Du sedsal in kîmyayê li Kurdan dibarînin!
Sedsala 20-21’ê ji bo gelê Kurd li ser erdnîgariya wan bû sedsala sirgûn, mêtingerî û qirkirinê.
Sedsala 20-21’ê ji bo gelê Kurd li ser erdnîgariya wan bû sedsala sirgûn, mêtingerî û qirkirinê.
Sedsala 20-21’ê ji bo gelê Kurd li ser erdnîgariya wan bû sedsala sirgûn, mêtingerî û qirkirinê.
Bi taybetî di sedsala 20’î de hêzên serdest û hegemon ên li ser tinebûna civakan hebûna xwe dane avakirin, bi navê demokrasî û azadiyê bi sedê salan in hebûna xwe li ser tinebûna mirovahiyê didomînin. Van hêzên bi navê azadî û demokrasiyê sazî dan avakirin û çêkirin ev çekên qedexe radestî dewletên dagirker Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê kirin.
Dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê xwest di vê sedsalê de bi temamî Kurdan qir bike, bi komkujiya Geliyê Zîlan a Tîrmeha 1930’ê li gorî agahiyên ne fermî bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Li dijî Elewiyan di navbera 19-26’ê Çileya 1978’an, her wiha darvekirina yek ji pêşengên Kurdan Şêx Seîd a 29’ê Hezîrana 1925’an, Seyîd Riza 15’ê Mijdara 1937’an, li Başûrê Başûrê Kurdistanê bi destê rejîma Baas Seddam Huseyîn li Helebçe 16’ê Adara 1988’an bi hezaran mirov bi kîmyayê hatin qetilkirin. Dîsa li Serdeş a Rojhilatê Kurdistanê 28’ê Hezîrana 1987’an rejîma Baasê ya Iraqê bombeyên kîmyayê li ser Serdeştê barand zêdetirî 100 kes hatin qetilkirin û 8 hezarî zêdetir jî birîndar bûn. Her wiha li Başûrê Kurdistanê li ser Barzaniyan jî sala 1983’an ji aliyê rejîma Baas ve ji Xaneqînê bigire heta Dihok û devera Barzan nêzî 8 hezar mirovên Barzaniyan hatin qetilkirin.
Sala 1920’an di serhildana Şêx Mehmûdê Berzencî ya li Silêmaniyê de Îngilîzan bi balafirên şer gaza kîmyawî bikar anîn û nêzî 5 ta 10 hezar Kurd hatin qetilkirin.
Dewleta Tirk a dagirker jî ji sala 1986’an û vir ve li dijî gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê çekên qedexe û gazên kîmyewî bikar tîne. Li gorî daneyên hatine parvekirin heta niha zêdetirî 2850 carî çekên qedexe û kîmyewî jî di nav de çekên taktîk nukler li ser qadên gerîla hatiye bikaranîn û di van êrîşan de jî bi sedan gerîla û sivîl şehîd bûne. Fermandariya Hêzên Bejahî ya Serfermandariyê ya Tirk gotibû ku ‘eger pêwîst bike gaza rondikbarînê û bombeyên dibin sedema verijînê’ û dîsa ‘gazê bi jehr berdin’ tunelan fermandabû leşkeran. Ev yek vekirî mikurhatina bikaranîna gaza kîmyewî ye.
Ji vê dîrokê û heta niha di pêvajoyên salên dirêj ên têkoşînê de dewleta Tirk çekên qedexe û kîmyewî li dijî gerîla bikar aniye. Herî zêde di vê sedsalê de taybet sala 2021-2022’an bi çavgirtin û piştgirîkirina hêzên navneteweyî û krîzên cîhanî re Tirkiye fersend dît, zêdetir li ser qadên Berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metînayê derketin pêş. Li gorî daxuyaniyên HPG’ê heta niha li gel bombeyên qedexe gazên jehrî 5 cûr gaza sinêrê, gaza mirovan difetisîne (Grenn Cross), gaza şewatek (Sulfur Mûstant), gaza mirov bê hiş dike, gaza îsotê tesbît kirine li gel çeka qedexe ya taktîk nuleer û Termoborîk.
Di dema êrîşên dagirkeriyê yên sala 2018’an a li ser Efrîn û dîsa Serêkaniyê û Girê Spî de jî dewleta Tirk li ser xelkê sivîl û şervanan barandin. Dîmanên qêrîn û hewara Mihemed hê zindî ne li ber çavê her kesê.
Ev hêzên ku çek û gazên kîmyewî berhem anîne, li gel wê ji bo neyên bikaranîn jî saziyên ku dema hatin bikaranîn lêkolîn bikin jî dane avakirin. Ji vana saziya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û saziyên naveneteweyî û peymana Lahey ku di navbera sala 1899-1907’an ku sûcên şer ên peymana navneteweyî binpê dike lêkolîn dike, hatine avakirin. Lê îro em dibînin ev hêz û alî ji ber berjewendiyên xwe yên qirêj, bikaranîna çekên qedexe bêdeng in. Ev aliyeke yên van hêzên serdest ên hevkarên dagirkerane.
Welatên ku peymana Lahey pêk anîne, bi xwe ew çek dane hêzên dagirker ên mîna Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye ku bi xwe li nava peymanê cih nagirin û li ser Kurdan bikar tîne.
Li aliyê din di mijara navxwe de hinek aliyên Kurdî ku taybet di sedsala 20’an de ji bo sûcên şer û dîsa bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî ya li ser Kurdan demên cuda, ji bo bigihînin qada navneteweyî ketin nava hewldanan û li her platformê dengê xwe bilind kirin. Niha li ber bikaranîna çekên kîmyewî ne tenê bêdengin, heta hevkar in û rê nayê dayîn ev herêmên çek tên bikaranîn bên lêkolînkirin jî.
Gelo ev saziyên qaşo ji bo lêpirsîn û lêkolînkirina van çekan hatine avakirin ewqasî bûne siyasî bêdeng in. Hevkar in? Yan dema mijar dibe Kurd hemû qanûn û pîvanên civakî navneteweyî Kurdan li xwe nagire. Ev sazî ma gelo ne ji li dijî bikaranîna van çekan hatine avakirin û salane bi milyonan pere lê tên mezaxtin ku tenê bêdeng bibin? Çav û guhê xwe lê bigirin. Ev tê wateya hevkarî û şirîktiyê. Eger heta niha kar nekin, wê demê tenê bûne bazirgan û li ser xwîna zarokên Kurd bazirganiyê dikin.
Di dîmenên herî dawî de ku li ser weşanên ajans û tv’yan de vekirî her tişt derket holê. Bê ka çi cûre çek hatine bikaranîn ku berê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan qala wê kiribû, ji aliyê her kesê ve hate dîtin. Ev hemû belgeyin ku fermî demildest sazî û dezgeh bikevin nava liv û tevgerê. Tevî ewqas belge û dîmenên derketîn jî hê bêdengî nayê famkirin.
Ev rewş wiha biçe ku di demê de cîhan bi krîzên xwe re mijûl e, ev dagirkerên li ser Kurdan wê zêdetir bi çekên qedexe û kîmyewî Kurdan qir bikin. Heta ne tenê Tirkiye wê dewletên din jî li ser Kurdan mîna berê çawa bikar anî niha jî bikar bîne.