Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê û serketina li Şengalê

Li Iraqê piştî 15 salan hilbijartina encûmenên parêzgehan pêk hatin û civaka me ya Êzidî di serkeftina Qasim keşko de hêz û moralekî mezin girt. Serkeftina xwe li kolanan bi kêfxweşiyek mezin pîrozkirin.

Hilbijartina encûmenê parêzgehan li gorî qanûn û zagonê dewletê tê wateya rêveberiya heremî. Civaka Iraqê civakek mozaîke ku her cure pêkhate bi ol û baweriyên xwe ji bo îrada xwe hilbijê re; şensenkî demokratîk e. Lê bi salane civak derveyî vê şensê hatine hiştin. Her partî an jî rêxistinên hene; ne ji bo îrada civaka derxin holê, berovajî ji bo berjewendiyê malbatî û eşîrtî derxin pêş ketine hilbijartina. Di pêvajoya hibijartinên demê borî de, kesên mureşix (namzet) gelek soz dane gel. Gel bi hêvî û baweriyekê dengê xwe dane wan ku li îrada wan xwedî derkevin. Gel bi van sozên sexte xapandine û bi dû wan de xijiqîn e. Lê piştî hatine hilbijartin, ew sozên dane jibîrkirine. Yek ji van partiya jî PDK’e ye, piranî dengên gel ya bi pera kirîne ya jî bi derew û xapandinê bi dest xistine. Ji bo vê yekê bi demê re êdî wate û grîngiya hilbijartina encûmena ji cewher xistine û bêwate kirin e. Lewma gel ji %40 çûn ser sandoqan.

PADÊ ZEMÎNEKE KU BAŞ BÊ NIRXANDIN E

Gelo çima gel neçû ser sandoqan? Çima li îrada xwe xwedî dernakeve? Çima ji hilbijartina aciz in? Her wiha gelek pirsê ku mirov bike hene. Bersiva van pirsan di pêvajoya xebatê hilbijartinên de, gel digotin; 'heta niha kê ji mere çi kir'? Weke di vir de jî dixuyê, ti hêvî û bendewariyê wan ji hilbijartina nema ye. Sedemekî din jî heya niha nûnerekî rast ku xeta rêveberiya heremî ya demokratîk bike derneketiye holê. Lewma gel bi neçûna ser sandoqan bertek û nerazîbûnê xwe nîşandan. Gotina, 'heya niha kê ji mere çi kiri ye'? ji niha û pêde jî ti kes tiştekî ji me re nake.’ Bi vî awayî li dijî siyaseta beramberî xwe bêbawer, bêhêvî û bêbendewar bûne. Bi vêna re fêrbûnên devij berdana lêgerîna jiyanek azad, têkoşîna îdareyek sîyasî ku esas bigre nebû. Tabî neçûna ser sandoqa tewrekî neraste. Ev jî ji çarebûnê zêdetir bêçarebûnê tîne. Di vir de ya girîng mirov dengê xwe ji kê re û ji bo çi bikartîne baş bizanibe. Tê zanîn hilbijartinek di bin siya bandorê hêzên derve de bimeşe xwedîderketinek rast, tercîhek rast çênabe. Wê çaxê em ê bi fikir û ramanê xwe, ne şexsan, em ê gelê xwe û rêxistina civaka xwe esas bigrin. Niha ji bo tercîhek rast û sîyaseta civakî ya demokratîk pêşbikeve PADÊ zemîneke ku baş bê nirxandin e.

PÊWÎSTÎ BI RÊXISTINKIRIN Û ZANEBÛNÊ HEYE

Bi boneya vê yekê PADÊ di pêvajoya hilbijartinê de, ev lewaztî û qelsiyên ku hene weke pirisgirêka rêxistinbûnê girt dest û ji bo derbaskirina wê hewldanek cidî da. Di encama vê hewldanê de, mirov dikare bêje ku pêşketinek heya astek çêbû ye. Ji bo çareser kirina pirsgirêkên civakî û îdareya siyasî hilbijartinê encûmena girîngiya xwe çiye? Di dana fêmkirinê de, di îqnakirinê de, di tercîh danînê de zanebûnek avakir.Lewma pêwîste her hemwelatî bi vê zanebûnê tevbigere û bi berpirsyarî nêzî destkeftiyan bibe. Bi taybetî jin pir kêm dengê xwe bi kartînin. Sedema vê jî nêzîkatiyê zayendperest radizê. Ya rastî ji bo jin dengê xwe pir kêm bikartînin tercîhek rast di deng danînê de pêşnakeve. Ji niha û pêde ji bo jin dengê xwe bikarbînin, pêwîstî bi rêxistinkirin û zanebûnekê heye. Di vê wateyê de, tevgera jinên Êzidî TAJÊ ji bo hilbijartinê di aliyê zanebûn û rêxistinkirinê de xebatên pir girîng da meşandin. Ji ber jin derveyî siyaseta kirêt û leyîstokê derve mane bandorek neyînî najîn. Lewma bêtir tercîhê xwe rast hildibijêrin.

PADÊ HÊVIYA CIVAKÊ YE

Piştî salan PADÊ li ser esasê pergala rêveberiya xweser û avakirina yekîtiya gelan modelek nû birêxistin kir. PADÊ kiryarên ku civakê ji civakbûnê derdixe ku bi riya malbatî, eşîrtî, şexsan, meylê sîyasî yê teng,  îrada gel lewaz dike, hêza wan perçe dike, yekîtîya wan belav dike û her wiha bi sedemê cûrbecûr bêrêxistinî li ser gelan ferz dike hinekî pêşya wê girt. Di şûna vê siyaseta qirker de yekbûna civakê bi fikir û zanistek netewî pêş xist.    Di vê hilbijartinê de, cara yekê namzetê PADÊ Qasim keşko ser navê gel hat nîşandan. Qasim keşko midûrê dibistanê ye, ji gundê Zorava ye û di fermanê de heya niha li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye, di rizgarkirina Şengalê de ristekî sereke leyistî ye, li doza gelê xwe xwedî derketiye û parastiye. Di hilbijêrên PADÊ de gotina derdiket pêş, 'em ê dengê xwe bidin xwe'. Ev gotin îfadeya feraset û zanîstekî layiqê baweriya Êziyatî ya nû ava kir. Bi serketina Qasim Keşko bandora kiryarên siyaseta şerê taybet û şerê derûnî ku ji aliyê hêzên derve dihat meşandin pûç kir. Netew dewletan bi sedê salane ol û baweriyên cûda dikirin, nakokî derdixistin û bi van nakokiyan ji rastiyê dûr xistin û toximê dijminatiyê direşandin. Di vê wateyê de, bi sedê salane gelê me yê Ereb û civaka me ya Êzidî kirin dijminê hev, lê di vê hilbartinê de di şûna djminatiyê de yekîtiyek di çarçova paradîgma netewa demokratîk de bû nûmûneyek şênber. Ji ber namzetê PADÊ Qasim keşko bi dengê gelê me yê Ereb û civaka me ya Êzidî bi ser ket.  

TÊKOŞÎNEK POLÎTÎK ENCAMÊN MEZIN BI DEST DIXE

Bi taybetî ji bo PDK’ê bû bersivek şênber. Ev gava yekemîn bû, bi vê serketinê ve vegera parastina cehwerî hêz û îradeyek ji xwe bi bawer derixst holê. Civaka me ya Êzidî dît ku dema di rêyeke rast de bimeşe wê encamek rast bi dest bixe. Peyama bi serxistina Qasim Keşko re têgihiştina 'em ne bi hîzbekî re ne' vegerî 'em ê bixwe re bin' pêk hat. Wê ev jî di demê pêşde rê li ber pêşketin û pêşveçûnê nû ve veke. Ji ber di şûna bêhêviyê de hêvî, di şûna bê bawr bûnê de bawerî, di şûna bê îradebûnê de îrade, di şûna bêhêzbûnê de hêz û di şûna ji xwe bê bendewar bûnê de ji xwe bendewarî pêş ket. Ev jî di cehwer de, ruhekî ji ruhê dîroka çanda Êzdiyatî ya kevnar radixe ber çavan. Di vê wateyê de, gava civaka me ya Êzidî baweriya xwe bi tiştekî bînin zû bi zû dev jê bernadin. Ji ber civaka me ya Êzidî ne bi polîtîka bi bawerî tevdigerin. Heta ev niyeta wan ya baş her ji alyê hêzên polîtîk ve hatiye sûîstîmal kirin. Lê niha ketine ferqa vê rastiyê. Êdî wê ti kes nekaribe ji vê niyeta wan ya pak û paqij sûd werbigrin. Ji xwe di vê hilbijartinê de, bawer kirin ku gava ne bi niyet bi polîtîka têbikoşin û berxwe bidin wê encamê hîn xurtir bigrin.  

KELECAN Û MORALA ŞENGALÊ LÊ VEGERIYA

Civaka me ya Êzidî di serkeftina Qasim keşko de hêz û moralekî mezin girt. Serkeftina xwe li kolana bi kêfxweşiyek mezin pîrozkirin. Şewqa li ser rûyan ku bi îxaneta fermanê de vemirîbû ji nû ve li ser van rûyan geş bû. Rûyê herkesî bi ken bû, awirên çavê herkesî diçirusî, qîreqîra dengê azadiyê heya çiyayê Şengalê bilind dibû, govenda serketinê digeriya heya hilbijartina parlementera. Li ser vî esasî gelê xwe yê Êzidî pîroz dikin û serkeftinê ji Qasim keşko re dixwazin.