Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bi gotina ‘’Dîsa Govend’ destpê dike
14’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) wê di navbera 25’ê Nîsan û 3’yê Gulanê de bi nîşandana 58 filman were lidarxistin.
14’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) wê di navbera 25’ê Nîsan û 3’yê Gulanê de bi nîşandana 58 filman were lidarxistin.
Festîvala ku wê bi dirûşmeya ‘’Dîsa Govend’’ were lidarxistin, wê hem bibe şahiyeke sînematîk û hem jî bibe rêzgirtina ji bo berxwedana gelê Kurd a çandî û polîtîk.
LI GEL FÎLMÊN DESTPÊK Û DAWIYÊ WÊ PEYAMÊN XURT WERIN DAYÎN
Festîval wê bi nîşandana fîlmê derhênerê Kurd Hisham Zaman a bi navê ‘’Rojeke Şad’’ dest pê bike. Fîlm li kampeke penaberan a li bakurê Norwecê derbas dike û Hisham di filmê xwe de qala xeyala sê ciwanan û evîna yek ji wan ciwanan dike.
Festîval wê bi belgefîlma Manal Masrî ya bi navê ‘’Temasa Azadiyê’’ bi dawî bibe. Belgefîlm şopên sê ciwanên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane û têkoşîna ku belge kirine vedibêje.
58 FÎLM
Di festîvala îsal de wê 10 fîlmên metrajdirêj, 13 belgesel, 20 kurtefîlm, 14 kurtebelgesel û anîmasyonek were nîşandan. Fîlm û belgesel wê li Pitcure House ya bakurê Londonê û eywanên sînemayê yên Rioyê yên li Dalstonê werin nîşandan. Her wiha di resepsiyona vekirinê de wê hunermend Alî Tekbaş derkeve ser dikê.
BERXWEDAN, BÎR Û HÊVÎ
Dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk destnîşan kir ku wan temaya festîvala îsal weke ‘’Dîsa Govend’’ diyar kiriye û got: ‘’Edî divê bes ne êş û şer divê jiyana di nava berxwedanê de, hezkirin û hêvî jî werin vegotin.’’
Stêrk bal kişand ser avayê jiyana gelê Kurd a di nava şer de û e yek anîn ziman: ‘’ Bo nimûne dema em li sehneya dayikeke ku li ser gora zarokê xwe dilanê digerîne, dinêrin em dibînin ku ev yek ne tenê sehneya êşê ye di heman demê de sehneya berxwedanê ye jî. Yanî di sînemaya Kurdî de fînaleke bi hêvî û şad heye.’’
DERHÊNERÊN JIN DI PÊŞ DE NE
Di festîvala îsal de bi taybetî jî wê fîlmên derhênerên jin ên derveyî welat werin nîşandan.
Filmê Ayşe Polat ê xelatgirtî yê bi navê ‘’Li Piniya Kor’’ û filmê Soleen Yûsif ê bi navê ‘’Biserketî’’ (Winners) derdikevin pêş. Stêrk anî ziman ku bi taybetî jî nîşandana fîlmên derhêherên jin ên li derveyî welêt gelekî girîng e.
SEKNEKE SIYASÎ Û ÎFADEYEKE ÇANDÎ
Ferhan Stêrk diyar kir ku festîval ne bi tenê çalakiyeke sinemayê ye û got: ‘’Festîvala îsal jî ne bi tenê çalakiyeke sînemayê ye, di heman demê de divê weke sekneke polîtîk,îfadeyeke çandî û îfadeya piştgiriya di navbera civakan de were nirxandin.’’
Stêrk da zanîn ku festîval bi temamî ji aliyê kesên dilxwaz ve tê organîzekirin û anî ziman ku ev piştgirî têkariyeke zêde li sînemaya Kurdî dike û got: ‘’Bi rêya fîlmên ku wê werin nîşandan, temaşevan wê bes ne çîrokên gelê Kurd di heman demê de wê rewşên mirovahiyê yên hevpar, hestên gerdûnî û pêdiviya piştevaniyê jî hîs bikin.’’
XELAT Û JURÎ
Di festîvala îsal de li gel xelatên Roja Zer, Mehmet Aksoy, Yilmaz Guney û Tahir Kerîm wê xelatên baştirîn lîstikvanên jin û mêr û xelatên rûmetê jî werin dayîn. Her wiha di desteya jurîyê de wê Ozgur Amed, Joanna Bochenska, Arsalan Amiri, Dimitris Kerkinos, Seray Genç û Zahavi Sanjavi cih bigirin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê careke din sinemaya Kurdî pêşkêşî cîhanê dike û di heman demê de bira çandî jî zindî digire.