Gelo ji ber înfazkirina îstîxbaratvanên Rûsyayê şerê li Îdlîbê zêde dibe

Aloziya li Îdlîbê didome. Dewleta Tirk sewqiyata leşkerî zêde kir û DYE jî piştgiriyê dide Tirkiyeyê. Tê diyarkirin ku ji ber îstîxbaratvanê Rûsyayê hatine înfazkirin şer zêdetir bûye.

Dewleta Tirk sewqiyata leşkerî ya li Îdlîbê didomîne. Li gorî agahiyan ji meha Sibatê û heta niha artêşa Tirk bi 8 konvoyan nêzî 400 wesayîtan sewqiyata leşkerî kiriye. Tê diyarkirin ku ev sewqiyat ber bi 8 bendên çavdêriyêû ber bi bendên nêzî Seraqîbê ye.

Artêşa Tirk li Seraqîbê 4 bendên leşkerî ava kiribû. Rêyên M4 û M5 li Seraqîbê digihêjin hev û dewleta Tirk xwestibû Seraqîbê biparêze.

Bendên çavdêriyên yên ku dewleta Tirk li Seraqîbê ava kiriye ji aliyê Rûsyayê ve tê wateya ‘Binpêkirina peymana Soçiyê ya di 17’ê Îlona 2018’an de.”  Di çarçoveya vê peymanê de dewleta Tirk , Rûsya û Îranê li derdora Îdlîbê 12 bendên çavdêriyê ava kiribû. Tirkiyeyê garantoriya komên çekdar ên li Îdlîbê girtibû ser xwe û ev xalên Peymana Soçiyê qebûl kiribû:

  1. Li başûrê Îdlîbê, bakurê Hamayê û li rojhilatê Îdlîbê wê di kîlometreyên 15-20’an de herêmeke bê çek were avakirin.
  2.  Wê rêyên M4 û M5 werin vekirin û têkeve bin kontrola hêzên rejîmê.
  3. Komên çekdar ên tund û nerm ji  hev werin cudakirin.

SOÇÎ NEHATE PÊKANÎN

Ligel ku ji ser peymanê du sal derbas bû ev tişt nehate kirin û artêşa Tirk ji bo pêşveçûna operasyona artêşa Sûriyeyê bide sekinandin, li derdora Seraqîbê bendên çavdêriyê ava kir.

Li gorî agahiyan 4 endamên îstîxbarata Rûsyayê ji bo nîqaşkirina vê rewşê ji aliyê komên çekdar ‘bi birîndarî hatine girtin û piştre hatine înfazkirin’. Tê diyarkirin ku ji ber vê jî şerê li Îdlîbê zêdetir bûye.

Novaya Gazetaya Rûsyayê diyuar kir ku “Her çar endamên îstîxbarata Rûsyayê ji bo pêkanîna ewlekariya hevdîtina rayedarên Sûriye û Tirkan hatibûn peywirdarkirin.”

Tê diyarkirin ku wesayîta van endamên îstîxbaratê li bakurê Helebê pê li mayinê kiriye û çeteyên ku Tirkiye piştgiriyê didin wan ev endamên îstîxbaratê înfaz kirine.

Piştî vê bûyerê Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan got ku “A niha ne hewce ye em û Rûsya li ber hev bidin. Em û Rûsya pêngavên me yên gelekî cîddî û stratejîk hene.”

DYE: EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TIRKIYEYÊ

DYE jî di aloziya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de piştgirî da Tirkiyeyê.  Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo qala hikumeta Sûriyeyê, Rûsya, Îran û Hîzbûllahê kir û got “Divê ev êrîşên barbar bi dawî bibin.” Piştî piştgiriya DYE’yê Erdogan got ku “Heke rejîm di meha Sibatê ve xwe venekişîne pişt bendên çavdêriyê, wê Tirkiye bi xwe vî tiştî bike.”