Hesabê DYE'yê yê li ser Şengalê

Joey Hood xwest, Hewlêr, Bexda û Enqere 'Di bin şêwirmendiya DYE'yê de bi hev re bixebitin. DYE bi vî rengî hem êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rewa dike, hem jî dike ku dewleta Tirk tevlî karên navxweyî yên Iraq û Başûr bibe.

Serokwezîrê Iraqê Kazimî tevî heyeta pê re hefteya derbasbûyî li Washîngtonê hevdîtinên fermî kir. Piştî civîna destpêkê ya rû bi rû ku di çarçoveya 'Diyaloga stratejîk a DYE-Iraq'ê pêk hat, Wezareta Karên Derve ya DYE'yê bi rêya telekonferansê têkildarî mijarê brîfîngeke taybet bi rêya çapemeniyê da. Di vê brîfîngê de têkildarî êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê pirsek li Alîkarê Yekemîn ê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê ji Karên Rojhilata Navîn a Nêz Berpirsyar Joey Hood hate kirin. Bersiva ku Hood da balkêş bû. Hood qet qala êrişên hewayî nekir û got, divê Şengal 'PKK jî di nav de ji milîsên çekdar bê paqijkirin' û li şûna wê 'îdareyeke sivîl' bê avakirin û ji bo jê jî xwest Hewlêr, Bexda û Enqere 'di bin şêwirmendiya DYE'yê de bi hev re bixebitin. Yanî bang li Hikumeta Herêmê ya Kurdistanê (PDK), hikumeta Iraqê û dewleta Tirk kir ku di bin kontrola DYE'yê de dest li Şengalê werdin. Ne tenê bang kir, di heman demê de îlan kir ku ji bo vê yekê xwedî hesab û planên şênber e.

Li gel vê daxuyaniya DYE'yê, li BasNewsê ku nêzî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ye, nûçeyên ku Şengalê reş dike û dike hedef gelekî hatin weşandin. Ji 'dîlgirtina 70 Êzidiyan li zindanên veşartî yên PKK'ê yên li Şengalê' heta bi 'xapandina zarokên 13 salî û birina serê çiyê' nûçeyên derewîn ên propaganda reşkirinê di vê demê de gelekî zêde bûn, ku xuya ye ev yek rasthatinek nîne. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) jî ku beriya bi mehekê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku hêzên PDK'ê nahêlin Ereb li Şengalê vegerin, vê carê bi devê berpirsyarê PDK'ê yê li Şengalê îdîa kir ku Ereb jî dixwazin Pêşmerge vegerin herêmê. Ev devguhertina rêxistinê ne cihê baweriyê ye. Bi vî rengî gelek nûçe rojên dawî hatin weşandin. Tê fêhmkirin ku ev nûçeyên navborî di çarçoveya ajandayeke siyasî de tên pêşkêşkirin.

Tê zanîn, Êzidiyên ku bi fermana pêşmergeyên PDK'ê di nava lepên qirkirinê de hatin hiştin, ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve ji fermana DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê di Nîsana 2018'an de bi rengekî fermî ji Şengalê vekişiyan. Di nava vê demê de gelê Şengalê bi navê YBŞ û YJŞ'ê hêza xwe ya xweparastinê ava kir, îradeya xwe ya siyasî jî bi forma meclîsê bi rêxistin kir. Ku karibin ji niha û pê ve biryarên xwe bi xwe bidin, parastina xwe bi xwe bikin, bi kes û hêzên xiyanet li wan kirine û ji wan ne bawer in, girêdayî nemînin.

Li pişt hinceta 'PKK'ê ya ku pêşkêş dikin, meseleya esasî ev e: Şengal ji bin kontrola wan derketiye, ketiye bin kontrola Êzidiyan, Êzidiyan bi hêz û îradeya xwe rêveberiya xwe lê ava kirine. Yanî gihîştine asta civakeke rêxistinbûyî. Xwedî wê potansiyelê ye ku ji civatên olî û etnîkî yên cuda re bibe mînak.

Li gel vê yekê, nuqteya esasî ku divê mirov li ser rawest in ew e, ku DYE li gel hikumeta Başûr û Bexdayê di vê mijarê de dewleta Tirk vedixwîne hevkariyê. Beriya her tiştî 'çi kar û muxatabiya' dewleta Tirk li Şengalê heye? Şengal bi 115 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û tevî ku xwe li dijî DAÎŞ'ê diparêze, yan jî ji ber ku xwe ji DAÎŞ'ê diparêze, ji sala 2017'an de dibe hedefa êrişên hewayî yên dewleta Tirk. Di rewşeke wiha de çi mafê gotinê yê AKP-MHP'ê li ser Şengalê heye? DYE bi vî rengî ne tenê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û komkujiyên wan rewa dike, di heman demê de dewleta Tirk vedixwîne ku dest li karên navxweyî yên Iraq û Başûr werde.

Ji bo dewleta Tirk a faşîst-qirker, her devera ku Kurdan rêveberiya xwe ava kirine hedef e. Em bi vê zanin. Lê belê li pişt vê hewldana DYE'yê ku dewleta Tirk dixe nava mijara Şengalê, hesabekî cuda jî heye. Dewleta Tirk ji xwe demeke hewl dide li xeta Tel Afer-Mûsilê korîdorekê ji xwe re veke. Qaşo ji bo bazirganiya bi Iraqê re hewl dide deriyê sînor li Ovakoyê veke ku ev yek di çarçoveya vê projeyê de ye. Enqere her wiha hewl dide konsolosxaneya xwe ya li Mûsilê (yanî navenda MÎT'ê) ji nû ve veke, lê belê hin hêzên li nava dewleta Iraqê destûrê nadin vê yekê. Xuya ye dema ku DYE dibêje divê Tirkiye û Iraq b hev re bixebitin, mebesta xwe ew e ku di mijarên bi vî rengî de jî li hev bikin, ku karibe hedefên xwe yên berfireh ên li herêmê bi ser bixîne.

Xuya ye di ser vê mijarê re DYE hewl dide mekanîzmaya sêalî ya Dewleta Tirk-Iraq-PDK a ku sala 2007'an ava kiribû nû û berfireh bike. Plana DYE'yê ew e ku korîdoreke Sûnî ava bike ku bandora Şîa ya navbera Sûriye û Îranê têk bibe. Ji bo vê jî divê ji Telaferê dest pê bike û heta Diyalayê herêmê ji Haşdî Şabî paqij bike. Ji xwe DYE ji bo belavkirina Haşdî Şabî (yan jî qet nebe ji bo tasfiyekirina hêzên di bin bandora Îranê de ne) zexteke giran li Iraqê dike. Ev yek jî hikumeta Kazimî gelekî tengav dike. Lewma bi pêşkêşkirina hinceta 'PKK'ê hewl didin ku hêzên di bin sîwana Haşdî Şabî de yên li Şengalê tasfiye bikin.

Korîdora Sûnî ya navborî bi giranî 'herêmên bi nîqaş' digire nava xwe. Yanî tevî Mûsilê, Kerkûk, Germiyan û Xaneqîn-Mendelî jî di nava vê xetê de ye. Gelo paşeroja van herêman ku ji aliyê dîrokî ve di nava cografya Kurdistanê de ne wê çi be? Hesabên di vê mijarê de hatine kirin çi ne? Ev jî mijara nivîseke cuda ye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA