Divê Ewropa jî kêmasiyên xwe biqedîne û bi ser xwe ve bê

Divê xeletî û kêmasiyên li qada Ewropayê bên çareserkirin û sererastkirinên pêwîst bên kirin. Divê di cidiyet û dîsîplînê de pêşketin çêbibe û hemû nîşaneyên qutbûna ji gel bi kûrbûna di hêza wateyî de bên derbaskirin.

Kurdan bawerî û îradeya xwe nû kirin û bi îdîayek mezintir ketin sala 40’emîn a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an. Bi taybetî jî çalakiyên pêşwazîkirinê û pîrozbahiyên sala 40’emîn a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi heybet bûn. Bi vî rengî hemû gerîlayên HPG û YJA-Starê ji şervanan heta Fermandariya Biryargeha Navendî ketin sala 40’emîn. Qada bi navê Girê Cûdî veguherî yek ji girîngtirîn kelha berxwedanê ya dîrokê. Yek ji derbên herî giran û herî girîng ên dîrokê li keriyên faşîst ên Tayyîp Erdogan û Tifaqa Cûmhûr hate xistin ku DYE û PDK piştevaniyê jê re dikin. Propagandaya faşîst a bi rengê “Em dawî li wan tînin”, “Nikarin serê xwe jî rakin” hat tunekirin.

Diyar e ku wê di sala 40’emîn a pêngavê de performansa gerîla hîn zêdetir bibe. Gerîla xwedî li dersên dewlemend ên pratîka şerê mezin a 39 salan derket û li ser vê bingehê xwe di lêpirsîna rexnedayînê de derbas kir û nû kir. Gerîla wê di sala 40’emîn de destanên berxwedanê yên hîn mezintir binivîsîne. Wê dersa herî cidî ya dîrokê bide lîberalên biçûk-bûrjûwa ku dibêjin “Demê gerîla derbas bûye”. Ew ê burjûwaziya biçûk ku dema têkoşînê dirêj dibe û berdêl zêde dibin dikeve nava bêhêvîtiyê de, têk bibe. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin û li ser vî bingehî berxwedana sala 40’emîn a Gerîlayên Azadiya Kurdistanê her ji niha ve silav dikin.

Bêguman mîna her demê, niha jî gerîla pêşeng e. Nexasim di sala 40’an de ji destpêkirineke bi xwestek û baweriyeke mezintir re pêşengtiya kir. Lê ne tenê gerîla salvegera 39’emîn a Pêngava Şoreşa 15’ê Tebaxê bi merasîman pîroz kir. Li gel gerîlayan pîrozbahiyên li Rojava, Şengal û Mexmûrê jî bi heybet bûn. Li vir coşa mezin û sekna îradeyî ya hem hêzên parastinê û hem jî ya gel bi çavê tazî dihat dîtin. Bi hezaran kesên ku qadan tejî kirin, bi rengekî zelal nîşan dan ku di têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd de bi biryar in. Helwesta 20 jinên ciwan ên ku bi hilgirtina wêneyê sembola ciwanên Cizîrê Vejîn Jiyan tevlî gerîla bûn, her kes bandor kir û mînakek cidî afirand.

Helbet ev jî gelekî girîng in û di sala 40’emîn de hêviya û helwesta têkoşînê ya gelê Kurd a bi pêşengiya ciwanên Kurd, jinên ciwan, ciwan û jinan datîne holê. Diyar e ku di sala 40’emîn de wê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya ciwan û jinên Kurd, hemû Kurd û dostên wê ya li her qadê, hîn zêdetir pêş bikeve û serkeftinên nû bi dest bixe. Her çendî ku dijmin çiqas xurt û êrîşkar be û xiyanet çiqas nemerdane be, bi eşkere tê dîtin ku ev berxwedana gel a ku bi gerîla re bûye yek wê pêşketina xwe ya berdewam, bidomîne. Helbet em vê helwest û çalakiyan jî ji dil silav dikin û serkeftinê jê re dixwazin.

Her çiqas weke gerîla, ciwan û gel sekin û helwesta giştî ya Kurdan bi vî rengî be jî, diyar e ku her qadê sekin û helwesta Gerîlayên Azadiyê û gelê Rojava, Şengal û Mexmûrê bi têrkerî nîşan nedaye. Ewropa li qadên wiha, li pêş e. Li Ewropayê pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê bi atmosfera pîknîkê ya komên 30-40 kesî yên li parkan hema hema derbas bû. Gelek eşkere ye bi seyrana li parkan, pîrozbahiya Pêngava Gerîla ya Şoreşger a 15’ê Tebaxê, nabe. Bi taybetî li Ewropayê, ku bi deh hezaran bi gotina “Îro 15’ê Tebaxê ye, rojeke nû ye, li welatê Şêran, serhildan, serhildan, serhildan, tolhildana şoreşgerî” qad tejî kirine, qet nabe.

Em baş dizanin ku bandora Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxa 1984’an herî zêde di nava Kurdên Ewropayê de derketibû holê. Ji sala 1985’an û vir ve li Ewropayê pêşketina girseyî ya demokratîk ku em dikarin jê re bêjin ‘yekemîn tovika neteweya demokratîk’ pêk hat. Her Cejna 15’ê Tebaxê wê 2-3 mehan biba qada pîrozbahiyan. Bi taybetî di salên 1990’î de ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê bi deh hezaran qad tejî dikirin. Bi vî rengî gel wê hişyar biba, xwe bi rêxistin kiriba û daxwaza xwe ya azadiyê bigihandiba hemû cîhanê. Her kesê didît ku bi pêşengiya gerîla civakeke nû ya Kurd ji dayik dibû. Bi vî rengî hebûna Kurd a azad wê xwe nîşanî hemû cîhanê bikira. Eşkere ye ku bûyerên dawî yên li Ewropayê ku xwedî paşerojek e wiha ye, qet nayên qebûlkirin.

Gelek eşkere ye ku weke Tevger û gel em bîranîn û pîrozbahiyên bi vî rengî, ji bo hîn zêdetir pêşxistina zanebûn, îrade, bawerî û îdîaya xwe dikin. Yanî li ser bingehê lêpirsîna kûr a bûyerê û yan jî wê rojê, em dersan derdixin, xwe perwerde dikin û nû dikin. Em hewl didin xeta Apoyî ya azadî û têkoşînê rasttir fêm bikin û bi xurtî pêk bînin. Dema ku em di vê çarçoveyê de lê dinêrin, bi rehetî em dibînin ku komên 30-40 kesî yên li parkan govendê digerînin encameke wiha dernexistine, yanî Pêngava Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê negihiştiye wateya xwe ya kûr.

Îcar çima ev wisa dibe? Eşkere ye ku di pêşengiyê de kêmasî û xeletiyeke cidî heye. Yanî sedema vê rewşê ne girseyên welatparêz, jin û ciwanên Kurd e. Em baş dizanin ku li Ewropayê di nava ciwanên Kurd, jin û gelê Kurd de lewazbûna hişmendî, vîn û baweriyê tune ye. Di çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de em vê yekê bi zelalî dibînin. Dîsa, girseya welatparêzî biçûk nebûye. Berovajî vê yekê ji dawiya salên 1990’î û vir ve, ji ber pirbûna Kurdên ku ji çar parçeyên Kurdistanê ji ber sedemên cuda koçî Ewropayê kirine, rêjeya girseya welatparêz li gorî sala 1990’î herî kêm sê qat zêde bûye.

Ji ber vê yekê rewş tê fêm kirin. Ev tê wê wateyê ku ev girse nayê perwerdekirin, rêxistinkirin û naxin nava çalakiyan. Mîna roja 15’ê Tebaxê ‘Mîlada Kurd’ bi awayeke cidî û hestiyarî nêzîkatî nayê kirin. Ji aliyekî ve tê gotin 15'ê Tebaxê "Mîlada Kurd", tê gotin ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re dîroka Kurdan ji bingeh ve hatiye guhertin; lê li hember rojeke dîrokî ya wisa watedar, li gorî wateya wê nêzîkatî nabe. Bi destpêkirina têkoşîna gerîla ya ku her roj bi dayîna şehîdan em anîn vê rojê, li parkan pîknîk tên lidarxistin. Ne pêkan e ku helwest, têgihiştin û şêwazeke wiha bê qebûlkirin û rast bê dîtin.

Di rastiyê de xebatên Ewropayê ji encamên hilbijartinê yên 14 û 28'ê Gulanê jî berpirsyar bûn. Li Tirkiye û Kurdistanê ewqas civînên rexne û xwerexnekirinê hatin lidarxistin, hejandineke cidî çêbû ku her kes nû kir. Lê berpirsên li Ewropayê ev têra xwe nekir. Helbet encama vê jî pîrozbahiyên dawî yên 15’ê Tebaxê bû. Nexwe van bûyeran çi nîşanî me da? Pir eşkere ye ku li Ewropayê qutbûna ji gel, helwesta elît, şêwazê burokratîk, nêzîkatiyên ku gel perwerde nake û birêxistin nake, serdest e. Her wiha têgihiştin û nêzîkatiyên înkarker ên ku rabirdûyê paşverû dibînin, jiyana ferdên azad û komunên demokratîk ên di pêşengiya gerîla de pêş ketine red dikin, ferdperestî û perehebîna lîberalîzmê nû û rast dibînin û ji ber vê yekê, têgihiştin û nêzîkatiyên înkarker ên ku paradîgmaya modernîteya demokratîk di esasê xwe de qebûl nakin, hewl didin tevlîheviyê bixin nava me û derdora me. Pîvanên Şoreşa me ya Azadiyê ku coş, hêvî û îradeyê dide hemû mirovatiya bindest û bi taybetî jin û ciwanan û rêya azadiyê nîşan dide, ji aliyê hinekan ve paşverû tê dîtin.

Îcar divê çi bê kirin? Eşkere ye ku mîna li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hejandineke bi vî rengî ya rexnedayînê divê li qada Ewropayê jî were jiyîn. Divê xeletî û kêmasiyên heyî bi têgihiştin û şêwazek rast bi cidî bên çareserkirin û sererastkirinên pêwîst bên kirin. Divê di cidiyet û disîplînê de pêşketin çêbibe û hemû nîşaneyên qutbûna ji gel bi kûrbûna hêza wateyî ji holê rabin. Bi kurtasî, divê di têgihiştin û şêwazê de ji xeletî û xwe xapandinê dûr bikevin. Divê rastkirin û nûkirina pêwîst bi têgihiştin û şêwazek çêker û çareserker pêk were.

Eşkere ye ku ji bo vê yekê gelek ezmûn û hêz heye. Ya mayî dîsîplîn, hesasiyet û xebata rêxistinkirî ye ku wê hemû şoreşger û welatparêz nîşan bidin. Ger ev bên kirin, hêz û avahiyeke ku her tiştî bi dest dixe, wê pêk bê. Li ser vê bingehê em bawer in ku her kes wê bi rengekî cidî nêz bibe û em di têkoşîna sala 40’emîn de serketinê dixwazin.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka