Vîrusa coronayê li welatên ku pergala wan a xizmetguzariya tenduristiyê di asta cîhanî de pêşketiye jî pergala wan ji hev xist. Derket holê ku ti dewletên li cîhanê şewbeke wisa texmîn nekirine û ji ber wê jî tedbîr negirtine. Ji ber ku hişmendiya kapîtalîst tiştekî ku feydeya xwe di wê kêliyê de tê de tine be ji bo wê ti tiştekî nake. Helbet heke bi çavê zîhniyeta kapîtalîst mirov li dinyayê binêre wê maliyeta xwe giran be û wê ti tebdîr jî neyên girtin. Hat dîtin ku ev hişmendî ji bo mirovahiyê talûkeyeke çiqas mezin e.
Li ti beşên Kurdistanê hê jî pergaleke xurt a xizmetguzariya tenduristiyê tine ye. Ji ber ku li başûrê Kurdistanê jî hişmendiya kapîtalîst serwer e, li wê derê jî pergaleke xurt a tenduristiyê tineye. Ew bûtçeya ji bo çêkirina cihên danûstandinê û hin otelan hatiye veqetandin ji bo tenduristiyê nehatiye veqetandin.
Bi rastî jî tiştên hatine kirin pir kêm in û têrî nakin. Rojavayê Kurdistanê jî timî di şert û mercên şer de ye, di bin êrişan de wan her çend pergaleke demokratîk ava kiribe jî derfetên wan ên ku pergaleke baş a tenduristiyê ava bikin, nekemiliye. Li Bakurê Kurdistanê her çend li Amed û Wanê yek du nexweşxane hebin jî divê serdema qrîzê de derket holê ku ev têrê nakin. Jixwe li Rojhilat pergala tenduristiyê qet têr nake. Kurdistan tim ji aliyê dewletên serdest ve bi zanebûn hatiye paşguhkirin.
Vîrusa koronayê çawa ku li her dera dinyayê her tiştî dixe ber lêpirsînê helbet wê li çar beşên Kurdistanê jî gelek tiştan bixe ber lêpirsînê. Ne tenê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li Başûr û Rojava jî divê hin tişt werin lêpirsîn. Belkî kêmasiyên li Rojava heta radeyekê were fêmkirin. Heta xebata wan a di nava van şert û mercan de dikare were teqdîrkirin jî. Lê teqez lazim e ku rewşa li beşên din ên Kurdistanê were lêpirsîn. Bêguman wê lêpirsîna li Bakur û Rojhilat û lêpirsînkirina li Başûr ji hev cuda bin.
Di serî de em gelekî girîng dibînin ku em li rewşa Kurdên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bipirsin. Ji ber ku beşekî mezin ê Kurdan li bajarên mezin û metropolan dimînin. Li Tirkiyê ev vîrus destpêkê û herî zêde li Stenbolê belav bûye. Feqîr û hejarên Stenbolê û kesên ku herî kêm ji xizmetên tenduristiyê feydeyê dibînin Kurd in. Dewleta Tirk li Bakur bi çavê civakeke ku divê were qirrkirin û tunekirinê li Kurdan dinêre. Îcar li metropolan jî weke civakeke ku divê keda wan were mijîn, keda wan were xwarin li Kurdan dinêre. Di van salên dawî de her çend koçber û penaber weke hêza kar a erzan were dîtin û xebitandin jî li Tirkiyê hê jî Kurd ew kes in ku keda wan tê xwarin û dizîn.
Tedbîra herî girîng a li dijî vîrusê çêkirina testên zêde ye. Çawa ku li metropolan herî kêm Kurd tên testkirin ji bo Bakurê Kurdistanê jî hêj nû test hatine şandin. Ji ber vê sedemê nexweş nayên testkirin û nayên îzolekirin. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, talûkeya belavbûna vîrusê di nava Kurdan de zêde ye. Hin dîmen ji yek ji bajarên mezin ê Kurdistanê ji nexweşxaneyeke Rihayê hatin belavkirin. Di esasê xwe de her derên Kurdistanê di vî halî de ye. Tê gotin ku vîrus li Wanê belav bûye û tedbir jî nehatine girtin. Dewlet li şûna ku li Amed û Batmanê bi vîrusê re têbikoşe, şaredarî xesp kirin. Bi vî awayî gelê li van bajaran ji piştevaniya ku bi kêmanî be jî ji şaredariyan werdigirt jî mehrûm kir. Êdî wê derfetên şaredariyan jî pêşkêşî polês û alîgirên xwe bikin.
Di vê dema vîrusê de Kurdên li metropolan zêdetir ketine nav rewşeke zehmet. Dibêjin bila herkes li mala xwe bimîne lê Kurdên li metropolan ji mecbûrî diçin ser kar. Kurt û kurmancî Kurdan dît ku di vê dema vîrusê de jî di bin nîrê pergala mêtinger û qirrker de ne. Vîrus nabêje ev Tirk yan jî Kurd e, nabêje ev dewlemend yan jî feqîr e lê dîsa jî tê dîtin ku vîrus bi awayekî neyînî herî zêde tesîrê li Kurdan dike. Delîla herî berbiçav jî; li zindanan wan kesên ku bi sûcên xwe exlaqê civakî bin pê kirine tên berdan, lê girtiyên siyasî ku piraniya xwe Kurd in bi hestên dijminatiyê di zindanan de terkî mirinê tên kirin.
Li Rojhilat jî gelê ku herî kêm dikare ji pergala tenduristiyê sûdê bigre Kurd in. Belkî ji ber ku weke Tirkiyê piraniya wan li bajarên mezin rûnanin dibe ku hindiktir bandor li wan bûbe, lê Kurdên li Rojhilat jî ferq û meyla rayedaran zêdetir hîs dikin.
Li Başûr her çend bi derengî be jî biryara qedexekirina derketina derve belavbûna vîrusê kêm kir. Lê li Başûr jî divê polîtîkayên aborî û civakî werin lêpirsîn. Îmkanên aborî yên başûrê Kurdistanê yên ji bo kirîna kelûpelên fizûlî pêşkêşî dewleta Tirk hatiye kirin yan jî pêşkêşî hin derdorên ku bi dewleta Tirk re bazirganiyê dikin. Jixwe xelkê Başûrê Kurdistanê gelek caran bi gotina; îmkan ji aliyê hin kesan ve tên tunekirin û xwarin, serî hilda. Divê îmkan di serî de ji bo tenduristiyê ji bo hawirdor û aboriya hilberîner were avakirin. Divê Kurdistan bibe welatekî ku hilberînê dike.
Vîrusa koronayê girîngiya piştevaniya di navbera Kurdan de jî careke din derxist holê. Divê di hemû beşan de Kurd di nava piştevaniya hev de bin. Li dijî zextên kapîtalîzmê ku civakîbûn û piştevaniyê ji holê radike di hemû waran de lazim e civak bi rêxistinî û jiyana komunal a demokratîk bisekine. Divê li Rojava, Başûr, Şengal û Mexmûrê piştevanî xurt be. Divê wê ambargoya ku bi navtêdana dewleta Tirk danî ser Mexmûrê ku ev bi Kurdan jî nakeve tavilê were rakirin. Heke yekitiya Kurdan îro ne li pêş be wê kengî li pêş be! Yekitî jixwe ji bo rewşên zor lazim e.
Bi hêviya ku pandemiya koronayê bibe wesîleya xurtbûna yekitî û piştevaniya Kurdan…
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA