Ev bû Amaraya çendan?

Tu rehet razê, keça gewdebiçûk lê dilmezin a bi hêrs û azwerî ya Kobaniyê! Amarayên nuh ala azadiyê ya Amara û Gerîlayan dewr girtiye û bi biryar ber bi hedefê ve diçin!

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, ragihand ku Amara Tolhildan şehîd ketiye. Amara, 25’ê Cotmeha sala 2018’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye. Xwestiye ku kamp û hevrêyên xwe ji lehiyê biparêze lê ew bixwe ber lehiyê çûye!

Li ser ekrana TV’yê ji aliyekî pêşkêşvan, agahiyan dibêje, ji aliyê din ve jî wêneyên ku Amarayê bi hevrêyên xwe re kişandine dertên. Ne mimkûn e ku mirov ji wan dîmenên mişt jiyan bi bandor nebe. Bi rûyê bi ken ê Amara yê di wêneyan de nava dile mirov germ dibe.

Mirov gava li tiştên tên gotin û dîmenan dinihêre gotin bi ber mirov nakevin. Bi carekê pirsek a wiha tê hişê mirov: ‘’Ev bû Amaraya çendan gelo?’’

Di nav YJA-Star û PAJK’ê ji navê ‘Amara’ yê bêhtir nav nîn in. Dibe ku jixwe di nav Kurdan de wiha be. Amara, navê gundê mîmarê Şoreşa Azadiyê ya Jinan û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Bi kirina vî navî li xwe, dibe ku jinên şoreşger xwe bêhtir nêzî Rêber Apo dibînin.

Zoriyê didim hişê xwe, çend Amara tên ser zimanê min. Amara Batman hebû. Ew jî mîna Amara Tolhildan tim rû bi ken bû. Lê ji wê gir û xurttir bû. Ji dil û can tev li xebatên Hêzên Taybet bûbû. Di platforma dawiya dewreyê de gotibû: ‘’Ez ê biçim Bakur û şer bikim, ez ê êdî bibêjim çi.’’ Çû li Ameda dile Kurdistanê şer kir. Çapemeniyê, par got ku ew, şehîd ketiye.

Helbet gava mirov, li navê Amara dikole ne mimkûn e ku Nazlican û Amara yên xwişkên hev neyên bîra mirov. Yek jê Nazlican Amara, ya din Amara Nazlican bû. Amara Nazlican li Botanê şehîd ket. Nazlican Amara jî bi Ristem Cûdî û Çîçek Botanê re li Xakurkê şehîd ket. Pir xweş li bilûrê dixist û disitirî. Amara, bi jimartinê naqedin. Ne bi dehan lê belkî bi sedan in. Gava min nivîsî serê pêşîn ev hatin bîra min. We jî ku xwend Amara yên din rêz bi rêz bikin da ku lîste dirêj bibe.

Mirov, şehîdên Xakurkê yên 30’ê Îlonê bi bîr bîne, behsa Dr. Amarayê neke nabe. Ew jî wek du xwişk tev li têkoşîna azadiyê bûbûn. Dîlan li Erziromê, Dr. Amara, di êrîşa bi xedarî ya li Xakurkê de şehîd ket.

Amara Tolhildan, li Kobaniyê ji malbateke welatparêz çêbûye. Bi têkoşînê mezin bûye. Pêşîn xweha wê gihîştiye gerîlayan. Piştî gerîlatiya li Kurdistanê, bi destpêbûyîna Şoreşa Rojava re, ji bo şer kirina bi çeteyan re, çûye Kobaniyê. Pervîn Bozan li gel ku biçûk bûye ji xweha xwe bi bandor bûye û navê Amara li xwe kiriye û tev li xebatên ciwanan bûye. Bi şehîd bûyîna gerîla re daye ser rêya çiyayên azadiyê.

Rojekê, êvarê em li kampa Komalên Ciwan bi voleybolê dilîzin. Havîn e û hewa germ e. Me carek dît ku kûrye û jineke ciwan a bi cilên sivîl tê. Bi nêzbûyîna wê re me ferq kir ku dikene. Bi hatina bal kesên bi voleybolê dilîzin, kê dibîne dide ber dilê xwe. Em dibên qey her kesî nas dike û em ji yekî lê kêleka xwe dipirsin. Dibêje; ‘’Na, ew hêj nuh hatiye, lê tim wisa ye.’

Em hînê navê wê nebûn, wê ji me pirsa xweha xwe Gerîla kir. Çi pirs berhev kirine gidî! Li kû maye, rahiştiye kîjan çekê, çawa tevgeriyaye,  taybetiyên wê çi ne hwd. her tiştî dipirsiya. Diyar e ku dixwaze hîn bibe bê ka xweha wê çawa bandor li hevalên xwe kiriye. Gava bersivên bi erênî didin di dilê xwe de pê şanaz dibe.

A rast, Amara, tu car wek xwe nejiya. Wek xweha xwe Gerîla jiya. Gava rastê hevalek ku Gerîla nas bikira bihata, bi saetên jê dipirsî ku Gerîla yeke çawa bû dikir. Te digot qey hewil da ku hînê hemû taybetiyên Gerîlayê bibe û wisa bijî. Gava rastî tiştekî nuh ê di der heqê jiyan û têkoşîna Gerîlayê de bibûya, tavilê pirsa helwesta xweha xwe Gerîla ya di der barê mijarê de dikir da ku hîn bibe.

Bê guman xwişk pir girêdayê hev û din in. Lê girêdayî bûyîna bi xweha xwe Gerîla ya Amara kêm peyde dibe. Girêdayî bûyîna wê, ne bi awayê ku li ber şehadeta wê bikeve. Bileks, ji şehadet û bibîranîna bi rêzdarî ji aliyê hevalên wê ve bi xurûr dibû. Amara, dixwest ku bibe wek xweha xwe Gerîla û bêyî kêmasî cihê wê bigire. Te digot qey ne ji ber ku erka wê ye tev li têkoşînê bûye lê ji bo erka Gerîla bi cih bîne têv li têkoşînê bûbû. Nexwe, gava xwişktî û hevrêtî digihîjin hev encameke wiha jê çêdibe.

Em ê hêj çi bibêjin? Tevî ku bi fizîkî ne rehet û zeîf bû, Amara, hîç terka çiyayên azadiyê nekir. Tim keniya û di dema herî zor de jî moral da hevalên xwe. Sekin pê nediket, tim dixebitî da ku tiştekî hilberîne. Tu car gazinc ji zehmetî û nebûyînê nekir. Rêber Apo jî û xweha xwe Gerîla jî pir baş temsîl kir.

Bi tenê çûyîneke wiha bi Amarayê neket. Heqê wê ew bû ku bi dijmin re pev biçe û şehîd bikeve. Wê pir baş şer bikira. Lê dîsa jî ji bo parastina kampê û hevrêyên xwe, xwe fedakirina wê, wê têr û ser têr bi wate dike. Têr û tije jiya û bi wêrekî û fedakariyeke mezin şehîd ket.

Tu rehet razê, keça gewdebiçûk lê dilmezin a bi hêrs û azwerî ya Kobaniyê! Amarayên nuh, ala azadiyê ya Amara û Gerîlayan dewr girtiye û bi biryar ber bi hedefê ve diçin!

Em şehîd Amara Tolhildan û di şexsê wê de hemû şehîd Amarayan bi rêz û  hez bi bîr tînin!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka