Girîngiya berxwedanê û yekîtiya Kurdan

Kurd dikarin li ber êrişên qirkirinê yên plankirî rabin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya azadiyê û hebûnê xurt bikin. Ji bo vê jî divê destpêkê van rastiyan bibînin, piştre berxwedan û yekîtiya demokratîk a navxweyî pêk bînin.

Tê gotin ku di Tebax-Cotmeha 2017'an de di çarçoveya hevdîtinên navbera dewletên Tirk û Îranê de serokên îstîxbaratên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê civîneke hevpar kirin û 'polîtîkaya qirkirina Kurdan' a nû ya her çar dewlet bi hev re bimeşînin ava kirin û DYE û Federasyona Rûsyayê jî ev polîtîka pejirandin. Lewma êrişên ku du salên dawî li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê tên kirin di çarçoveya vê planê de ne.

Li gorî vê polîtîkaya hevpar ku 'bernameyeke qirkirina Kurdan' a nû ye, wê bi êrişên hovane yên taybet rêveber bên qetil kirin û PKK bê tasfiyekirin, li ser bingeha êrişên dagirkeriyê yên bi destê TC'ê bên kirin Şoreşa Azadiyê ya Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê bê rakirin, li Iraqê guhertina destûra bingehîn bê kirin û dawî li sîstema 'Federasyona Kurdistanê' ya li Başûrê Kurdistanê bê anîn, bi vî rengî destketiyên Kurdan ên di nava çil salî de bi têkoşînê hatin afirandin ji holê bên rakirin û pêvajoya qirkirina Kurdan bê temamekirin. Eger karibin bi ser bixînin wê bi vê plan û polîtîkaya hevpar bixwzin bigihêjin encamê.

Ji Îlona 2017'an dema misogerbûna têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst li paytexta wan Reqayê û vir ve, bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin hebûna êrişên plankirî yên hevpar piştrast dikin. Mînak; destpêkê rêveberiya PDK'ê ji bo pêkanîna 'referandûma serxwebûnê' teşwîq kirin, piştre jî bi rengekî hevgirtî li ber encamên referandûmê rabûn, encamên refearndûmê nederbasdar hate nîşandan, bi êrişa leşkerî Kerkûk ji Başûrê Kurdistanê hate qutkirin. Bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê ku hate teng û bêbandorkirin hem guhertinên cidî yên rêveberiyê hatin kirin, hem jî rêveberî hîn bêhtir bi hêzên derve ve hate girêdan. Ji vê jî wêdetir ev operasyona plankirî di navbera PDK û YNK'ê de rewşeke aloz afirand, li aliyê din PDK û YNK xistin rewşeke welê ku hîn bêhtir li dijî PKK'ê siyasetê bimeşînin.

Mînak; di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta TC a faşîst li dijî Efrînê dest bi êrişa dagirkeriyê kir û piştî şerekî bêeman ê du mehan Efrîn ji aliyê TC'ê ve hate dagirkirin. Ne tenê hate dagirkirin, di heman demê de bi lez bi ser xwe ve hate kirin, hate mêtingerkirin û qirkirin. Ev hemû di rewşeke welê de hatin kirin ku hêzên global û herêmî li dij ranewestiyan û bi hevkariya wan hate kirin. Niha jî ji 9'ê Cotmeha 2019'an û vir ve bi êrişa TC'ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê re ku bi piştgiriya DYE û Rûsyayê dest pê kir, tê xwestin ku plana dagirkerî û desteserkirina herêmê temam bikin. Bi vî rengî hewl didin ku Şoreşa Rojava tasfiye bikin û Rojavayê Kurdistanê qir bikin.

Mînak; faşîzma AKP-MHP'ê li dijî rêveberên PKK'ê ku xistiye lîsteyên ji rengên cuda bi hemû derfetên teknîk û îstîxbarî êrişên ji bo komkujiyê tên kirin. Ev pêvajoya ku di 9'ê Çileya 2013'an de bi Komkujiya Parîsê dest pê kir li Bakur, Başûr û Rojava du sal in bi bandor didome. TC û DYE'yê ji bo îxbarkirina rêveberên PKK'ê xelata pereyan destnîşan kirin û bi vê yekê re sîstemeke wiha ya nêçira ji bo kuştinê hate afirandin.

Bêguman ev êrişên li dijî Kurdan bi destê dewleta Tirk tê kirin û herî zêde DYE û Rûsya piştgiriya êrişan dikin. Di heman demê de rêveberiyên Îran, Iraq û Sûriyeyê jî bi rengekî veşartî û eşkere piştevaniya wan dikin. Tişta herî xerab jî ew ku hin partî û rêxistinên Kurdan di êrişên qirkirin û komkujiyê yên dijî Kurdan de tên bikaranîn. Komkujî û qirkirinên tên kirin ji nakokiya navbera rêxistinên Kurdan tê afirandin. Mînak; referandûma Başûr û windakirina Kerkûkê sipartin nakokiyên navbera PDK û YNK'ê. Mînak êrişên li dijî PKK û Rojava jî bi sûdwergirtina ji polîtîkayên PDK û YNK'ê yên li dijî Kurdan hatin kirin.

Gelo derfet nîne ku ev rêveçûn bê guhertin ku bi kêrî Kurdan bê anîn? Bêguman hene, hem jî gelekî hene. Mînak, dewletên ku ji bo qirkirina Kurdan di nava xwe de planeke hevpar amade kirine, di heman demê de di nava hev de nakokiyên wan hene. Nakokiyên navxweyî yên li Tirkiyeyê û asta dijberiya li AKP-MHP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê de bi rengekî eşkere xuya bû. Ya rast desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk çû. Rêveberiya Esad a Sûriyeyê ku bi gotina 'terorîst' li Neteweyên Yekbûyî giliyê Kurdan dike rewşa wî li holê ye. Çalakiyên girseyî yên li Iraqê rêveberiya heyî ji desthilatdariyê xistiye. Li Îranê ku di bin bandora ambargoya DYE'yê de ye, Serokkomar Rûhanî bi xwe mikur hat ku li pêşberî çalakiyên gel di demeke herî giran a dîroka Îranê de ne.

Li aliyê din her çend tifaqa qirkirina çar alî pejirandibin jî DYE û Rûsya bi van dewletên qala wan tê kirin re xwedî têkiliyeke xurt a berjewendiyane. Ji xwe ne pêwîste ku qala dijberî û têkoşîna DYE'yê bi rêveberiyên Îran û Sûriyeyê re bê kirin. Dewletên ku nêzî hev xuya dikin xwedî nakokiyên mezin in. Tirkiye û DYE hevalbendên NATO'yê û hevkarên stratejîk in, lê her kes nakokiyên navbera wan dibînin. Herî dawî di hevdîtina dawî ya li Washîngtonê ya navbera Trump-Erdogan de ev rewş bi rengekî eşkere xuya kir. Li dijî zextên Tayyîp Erdogan ku bi îdîaya 'terorîstiyê' li Kurdên li Rojava dike, Trump bi gotina, "Li Tirkiyeyê jî Kurd hene û Tirk baş li wan dinere" hem gef xwar hem jî henekê xwe pê kir.

Eşkere ye ku ji nakokiyên navxweyî yên dewletên mêtinger û ji nakokiyên hêzên global DYE û Rûsya yên bi wan hêzan re dikare sûd bê wergirtin û bi vî rengî li dijî êrişên qirkirina Kurdan têkoşîn bê kirin û têkoşîna azadiyê û hebûnê bê xurtkirin. Kurd dikarin li ber êrişên qirkirinê yên plankirî rabin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe ya azadiyê û hebûnê xurt bikin. Ji bo vê jî divê destpêkê van rastiyan bibînin, piştre berxwedan û yekîtiya demokratîk a navxweyî pêk bînin. Girîngiya berxwedan û yekîtiya demokratîk a Kurdan hem ji bo wan hem jî ji bo gelên herêmê û mirovahiyê careke din eşkere bûye.

Başe yekîtî û berxwedaneke bi vî rengî wê çawa pêk were? Ji bo vê jî nepêwîste ku mirov utopîk û xeyalperest bin. Dema ku şert û mercên heyî yên polîtîk û leşkerî bên nirxandin, hingî yekîtiya navbera Kurdan li ser bingeheke giştî dikare pêk were. Mînak; li gel esaswergirtina yekparetiya gel û welatê Kurdan divê mirov parçetiya heyî di polîtîkayê de bibînin. Ji bo vê jî divê her parçe nasname û yekîtiya xwe ya navxweyî pêk bînin. Lê belê di vir de ya girîng ewe ku parçe li dijî hev nebin, berevajî piştgiriyê bidin yekîtiya Kurdistanê. Bi taybetî divê partiyên Kurd li derve li dijî hev nexebitin û li hundir jî pirsgirêkên xwe bi siyaseta demokratîk çareser bikin. Yekîtiya giştî ya Kurdistanê jî bi fermandariyeke hevpar a parastinê, bi komîteyeke hevpar a têkiliyên derve û bi Kongreya Neteweyî her wiha desteya bicihanînê ya vê kongreyê dikare pêk were.

Ji bo yekîtiya demokratîk a Kurdan ev çarçove têrkere û girînge ku her kes vê bibîne û nekevin pey detayan û bi vî rengî yekîtiyê tengav nekin. Bêguman yekîtî xwedî girîngiyeke mezine lê belê ne kerameteke ku her tiştî ji ber xwe ve çareser bike. Tevî yekîtiyê şerte ku têkoşîneke hevpar bê meşandin. Ev têkoşîna hevpar niha bi şêweyê "Boykotkirina malên TC" dikare bê kirin û ev rewş gelekî watedar û bi bandore. Wê demê hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li derveyî welat dem dema boykotkirina TC'ê ye. Wê demê li ku dibin bila bibin divê her Kurd û dostên wan TC'ê boykot bikin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka