Ezmûna rojnameya Welat û YNDK, jiyan û jêhatîbûna Dr. Sîrwan -4

Heval Dr. Sîrwan hem rojnamevanekî jêhatî, wêrek û xurt bû, hem rol û berpirsiyariyeke mezin nîşanî erka xwe dida. Her çiqasê di meşê de zahmetî jî dikşand, ji ber gazî bû, di rewşa aloz a wê demê ya Hewlêrê de ji bo her rûbirûbûnekê re amade bû.

Di sala 1994’an de bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan atmosfereke ku hêzên siyasî yên Kurd bi hev re têkoşîna siyaseta demokratîk bimeşînin hate afirandin. Lê hêzên desthilatdar ên Başûr, ji ber ku zêde bi kîn û nefret bûn û pir dilxwaz bûn ku bêtir pere û rayeyan bi dest bixin, rojekê nêçîra Partiya Sosyalîst û rojekê Tevgera Îslamî kirin. Di Gulana sala 1994’an de PDK û YNK’ê li Qeladizê dest bi gera nû ya şerê pere û desthilatdariyê kirin ku navê wî şerî xistin ‘Şerê navxweyî’. Di sala 1994’an de Dr. Sîrwan beşdarî xebatên rojnameya Welat bû. Rojnameya Welat di destpêka Gulana sala 1993’an de bi şiklekî fermî li Hewlêrê dest bi weşanê kiribû. Lê piştî demeke kurt waliyê PDK’ê Xurşîd Şêre bê belge û delîleke dadwer û hukumetê rojname girt. Wê demê Şêrko Bêkes ku wezîrê rewşenbîrî bû got, ‘Madem ez wezîrê rewşenbîrî me ez nahêlim tu rojnameyek were girtin’. Her ew bûyer bû sedema ku Şêrko Bêkes ji wezîrtiyê îstifa bike. Rojname her çiqas hat girtin jî lê nesekinî û heta sala 1994’an bi awayeke veşartîû bi şêwazê fotokopî hat çapkirin û belavkirin. Di bihara 1994’an de dubare rojnameya Welat bi fermî dest bi weşanê kir. Rojnameyê karî di rojnamevaniya Kurdî de ku li ser xeta neteweya demokratîk, bi rênîşandan û hêza çareseriyê nêzikatiyek nû avabike. Vê yekê jî kir ku rojname ji Zaxoyê heta Xaneqînê bê cudahî bigihîje hemû beşên civakê. Ji ber wê jî xwendevanên rojnameya Welat hertim zêdetir li ser mijarên netewî û demokratîk dizanîn, baştir difikirîn û hîn bêtir xwedî şîrove û nirxandinên objektîf bûn.

Careke din derfet çêbû ku ez gotarên heval Dr. Sîrwan li rojnameya welat de bixwînim. Jixwe piştre ew nivîs di bin navê Dr. Sîrwan-Pêşengekî şoreşger û Ronakbîr ji aliyê komîna ragihandina PÇDK’ê ve hat çapkirin. Piştî xwendina wan nivîsan ez bi asta kûrbûna heval Dr. Sîrwan hesiyam ku reng û bêhneke din daye rojnameya Welat. Wê demê amûrên gihandina agahiyan ewqas ne pêşketî bûn, lê rojname tijî agahî û perspektîfên neteweyî bû û li her çar aliyê cîhanê nûçeyên Kurdan belav dikirin. Pênûsa tûj û wêrek ya Dr. Sîrwan dîroka welat dewlemend dikir. Dema ku xebera şehadeta Dr. Sîrwan hat bihîstin, Şehîd Kemal Rewandûzî got, “Bi rastî rojnamevanekî bi hêz û gotarnivîsekî jêhatî bû. Me kengî di derbarê mijarekê de jê nivîs xwestiba wî dikarî amade bike.” Heval Kemal Rewandûzî du salan li kêleka heval Dr.Sîrwan karê rojnamevaniyê kiribû, lewma ew wek rojnamevanekî jêhatî û bi hêz bi nav dikir. Wek tê zanîn xebatkarên rojnameyê, bûro û xebatkarên wê di 16’ê Gulana 1997’an de li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve rastî qetlîameke tirsonek hatin.

'XIYANETA 31'Ê TEBAXÊ Û ŞEHADETA DR. SÎRWAN'

Di dawiya 1994 û destpêka sala 1995’an de Rêber Apo rapora siyasî pêşkêşî Kongreya Pêncemîn a PKK’ê kir. Rapor weke destpêka guhertina rêbaza têkoşînê ya PKK'ê tê nirxandin. Yek ji van guhertinan jî nirxandina rêxistinên Başûrê Kurdistanê bû. Rêber Apo di rapora xwe ya siyasî de destnîşan kiribû ku li Başûr rêxistineke nîv enî û nîv partî ku navê wê Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê (YNDK) diyar kiribû, bê avakirin. Ji bo ku ev guhertin çêbibe û di rêxistinkirina Başûr de destpêkek nû bê kirin, pêwîstî bi kadroyek pêşeng ku bikaribe barê giran hilgire ser milê xwe û di warê fikir û rêxistinbûna siyasî de bi hêz, jêhatî û bi sebir be bû. Ji bo vê yekê rêxistinê Dr. Sîrwan pêşniyarkiribû û Rêber Apo jî pejirandibû. Di 21’ê Adara 1995’an de dema yekemîn konferansa damezrandina YNDK’ê li Hewlêrê hat lidarxistin Dr. Sîrwan wek sekreterê YNDK’ê hat hilbijartin.

Heval Dr. Sîrwan hem rojnamevanekî jêhatî, wêrek û xurt bû, hem rol û berpirsiyariyeke mezin nîşanî erka xwe dida. Her çiqasê di meşê de zahmetî jî dikşand, ji ber gazî bû, di rewşa aloz a wê demê ya Hewlêrê de ji bo her rûbirûbûnekê re amade bû. Ji aliyê din ve bi zanîn û hişyariya xwe ya bilind karî cihê xwe di nava hemû rêxistin û komeleyên siyasî de veke. Her tim serdana dost, endam û xebatkarên xwe bi taybet malbatên şehîd û hevrêyên xwe dikir. Hevala Direxşan Îbrahîm ku bi navê heval Yada û dayîka sê şehîdên bi navê “Qanih, Şahîn û Bakur” tê naskirin, di bîranînên xwe yên ku heval Runak Murad kiriye roman de dibêje, “Heval Diktor gazî min kir da ku em bi hev re serdana malbatên şehîd û hevalên gerîla bikin.” Di heman demê de heval Diktor li hemû bajar û bajarokan herî zêde konferans û semîner daye. Ji ber şêwaz û zimanê xwe yê şîrîn û qanihker, hê jî ew hemû kesên ku beşdarî konferans û semînerên wî bûne, îro behsa wî dikin.

Tişta ku heval Dr.Sirwan li ser disekinî, perwerdeya xebatkar, endam û kadroyên rêxistinê bû, bêyî ku cudahî bixe navbara jin û mêran de. Di vî warî de wî karîbû ji hemû bajar û bajarokan hejmareke zêde ya xwendevanan li derdora YNDK’ê kom bike. Heval û welatparêzên YNDK’ê ji herkesî zanatir, hişyar bûn. Lewma li Başûrê Kurdistanê hemû çîn û beşan YNDK hembêz kiribûn. Tevgerîn, xebat û têkoşîna YNDK'ê ya li Başûr bi pêşengiya heval Dr. Sîrwan bû hêza bingehîn a gûhertin û vegûhertinê. Her kes di wê baweriyê de bû ku wê serdema rêxistinên klasîk bi dawî bibe û di pêşengiya YNDK’ê û serokatiya Rêber Apo de serdemeke nû dest pê bike.

Bi serkêşiya Emerîka û Tirkiyê PDK û YNK li bajarê Dûblîn a Îrlandayê ji bo ku ji aliyekî ve li hev bikin û ji aliyê din ve jî PKK’ê weke rêxistineke terorîst îlan bikin li hev civiyan. C. Talabanî bi xwe jî di pirtûka xwe ya bi navê “Dîdara temen” de behsa vê dike. PKK ev plan pûç kir.

PDK li ber têkçûnê bû, lewma jî dixwest xeletiyên xwe rast bike. Wek tê zanîn PDK’ê tu carî bi hêza xwe rewşa xwe sererast nekiriye, bi piştgiriya dewletên dagirker û rêxistinên veşartî yên wek Mossad, MÎT, SAVAK, îstixbarata Iraqê û îstixbarata Sûriyê li ser piyan maye. Helbet dewletên dagirker û dezgehên îstixbaratê hertim PDK wek çekek di destê xwe de hiştine û nehiştine ku di meydanê de bi temamî lewaz bibe û nehiştine ku gelê Kurd bibe xwedî hêz, îrade û rêxistina xwe. Bi alîkariya van hêzên derve PDK di sala 1996’an de êrîşî Qadir Begê Bradostî kir, piştre êrîşî Hisên Axa yê Surçî kir, di 31’ê Tebaxa 1996’an de jî bi alîkariya tank, top û artêşa Iraqê vegeriya Hewlêrê û ew der dagir kir.

Ji bo ku nebin aliyek şer, PKK bêalî ma û rewşê zêdetir weke xeta sêyemîn nirxand, ku di wê demê de tiştekî rast bû. Lê dihat zanîn ku PDK ne tenê dijminatiya YNK’ê dike, di esasê xwe de di şexsê YNK’ê de li dijî tevahî Başûrê Kurdistanê şer dike. Gef, liv û tevgerên PDK’ê yên li hemberî heval Dr. Sîrwan dihat zanîn, ji ber vê yekê rêxistinê heval Dr. Sîrwan demekê ji ber çavan veşartibû û şandibû kampa çemê Rêzan ku nêzî Silêmaniyê ye.

Min di 29’ê Tebaxa 1996’an de li Garê careke din heval Dr. Sîrwan dît. Wê demê li navenda biryargeha Başûr dima û hevalên nû perwerde dikir. Bi heman moral, ruh û hêzê ve hat pêşwaziya me, tevî rewşa wî ya tendurustiyê dîsa mezinatiya xwe nîşan da. Em du rojan bi hev re man. Em ji bo Sûriyeyê ber bi Qada Rêbertî ve diçûn û ew jî li Garê di nava xebatên perwerdeyê de bû.

Em di 3’ê Îlona 1996’an de gihîştin Akademiya Navendî ya PKK’ê ya li Sûriyeyê û bi hevdîtina ligel Rêber Apo re şad bûn. Piştrê em ketin dewreya perwerdeyê. Di 5’ê 10’a 1996’an de Rêber Apo hat akademiyê û ji me re got, “Heval Dr. Sîrwan li gel çend hevalên xwe li çemê Rêzan hatine şehîd kirin. Lê heta niha ne diyar e kî êrîşî heval Dr. Sîrwan wana kiriye.” Rêber Apo di axaftina xwe de nirxandineke berfireh li ser Dr. Sîrwan kir û got, “Şehîd Dr. Sîrwan ji bo me weke Şehîd Hakî Karerê Başûr bû.”Bêguman yên ku di dîroka PKK’ê de şehîd Hakî Karer bizane, wê Dr. Sîrwan jî binase. Rêber Apo Hakî Karer wek rihê xwe yê veşartî pênase dike. Roja şehadeta Hakî Karer bûye roja şehîdên Kurdistanê û Rêber Apo weke bersivdayîneke vê şehadetê biryar da ku PKK’ê damezrîne. 

Piştre di derbarê çawaniya şehîdbûna wî û cih û dema bûyerê de zanyariyên zêdetir hatin bi dest xistin. Di 4’ê 10’a 1996’an de heval Dr. Sîrwan û heft heta heşt hevalên xwe çûne gundê Qamçuxayê Seyîd Kerîm a ser bi herêma Qelasewka ya ser bi herêma Axcelerê ku li ser çemê Rêzan e. Kampa Çemê Rêzan bi agahiya rêveberiya Herema Silêmanî ya wê demê bûbû nêzîkî salek ku weke cihê perwerdekirina hevalên nû dihat bikaranîn. Komek ji çekdarên PDK’ê ku ji Tekiya Kakamend in û pisporên herêmê ne, liv û tevgera heval Dr. Sirwan û hevalên din dişopînin. Heman roj piştî nîvro ew koma çekdar derbasî heman gundî dibin. Dema nêzîkî ciyê heval Sîrwan wan dibin heval Dr. Sîrwan derdikeve derve û dibêje, “Netirsin, tiştek nîn e, em heval in, ez jî filan kes im.” Xwe dide nasîn û ji wan re dibêje, “Rûnin, çay vexwin.” Beriya ku axaftina xwe bi dawî bike, çekdarên PDK’ê gule berdidin wî û 4 hevalên din ên bi nave Egîd Germiyan, Baban, Helo, Hacî Qamişlo û Dîlan Mêrdîn û wan hevalan şehîd dixin. Piştre jî ji wê derê bi rengekî namerdane direvin.

Şehadeta heval Dr. Sîrwan û rêhevalên wî ji bo şoreşa Kurdistanê, gel û netewa me ya bindest windahiyeke mezin bû. Êrîşa li dijî Dr. Sîrwan ne tenê li dijî wî bi xwe bû, belku di kesayeta Dr. Sîrwan de êrîşek bû li ser pêşengiya hizir û ramanên Rêber Apo li Başûrê Kurdistanê. PDK’ê bi bername û plan heval Dr. Sîrwan armanc kir, hetanî ku wî şehîd kirin. Jixwe dîroka PDK’ê tije ye bi qirkirinên siyasî. Dema dîtin ku hêza heval Dr. Sîrwan a rêveberî û nûnertiya civak û neteweyekê heye, qet dudiliyek jiyan nekirin. 

Bi plan û hilbijartina hevrê Dr. dema dîtin ku hêza wî ya rêberî û nûnertiya civak, gel û neteweyê heye, ji kesî dudilî nebûn. Ango şehadeta hevrê Dr. Sîrwan ji aliyê komek çete û nokerên PDK’yî ve, bi awayekî pir tirsonek û bêyî ku tu kes, tevger li hember wan axaftin û bertekekê nîşan bidin êrîşî wan kir û ew şehîd kirin. Yekane sûcê Dr. Sîrwan û hevalên wî ew bû ku ew Kurdên bi rûmet, îrade û bawerî bûn û şev û roj bê xelat û be daxwazî ​​amade bûn xizmeta gel û welatê xwe bikin. Kesên ku Dr. Sîrwan û hevalên wî şehîd kirin tenê yek tişt kirin, ew jî; bi destên xwe goreke kûr ji xwe re kolane. Jiyana xayîn, kirêt, çete û xwefiroşan kurt e û eger sax bin, tenê şerm ji wan re dimîne. Ji ber ku dîrok sûcdaran bê ceza nahêle…

Dewam dike...