HPG: Fermandar Cemal bû şehîdê Newrozê

HPG’e fermandar Cemal (Cemal Andok) bi rêzdarî bi bîr anî û got “Ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd bû ev agahî da:

“PKK a ku partiya şehîdan e hêviyên azadiyê yên gelê me yê ku bi têkoşîna xwe ya dîrokî ya zêdeyî nîv sedsalê vejand. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku bi keda şehîdên me yên nemir heta îro hatiye, bi pêşengiya fedaiyên me yên ku dema pêwîst be bê dudilî xwe feda kirine, her roj zêdetir nêzî serkeftinê dibe. Hevrêyê me Cemal ê ku li Amedê li bajarê serhildanê ji dayik bû, her kêliya jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Ew yek ji fermandarên me yên pêşeng bû û ji bo şehîdên me û partiya me bû milîtanekî hêja. Hevrêyê me Fermandar Cemal ku kedeke mezin daye, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê li dijî dagirkeran xaka pîroz a Kurdistanê parastiye. Şehadeta hevrêyê me Cemal ê ku kurekî wêrek ê gelê me ye û fermandarekî me yê pêşeng e, ji bo me fermana serfiraziyê ye Mîrateya têkoşînê ya şehîdên nemir wê teqez bi serfiraziyê were tacîdarkirin.

Nasnameya hevrêyê me Cemal Andok wiha ye:

  Nasnav: Cemal Andok

  Nav û paşnav: Cîhan Nazlier

  Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Zahîde - Adem

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Adara 2019’an / Heftanîn

Navçeya Licê ya ku partiya me PKK'ê lê hatiye avakirin, ji roja avabûna partiya me heta niha xwedî li vê doza azadiyê ya gelê me derdikeve û vê têkoşîna pîroz didome. Li dijî hemû êrîş, komkujî, polîtîkayên şewitandin û îmhayê yên dijmin jî, bi bawerî û biryardariyeke mezin xwedî li têkoşîna me derkev û xwe ji têkoşînê neda alî. Gelê me yê Licê yê ku bi sedan zarokên xwe yên leheng tevlî vê têkoşînê kiriye û bi sedan şehîd dane, bûye xwediyê helwesteke ku hemû gelê me, dikare wê ji xwe re wekî mînak bistîne. Hevrê Cemal di nav malbat û derdorezeke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me yê ku ji zarokatiya xwe de dest bi nasîna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê kir, jiyan û helwesta gerîlayên kû wî caram yekem dît, bandor li ser wî kir. Ji ber vê yekê xwestiye bibe gerîla û bi demê re ev yek ji xwe re kiriye armanc û xeyalekî ku pêk were. Tevlîbûna nava refên gerîla û şehadetên ji derdora wî, bandoreke kûr li ser hevrêyê me Cemal kir û wî xwestiye ji van şehadetan re bibe bersiveke rast. Hevrêyê me yê ku li ser vê bingehê kûr bû, him ji bo tola şehîdan bistîne, him hesabê qetlîamên ku dijmin li ser gelê me kiriye bipirse, wî dev ji zanîngehê berdaye û jiyana sixte red kiriye û tevlî nav şerê mafdar ê gelê me bû. Li ser vî esasî di sala 2004’an de biryar stendiye tevlî nav refên gerîlayan bibe.

Di pêvajoyeke ku dijmin hem ji hundir hem jî ji derve tasfiye li ser Tevgera me ferz dikir, hevrê Cemal bi bawerî û dilsoziyeke bêhempa beşdarî rastiya Rêber Apo û şehîdan bû. Hevrê Cemal li dijî meylên tasfiyeyê bi helwesteke milîtanî helwest nîşan da. Dîsa tevlîbûna wî ya 1’ê Hezîrana 2004’an a pêvajoyeke ku pêngava gerîla di rojevê de bû, helwesta wî ya li hemberî dijmin bi awayekî zelal derdixist holê. Dijmin qirkirin li ser gelê me ferz kir, hevrê Cemal jî bawerî pê aniye ku bi zimanê ku jê fêm dike divê bersiva dijmin were dayîn û li ser vî esasî tevlêbûn kiriye. Di beşdarbûna wî de her çend di destpêkê de aliyê hestyarî di pêş de bû jî, bi demê re wî karibûye vî tiştî bike beşdarbûneke îdeolojîk. Hevrêyê me yê ku dema tevlî nava refên gerîla bû demeke kin li qada Amedê ma, piştre berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê û perwerdeya xwe ya yekemîn a di nava gerîla de dît. Hevrêyê me Cemal ê ku piştî perwerdeyê derbasî herêma Heftanînê bû, di vê qadê de yekemîn pratîka xwe ya gerîlatiyê kir. Li qada Heftanînê bi qasî 5 salan têkoşiya, bi sadebûn, durustî û nirxê xwe yê hevrêtiyê derket pêş û bi van taybetiyên xwe ve bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî jê hez dikirin û hurmet didan wî. Hevrêyê me yê ku li vir hînî şêwaz û taktîkên gerîlatiyê bû û di warê leşkerî de xwe pêş xist, li Heftanînê li gelek qadan cih girt, bû fermandarekî gerîla yê jêhatî. Hevrê Cemal jî di vê pêvajoyê de bi lêhûrbûnên ku jiyabû rastiya Partî û Rêbertiyê zêdetir fêm kiriye. Diyar kiriye ku helwesta Rêbertiya me û avabûna partiya me PKK'ê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet gelê me tê wateya ji nû ve zayînê. Hevrê Cemal xweperwerdekirina li ser esasê felsefeya Rêbertî, ji xwe re kiriye hedefa pêşîn. Hevrê Cemal xwestiye ku gerîlatiya ku li Amedê dabû destpêkirin dîsa li Amedê bidomîne û li ser vî esasî xwe amade kiriye. Hevrêyê me di sala 2009’an de derbasî qada Amedê bûye û gelekî bextewar bûye ku ew wekî şervanekî azadiyê û fermandarekî vegeriya vê axa ku lê ji dayik bûye. Ji ber ku wî ev qas nas dikir, li Amedê gelek xebatên girîng pêk aniye. Piştî ku wî peywirên xwe yên li vir bi serkeftî qedand, li ser banga Rêbertiya me ew jî tevlî nav van komên gerîlayan bûye ku ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me yê li vir li Akademiya Hakî Karer û Ocaxa PKK’ê de perwerde bû. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gelê me, hevrê Cemal derbasî herêma Mexmûr-Kerkûkê bû. Li van qadan yên ku li ser gelême qetlîam hebû, wî jî  dinav gerîlayan de cih girtiye û bûye fermandarekî yekîneyên gerîlayan. Li vê qadê wî ji bo sekinandina çeteyên DAÎŞ’ê plansaziya gelek çalakiyan kiriye û ev çalakî bi rê ve biriye. Hevrêyê me yê ku bi karakterê xwe yê têkoşer derdikeve pêş, peywira xwe ya li vir bi awayekî serketî bi dawî kir û piştre derbasî herêma Şengalê bû. Li Şengalê jî gelê me bi taybetî jin û zarok rastî komkujiyan hatibûn. Hevrêyê me yê ku nêzî 2 salan li vir têkoşiya, beşdarî pêngava paqijkirina Şengalê ya ji çeteyan bû. Li qada Şengalê ya ku şerekî giran lê hebû, tevî fermandarên hêja yên wekî Dilşêr Herekol û Egîd Civyan têkoşiya û azadiya Şengalê pêk anî. Piştî peywirên xwe yên li vir qedand, dîsa berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me çû qada Heftanînê ya ku pratîka wî ya pêşîn a gerîlatiyê bû, li vê qadê wekî fermandarekî bi tecrube têkoşîna xwe domandiye.

Hevrê Cemal ku bi cesaret, zîrekiya taktîkî, kedkarî, kesayetiya fedakar, bi qîmeta ku dida hevrêyên xwe û bi helwesta xwe ya fermandariya serkeftî ya di xeta serketinê de, bûye yek ji fermandarên mînak ên serdema nû. Hevrê Cemal di Newroza sala 2019’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû û ew bûye şehîdê Newrozê ya ku ji bo gelê me sembola vejîn û azadiyê ye.”