Divê Xelata Nobelê ji OPCW bê standin

Sala 2013'an ji OPCW re Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dayin. Vê yekê 'bavê şerê kîmyewî' Fritz Haber anî bîra mirovan ku sala 1918'an Xelata Kîmyayê ya Nobelê jê re hatibû dayin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ku di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de divê li pêşiya dewletan bibe asteng, ji ber ku li gorî berjewendiyên NATO û Yekîtiya Ewropayê tevdigere, dibe cihê fikaran. OPCW ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewletên ne endamên NATO'yê bi daneyeke gelekî biçûk jî yekser dikeve nava liv û tevgerê, heman helwestê ji bo hêzên din nîşan nade.

Mînaka herî şênber a vê yekê jî nêzîkatiya OPCW a li pêşberî wê îdîayê bû, ku dihate gotin ku Rûsyayê li ser Ûkraynayê çekên qedexekirî bi kar aniye. OPCW ji bo Rûsyayê li Laheyê mehkûm bike kete nava liv û tevgerê. Lê belê Kurd ji sala 2021'ê û vir ve bi israr hewl dide û dixwaze êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bêne lêkolîn, lê OPCW xwe nade ber vê yekê. Tevî ku li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser qadên gerîla gelek delîl hene jî OPCW xwe korr û kerr dike. Ev jî dibe sedem ku pirseke wiha bê kirin: Gelo OPCW Xelata Nobelê heq kiriye?

'JI SALA 1993'AN Û VIR VE NEKETE NAVA HEWLDANAN'

Bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, cara yekemîn di sala 1993'an de hate qeydkirin. Ji hingî ve timî kete rojevê. Lê belê rêxistineke navneteweyî ji bo lêkolînkirinê tiştek nekir. Yek ji van rêxistinan jî OPCW ye.

Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO'yê ye van saziyan kiryarên neqanûnî yên vê dewletê ji nedîtî ve hatin. Bi vî rengî li dijî mirovahiyê sûcekî mezin dikin. Kîmyager, hekîm û zanyarên ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bûn sedema mirina bi hezaran mirovî, di wê baweriyê de bûn ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên xwe re dikin. Piştî şer, kiryarên wan weke şerma mirovahiyê hate fêhmkirin. Em dibînin ku îro heman şerm di şexê Kurdan de li dijî mirovahiyê tê kirin. Di rewşeke bi vî rengî de ti hinceteke mafdar a wergirtina Xelata Nobelê nema ye.

FRITZ HABER JÎ XELATA NOBELÊ WERGIRTIBÛ

Prof. Fritz Haber bi vedîtinên xwe yên li qada kîmyayê hêjayî Xelata Zanistiyê ya Nobelê hatibû dîtin. Lê belê ji ber ku vî zilamê çavbirçî têr nekir, bi afirandina gazên bi jehr ên klor û yên din, her wiha pêşengî ji belavkirin û bikaranîna wan re kir. Bi vî rengî bû sedem ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Heman tişt îro ji bo OPCW û yên mîna wê derbas dibe. Dibe ku Fritz Xelata Nobelê radest nekir, lê belê qirkirina ku ew bû sedem ji aliyê mirovahiyê ve ti carî nehate efûkirin. Li hemberî kiryarên li dijî Kurdan îro bêdengiyeke mezin heye. OPCW tevî ku ji bo berjewendiyên hêzên aliyê xwe tevdigere jî diyar e ku ji niha ve dikare bikeve şûna Fritz.

Hevjîna Fritz Haber Clara Immerwahr jî kîmyagereke girîng bû ku li ser kîmyayê doktora kiribû. Lê belê dîrokê ew zêde nas nekir.

Clara Immerwahr bi xurtî li ber karên Haber ên li ser gazên bi jehr rabû. Lê belê ji ber şert û mercên wê demê Clara nekarî li pêşiya mirina bi hezaran mirovan a ji ber klora Haber bibe asteng. Clara ev rewş weke derketina ji mirovahiyê pênase kir, lewma jî li hewşa mala xwe dawî li jiyana xwe anî û di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de helwesta herî radîkal nîşan da û cihê xwe yê bi rûmet di dîrokê de girt. Dîrok her çend serberjêr bibe jî her tim mirovên bi rûmet jî rû didin ku li ber radibin. Clara dibe ku mînaka vê yekê ye ya ku herî kêm tê zanîn. Em careke din bipirsin; Gelo Haber an jî OPCW heq kirine ku Nobelê werbigirin?