Dagirkeriya desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî di rojeva cîhanê de ye. Hem li herêmê hem jî li cîhanê dema dagirkeriya wan an jî dema derketina ji deverên dagirkirî ji wan tê pirsîn, yekser vê bersivê didin: Em hatin vexwendin!
VEXWENDINA JI BO QIRKIRINÊ!
Li pêşberî dagirkeriya mêtingeriya Tirk a li Idlib û Lîbyayê, li pêşberî mezinkirina şer ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê, pirsgirêkên derdikevin pêşiya civakên herêmê û komkujiyan, gotina ku dîktatorî dibêje ev e. Hatiye vexwendin û hatiye. Bêguman di pêkanînê de jî tînin ser vê gotinê: Em hatin vexwendin, lê belê beriya ku em talan bikin, serwer bibin û qir bikin em ê dernekevin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ev mûtabaqat û bazariya bi navê 'civîna bilind' tên kirin, li Rojhilata Navîn dibin sedema hilweşînin mezin û li berjewendiyên dewletên sedest tên.
Di nava herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin de hin herêmên Başûrê Kurdistanê jî hene. Li van herêman hêzên PKK û HPG'ê hene ku li dijî wan şer dikin. Tevî vê yekê, di serî de PDK ti hêzeke Başûrî û Iraqê li ber dagirkeriyê ranabin. Ev rewş mirovan dixe nava fikaran ku ji bo dagirkirina herêmê Erdogan hatiye vexwendin an na!
Lîbyayek heye ku dibêje, "Heta ku Tirkiye leşker û çeteyên xwe venekişîne agirbest nîne." Helwesta Tirkiyeyê jî ew e ku pirsgirêkan biafirîne, sîstema xwe ya dagirkerî û talanê mayinde bike, herêmê bixe nava kaosê û ji vê kaosê jî desthilatdariya xwe ya faşîst bidomîne. Heman helwestê ji bo Idlibê jî nîşan dide. Gotinên ku giraniyê didin se fobiya penaberan, nîşaneya sîstemî ya pejirandina faşîzma Tirk a li welatên Ewropayê ye. Bi gotinên li ser penaberan derewan dikin ku piştgiriya welat-raya giştî ya bi şerê faşîst ê dagirker bide qebûlkirin. Bi rêya vê yekê mirovên Ewropî jî piştgirî û pere ji bo qirkirin, şer didin.
Çeteyên dewleta Tirk li Rojava bi taybetî li Efrînê kiryarên xwe yên li dijî mirovahiyê didomînin. Banga ku ji bo Idlibê hate kirin ji bo Efrînê nehate kirin, ku ev yek jî careke din nîşan dide ku afirînerên pirsgirêka Kurd welatên Ewropayê ye. Jehra ku Merkel li Elmanyayê qalê kir, beriya her tiştî di nava dewletê de ye. Faşîzm, dagirkerî û nîjadperestî ku bi gotina jehrê tên pênasekirin, piştgiriya Elmanya ya ji bo faşîzma Tirk radixe pêş çavan.
Ya ku dewleta Tirk li Rojava dike sûcên li dijî mirovahiyê ye. Kuştina mirovan, qirkirin, komkujî, çikandina çavkaniyên aboriyê, desteserkirina berhemên çandiniyê, qutkirin û şewitandina daran, çikandina çavkaniyên jiyanê, talankirina mal û milkan, revandina jinan, destavêtin, revandina mirovan û xwestina fîdye... Ev sûcên li dijî mirovahiyê ku bi jimartinê naqede, divê yek bi yek li dadgeha mirovahiyê ya cîhanê derkeve holê. Dewleta Tirk heman sûcan niha li Girgê Spî û Serêkaniyê jî dike.
LI TIRKIYÊ PERGAL JI SERÎ HETA BINÎ RIZIYAYÎ YE
Li Tirkiyê li ser navê pergal, siyaset, demokrasiyê her çi hebe riziyayî ye. Îro heke ramanên tije û dagirtî dernakevin holê ev ji ber berbelavbûna vê rizîbûnê ye, ji aliyekî ve vê faşîzmê vedibêje. Her çendî bibêje ku ew muxalefet e jî, bi hêrsa ku nikarbe bibe desthilatdar, CHP ya ku dibe gopalê destê AKP'ê, li şûna ku li dijî vê dagirkeriyê, mêtingeriyê, dij mirovahiyê derkeve, li şûna ku bibêje, ''Çi karê dibistanê Tirk li Efrînê ehye, çi îşê şûbeya PTT'ê heye'', dibêje, ''Zeyta ku ji Efrînê anîbûn, bi çi qasî hatye firotin''. Ev tam rizîbûn e, derketina ji mirovbûnê ye û heqerata li mirovbûnê ye. Di rewşeke wiha de ku Efrîn hatiye dagirkirin, CHP ya ku ji xwe re dibêje, muxalîf e, dibêje, ''zey bi çi qasî hate firotin?''. Û ji ber ku zeyta bi bihayê milyon dolaran ji Efrînê hatiye dizîn û beşek jê li Tirkiyê kirine piyaseyê, bihayê zeyta xwemalî kêm bûye, zirar gihaye kesên ku hildiberînin. Baş e, li Efrînê çi bi serê kesên hildiberînin hat? Ên ku hildiberînin, dest li ser berên wan hatine danîn, hatine kuştin û dest li ser mal û milkê wan hate danîn, zeytûnên wan dhatine dizîn û darên wan ên zeytûnan hatine birîn û şewitandin..Ev mînak nîşan dide ku ti niyeta CHP'ê nîne ku muxalefetê bike, hem hevkariyê bi qirkirinê re dike û hem jî dixwaze bibe hevkarê xenîmetê.
Ji ber hindê mîna faşîzma AKP-MHP'ê xwe dispêrê CHP'ê û pergala navxwe ya qeyûm, pergala talanê bi cih tîne. Tê xwestin ku ev pergal bi zêrevanan were berbelavkirin û kûrkirin. Faşîzma AKP-MHP'ê tişta ku li Rojava bi destê çeteyan dike, dixwaze li Bakur bi qeyûman bike. Hemû kirinên qeyûman bi şêwaza çeteyan e, siyaseta talanê ye. Pergala qeyûm, pergaleke çavbirçî ye, ku di her bobelatê de destê xwe davêje bêrîka mirovan. Çendî bi ser rengê AKP'ê û Malbata Erdogan ve diçe ne wiha!
WÊ WEKE WAN ÊN KU XIZMET JI HÎTLER RE KIRINE FIHÊT BIKIN
Efrîn kûder e, di nexşeyê de li kûderê ye? Tirkiye li wir çi dike? Cerablûs, Ezaz, Mare, Bab li kûderê ne, di nav sînorên kîjan dewletê d ne? Di serî de ekîba CNN Turk ku li bakurê Kurdistanê naçe gelek navendan û çapemeniya desthilatdariyê, li van bjaran mîna ku li Enqerê bigerin tevdigerin, lê difikirin bê ka bi ev qas derewan wê çilo bijîn, xeyala wê dikin ku siberojê AKP hilweşiya, wê xwe bispêrin çi..Lê nafikirin şerma ku gelê demokrat ê Elman ku ji Hîtler dikin, gelê Tirkiyê jî siberojê wê ji Kurdan bikin. Ji ber xwe Elman jî dema ku li gorî fermanên Hîtler diçûn, lê nefikirîbûn ku siberojê wê şerm bikin.
Çi îşê pergala mêtinger a Tirk li van bajaran heye? Çima şûbeyên PTTt'ê yên TC'ê li van deran hene? Çima dibistanên Tirk vedikin? Tenê xaleke hevpar a bersiva van pirsan heye. Bi paşmêriya faşîzma AKP-MHP'ê, bi desteka hêzên navnetewî, tê xwestin ku herêma derî mirov were avakirin. Tê xwestin ku li vê derê têkoşîna azadiyê were fetisandin û li gel pêkhateyên çeteyî yên herêmê, tim gefan bixwin û kontrol bikin. Tê xwestin jehra xwe di hemû devera ku Kurd lê dijîn û Rojhilata Navîn bigerînin.
TEKANE HÊZA KU LI DIJ DIKARE BISEKINE
Li Tirkiyê ku rewşa CHP'ê wiha ye, HDP'ê bi kongreya xwe nîşan da ku tekane hêza ku dikare li dijî desthilata AKP-MHP'ê bisekine ew e. Îdîa, rihê li kongreyê, tevlêbûna bi xilbeyî, tevlêbûna ji Rojhilata Navîn û hemû cîhanê, ên ku hêviya konfederalîzma demokratîk a cîhanê vedibêjin tam jî ev e. Li gel hemû êrîş û girtinên beriya kongreyê jî, çalakitiya ku nîşan dayî xurt bû. Diyarkirinên hemû pirsgirêkan a bi têkilîdanîna bi tecrîda Imraliyê re, ya ku li wir hatî ser zimên dengê mirovahiya cîhanê bû. Mîsoger e ku HDP bi heman çalakitiyê bidome wê di demokratîkbûna Tirkiyê de bi rista pêşeng rabe. Mîsoger e ku hevserokên nû jî wê çalakitiyeke mînak a siyasî nîşan bidin, bikevin dilê gel û bi vê çaroweyê bixebitin û ji vê zêdetir heq bikin.