Doktorê Mexmûrê: Krîzeke cidî ya tibî li herêmê heye

Dr. Mihemed Unver ê li Nexweşxaneya Mexmûrê kar dike got: "Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibî heye. Bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Eger ku rewşeke awarte rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin bibin bersiv."

Yek ji doktorên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Mihemed Unver kar dike, bal kişand ser astengî û kêmbûna derfetên di bin dorpêçê de û bi taybet aloziya dawî û bandora wê ya li ser nexweş û qada tenduristiyê.

Dr. Mihemed Unver diyar kir ku ev hewldana hate kirin ne hiqûqî ye ku derdorî wargeheke sivîl ku piranî jin, zarok, pîr nexweş in bê dorpêçkirin. 

‘BERÊ PDK NIHA JÎ IRAQ RÊ NADE PÊWÎSTIYÊN TENDURISTÎ DERBASÎ NAVA WARGEHÊ BIBIN’

Dr. Unver qala zorî û zehmetiyên li qada tenduristî heye kir û ev got: “Ji xwe ji ber dorpêça berê zehmetî dihatin kişandin, bi vê hewldanê re zêdetir bûn. Ev saleke ji aliyê Iraqê ve rê nayê dayîn ku derman û pêwîstiyên tibî derbasî nava wargehê bibin. Berî vê ji xwe ji aliyê PDK’ê ve ev nêzî sê sal in ku bi ti awayî rê nayê dayîna nexweşên me yên lezgîn jî. Bi vê hewldana Iraqê ku hefteyek li dû xwe dihêle, rewşa me ya tendurîstî xiste rewşeke awarte.”

‘TÎMÊN GEROK LI NAVA GEL DIGERIN JI BO PÊWÎSTIYÊN TENDURISTÎ YÊN LEZGÎN PÊK BÎNE’

Dr. Unver qala rewşa tenduristî ya gel a bi vê hewldanê re derket holê kir û wiha domand: “Gel li her çar aliyên wargehê li ser lingan e, em qada tenduristî jî tîmên gerok avakiriye û li nava gel digerin ji bo her rewşê amade bin. Ji ber rê nayê dayîn bi qasî pêwîst dermanên tibî bidest bixin, ji bo wê derfetên me bi her awayî sînor dar dimînin. Em bi derfetên pir kêm xizmeta vî gelî dikin. Di nava vê hefteyê de hem rewşa hewa pir germ bû, dîsa bahoz tozê rabû, dayik û kesên nexweşên kronîk hene li bin konan li ber xwe didin. Ev rewş nexweşiya wan zêdetir dike û bandorê li ser temamî tenduristî dike. Bi derfetên heyî hewl didin, bibin bersiv ji bo nexweşiyan. Dîsa birîndarek me di bûyerê de çêbû. Bi derfetên herî kêm mudaxeleya lezgîn a tibî li vir hate kirin, rê nehate dayîn bi ambûlansê bê rakirina nexweşxaneya derve, bi wesayîteke sivîl hate birin. Li gorî qanûnê nabe nexweşek lezgîn bi wesayîteke asayî bê rakirina nexweşxaneya derve. 

‘KRÎZEKE CIDÎ YA TIBÎ HEYE, BI QASÎ PÊWÎT DERFET DI DESTÊ ME DE NÎNE’

Li Mexmûrê krîzeke cidî ya tibê heye, bi qasî pêwîst ne derman û ne jî amûrên tibî hene. Eger ku rewşeke awartetir rû bide, ji ber ambargoya bi salan li ser me, em ê nikaribin bibin bersiv.” 

‘ÇAWA KU XELKÊ MEXMÛRÊ JI BO HER KESÊ DIKEVE TEVGERÊ, DIVÊ HER KES JÎ ÎRO JI BO MEXMÛR BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Doktor Mihemed Unver anî ziman ku erk û berpirsyarî dikeve ser milê her kesê, divê kes li ber vê dorpêç û ambargoyê nemîne bêdeng û got: “Divê mirov erkê xwe yê exlaqî, wijdanî, mirovî û netewî bicih bîne. Ji ber ku ev gel ji ber zilm û zordariyê li vir dijî. Ji bo hemû Kurdan li vir dijî. Ji bo wê nabe ku li ber vê bêdeng bin. Deyneke. Çawa ku li kûderê dibe, bûyerek bi serê gelê me bê, xelkê Mexmûrê bi hemû derfetê xwe dikeve tevgerê. Divê îro jî gelê Kurd xwedî li vê wargehê derkeve. Li kûderê bijîn, divê zexteke ya raya giştî ya cîhanî çêbike ku ev dorpêç û ambargo ser xelkê wargehê bê rakirin.”

‘SAZIYÊN TENDURISTÎ YÊN CÎHANÎ BI ERKA XWE YA LI BER PENABERAN RABIN’

Herî dawî Dr. Mihemed Unver ev bang kir: “Bang li Neteweyên Yekbûyî û taybet saziyên tenduristiyê yên Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî (WHO), Xaça Sor a Cîhanê, Doxtorên Sînornenas dikim ku erkê pêkanîna tenduristî li ser milê NY ye, li ser milê van saziyan e, lê ev erkê xwe bicih naînin. Divê bên vir lêkolîn bikin, alîkarî bikin. Pêwîstiyên wan lezgîn bi amûrên tibî hene. Pêwîtî bi alîkariyên mirovî hene. Li aliyê din berpirsyariya Iraqê jî heye li bermaberî vî gelî, divê hemû berpirsyariyên xwe bicih bîne. Ji ber ku li vê nexweşxaneyê xelkê navçeya Mexmûr û gundewarên wê tên li vir tedawî dibin.”