Fermana 73'an û berpirsyarên wê

Têkildarî fermanê gelek kesan daxuyanî dan. Lê belê di daxuyaniyan de têkildarî berpirsyaran tiştek nehate gotin.

3'ê Tebaxê salvegera 6'an a êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê bû ku êriş ji bo qirkirinê hate kirin. Yên ku berê DAÎŞ'ê dan herêmê yan jî pêşî li êrişê vekirin, piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê bi ser neketin, xwe kirin hezkiriyên Êzidiyan, daxuyanî dan ku ya bi serê Êzidiyan hatiye divê weke komkujiyekê bê qebûlkirin. Gelek saziyên herêmî û navneteweyî yên dostê Êzidiyan, yên ku êşa Êzidiyan weke êşa xwe dibînin daxuyanî dan. Lê belê hin hêz û derdor hene ku mafê wan qet nîne ku daxuyaniyê bidin. Ji ber ku ew hêz ji bo pêkhatina vê êrişê ji bo qirkirina Êzidiyan dixebitîn. Daxuyaniyên wan diviyabû mikurhatina li berpirsyariya xwe bûya. Lê belê mîna ku qet para wan di vê êrişê, qirkirinê û komkujiyê de nîne tevgeriyan ku ev yek bi rastî jî cihê şermê bû. Lê belê dema ku mirov bala xwe bidin ser kiryarên wan û hewldanên wan ên ji bo desthilatdariyê hingî ev yek tiştekî normal xuya dike.

Êdî her kes zane ku yê kir ku DAÎŞ êrişî Şengalê bike Tirkiye ya bi rêveberiya Erdogan e û gelek kes vê yekê êdî bi rengekî eşkere dibêjin. Ji xwe Erdogan û Tirkiye ya bi rêveberiya wî li Rojava jî êriş birin ser Kurdan. Erdogan û Tirkiyeya bi rêveberiya wî di çarçoveya polîtîkayên dagirkirina Kurdistanê yên çeteyên DAÎŞ'ê de biryar da ku Mûsil û Kerkûk jî di nav de tevahiya Başûrê Kurdistanê bixe ber van êrişan. Ji ber ku plana dagirkeriyê ya Erdogan û dewleta Tirk ew bû ku di ser Kurdistanê re welatên herêmê parçe bike. Lê belê dixwest Kurdan û Kurdistanê bikin hincet û vê bike. Di vir de ya girîng ew bû ku dixwest vê plana xwe ya dagirkeriyê bi destê hov û barbarên DAÎŞ'ê bike. Ev êdî ne tiştekî veşartiye. Ji kiryarên wan ên rojên dawî jî ev yek tê fêhmkirin ku bi operasyonên taybet hevser û zarokên DAÎŞ'ê yên li Hol û kampên din ên Rojava direvîne û propaganda vê yekê dike.

DAXUYANIYÊN BARZANIYAN

Yê ku berê DAÎŞ'ê da Şengalê Tirkiye ye, lê belê hin hene ku ev yek hêsan kir û bi peymanên petrolê yên 50 salî re hevkariyeke stratejîk kirine. Ew jî rêveberiya PDK'ê ye. Her wiha ev rêveberî hema bêje temamiya Başûr niha xistiye bin kontrola xwe û kiriye ku mîna şîrketeke malbatî bi rê ve bibe.

Bi wesîleya salvegera êrişên qirkirinê ji malbata Barzanî doh sê kesan daxuyanî dan: Mesût Barzanî, Nêçirvan Barzanî û Mesrûr Barzanî.

Naveroka daxuyaniya her sêyan jî hema bibêje wekî hev bû. Hin nuansên wan hebin jî naverok yek bû. Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku ev dram û qirkirin e, divê li qada navneteweyî were qebûlkirin û dibêje ku Şengal bûye navenda gelek hêzên derqanûnî. Niha divê ev pirs ji Nêçîrvan Barzanî were pirsîn. Kê ji we fermana vekişandinê da fermandarê pêşmergeyan Serbest Lezgîn ê li wê derê bû û êrîşên DAÎŞ’ê hêsan kir? Di dema destpêkirina êrîşan de ev mesele gelekî hate nîqaşkirin. Serokwezîrê herêma Başûr ê wê demê Nêçîrvan Barzanî gotibû ku ap û xezûrê wî Mesût Barzanî ev ferman daye. Mesût Barzanî jî di hevdîtinên bi hin rêveberên rêxistinên Kurdan de gotibû Nêçîrvan Barzanî ev ferman daye. Nêçîrvan Barzanî divê berê bersivê bide vê pirsê û diyar bike ku berpirsê vî tiştî kî ye?

Ya duyemîn Nêçîrvan Barzanî dibêje Şengal bûye navenda komên derveyî qanûnî. Nêçîrvan Barzanî bi vê daxuyaniya xwe ji kê re dibêje derqanûnî divê eşkere bike. Heke ji hêzên YBŞ’ê re dibêje ev tê wateya pêkutiya herî mezin a li ser pîvanên exlaqî. Endamên YBŞ’ê hemû jî Êzidiyên ji Şengalê ne. Nêçîrvan an jî apê wî piştî ku fermana vekişandinê da pêşmergeyan van zarokan ji bo parastina mal, malbat, warê xwe li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin. Şêx Xeyrî yê ji gundê Sîba Şêx Xidir ku piştre bû fermandarekî YBŞ’ê û şehîd bû, ji bo wan rojan gotibû, “Dema me dît pêşmerge vedikişe, em çûn ba wan. Me xwest ji bo ku em gel biparêzin bila çekên xwe bidin me. Hin fermandarên pêşmergeyan çavê wan şil bû û diyar kirin ku kesên fermana vekişandinê dane wan gotine divê hûn fîşekekê jî nehêlin."

Şêx Xeyrî bi çekên ku beriya niha dîtibûn, li gel çend kesên çekdar ên li cem li Sîba Şêx Xidir rojekê li ber xwe da. Kirbû ku gelê li Sîbag, Girzerk û li gundên nêz bigihije çiyayê Şengalê û ji komkujiyê bifilitin. Aliyê dî; gelo Nêçîrvan Barzanî bi vê daxuyaniyê gelo Haşdî Şabî jî weke komên derî yasayan radigihîne? Wiha xuya dike. Naxwe çima li ser vê mijarê fikra xwe aşkere ji Iraqê re nabêje? Daxuyaniyên Mesûd û kurê wî Mesrûr Barzanî ji hêla navroka xwe ve dişibin hev. Di van du daxuyaniyan de gotinên Nêçîrvan Barzanî bi rengekî serirtî hatine gotin.

Ji aliyê dî ve rayedarên YNK'ê jî ji vî alî ve daxuyanî dan. Serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi daxuyaniyekê got ev qirkirinek e, divê ji hêla hêzên navnetewî ve wiha were qebûlkirin û weke roja qirkirinê were ragihandin û berpirs werin darizandin. Serokê YNK'ê Laho Şêx Cengî jî eynî daxuyanî da. Divê mirov ji du rayedarên YNK'ê bipirsin; gotinên we rast in lê berpis kî ne? Divê mirov vê aşkere bibêje, di dest wan de agahî hene bê ka berpirs kî ne. Ango aşkere dizanin ji PDK'ê hin kes berpirsê vê ne. Baş e, çima nabêjin?

ÊZÎDÎ BERPIRSAN JÎ DIZANIN Û DIZANIN BÊ KA KÊ EW AZAD JÎ KIRINE

Mixabin yên ku rê li komkujî û qirkirinê vekirin dikevin dorê û weke ku ti berpirsyariya wan di vê qirkirinê de nebin li pey hev daxuyanî dan. Her wiha heke wiha hesab dikin ku gelê Başûr û Şengalê, Êzîdî wê ji vê bawer bikin divê zanibin ku xwe dixapînin. Ji ber ku Êzîdî dibÊjin, ''em berdan û çûn.'' Li gel vê dizanin bê ka kê pêşî li qirkirin û komkujiyê girt, kê asteng kir, kêz xaka pîroz a Êzîdiyan Şengal ji çeteyên DAÎŞ'ê paqij kir. Ji ber ku her tişt li ber çavên wan bû. Her wiha li her platformê dibêjin hêzên YBŞ'ê yên ku ji zaroyên wan çêbûye hêza wan a biwe ye û çi kesek nikare ji wan re hêzên derî yasa bibêje. Berevajî vê, li her deverê dibêjin kê ew bi komkujiya DAÎŞ'ê re rûbirû hiştine û çûne...