Heyva Adarê ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn gelekî watedar û girîng e. Ji ber ku di wê heyvê de dijminê gelê Kurd li hemberî gelê me gelek komkujî pêk anîne. Wek komkujiya Helebçe û komkujiya Qamişlo û hwd. Dîsa ji milê berxwedanê de jî heyveke pir pîroz e. Di vê mehê de bi pêşengtiya gelê Kurd li dijî Dehaqê xwînmij berxwedanek dîrokî pêk hatiye û gel bi ser ketine. Ev berxwedana gelê Kurd a li dijî zaliman îro jî dewma dike.
Em bi gelê xwe heya dawî baweri n ku wê bi ruhê Newrozê îsal ser şopa Rêber Apo û şehîdên şoreşê bimeşin û serkeftinê mîsoger bikin.
Di şertên herî zor yên 12‘ê Îlonê de malbatên girtiyan li tekoşîna zarokên xwe xwedî derketin. Her wiha çi fedakarî hebû kirin. Girîng e îro jî malbatên girtiyên azadiyê xwe bidin pêş û pêşengtiya civakê bikin.
Di serdsala 21'ê de em bala xwe bidinê li Tirkiyê her hikûmeta hat ser desthilatiyê gelê Kurd înkar kir. Lê ti carî wekî serdema AKP’ê înkar û îmha pêşde neçû. Siyaseta Erdogan îro li heberî gelê Kurd dimeşîne dişibe siyaseta Îttîhat Terakî ya serdema Osmaniyan li dijî Abdulhemîd.
Di serdema Abdulhemîd de di nava civakê de aloziyek mezin heye. Di nava civakê de jî lêgera ji bo rizgarbûna ji vê rewşê heye. Îtihatçî vê rewşê baş dibînin û dinirxînin. Bi vî awayî hêvî didin civaka ku bêçare maye. Îtîhatçî ji bo bigehin armanca xwe vê rewşa civakê bi kar tînin û dibêjin ku Abdulhemîd here hûnê ji vê aloziyê rizgar bibin. Her wiha dibêjin Ermenî, Rum, Çerkez û gelên din wê weke birayan li vî welatî bi hev re bijîn. Bi vî awayî xwe rêxistin kirin û hatin ser desthilatiyê. Dema bûn desthilat jî hemû sozên dabûn civakê ji bîr kirin. Gava ku pêşî avêtin jî derxistina zagotina binavê cimaetê bû. Di bingehê vê de jî nîjadperestî û înkara gelan hebû. Ji xwe pêvajoya piştî wê jî komkujiya li dijî Ermenî, Rûm û gelên dine ku dîrokê nivîsiye.
Di navbera siyaseta Ataturk û Îtihatçiya de jî ferqek cidî tineye. Bê çawa di şerê cîhanê yê parvekirinê de Îngilîzan, Frensî, Îtalyan û Yewnanî ji her alî ve axa Tirkiyê dagir kiribûn, Ataturk jî weke Îtîhatçiyan ket tevgerê. Ji Anadoloyê Ataturk ket rê, çû Amasya, ji wir çû Erziromê. Piştre jî hat xwe li şêx û beglerên Amedê yên demê girt. Her wekî rêbaza Îtîhatçiyan wî jî gelek soz dan Kurdan ku ew ê alîkariya wan bike. Kurdan jî baweriya xwe pê anîn û tevlî şer bûn. Bi hezaran Kurd di wî şerî de hatin kuştin. Heta ku bi vî rengî Ataturk û hevalên wî xwe dan hev û Komara Tirk ragihandin û meclîs ava kirin. Ji xwe piştî îlankirina komara Tirk wan jî her wek Îtîhatçiyan sozên dane Kurdan înkar kirin û fermana Kurdan îlan kirin. Li pey hev li dijî Kurdan li Koçgirî, Dersim û li dijî Şêx Seîdê Pîran şer meşandin. Bi vî rengî li pey hev li dijî gelê Kurd komkujî pêk anîn. Yên kuştîn kuştin, yên mayî jî xistin ber çerxa asîmîlasyon û surgunê.
Lê bila Erdogan û hêvalbenên wî baş bi zanibin ew dema ku em tê de ne ew dema berê ye. Kurd êdî zû bi zû nayên xapandin. Ji ber ku serokekî wekî Abdullah Ocalan heye û li gorî felsefe û fikra wî Kurdan xwe rêxistin kirine. Bûne xwedî hêz û artêş. Li her aliyê cîhanê Kurd bûne xwedî rêxistin. Her wiha ji gelên bindest re jî bi vî rengî bûne hêvî.
Bila Erdogan baş bizane ku ew jî berî bibe desthilat gelek soz dan civakê û piştî bû desthilat her soza xwe înkar kir. Lê belê Rêber Ocalan dîsa ji bo çareseriyê bi caran şans da vê desthilatiyê. Lê wan di siyaseta înkarê de israr kirin. Lewma niha ev desthilatî li ser civakê bûye bela. Di her warî de civaka Tirkiyê xistiye nava kaos û krîzê. Di ware civakî, aborî û siyasî de her roja din ev alozî kûrtir dibe. Dîsa Erdogan siyaseta nîjadperst a li ser tirsa parçebûna Tirkiyê dimeşîne. Ber bi hilbijartinên herêmî ve em dibînin wiha dibêje; ‘Eger em di van hilbijartinan de winda bikin wê PKK Tirkiyê parçe bike. Lê milê din jî dibêjin vaye me PKK aniye ber xilasbûnê û tenê 700 kes mane, em ê wan jî biqedînin.’
Li aliyê din ji bo xwe ji vê rewşa xirab derxe bi gelemperî şerê psîkolojîk dide meşandin. Lê bila Erdogan û alîgirên wî baş bizanin ku îsal wê bibe dawiya desthilata wî. Ev hikûmet û tifaqa faşîst wê ji hev bikeve û her hesabê komkujiyên pêk anîne wê were xwestin. Ew wêjeya pêjeroja me dibin xeterê de ye jî êdî têra xilasbûna Erdogan û tifaqa wî ya faşîst nake.
Lê em baş dizanin yên di bin xetereyê de Erdogan û tifaqa wî ya faşîst e, ne ku Tirkiye ye. Ew dizanin dem hatiye wê hesabê zilm û zordestiya xwe bidin gelan.
Gelê Kurd ku bi ramanên Rêber Apo ji tinebûnê zindî bû, roj bi roj zêdetir ber bi azadiyê ve dimeşe. Ji bo pêşiya meşa me ya azadiyê bigirin tecrîda li ser Rêbertiyê kûr kirin. Weke ku dixwaze bi bendavan pêşiya herikîna ava Dîcle û Firatê bigire. Lê belê ev ne pêkane û wê pêk neyê jî. Ev tifaqa faşîst wê nikaribe pêşiya serkeftina ramanên Rêber Apo bigire.
Ji bo tecrîd bişkê, di pêşengiya heval Leyla de ber bi dawiya sala 2018‘an greva birçîbûnê dest pê kir û pêl bi pêl belav bû. Greva li girtîgeha Amedê dest pê kirî îro li seranserê cîhanê belav bûye. Bi vê berxwedanê ruhê şoreşê di nava civakê de careke din zindî bû. Li dijî siyaseta înkar û îmhayê hevalên me yên canbexş xwe kirin mertalên azadiyê her weke sûrên Amedê.
Weke meşaleyekê pêşiya me tevan ronî kirin. Bi tevlîbûna 14 hevalên li Strasbourg, Galler, girtîgeh, Almanya, Hollanda, Kanada û Başûrê Kurdistanê ev berxwedan xurtir bû. Berxwedan bi ruhê Newrozê li qadan jî hat pêşwazîkirin.
Em dizanin Erdogan û tifaqa wî ya faşîst li ser tinekirina gelê Kurd siyasetê dimeşînin. Berê li Amedê gotibû pirsgirêka Kurd a mine. Lê îro bi rûyê xwe yê rast çi dibêje, dibêje li vî welatî ne Kurd û ne jî Kurdistan heye, em hemû yek miletin. Ziman û hebûna Kurdan û axa wan înkar dike.
Herhal Erdogan xwe weke mirîşka di xewna xwe de embara genim dibîne. Lê bila baş bizane ev tenê xewneke û ti car pêk naye. Nikare hebûna gelekê wiha înkar bike. Bila ji bîr nekin, ev gel hezaran sale heye û di hebe. Bila Erdoganê faşîst bizane ev gel wê bi girtin, kuştin û talanê ti carî şunde gav ne avêje. Weke Çîller, Agar û her hikûmeta çûyî, ew jî wê bi derdê têknebirina vî gelî biçe. Siyaseta Erdogan êdî rojane ye û pir tengav bûye. Ji ber ku tiştek bide civakê tineye, ji bilî ku civakê bixe aloziyên hîn kûrtir. Tenê di dest de nîjadperestî û bikaranîna ola Îslamê maye. Ev her du jî kirine amûr, lê êdî di cîhanê de jî ev yek pere nake û wateya xwe winda kirine.
Lewma em dibêjin bi kuştin, wêrankirina gund û bajarên Kurdan Kurd wê şunde gav neavêjin. Wê di pêşengiya Rêber Apo de roj bi roj meşa xwe ya azadiyê xurttir bikin.
Banga min ji bo her beşa civakê ye, lê bi tayet jî bang li oldar û bawermendan dikim. Divê em vê desthilata Erdogan a zalim û xwînxwar têk bibin, ev erka me ye.
Banga me dîsa li wan kesaye ku li dijî zilmê bêdeng dimînin, bêdengî erêkirina zilmê ye, hûn jî şirîkên zilmê ne. Lewma hûn dibin minafiq. Ketina vê rewşê li dîn û îmanê nayê û divê mirov xwe ji vê rewşê rizgar bike.
Beşek din jî heye ku di navberê de maye. Lingek xwe li ba dijmine, lingek xwe li nava civaka Kurd e. Divê ev kes jî xwe zelal bikin, li dijî zilm û bê exlaqiyê bibin alî. An jî weke narincokekê kengî wê bi serê xwe de biteqin ne diyar e.
Tekoşîna salan a Rêber Apo ji bo Kurdê azad, Kurdistana azad, jina azad an go civaka azad bû. Ji bo vê Rêbertiyê ked û tekoşînek bê hemba da. Rêbertiyê di nava şertên herî dijwar de jî ev xebata azadiyê bênavber meşand. Lewma Kurdê niha li ber xwe dide li dijî zilmê ew Kurdê Apoyî ye.
Weke min di serî de jî got, dijminê me ji bo têk neçe ser li şerê psîkolojîk dide. Lewma rojane di medya xwe de dibêje vaye me PKK qedand. Bi vî awayî şerek qirêj li ser civaka Tirk jî dimeşîne. Lê belê di Newrozê de bi sedhezaran kesî li meydanan rastî qêriyan. Gelê me hem bersiva polîtîkaya zilmê da, hem jî li dijî şerê taybet helwest nîşan da di Newrozê de. Ji ber wê divê dijminê me baş bizane ku ev Kurd ne Kurdê berê ye ku serî bitewîne. Ev gel gelê berxwedêr yê Rêber Apo ye û çi dibe bila bibe wê serî li ber dijmin netewîne û li ber xwe bide.
Belê îsal di Newrozê de me sînor derbas kirin û li çar aliyên Kurdistan û cîhanê bi ruhê berxwedanê me roja vejînê pîroz kir. Vê seknê peyamên giring dan dijminê me. Peyam eşkere ev bû; divê tu kes hesabên şaş li ser Kurdan neke, wê ew hesab li wan vegere.
Li aliyê din hilbijartinên herêmî yên 31‘ê Adarê hene ku hinek kes hîn jî wate pê nadin. Ev hilbijartin ji bo me pir girînge û divê em biguherînin pêngaveke serkeftî. Lewma divê em weke gel di vê hilbijartinê de bi ruhê Newrozê seferber bibin. Bi vî rengî em dikarin derbek mezin li faşîzma Erdogan bixin.
Dîsa dizanim hinek kes hene ku di mijara dengdanê de ne bi biryarin, an jî bê biryarin. Divê ev kes jî bi gelê xwe re rabin û rûnin. Gotinek me ya pêşiyan heye ku dibêje, her balinde bi refa xwe re difire. Divê ew jî bi gelê xwe re bin. Ez bi gotineke rehmetî Fîdel Kastro bi dawî dikim. Kastro dibêje dema dijmin pesnê te dide bizane pêre bêbextî heye. Ji ber wê bila ti kes neke xefka dijmin.