Eger siyaset bi ser nekeve wê şer çêbibe

Divê neyê hêvîkirin ku Tayyîp Erdogan bikeve hilbijartineke ku têk biçe. Ji ber vê sedemê siberoja hilbijartina Tirkiyeyê ya ku tê gotin dê pêk were, ne diyar e. Beriya her tiştî pêwîst e ev siberoj were ewlekirin.

Formul gelek hêsan û zelal e; ger siyaset bi ser nekeve wê şer çêbibe. Ger ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nikaribe siyasetê bike, rê li ber siyasetê were girtin, wê demê jî wê PKK û gelê Kurd jî şer bikin. Rêber Abdullah Ocalan xwedî hêza pêşxistina siyaseta Kurd û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e. Divê tu kes ji kesekî din li hêviya erk û hêza navborî nebe û di vê mijarê de xelet hesab neke. Dîsa bila kes nefikire ku bi xwe spartina Barzanîyên ku hevkarîya wan derketiye bazarê, dikarin li ser siyaseta Kurd serdest bin. Jixwe dema wê jî gelek derbas bûye. Êdî dem ji bo Kurdbûna Azad û ji bo vîna azad a Kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê ve diçe.

Bi rastî jî di dawiya sala 2009’an de rê nedan Rêber Abdullah Ocalan siyasetê bike. Darbeya 17’ê Mijdarê li Îmraliyê pêk hat, li dijî siyaseta demokratîk êrîşên qirkirinê hatin pêşxistin, şaredarên Kurd ên hilbijartî hatin girtin, Partiya Civaka Demokratîk hate girtin; di bingehê de şer ji Hezîrana 2010’an û vir ve geş bû. Ji ber nekarîn PKK’ê û gelê Kurd îmha bikin, ziyana herî mezin Tirkiye û gelên Tirkiyeyê dît. Bêguman, di vê pêvajoyê de, baronên şer li ser qezencê zêde kir.

Dîsa ji 5’ê Nîsana 2015’an ve bi derfetên herî kêm jî nehiştin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan siyasetê bike. Li pêşiya siyaseta HDP’ê jî girtin. Di encamê de dîsa şer ket rojevê. Tayyip Erdogan û rêveberiya AKP’ê bi hilbijartina ji nû ve re ji bo ku hêza xwe ya desthilatdariyê careke bin bi zora şer bi dest bixin, êrîşa berfireh a di 24’ê Tîrmeha 2015’an de anîn rojevê. Şerê herî giran û dirêj ê dîroka Komara Tirkiyeyê heta îro didome.

Niha, di Hezîrana bê de, divê rêveberiya Tirkiyeyê bê nûkirin. Heta niha ji xeynî derbeyên leşkerî ev guhertinên di rêveberiyê de bi hilbijartinan hatine kirin. Heta niha her çendî fermî nebûye jî tê gotin ku ‘Wê hilbijartin çêbibe.’ Di rastiyê de roja 14’ê Gulanê wekî roja hilbijartinê tê binavkirin. Partî û Îtîlafên heyî li gorî wê lez didin xebatên xwe. Siyaseta Tirkiyeyê dixuye ku dest bi tevgerek germ dike.

Bêguman formula ku me di serî de behs kir ji bo rewşa îroyîn jî derbasdar e. Eger hilbijartineke rasteqîn pêk were û siyaset li ser vê bingehê rê ve biçe, çiqasî xweş e! Wê demê pêwîstî bi şer namîne û pirsgirêk bi hêz û rêbazên siyasetê çareser dibin. Lê ger siyaset bi vî rengî neyê kirin, her tişt bixin nava lîstik û xapandinê û siyaset tenê di axaftinê de be, wê demê şer berfirehtir û tundtir dibe. Şerê ku heta niha li Kurdistanê bû, vê carê li tevahiya Tirkiyeyê belav dibe û Tirkiye dibe qada şerê navxweyî yê ku di van demên dawî de nedîtiye. Em vê yekê bi qestî nabêjin, berovajî vê yekê ji ber ferzkirina rewşa siyasî û leşkerî û ji bo balê bikişînin ser metirsiyên mezintir em vê yekê dibêjin.

Ji ber vê yekê, berî her tiştî pêwîst e xebatên hilbijartinê bên meşandin, yanî şert û mercên pêkanîna hilbijartinê bê afirandin û garantîkirin. Lê her çiqas ev rastiya bingehîn be jî, xuya ye ku li Tirkiyeyê her kes dixwaze serkeftina hilbijartinê bi dest bixe. Ev baş e û mirov dikare bibêje ku ev rewş mafê her kesî ye. Lê divê pêşî zelal nebe bê ka hilbijartin dikare were kirin an na, bi rastî jî dibe ku hilbijartinek çêbibe yan na?

Helbet beriya her tiştî divê ev rewş bê ronîkirin û bi dawîkirin. Ji ber ku di vê mijarê de zelaliyek tune ye. Tevî ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê dibêje 'Hilbijartin wê çêbibe' jî ev axaftin hîna li ser ziman e û gelek bûyer berovajiyê wê ne. Belê, hinek hewldanên hilbijartinê yên AKP û MHP’ê tên dîtin. Jixwe gelek civîn û mitîngan li dar dixin. Ji her alî ve bi daxwaza pereyan hewl didin jiyana aborî ya li Tirkiyeyê bi leztir bikin. Bêguman ew ji bo xwe girîng dibînin ku di warê meşrûiyetê de hilbijartinan pêk bînin.

Li gel van hemûyan jî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê di hilbijartineke nû de serketina wan zehmet e, ne pêkan e ku di hilbijartineke demokratîk û adil de bi ser bikeve. Di vê astê de teşhîr bûne û hêza wan kêm bûye. Wekî din, ew vê yekê baş dizanin. Di vî warî de xuyaye ku wan hîn bi temamî biryara hilbijartinê nedaye. Gelek tiştên ku ew dikin, dema ku hewce bike astengî li pêşiya hilbijartinê çêdikin. Mînak, ew şer û pîşesaziya şer pêş dixin; ev propagandaya hilbijartinê ye û her wiha propagandaya betalkirina hilbijartinê ye di heman wextî de. Xwe amade dikin ku beriya hilbijartinê HDP’ê ku partiya sereke ya siyaseta Tirkiyeyê ye bigrin; Ev dikare bibe amadekariyek ji bo hilbijartinan û her weha amadekariyek ji bo çêkirina hawirdorek ji bo betalkirina hilbijartinan jî.

Ji aliyekî ve êrîş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tînin û her tim îhtîmala êrîşa bejahî zindî dihêlin. Bi kurtasî, ew her tim rewşa şer û amadekariya betalkirina hilbijartinê di dema hewcedariya wan de bi çêkirina şerekî tundtir digirin dest. Divê weke rewşeke biçûk û hêsan neyê dîtin. Ji aliyê din ve jî, eger ne wisa be jî, potansiyel û amadekariyên wan ên ji bo pêşxistina nakokiyên xwe yên navxweyî qet qels nînin. Mînak, bûyereke pir zêde tê nîqaşkirin li ser kuştina Serokê berê yê Ocaxên Nîjadperestan Sînan Ateş. Li ser esasê vê bûyerê diyar dibe ku ew di halekê de ne ku gava hewce bike bi lez û bez bûyerên bi vî rengî pêş bixin û li ser vê bingehê Tirkiyê têxin nav nakokiyeke navxweyî. Yanî carnan ger siyaset bi ser nekeve şer diqewime, carna jî ji bo siyaset neyê meşandin serî li şer didin. Di demên dawî de bi awayekî zelal tê dîtin ku xeta AKP-MHP’ê xeteke wiha ye.

Dubarekirina van xisûsan wê bi kêr be: Tayyîp Erdogan û tîfaqa AKP-MHP’ê welê bi hêsanî wê nebêjin ‘Em di hilbijartinan de têk çûn’ û desthilatdariyê teslîm bike. Lewma divê neyê hêvîkirin ku Tayyîp Erdogan bikeve hilbijartineke ku wê têk biçe. Ji ber vê yekê jî siberoja hilbijartina Tirkiyeyê ne diyar e. Divê destpêkê ev siberoj were ewlekirin. Ango pêwîst e rastiya mijara hilbijartinê rast were fêmkirin û ev pêvajo rast were bi rêvebirin. Ev jî herî zêde erka hêzên li derveyî tîfaqa AKP-MHP’ê, ango erka Tîfaqa Ked û Azadiyê û Tîfaqa Maseyaa Şeş e.

Lê tifaqên heyî li şûna ku vê rewşê binirxînin û li gorî pêwîstiyê tevbigerin, giraniyê didin ser serketina hilbijartinê. Bêguman ev rewş mafê wan e, di mercên asayî de mirov nikare jê re tiştekî bibêje. Lê niha şert û merc ne asayî ne, şert û mercên faşîzmê ye û ji asayîbûnê wêdetir e. Beriya serketina hilbijartinê, girîng e ku rêveberiya faşîst a AKP- MHP’ê bixin hilbijartineke ku wê têk biçe û hilbijartineke bi vî rengî were pêkanîn e. Ji bo vê yekê gelo ne pêwîst e destpêkê hemû hêzên ji bilî tifaqa AKP-MHP’ê di nava xwe de tifaq û peymaneke ku hilbijartinê bixin ewlehiyê bikin? Mînak Tifaqa Maseya Şeş û Tîfaqa Ked û Azadiyê beriya serxistina hilbijartinê ji bo ewlekirina şert û mercên hilbijartinê di navbera xwe de lihevkirinek bikin wê ne baştir û rasttir be? Heta di vê mijarê pêwîste hewl nedin piştgiriya hêzên derve bigirin?

Diyar e ku şert û merc ji asayîbûnê wedetir in û divê mirov bizane li gorî pêwîstiyên wê tevbigere. Helbet hem ewlekirina hilbijartinan hem jî serxistina hilbijartinan helwesta herî rast e. Di vê xalê de ya esas ew e ku faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin ku herî kêm li Tirkiyeyê pêşiya guhertina demokratîk vekin. Lewma divê hemû hêzên ku xwe anti-faşîst dibînin, li gorî pêwîstiyê vê tevbigerin û di vê xalê de erka ku dikeve ser milên wan bi cih bînin. An dîrok kesên ku xeletiyan dike efû nake.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka