Tevî ku hêzên li ser erdê di derbarê rawestandin şer li çeperên pêşî û bajarê ku Tirk û çeteyên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyayê dagir kirin, tevî ku hin misogerî û destpêşxerî di bin çavdêriya Emerîka û Rûsya de pêkêş kirin, hemû aliyan qebûl kir û ji bo ku şer raweste û gelê herêmê rastî talanê neyê, hêzên Sûriyayê yên demoqratîk rêzgirtina xwe destnîşan kirin. Lê dewleta Tirk û çeteyên xwe rojekê tenê jî pabendî sozên xwe nebûn û her êrîş anîn. Bi behaneya metirsiya ewlehiya Tirkiyê ya netewî; rojane çeteyên xwe derbasî xaka Sûriyê dike. Her wiha ji bo ku aşîtî li herêmê çêbibe QSD’ê rê da hêzên Tirkiyê ku bi hevbeşiya hêzên Emerîka û Rûsiyayê ku pêgera li ser sînor bi rêv bibin, tevî ku ne ji mafê Tirkiyê ye ku destwerdanê di xaka dewleteke din de bike, lê hate qebûlkirin da ku hovîtiya dewleta Tirk rawete.
Piştî ku dewleta Tirkiyê bajarê Serê kaniyê û Girê spî dagir kir, jiyan li xelkên wan herêman bûye mîna dojehê, ji ber ku pêvajoyên dizî, kuştin, talan û revandina ku grûpên çeteyan li ber çavê ertêşa Tirk û bi biryarê wê dikin, her berdewam in û di encama van pêvajoyan de bi hezaran malbat ji herêmê reviyan.
Di dema ku cîhanê bi tevahî bi serpereştiya hêzên Sûriya yên demokratîk şerê DAIŞ’ê dikirin û li wargeha wê ya dawî Baxozê ew têk birin, niha DAIŞ bi azadî ji herêmen ku Tirkiyê dagir kirine der dikeve, Tirkiyê jî hewl dide guhertinên demografîk ên ol û ziman li wan bajaran bike.
Ji ber sozên ewlehî û aramiyê yên ku hatibûn dayîn, pêk nehatin, gelê Sûriyê niha baş dizane ku daxwazên dewleta Tirkiyê teror û talan e, ev jî xewnên Osmaniyan bûn.
Niha hêzên QSD’ê û hemû hêzên ewlekariya navxweyî û pasvanên sînorî; sînorê xwe ji binpêkirinên çeteyan diparêzin, tevî hewldanên artêşa Tirkiyê ji bo liderxistina şer, lê hêzên QSD’ê soza xweparastinê dane û pabendî agirbestê ne. Di dema ku çavdêriya dewletên misoger di kirinên çeteyan û artêşa dagirker, topbarana gundên sivîl û xalên leşkerî windayî ye, dibe ku bi awayekî ew piştgirê mezin ên dagirkeriyê bin.
Li ser dirêjahiya sînor; ji bajarê Dêrikê, Dirbêsiyê, Til temir ta Kobanê û Minbicê topbarana dewleta Tirkiyê ranewestiyaye, di dema dawî de ji îsivîl û xalên leşkerî bi rêya firokeyên bêpîlot armanc girtin, mînaka wê; rewşa ku li Kobanê û Dêrikê derket.
Li herêma Zerganê û gundewarên bajarê Til temirê hin hewildanên topbaran û pêşketinan derketin, lê hêzên pasvanên Xabûr û hêzên Suryaniyan ên li ser xakê, bi dehan hewldanên bi vî rengî têk birin.
Li vir rêya M4 tenê dimîne, ev rê wek rihê jiyanê ji bakurê Sûriyeyê re bû, îro bûye rêya kuştinê, tevî sozê ku Rûsiya dabû lê rojane karwanên ajokarann rastî topbarên tên.
Dema em behsa hêviyên dewleta Tirkiyê ji dagirkirinê bikin, divê em bajarê berxwedanê Kobanê ji bîr nekin, ji ber tim li ser zimanê dagirkeran e û gefan lê dixwin. Her wiha Minbic a ku rojane gundên wê yên li ser xeta Xabûrê rastî topbaranê tên, encûmena leşkerî ya Minbic li wir, li ber xwe dide.
Di derbarê bajarê Eyn Îsayê de ya ku li ser rêya navdewletî ya M4 û deriye bakurê Reqayê ye, di dema dawî de çeteyan hewldanên pêşketinê zêde kirin, dixwazin hin xalên giring bixin bin destê xwe de, hêzên Sûriyayê yên demoqratîk bi mafê xala berevaniya rewa bersiva êrîşan dan û di encamê de çete rastî gelek binketinan hatin.
Xelkên herêma Şehbayê yên ku ji mala xwe koçber bûne rastî gelek ziyanên çeteyên Tirkiyê hatin, bûyerên ku li bajar û navçeyên Efrînê tên û nûçeyên em dibihîzin, Efrînê dike mîna bajarekî qerateyan(Şebehan), pê ra jî hêzên Rizgariya Efrînê di lêxistina dijminan de her berdewam in.
Di dema ku Emerîka di rewşeke nearam de derbas dibe û bi taybet dema hilbijartinên wê de û necedîyeta Rûsya; Tirkiyê pabendî ti rêkeftinan nake û bi awayekî hovane polîtîka xwe li bakurê Sûriyeyê bi rêv dibe, ne tenê li Sûriyê vê polîtîka dike, lê li dewletên wek Lîbya, Misir, Yonan û van rojan berê xwe dide Ermenistanê, dike.
Bi awayekî giştî Tirkiyê rastî gelek kirîzên navxwe hatiye û nema kare xwe ji bin fesad û hilweşandinê rizgar bike, ev jî encamê siyaseta partiya serwer a ku Erdogan serpereştiya wê dike, lewma hewl dide wêneya xwe zelal bike û pirsgirêkên xwe der dixe derve, ji ber bawer nake ku hin gel hene ji mafê wan e ku jiyaneke birûmet bi hemû pêkhateyên din re bijîn.
Tevî hemû mercan jî gel û pêkhateyên bakurê Sûriyayê bûne bendavek li hember binpêkirin û xewnên dagirkeran rawestîne, ev nimûne ev deh salan dijî û bigewde bûye û herêman bi rêv dibe û diparêze, her wiha cîhan ji metirsiya DAIŞ’ê jî parast.
Ev nimûneya piçûk wê bibe rêbaz ji tevahî rojhilata navîn re, ji ber aramî, ewlehî, parastina ol û jiyan azad a hevbeş bi dest dixe û diparêze. Ev nimûne wan kesên zikreş dîn dike, ji ber ketiye dilê milyonan mirovan. Ev nimûne ji hin hikûmetan piştgirtî girtiye û ev hemû jî bi saya wan lehengan bû ku xwe kirin qurban da ku em jiyaneke azad û birûmet bijîn.