Divê giranî ji têkoşîna îdeolojîk re bê dayin

Rêveberiya Xweser li hemberî şerekî mezin ê îdeolojîk û psîkolojîk li ber xwe dide. Lewma divê têkoşîneke xurt a îdeolojîk bimeşîne. Di vê mijarê de kêmasiyên xwe hene. Karên leşkerî û siyasî têrê nakin.

Sûriye di halê hazir de di rewşeke xitimî de ye. Rêxistinên mîna DAÎŞ, El Nûsra, Îxwanî hene ku olê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tînin û di tundiyê de sînoran nas nakin. Piraniya van hatibin lawazkirin jî bi temamî ji holê nehatine rakirin û hîn ji rewşeke metirsîdar nehatine derxistin. Ji ber ku bi kêrî hin hêzan tên, piştgirî ji wan re têne dayin. Ji bo ev tevger ji nava civakê bêne derxistin divê dewlet û rêxistinên wan ên îstîxbaratî destê xwe ji wan vekişînin. Niha tê gotin ku li Idlibê ji El Nûsra re sîstemeke dewletê ava kirine. Idlib ji aliyê leşkerî ve di bin 'parastin'a dewleta Tirk de ye. Her wiha herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin DAÎŞ jî di nav de ji bo van rêxistin û şebekeyên sûc, mîna cihekî 'ewle' ye.

Li Sûriyeyê aliyekî din jî hebûna sîstema Baas e. Li gel dewleta Tirk û rêxistinên ku piştgiriya wan dike, sîstema Baas nekarî bê hilweşandin. Nekarîn ji Beşar Esad rizgar bibin. Bi piştgiriya Îran û Rûsyayê, rêveberiya Esad hate parastin. Ev jî bû sedem ku ji aliyê îdeolojîk ve neteweperestiya Ereb, hêza bi nêrîna dewletperestiya navendî bê parastin. Rêveberiya Şamê ji bo gel aso û qadeke cuda ya azadiyê pêşkêş nake. Mîna ku dewletperestiya navendî çarenûseke û alternatîfeke cuda nîne, nêzîk dibe. Yên li ber vê radibin jî bi ser wan ve diçe û dike hedef. Îran ku bi alîkariya hikumeta Sûriyeyê ve hatiye karên îdeolojîk bi bandor dimeşîne. Ne tenê piştgiriya leşkerî, aborî û dîplomatîk dide hikumetê. Di nava gel de hêz milîs bi rêxistin dike. Bi bikaranîna baweriya olî û kevneşopiya gel vê yekê dike. Bİ qasî ku jê tê feraseta Şîa bi cih dike. Bi bikaranîna xizaniya gel hewl dide bi navendê ve girê bide.

Dewleta Tirk jî ji bo karibe hebûna xwe li herêmên dagir kiriye mayinde bike, çanda xwe belav dike. Li dibistanan dersên bi Tirkî ferz dike, li ser bingeha neteweperestiyê hewl dide gel bi rê ve bibe. Bi taybetî li dijî Kurdan dijminatiyê belav dike. Her wiha li herêmên ku kontrol dike, derfetê dide ku hêzên mîna Îxwanî li ser bingeha olî karên îdeolojîk bimeşîne. Azadî û demokrasî, hurmeta li baweriyan û çandên cuda, mafê jiyanê bi temamî kiriye hedef. Mejiyan bi rastî jî bi jehrî dike.

Rûsya jî bi wê yekê ve meşgûl e ku serwerî û berjewendiyên xwe ewle bike. Peymanên xwe yên stratejîk bi rejîma Baas re ye. Pirsgirêka xwe hemû ji bo parastina sîstema heyî û parastina rêveberiyê ye. Lewma rola ku li Sûriyeyê pê radibe paşverû ye. Têkiliya xwe bi gel û azadiyê re nîne. Li hemberî vê yekê hebûna DYE û hêzên din jî dibêjin ku tenê bi şerê li dijî DAÎŞ'ê bi sînor kirine. Bi taybetî DYE û Îsraîl li şûna hilweşîna rejîmê, lawazbûna wê hîn bêhtir li berjewendiyên xwe dibînin. Ew jî xwedî li rêveberiya xweser û alternatîfa demokratîk dernakevin, piştgiriyê nadin. DYE û Ewropa hewl didin bi rê û rêbazekê dagirkeriya Tirkiyeyê ku endamekî NATO'yê ye tolere bikin. Ji bo alternatîfa demokratîk bi bandor nebe, piştgiriyê didin dagirkeriya rejîma Erdogan a faşîst. Rûsya jî di halê hazir de piştgiriyê dide rejîma Erdogan. Ji ber ku zane aliyê lawaz ê dewleta Tirk pirsgirêka Kurd e, ji bo berjewendiyên xwe vê yekê weke karteke bi bandor bi kar tîne.

LI SÛRIYEYÊ YEK JI QADÊN BINGEHÎN ÊN TÊKOŞÎNÊ, TÊKOŞÎNA ÎDEOLOJÎK E

Mîna ku ji vê vegotina kurt tê fêhmkirin, li Sûriyeyê yek ji qadên têkoşînê yên bingehîn qada îdeolojîk e. Ewqas hêz û berjewendiyên ji hev cuda, li Sûriyeyê di nava têkoşînekê de ne. Rêveberiya Şamê li gel zehmetiyên ku dît û bi zorê li ser piyan dimîne, ji aliyê têkoşîna îdeolojîk ve hîn bi avantaj e. Ji ber ku feraseta 'bêyî dewletê civak nabe, dewlet her tişt e' dixe mejiyê gel. Dibistan û organên çapemeniyê di destê wan de ne. Şensê jiyanê ji muxalefetê re nayê naskirin. Gel jî bi têrkerî ronî nebûye, nehatiye perwerdekirin. Yên ku xwe weke muxalefetê pênase dikin jî bi giranî ketine bin kontrola hêzên derve û bê bandor bûne. Bi esasî ol û neteweperestiyê jî bi rengê herî paşverû bi kar tînin.

Gelê Sûriyeyê bêrêxistin e. Beşeke girîng a muxalefeta demokratîk li derveyî welat e û bi bandor nîne. Tenê rêveberiya xweser dimîne ku karibe têkoşîna îdeolojîk bi rêxistin bike û gel perwerde bike. Li herêmên rêveberiya xweser gel bi rêxistin e. Tevgerên jin û ciwanana çalak in. Karekî xurt ê çapemeniyê heye. Gel dikare xwe li meclîsan, komunan bi rêxistin bike. Akademiyên demokratîk hatine avakirin. Çalakiyên girseyî têne lidarxistin. Karekî bi bandor ê îdeolojîk heye.

Tevî van hemûyan jî rêveberiya xweser li hemberî şerekî mezin ê îdeolojîk û psîkolojîk li ber xwe dide. ji bo ev herêm bêne hilweşandin û ji holê bêne rakirin, êrîşên pir alî dewam dikin. Lewma berpirsyariyên herêmên xweser mezin in. Divê têkoşîneke hîn bi bandor a îdeolojîk bê meşandin. Bi hêsanî dikare bê gotin ku di vê mijarê de kêmasî hene. Karên leşkerî û siyasî têrê nakin. Pêwîstî bi avakirina mejî û çandeke nû heye. Ne tenê li herêmên xweser, divê xîtabî tevahiya Sûriyeyê bike.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî