Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2'yemîn destpê kir
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2'yemîn doh êvarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê destpê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan û fîlmçêker beşdarî merasîma destpêkirinê bûn.
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2'yemîn doh êvarê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê destpê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan û fîlmçêker beşdarî merasîma destpêkirinê bûn.
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 2'yemîn doh êvarê bi nîşandana fîlmê 'The Virgin and Child' ê Binevşa Bêrîvan destpê kir. Bi dehan derhêner, lîstikvan, fîlmçêker, derhênerên dîmenan û derhênerên hunerê beşdarî merasîma destpêkirinê bûn.
Sînemager doh ji saet 17:00 û pê ve li Sînema ufa Palastê li hev kom bûn. Derhêner Binevşa Bêrîvan, Hawraz Mohamed, Olmo Couto û Alî Kemal Çinar jî amade bûn.
Her wiha hunermend Şemdîn, Berfîn Emektar, Cewad Merwanî, Yûnis Behram, Hekîm Sefkan, Bermal Çem, Sosin, Hakan Akay, Canê, diyar, Yilmaz Beyazgul, Sirri Ayhan û Serhad Çarnewa jî di nav de bi dehan hunermend, nivîskar, şanoger, folklorîst, helbestvan û muzîsyen jî beşdar bûn.
Salona destpêkê ya Sînemaya Ufa Palastê bi rengên Kurdistanî xemilî.
Festîvalê saet di 20:00 de bi nîşandana fîlmê 'The Virgin and Child' destpê kir. Beriya nîşandan fîlm, bi navê rêveberiya festîvalê axaftineke kurt hate kirin û hate gotin, "Di festîvalê de wê 40 fîlmên dirêj û kurt, her wiha dokûmanter bêne nîşandan."
FÎLMÊN KU ÎRO BÊNE NÎŞANDAN
Di Festîfvala Fîlman a Dusseldorfê ya 2'yemîn de îro li sînemaya Ufa Palast 2, li sînemaya Metropol 10 fîlmên dirêj û kurt wê bêne nîşandan. Her wiha ji bo Bavê Teyar wê li sînemaya Metropol nîşandaneke taybet hebe. Bernameya îro bi vî rengî ye:
Li Ufa Palastê
Saet 20:00: Fîlmê 'Beriya Şevê' wê were nîşandan. Fîlmê derhêner Alî Kemal Çinar 60 deqeyan dewam dike ku salên dawî bi fîlm û karakterên xwe balê dikişîne.
21:50: Dokûmantera 'Asadur' wê bê nîşandan ku ji aliyê Onûr Guler ve hatiye kişandin û 50 deqeyî dewam dike.
Bernameya li Sînemaya Metropolê jî bi vî rengî ye:
Saet 16:00: 2 dokûmanterên li ser Qirkirina Enfalê wê li pey hev bê nîşandan. Dokûmanterên '980' û 'Unseen Photos Of Anfal' her yek ji wan wê 27 deqe be. Derhênerê 'Unseen Photos Of Anfal' Hawraz Mohamed wê amade be.
Saet di 17:00 de li Sînemaya Metoropolê wê îro li pey hev kurte fîlm bêne nîşandan. Kurtefîlmên bêne nîşandan bi vî rengî ne:
Ziman: 8 deqe
A Coffin For Life: 13 deqe
Sorin: 13 deqe
Zerya: 12 deqe
Wahit Dream: 10 deqe
Distant: 17 deqe
Ezda: 14 deqe
Saet 19:20
Dokûmantera 'Serê Kaniyê' ya derhêner Olmo Couto wê 60 deqeyan dewam bike. Dokûmanter wê promiyera cîhanê bike.
Saet 21:00
Saet di 21:00 de jî wê ji bo bîranîna şanoger Bavê Teyar nîşandaneke taybet bê kirin ku Bavê Teyar li Bendava Tişrînê şehîd bû. Ji bo bîranîna Bavê Teyar wê sê fîlmên kurt bêne nîşandan. Ew fîlm jî bi vî rengî ne:
Hat Nehat: 5 deqe
Xweş Xeber: 4 deqe
Kurmê Darê: 21 deqe.