Erdogan; DAÎŞ-Talîban, Huda-Par e

Bernameya HUDA PAR’ê zîhniyet û sîyaseta AKP'ê bi awayek zelal dide îfadekirin. Yên ku ji fikrên hovane yên HUDA PAR’ê li dijî jinan xeter dibînin, divê berê xwe bidin siyaset û pêkanînên Erdogan û AKP’ê ya li dijî jinan.

Hilbijartin di hawireke ku têgeha antîdemokratîk kêm dimîne, ango di şert û mercên faşîzmê de pêk hat. Ya rastî ji atmosfera hilbijartinê wêdetir her kêliya xwe bi berxwedan û têkoşînê derbas kir. Jin, gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê tevî zext, astengî û xespê jî îradeya xwe bir ser sindoqan û serketin bi dest xist. Ger em nikaribin bibêjin ku pêkhateyên siyasî yên demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk ji ber hîleyên hilbijartinê razîbûna gel bi tevahî derxistiye holê jî, îradeya ku tevî faşîzm û dîktatoriyê derketiye holê di ser her tiştî re ye. Gelê Kurdistanê, hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, bi nîşandana îradeya xwe ya li ser sindoqan hişt ku Tifaqa Ked û Azadiyê li Kurdistanê bibe hêza siyasî ya yekemîn û li Tirkiyeyê jî bibin hêza sêyemîn. Di nûnertiya guhertina demokratîk, çareseriya demokratîk û xeta azadiyê de li Tirkiyeyê tekane alternatîf e. Ne tenê bi dijberiya desthilatdariyê, bi pêşengiya têkoşîna demokrasiyê re ruhê berxwedanê ava dike, îradeya têkoşînê, hêviya Kurd, Tirk, Ermenî, Elewî, Êzidî, Sunî, jin, ciwan, mêr û hemû pêkhateyan pêk tîne. Ango bi avakirina paşeroja her ferdekî ku civaka Tirkiye û Kurdistanê li ser esasê azadiyê pêk tîne demokrasiya radîkal bi rêxistin dike. Helwesta gelê Kurdistanê ya li dijî pergala kedxwarî, talanker, qirker û faşîst a AKP-MHP’ê diyar e. Tifaqa Ked û Azadiyê ku tenê bi armanca serketina hilbijartinan derneket holê, wê bi erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî ya li pêşberî jin, ciwan û gelên Tirkiye û Kurdistanê, rola xwe ya dîrokî ya ji bo têk birina dîktatoriya Erdogan di hilbijartinên 28'ê Gulanê de bi cih bîne û mohra xwe li dîroka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bixe.

Niha dora gelên Tirkiyeyê ye!

Eşkere ye ku pêwîst e beriya hilbijartinê bi demeke kêm bal were kişandin ser hin têgihiştinên şaş. Ji ber ku hilbijartinên parlementoyê yên ku partî bi lîsteyên serbixwe yan jî bi lîsteyên tifaqî ketin qediyan, divê her kesê ku di hilbijartinên serokkomariyê de li dijî Erdogan be û serkeftinê esas bigire. Çewtiyeke mezin e ku CHP’ê jî ew e ku mîna hilbijartina wekîlekî, xebatên hilbijartina serokkomariyê bi rêxistina xwe plan dike. Kiliçdaroglu êdî tenê wek namzetê CHP’ê, Tifaqa Milletê nakeve hilbijartinê. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de weke namzetê gelê ku ji tevahiya Kurdistanê dengên nîvê Tirkiyeyê stendine, têdikoşe. Diyardeyeke ku ji rastiya Tifaqa Milletê û CHP’ê derbas bûye heye. Di vê rewşê de divê CHP’ê bi nûnertiya siyasî ya rêxistinkirî ya her kesê ku di 14’ê Gulanê de dengê xwe daye Kiliçdaroglû dest bi xebatê bike. Divê rêveberên CHP'ê nêzîkatiya xwe ya teng derbas bikin. Partiyên biçûk ên di nav Tifaqa Millet de piştî ku çend parlementerî bi dest xistin êdî vekişiyan quncikên xwe lê Akşener a ku ji destpêkê ve xeydok bû û her tişt protesto dikir, vê helwesta xwe didomîne. Erka tevahiya civaka Tirkiyeyê ye ku di hilbijartinên Serokkomariyê de dîktatoriya Erdogan a ku di derew, dizî, heramiyê de sînoran nas nake têk bibe.

Li aliyê din, yên ku ji bo tirkperestî, neteweperestî û welatparêziyê mirovan dixin pêşbirkê, xema wan ne Tirkiye ne û ne jî gel in. Di vê zîhniyetê de ji bilî bûyîna objeya herî sade, objeya zayendî, cihê jinê nîne. Derdê wan tenê dijminatiya kurdan, hêz, berjewendî û kursiyan e. Tu eleqeya wan bi rastiya Tirkiyeyê ya ku ber bi hilweşandinê ve diçe û gelên di nava xizaniyê de mane, ji mafên xwe yên mirovî û azadiyê bêpar in, mehkûmê bêrûmetî û bê îradeyê hatine hiştin, nîne.

Aliyên ku difikirin Oganê ku ji nişka ve ket rojeva siyasî ya Tirkiyeyê û Tirkiyeyê rizgar bike dikevin nava xwe xapandineke mezin. Digel ku piraniya civakê li dijî neteweperestiyê ye, ji bo bidestxistina dengdêrên Ogan bi civakîkirina neteweperestiyê xeletiya herî mezin e. Sînan Ogan weke tercîheke bi zanabûn bi hîle û propagandaya dijwar a medyayê anîn rewşek ku wek aktorê diyarker ê tûrê duyemîn bidin nîşandan. Di pêvajoya hilbijartinên serokkomariyê de gava bandora siyasî ya gelê Kurd li ber çavan bê girtin, hewldana bi Ogan re temamkirina maratonê dibe bend. Ferzkirina netewperestiyê weke yekene vebijark li ser civakek ku tî ya demokrasiyê ye, ketina xefika desthilatdariyê ye.

Ogan ê ku ji nişka ve di nava hal û hewaya xwe de ye, bi propagandaya ku Tirkiye wê çarenûsa xwe diyar bike, bi rojan nîqaş dike ka ew ê Kiliçdaroglu an jî Erdogan tercîh bike. Ger çarenûsa Tirkiyê bi Erdogan re baş bûya, wê demê mirov ma wê nedipirsin çima Ogan wek namzetê serokkomariyê hate danîn? Yên serdema dîktatorê Erdogan naxwazin, xwe dikin namzet. Yanî xwe wek namzedekî alternatîf nîşanî raya giştî ya xwedî gotin, muxalefet û têkoşîna li dijî desthilatdariyê dide. Oganê ku Tirkiye ne di xema wî de ye, li gel Kiliçdaroglû û Erdogan bazariya desthilatdariyê dike û ev yek tê wateya kedxwarî û keysperestiyê. Ji ber ku her kes dizane zihniyeta îdealîst çi ye, ne hewceyî nirxandinê ye. Lê yên ku bi çoyê îdealîst xeyal dikin ku demokrasiyê pêk bînin, divê demildest ji vê xapandinê xwe derînin berî ku bikevin îsbata netewperestiya zêde, dilê xwe bi dilê gel bikin yek û ji bo ji vê tarîtiyê derkeve armanc diyar bike.

Erdoganê ku bi bikaranîna olê gel îstîsmar dike, talan dike, hemû dewlemendiyên Tirkiyeyê pêşkêşî welatên derve dike, gel ji hilberîna çandiniyê qut dike, birçî dihêle û muhtacê xwe dike, bi propagandaya “terorîzm û parastina welat” hemû guneh û sûcên xwe vedişêre. Ew gunehê gelên Tirkiyeyê rakiriye. Kesên serî li ber Erdogan datînin, ji bo berjewendiyên xwe xizmetê jê re dikin, bêkesayetbûnê dipejrînin û li hember vê zilma li ser gel bêdeng dimînin, gunehek mezin dikin. Êdî dem hatiye ku gelê Tirkiyeyê ji vê gunehê paqij bibe! Dem dema edalet pêk anîn û hesab ji şebekeya sûc xwestin e!

Dîktatoriya hovane ya Erdogan ku her çalakiya wî sûc e, bêexlaqiya civakî û siyasî digihîne asta herî jor, ger şerm neke wê destavêtina zarokan û sûcên li dijî mirovahiyê di civakê de rewa bike, mehkûmî hilweşandinê ye. Erdogan, zîhniyeta Talîban û DAÎŞ’ê bi xwe ye. Em dizanin ku HUDA-PAR tenê bi hinceta zêdekirina rêjeya dengan di nava Tifaqa Cumhur de cih negirt. Ji ber ku rêjeya dengan a derketiye diyar e. Ji lîsteyên AKP'ê qatil, dijminê jinan, tecawizkar, îstîsmarkarên olî, diz û kedxwarî anîn meclîsê. Hin rojnamevanên mêr ên ku di medyaya Tirk de ji xwe re navek çêkirine û li Tirkiyê pir heyranê hişê xwe ne, dibêjin bi derxistina 4 wekîlên HUDA PAR’ê tiştek nabe, xeter nîne. Fikrek wiha diparêzin. Hewldana zîhniyeta pergala serdest a mêr e ku bi çend peyvan jinê û civakê bixapîne û bike xew e. Pirsgirêka azadiya jinê û azadiya civakî bi zîhniyet û psîkolojiya zayendperest nayê fêmkirin. Cuda dîtina zîhniyeta Erdogan ji rejîma molla, Talîban û HUDA PAR’ê xwe xapandin e. Înkarkirina rastiyê ye. Ger bi nezanî dikin, divê şiyar bibin. Ger ji bo teseliya jin û civakê bê kirin, bi HUDA PAR’ê re dibin şirîkê esasî.

Jin wê di bin banê meclîsê de li kêleka qatil û tecawizkaran rûnenên, wê têbikoşin. Wê têkoşîna civakî li her derê belav bikin û bi bandortir bimeşînin. Bernameya HUDA PAR’ê zîhniyet û sîyaseta AKP'ê bi awayek zelal dide îfadekirin. Yên ku ji fikrên hovane yên HUDA PAR’ê li dijî jinan xeter dibînin, divê berê xwe bidin siyaset û pêkanînên Erdogan û AKP’ê ya li dijî jinan.

Di serdema AKP'ê de bi rêya cemaet, saziyên perwerdehiyan, saziyên olî, çandî û hwd, hewl hate dayîn ku fikrên HUDA PAR’ê bi jiyanî bikin. Erdogan di tevahiya dema desthilatdariya xwe de bi hedefgirtina jinan êrîşî nirxên bingehîn û rûmeta civakê kiriye. Ger Erdogan careke din bi ser bikeve, serdema ku li benda Tirkiyeyê ye, wê serdema Talîban a nerm, DAÎŞ’ê be. Jin wê li ser navê xwe di xebatên xwe de seferber bibin, Erdoganê ku nûnertiya xeta Talîban-DAÎŞ-HUDA PAR û faşîzma kesk dike, ji kokê ve di 28’ê Gulanê de di sindoqan de defin bikin. Jin û ciwan yekane hêza ku bi paşeroja xwe ya demokratîk û azad a Kurdistan û Tirkiyeyê re diyar bike ne. Jin wê di hilbijartina dîrokî ya 28’ê Gulanê de li dijî zilamê zayendperest Erdogan ê ku di asta faşîzmê de zayendperestiyê dike têk bibin.