'Hevrê Egîd li gorî ruhê Newrozê şer dikir'

"Mirovekî ji rêzê ku ji PKK’ê îlham girtibe dikare bi carekê bibe leheng. Sedema wê sîsika PKK’ê li ser bingehê Lehengiyê ye. Çalakî bi lehengî destpê dike, encam jî bi lehengî ye. Her wiha şehadet jî bi lehengî dibe."

Di vê dosyayê de bal dikişînin ser nêrîn û nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Hefteya Lehehgiyê.

“Em hefteya di navbeyna 21-28'ê Adarê de weke Hefteya Lehengiya Neteweyî dinirxînin. Di serî de şehîdên Newrozê, hemû mînakên lehengiya mezin ên ku xwe nîşan dane, me bêgav dihêle ku em wan bîranînên wan girîng binirxînin û ya girîngtir jî em encamên wan bi cih bînin. Em li ber bîranîna şehîdên xwe yên berxwedanê ku em anîne van rojên têkoşînê, di serî de li ber bîranîna hevrêyê xwe Kawayê Hevdem Mazlûm Dogan ku Newroz kirî Newroz û li ber Lehengê me yê Berxwedana Neteweyî Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin.

HEVRÊ EGÎD LI GORÎ RUHÊ NEWROZÊ ŞER DIKIR

Hevrê Egîd fermandarekî bijare bû ku dizanîbû divê Newroz bi hêviyeke mezin were pêşwazîkirin û li gorî vê şer dikir. Wî bi vê hişmendî û bi baweriya qeyîm ku di şertên herî giran de jî pêngavên nû dikarin werin avêtin, bûye mînakeke bijare taktîka me ya partiyê jî kûr bibe û bi rengekî herî afirîneyî pêk were. Ew her wiha bûye fermandarekî wiha ku zû gihayî wateya mezin a artêşa gerîla ya ji bo qedera gelê me û têkoşîna me ya çekdarî û ji bo vê biafirîne jî li pêş meşiyaye.

Partiya me û gelê me xisletên milîtaniya bijare û zîrektiya fermandariya mezin a hevrê Mahsûm Korkmaz baş dizane.

Di Newroza 1986'an de şehîdbûna rêberekî wiha yê gel ê mezin ê mîna hevrê Egîd, şehîdbûna di nav armancên mezin de, asta bilind a vê biryardariyê ye.  Wî dema ku xwîna xwe ya pîroz dirijand ser xakê, nîşan daye ku afirandina Artêşbûna Gel ji bo partiya me û gelê me pêkan û ji bo hebûna me jî kiriye fermaneke ku bi mîsogerî hewce ye. Ev ferman, bi Kongreya 3'an bûye hêza bicihanîna herî berfireh, ku ev kongre belkî jî wê weke asta herî bilind a dîroka Partiya me were bibîranîn.

EGÎD LI DIJÎ  VEMIRANDINA HÊVIYA JIYANÊ HEWLDANEKE ESÎL BÛ

Ew li dijî vemirina hêviya jiyanê ya ku li çiyayan diyar bûyî, hewldaneke esîl bû. Me got vemirîna gerîla weke vemirîna neteweyekê ye, hevrê Egîd bi kesayatiyeke ji xwe dayî û heta dawî bi jiyaneke layiq li ser vê gavê rawestiyaye û bi şehîdûna xwe mohra xwe li fetlonekekê daye, ji niha û pêve jî divê hêza domdariyê were nîşandan, ji bo bîranîna şehîd bi mîsogerî wê bersivek hebe, heke bersiv neyê dayin wê ev xilas bibe. Maneyeke wiha ya vê şehadetê heye.

Me wê demê jî sozeke wiha da; 'Bersiva herî watedar a ji bo bîranîna şehîdekî/ê ew e ku mirov di nav salekê de hêzeke nêzî tîmên gerîla û heta bi bolikê li çiyayên welatê xwe em bixin nav liv û tevgerê.’ Me got heke em karibin vê bikin, bersiva ji bo bîranînê wê bi rengekî serkeftî hatibe dayin. Jixwe me ev nîşan jî da. Beriya ku salek bikeve navê, li gel hemû kêmasiyên xwe, me gihande komên wiha.  Ev jî, li gel hemû hewldanên dijmin, venemirina dengê hêviya mezin, kana hêviya mezin û behtir biriqandina wê bû.

ÇALAKIYÊN LEHENGÎ YÊN MEZIN; MAZLÛM, ZEKÎYA, RAHŞAN, RONAHÎ, BÊRÎVAN..

Piştî girseyîbûnê ya ku piştre rû dayî, rûdanên xweşewitandinê ya keçên ciwan ên di Newrozan de çêbûn. Ev çalakî, çalakiyên mezin ên lehengiyê ne. Di Newroza 1990'î de ev rêça ku bi vêxistina agirê serhildanê ya bi bedena xwe ya hevrê Zekiya Alkan, 1992'an bi hevrê Rahşan Demîrel re, 1994'an bi herê Ronahî û Bêrîvanan re berdewam kir, bû banga girseyîbûnê. Hevrê Mazlûm çawa ku dilsozî partiyê me û PKK kiribe banga jiyanê, her wiha çawa ku hevrê Mahsûm dilsozî gerîla mabe û bûbe banga vê, şehîdbûna van keçên me yên  ciwan jî bûye banga, 'Rabin serhildanê, dilsoz bin, berê xwe bidin welêt, berê xwe bidin welatparêziyê, bibin girseyî û bi vê vmaneyê pêtî û alavê geş bikin.'

Bûyera xweşewitandinê ya Ferhat Kurtayan jî heye. Her wiha berxwedana rojiya mirinê ya Kemal Pîran heye. Ew dibêjin, 'Peywira Mazlûm diviya me bi cih bianiye. Ji ber vê rojiya mirinê rexnedayina me ye''. Ferhad jî dibêjin, ''Diviya ev çalakî me bikira, ev çalakî jî rexnedayina me ye', bi vî rengî daxuyandin. Rexnedayin  pêvajoyên piştî vê bi vî rengî têne telafîkirin.

Xweşewitandin, ji hêla derdora dijmin ve û ji alî wan kesan ve ku seresere lê dinerin weke xwekuştinekê tê nirxandin, nivîsandin û xêzkirin. Na! Mirov ji kîjan alî ve jî lê binere, mirov pê dizane mirovekî/a ku serî li çalakiyeke wiha dayîn, bi bîrîkirineke wiha ye ku dixwaze hêza xwe ya berxwedanê zêdetir bike û bêdawî bike. Keçên ciwan zêde ne xwedî çek in. Wiha bi daxwazekê ne bi wê hêza rêxistinkirinê, bîrewerkirinê û çalakkirinê ne. Sedemên vê pirhêlî ne.

Zekiya Alkan rastiya ku li Amedê şoreş qesl e, dibîne. Wan deman Amed kerr e, ne bi wê rewşê ye ku bikeve ber kelecaniyê. Ne di wê rewşê de ye ku Newrozê jî pîroz bike. Hewceyî bi agirekî heye, bi xetîreyekê. Hevrê Zekiya vê wiha şîrove dike û xweşewitandinê rast dibîne. Ji ber vê jî, ev bi mebesta girseyîkirina berxwedanê ye. Piştî vê bi qetilkirina Vedat Aydin, hatiye fêhmkirin ku ew peyamberê geşedaneke watedar e. Bi sed hezaran Amedî xwe berdane meydanan û mohra xwe li pêvajoyeke pîroz danîne.

BANGA 'VEGERI WELATÊ XWE' 

Li Îzmîrê Rahşan Demîrel xwe şewitand; ew jî li bircên keleha Îzmîrê xizîneyek e.  Berxwedana wê ji bo Kurdên li metropola ev peyam; 'vegerin welatê xwe, dev ji welatparêziyê neqerin, divê vegera we teqez be.’ Çalakiya wê bi teqezî banga me ya ji bo girseya metropolê ye, ku me gotibû, 'dilsozî welatê xwe bin, dilsozî şerê şoreşgerî bin.’ Ev çalakiya lehengiya mezin e.

Çalakiya dawî ya du keçên me yên ciwan ên leheng a li Ewropayê jî wiha ye. Me bangek li girseya me ya li Ewropayê kiribû û gotibû, 'Sala 1994'an divê bibe sala vegera li welêt a mezin. Me got ji hêla ramanî, giyanî û gav bi gav fizîkî ve vegerin.' Heval vê peyama min distînin, bi rengekî pir bi plansazî, bi zanebûn vê dikin banga çalakiyê. Ev bang ji bo gelê me yê derveyî welat, ku bûyî qurbana lîstkeke mezin,  ji bo girseya li derveyî welat, dibe rabûneke mezin.

Heke hin can, bi vî rengî bi xwe tevlîkirina nav hin fikir û peyamên rast, ev fikir û daxuyanî nemir in. Tê dîtin, her çalakiyek xwedî nirxekî mezin ê lehengiyê ye; rê li ber veguherîne dîrokî, sosyal, siyasî vedike. Tenê şertekî vê heye; ew jî ew e ku yên ku xwe dilsoz dibînin û dibêjin,'ez peyrevê wan im, dilsozê wan im' vê dirûstiyê nîşan bidin, xwe di oxira şehîdan de feda bikin, pêgirê armancê bin û li vir hevgirt û dirûst bin. Ya din ji ber xwe ve tê, ya din heta bi serfiraziyê gav bi gav tê.

PKK XWE DISTPÊRE HÊZA GEL, AZADIYA NETEWÎ Û TÊKOŞÎNA WEKHEV

Ev bi bihistyarî û hevgiriyeke mezin pêkan e. Ev beriya her tiştî bi wê ye, ku mirov soza şerefê ya ku mirov dayî xwe û hêza ramanê bigihîne asta hêza çalakiyê. Bi girî, carinan bi ketina navrengê qelp ên bibîranînê mirov nikare ji bîranîna şehîdan re bibe bersiv. Dema ku bi hêza rêxistinî, bi hêza çalakiyê, te hemû êrîşên dijmin pûç kirin wê demê tê wateya ku tu dilsoz î.

Hûn nikarin bi rengekî dîtir ji bo peyamên Newrozê û şehîdên leheng re bibin bersiv.

Tevgera PKKê ji bûyinê û heta niha, ji îdeolojiyê heta bi polîtîkayê, rêxistinî û çalakiyê li hemû qadan rêgeza serxwebûnê daye ber xwe, li ser vê bingehê têkoşînê geş dike, xwe dispêre ser hêza gel, azadiya netewî û têkoşîna wekheviyê weke hêmanên herî girîng dibîne.

Partiya me hem weke afirîneyê vê pêvajoyê û hem jî weke hêza vê rêbertiya wê, ji niha û pê de bi rengekî geşbûyî rêberiye bide ber xwe. Wê vê rola rêbertî û rêveberiyê, li qadên îdeolojîk, polîtîk û leşkerî bêhtir geş bike û bidomîne, bi rengê şer ên ku li qonaxa şerê me yê ku hatiye lihevhatî wê bibe bersiv. Partiya me ku daye ber xwe zîrektiya rêveberiyê bêhtir xurt bike, derfetên pêşketina yên herî girîng ku ji xebatên gerîla yên li nav welat bigirin heta bi serfiraziya dîplomatîk ên li derveyî welat berfireh bike û bike ku di dema xwe de derkeve holê, heta ji bo yekîneyên herî basît ên gelê me derkevin holê jî bi putepêdanî wê nêzîkatî were nîşandan, ji bo vê wê bi hewldaneke zêde, bi xebat û daxwazê wê bi ser bixe ku bibe navenda rêveberiya çalak a gelê me. Partiya me ya ku bi biryardariyeke wiha tevdigere, bangeke wiha ya li ciwan, kalemêr, jin, mêr a li hemû gelê me, li karker, gundî, ciwan, jin, esnaf û karmend a li hemû mirovên welatparêz ê Kurdistanê ye ku li nav refên Eniya Rizgariya Netewî bibin yek, li nav welêt û li derve li nav yekîneya Eniyê û li nav refên Artêşa Gel rêxistinî bibin, li dijî dijminên me yên barbar û hov, bi biryardarî û hemû derfetên xwe şer bikin, ji bo berevaniya li netew û gelê me, ji bo serbixwe û azad bikin, têkevin nav têkoşînên encamgir û bi aktîfî tevlî vê pêvajoyê bibin.

NIHA PÊWÎSTÎ BI ŞOREŞGERIYEKE WIHA HEYE KU HEMÛ TEMPOYÊ GEŞEDANÊN ŞOREA KURDISTANÊ BIDE BER XWE

Partiya me divê berjewendiya gelê Kurdistanê ji her demê bêhtir bi çalaktir, li asta netewî û navnetewî temsîl bike. Naxwe, şert ku vê temsîla zîrektiya xwe, bi qasî ku em nikaribin bidin ber a ti deman veguherînin ser rêxistiniyê. Zext, zorî dibe ku bi rengekî nedîtî derkevin holê, dibe ku xwedî derfetên geştir jî bi, lê divê ev hemû jî ji şervaniyeke gihayî dûr nexe, em tim şoreşgerê xetê bin ku bi çep- 'rast' ve naçin û nayên.

Em ê têkoşîna xwe ya rizgariya netewî ku hata niha bi jixwedaneke mezin, bi sebr û baldarî û bihistyarî me anî vê qonaxê hê bêhtir bi pêş ve bibin. Tecrûbe nîşan didin rawesta li ser helwesta rast, dûrbûna ji dilzîzî û her cûre subjektîvîzmê, rawesta li ser bicihanîna xetê wê mirov li ser peywirên şoreşger bi ser bixe.

Niha hewcehî bi şoreşgeriyeke wiha heye ku hemû tempoya geşedanê ya şoreşa Kurdistanê bide ber xwe, li her herêm û qadê li gorî vê tempoyê rêxistiniyê dike, guh dide têdikoşe û şertên zemîna vê rêxistiniyê û têkoşînê jî, li gorî vê afirîneyiya fetihkar tim nîşan dide û dizane bi rêbazên pirreng bersivê bide şertên civakî û siyasî.

PÊVAJOYA ŞOREŞGERÎ YA ME DAYE BER XWE WÊ GELEK TIŞTAN BIKE Û RÊ LI BER PÊŞKETINÊN NÛ VEKE

Divê were zanîn êdî di pêvajoya berdest de bi dervemanê, bi tevgera bi hinceta şert û mercan mirov wê li derveyî geşedanên hewce yên pêvajoyê bimîne û ev ê neyê qebûlkirin. Pêvajoya berdest pêkan dike bi daxwaz û hewldanê mirov dikare gelek tiştan bike. Hêza me ya Partiyê ku di vê qonaxê de pêş ketiye, xwedî bandora siyasî, hêza rêxistinî û ji gelek aliyan ve têr û tije ye. Diyar e, şoreşgeriyeke ku ev dayî ber xwe wê gelek tiştan bike û rê li ber gelek geşedanan eke.

Di nirxandina xwe de ya li ser şehîdên me yê pêşî hevrê Mazlûm Dogan, me gotibû, 'di wê rêyê de ya ku diçû ser berxwedanê bûye pirek.’ Bêguman di vê şehadetê de gelek tişt veşartî ne û di serî de di berxwedaniya zindanê de, biryardariya nêzîkbûna welat û bi rengekî xurtir vegera li welat, encamên wê veşartî ne. Mazlûm, Kemal, Ferhat bi dilsoziya bi vê bîranînê berê xwe dane vê berxwedanê.

SOZÊN ME DAYÎ ME PÊK ANÎ

Şehadeta Mahsûm Kormaz xaleke werçerxê ye. Di nirxandina xwe de ya ku me li ser bîranîna şehîd kirî me got, ‘Hewce bike, bi yekîneyên ji 50 kesî pêkhatî, geşkirina têkoşîna çekdar a li Botanê ye.’ Bi rastî jî di salvegera şehadetê de em ketin nav hewldanê wiha ku vê hêzê pêk bînin. Me pêk anî jî. Me şehadeta Mehmet Karasûngur jî kire sedema yekbûnê. Ev şehîd dibine kevirên hîmî yên gelê me. Bi wê rolê radibin, dibine xelekê sereke yên ku xelekekê bi xeleka din ve girêdidin. Bi rastî jî şehîdên bi dewlemendiyên wiha ne ku mirov ji bo bîranîna her yekî/ê ji wn dikare bîrdariyekê deyne, romanekê li ser wan binivisîne.

Di rewşeke wiha de ku em bi dilsoziyeke wiha maneyê didine xeleka şehîdan, her wiha li nav xelekên sereke em bi giringî diyar dikin, taybetmendiya xelekbûnê ya yek bi yek ya hemû şehîdan hişk bihonin, divê ev encam jê were derxistin. Zemîn û zemana ku me şehîd dayî tê çi maneyê? Bi jiyana xwe çi li me zêde kiriye? Çi li serdemê zêde kiriye? Çi li derdora xwe zêde kiriye? Gotina xwe ya dawî çiye? Dilsoziya xwe ya bi Partiyê re, bi Rasteqîniya Rêbertî re çiye? Li ser me hemûyan deyn e ku em van hemûyan baş fêhm bikin. Em hewl didin ku sînorkirî vî deynî bidin.

EV ŞEHÎD TEMÎNATA HERÎ QEHÎM A AZADIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN E

Ev ne tenê şehîdên dîroka PKK'ê, ji ber vê ne tenê şehîdên geşkirina PKK'ê ne, her wiha ji bo heyina gelê Kurdistanê û di ser de van salên dawî ji bo gelê Tirkiyê jî, her ku diçe ji bo gelên Rojhilata Navîn li dijî faşîzma kirêt ku bûye bela serî, li dijî vê qereqola dijî şoreşê ya dijminê gelan kêrnehatî be,  bi vî rengî temînatên herî qeyîm ên azadiya gelên Rojhilata Navîn e.

Pênaseya lehengiyê di wêjeya PKK'ê de têra xwe hatiye kirin, her wiha pênaseya şehîdbûnê jî bi rengekî zelal hatiye kirin. Em ê vê dubare nekin. Rabûna mezin a PKK'ê bi van vegotinan û li gorî pênaseyê bi lehengî ye. Jixwe rabûna gelek lehengan jî ispata vê ya berbiçav e.

Mirovekî jirêzê yê ku ji PKK'ê îlham standî heke karibe bi carekê re bibe leheng, sedema wê ew e ku sîsika PKK'ê li ser bingehekî lehengî hatiye destpêkirin. Dema ku çalakî destpê dike bi lehengî destpê dike, dema ku ber bi encamê ve diçe bi lehengî ye, dema ku diçe şehadetê jî bi lehengî ye. Bi hezaran mînak nîşanî dost û dijmin kiriye ku ev wiha ye."

Ji nirxandinên demên cuda yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê Heftiya Lehengiyê ya Netewî hatiye berhevkirin.