek heke tiştekî wiha bike, mirovê ku îro pê re rûniştî roja dî bixwaze bikuje, mirov wê ji aqilê wan gumanê bibe. Lê desthilatê hingî ev kir û wiha pê faşîzm sazûmanî kir.
Weke Mehmet Ocalan veguhaztî, hêrsa desthilatê ya ji ber çêbûna hevdîtinê zêde bû û ji ber vê bi rengekî dermirovî ser wan seht kirin. Pênaseyên M. Ocalan balkêş bûn. ''Birûtbe bûn, leşkerên bi berçavkên reş bûn û li dest hemûyan jî çek hebûn. Weke rewşeke derasayî bû. Hemû li wir bûn. Bi rengekî pir xirab li ser me seh kirin.'
Rêber Apo di hevdîtinê de got mirov divê ne ji xwe re, ji gel re xizmetê bikin. Ev perspektîvek e lê her wiha rexneyeke li qada siyasî ye jî, girîng e ku pêvajoya rexnedayinê ya bi pratîkê were dayin. Her wiha slava ku ji bo xebatkarên medyayê hatî şandin, bi qasî avakirina moraleke mezin, divê bike ku mirov bi eşqeke mezin bixebite, her karî bi eşqa şoreşê bike û berxwedanê geş bike.
Desthilata AKP-MHP'ê ku ji serê Sibatê ve bi girêka kor a Idlibê re dilebikî, wateyeke mezin li hevdîtina bi Pûtîn re bar kir, ku a serê Adarê pêk hat. Tam beriya vê hevdîtinê di rewşeke wiha de bû, her ku xwe tevdida bêhtir asê dima. Tekane tişta erênî baweriya bi gotina, ''em nakevine rewşeke wiha ku bi Rûsyayê re şer bikin'' û para bi wê armancê bû ku vê hêza mezin bi temamî neyîne pêşberî xwe.
Her mijara ku di hevdîtinê de hatiye ser zimê girîng e û hewce ye ku mirov li ser kûr bifikire, nîqaş bike, hewce ye ku mirov vê helwesta xurt a Rêber Apo civakî bike, pratîk bike û li wêdetirî ya hatî gotin binere..
Bi nerîna li dîplomasiya Pûtîn-Erdogan, ku piştî hevdîtinê bi du duran wê bihata kirin, mirov dikare bibêje ku di vê hevdîtinê de xala esasî mijara Sûriyê-Rojava ye.
Rêber Apo kesên ku li Rojava ked dane pîroz kir û serkeftin ji wan re xwest. Ev hêviya serkefriyê ya ku ji wan re xwestî, bêguman biheqbûna rêya têdeyî nîşan dide. ''Çareserî, çare ev e; Hêzên li Rojava di nav yekeretiya Sûriyê de divê bi rengekî berfireh bibin xwedî hêz. Ev ji bo yekeretiya Sûriyê hewce ye. Pêkhateya li Rojava ji bo yekîtiya Sûriyê ye. Heke pêkhateyên li wir, Kurd, Ereb, Ermen, Xiristiyan nebin hêz, siberojê wê nikaribin yekeretiya Sûriyê pêk bînin. Stratejiya li Sûriyê pir rast e û bêyî cihêtiyê bikim, slav û hurmetên xwe ji wan re dişînim ku li wir dixebitin, kedê didin.''
Ev diyarkirin girîng in û armancên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakurê Sûriyê dibêje. Bi vê maneyê mîsoger e ku wê li ser xeta ku di ber de têkoşîn bûye, bi deh hezaran şehîd hatine dayin israr were kirin û ji bo serkeftina van aramncan wê têkoşîn were geşkirin. Her wiha tê dîtin ku berxwedana xeta 3'yan a neteweya demokratîk a gelan wê were kûrkirin, di avakirina pergalê de gavên mezin werin avêtin û li ser hîmê demokratîkirina Sûriyê de, ji bo hebûnên civakî were mîsogerkriin xebat wê werin berbelavkirin.
Gotinên dewleta terorê ya Tirkiyê êdî bêkêr bûne, paşmertiya li komên terorê jî heta bi Idlibê hatine û xitimye. Li ser hevdîtinên li Moskowayê hatine kirin ,tê gotin Erdogan her çendî tişta ku jê hêvî dikir nedîtibe jî Soçî qediyaye û pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Tifaqa gemarî ya AKP-MHP'ê hatiye dawiya serdeme dî jî. Di vê demsala xemê de ti beramberiya gotinên înkarker ên Esad ku xweziya xwe bi qirkeriya Tirk tîne, nîne.
Her çi dibe bila bibe di hemû serdeman de tenê heqîqeteke derbasder heye: Bêyî Rêber Apo çareserî nabe.