Dîlanek bi sergovendiya Jîna; Tevgera Jin, Jiyan, Azadî

Jinên Kurd û hemû jinên ji neteweyên din ên li Îranê dijîn bi dirêjahiya dîrokê timî bi rola xwe ya pêşeng û dînamîk rabûne. Di hemû şoreş û serhildanên bingehîn ên gelên Îranî de timî jin ala pêşengiyê hilgirtiye û heta dawiyê erka xwe bi cih aniye.

Beriya her tiştî li vir bibîrxistina vê xalê wê di ronîkirina rewşa niha ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heyî sûdmend be. Jinên Kurd û hemû jinên ji neteweyên din ên li Îranê dijîn bi dirêjahiya dîrokê timî bi rola xwe ya pêşeng û dînamîk rabûne. Di hemû şoreş û serhildanên bingehîn ên gelên Îranî de timî jin ala pêşengiyê hilgirtiye û heta dawiyê erka xwe bi cih aniye. Lewma mirov dikare rewşa niha bi wê gotinê rave bike; “Dîlanek bi sergovendiya Jîna”.

Piştî şoreşa 1979’an a li dijî desthilatdariya destpotîk û nokerê sermayedariyê ango Şah ku jinan û ciwanan rola sereke di wê şoreşê de lîstin, rejîma Vêlayetê Feqîh bi rengekî pir hîlebaz dest danî ser destketiyên şoreşê û rejîmekî ku ev 43 salin tolê ji heman pêşengan distînin damezrandin.

Gelên di çarçoveya sînorên siyasî yên Îranê de dijîn, ji ber jêrxwana xwe ya bi kok û dîrokî timî bi çaveke dijmin û biyanî li pergala sermayedarî temaşe dikin û di her şert û mercî de li hemberî wê xwedî bertek in. Rejîma mela ji xwe ew rastiya civakî ya gelên Îranê baş xwendin û kirin argumana bingehîn a xwe avakirinê û desteserkirina gav bi gav a destketiyên şoreşa 79’an.

Bi demê re ku hêdî hêdî hîmê xwe li ser bingehê Şîetiya siyasî ava dikir, her ku çû hewl da forma dewlet-netewe ya ji Şah dewr girtî bi Şîegerayiya siyasî re bistirê û modeleke nû ya li gorî xwe ku bikaribe hîn bêtir ji destketiyên şoreşa gelan a sala 79’an sûdê bigire derxîne holê.

Ji bo pêkanîna vê yekê û qawîmkirina xwe, rejîma Vêlayetê Feqîh ya xwe weke Komara Îslamî ya Îranê pênase dike, bi rengekî pir zirav hewl da di serî de pêşengên civakê ango jin û ciwanan, bi giştî dînamîzmên civakê yek bi yek tasfiye bike û wan ji cewherê dûr bixe. Weke mînak; rejîmê xwe spart desthilatdariyeke Îslamî (helbet ya siyasî), hestên paqij ên civakê bikar anî û hewl da jinan di çarçoveya yasayên ferzkirî yên mîna ‘şerîetê’ ku bi zirxa zilamsalariyê dagirtibûn li ser civakê ferz bike û jinan ji qadên bingehîn ên wek siyaset, rêveberî, aborî û hwd dûr bixîne û ne tenê di malê de zincîr bike, heta bi hin yasayên li gorî berjewendiyên xwe çêkirî û di çarçoveya bi navê ‘hîcab’ê de formûle kirî di nava çarşefeke reş de sînor bike.

Bi kurtasî rejîmek avakirin ku hişmendî, feraset û hemû qanûn û madeyên wê yên hiqûqî li dijî jinê hûnandin û bi vî rengî pêngaveke ya tepisandina jinê dan destpêkirin. Rewş ewqasê kûr kirin ku hetanî salên 2000’î jî bi hincetên dûrî rastiyê -heta em bêjin ku rast bin jî- bi awayeke dermirovî û hovane jin ‘recim’ dikirin, ango bi keviran qetil dikirin.

Di demekê de ku hewl hat dayîn tenê quncek biçûk a hişmendiya dijî jin a rejîmê raxînin ber çavan, bê guman li rex wê jî ti caran jin nesekinî û her tim li dijî pergala ku li ser ked û xwîna wê rûnişt û dest bi qirkirina wê kirî, di nava têkoşîneke bê eman de bûye.

Jina ku pergalê qada siyasetê weke qadeke qedexe jê re destnîşan kiribû, ti carî xwe ji siyasetê qut nekir, bi têkoşîna li qadên cuda yên bi taybetî weke qada çand û hunerê hewl da maskeya derewîn a rejîmê bîne xwarê û wê teşhîr bike. Bi taybetî di qada sînemayê de timî girîngî dan teşhîrkirina rûyê rasteqîn wate feraseta zilamsalar û dijminê jinê ya dewletê. Di vî warî de her çiqasê dewletê xwest bi girtin, êşkence û yasayên çêkirî pêşiya teşhîrbûna xwe ya ji aliyê jinê we bigire jî lê têra pêşîgirtina li gavên ku jinan diavêt nedikir.

Dewleta Îranê bi dîtina wê dînamîzma xurt, wê carê jî serî li rêbazê belavkirina madeyên hişber û fuhuşê di nava jin û ciwanan kir û bi vî rengî xwest hem wana ji qadên têkoşînê dûr bixîne û tasfiye bike, hem jî zemînê ku bi navê qaşo hiqûq û yasayan ve bi ser wan de biçe û îradeya wan teslîm bigire. Bi wî rêbazî ve jî sînordar nema, hewl da bi projeya xwe ya bi navê ‘Besîc’ mejî û ruhê hemû jin û ciwanan bişo û li gorî xwe teşe bidê û wana ji serî de bike kadroyên xwe. Di salên dawî de ji xwe temenê kesên ku bibin besîc daxist 7 saliyê. Heta ku dît bi vî rengî jî bi temamî nikare hemû jin û ciwanan li gorî xwe araste bike, lewma -dibe ku bi eşkereyî nebêje jî lê- weke şerteke xwezayî ji bo zarokên ku diçin dibistanê diyar kirin. Ango tu ger biçî dibistanê divê tu bibî besîc; heta eger nexwazibî jî tu bi rengekî xwezayî weke besîc tê destnîşankirin. Bê guman armanceke din a wan a ji projeya besîc ew bû ku bi rêya dînamîzmên civakê jin û ciwanan derbeyan li civakê bixe û bi vî rengî pêşeroja civakê li gorî xwe xêz bike.

Piştî derketin tevgera Apoyî wate Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, rewşên nû di têkoşîna civakê bi taybetî jinan a li dijî feraset û siyasetên dewleta Îranê derket holê. Berxwedaniya têkoşerên 9’ê Gulanê ya li girtîgeha Êvînê, bi taybetî ya şehîd Şîrîn Elemhûlî ku bi rengekî pir xurt vîna jina Kurd ya li hemberî rejîma dij-jin nîşan da. Bê guman ew berxwedanî ne tenê bi jinên Kurd re sînordar ma, di heman demê hemû jin ên ji neteweyên din ên li Îranê jî bandor kir û îlham da wan. Ew berxwedanî bi Zêyneb Celaliyan we heta roja îro dom dike.

Em dûr neçin sala 2015’an li bajarê Mihabadê jina bi navê Ferînaz Xusrewanî li hemberî êrîşa destdirêjiyê ya karmendekê Otela Tara ku nûnerê pergala dijî-jin a Îranê ye xwe ji şaneşîna avahiyê diavêje û bi vî rengî peyama ku “tu nikarî vîna min teslîm bigirî, ruh û fikra min azad e”, dide pergalê. Bê guman dibe ku ew mînaka ber bi çav bû, lê em ji bîr nekin ku gelek mînakên wiha hene ku mixabin ji ber atmosfera giran a zilamsalarî ya rejîmê hatine nixumandin. Ferînaz a ku îlhama xwe ji bedewî û berxwedaniya ji Anahîta bigire heta bi Xurem’an û herî dawî Şîrîn’an girtibû, bû çirûskek ji pêla agirê serî hildana li dijî pergal û hişmendiya dijminê jin û civakê.

Helbet rewşa heyî bi Ferînaz ve sînordar nema, jinan her tim bi daxwazên xwe timî li hemberî siyaseta zayendperest û dijî jin a rejîmê di nava çalakiyê de man. Ev pêla ku li Kurdistanê di şexsê jina Kurd de çirûskên wê hatin pêxistin, belavî qadên din jî bûn. Di pêvajoyên piştî wê de serhildanên ku bi rengê jinê derketin pêş, pergal ji binî ve hejand û hişyariya ku bi Şîrîn û Ferînaz’an di jinan û giştî civakê de hatibû çêkirin kûrtir kir û careke din nîşan da ku şoreşên civakî bêyî şoreşa jin nikare ser bikeve.

Jinan li hemberî versiyona nû ya hêzên ku bi armanca şkandina vîna jinê ku rejîm xwe li ser wê li piyan digire û xwe weke “polîsên ewlehiyê yên exlaqê” bi nav dikin, li kolanên giştî bi taybet kolana Ênqêlab (şoreş) a paytext Tehranê bi hilgirtina laçkeyên xwe sekn û helwesta xwe nîşan dan. Bê guman ji ber ku jêrxan û peyama vê çalakiya jinan daxwazên hevbeş ên jinan digirt nava xwe û domdariya heman sekna bi rûmet a Şîrîn û Ferînaz’an bû, lewma di demek kurt de belavî her derê bû. Ev çalakiya jinan weke rêxistinbûniyeke xweber bi navê “Keçên Kolana Ênqêlab (Şoreş)” hatin naskirin û wê jî mohra xwe li têkoşîna azadiyê ya jinan li Rojhilat û Îranê da.

Di rojên borî de xeleka din a têkoşîna jinan li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaqê” destpêkir û bû bangek ji hemû jinan re. Piştî vê yekê gelê Rojhilat li ser banga tevgera azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihand, dikandaran deriyê dikanên xwe venekirin. Bê guman ev yek bi grevê sînordar nema û hema bi grevê re xwepêşandan li Seqiz, Merîwan Sine û bajarên din ên Rojhilat hatin destpêkirin û her ku çû belavî her devereke Rojhilat û Îranê bû. Îro 12 rojin ku li Rojhilatê Kurdistanê û hema bêje tevahî eyalet, bajar û navçeyên Îranê xwepêşandanên bi pêşengiya jinê didomin. Tişta balkêş, dirûşmeya vê xeleka têkoşînê “Jin, Jiyan, Azadî” ye û vê yekê rejîma Îranê ku xwe li ser kolekirin û qirkirina jinê, tunekirina jiyanê û tepisandina azadiyê ava kirî pir teng kiriye. Lewma bi hemû hêza xwe ji bo serkutkirina vî dengî êrîşî xwepêşanderan kir û dike. Di encamê de li gorî agahiyên ku ji qadê hatine parvekirin, heta niha herî kêm bi dehan xwepêşander hatine qetilkirin û nêzî 2 hezar xwepêşander jî hatine girtin.

Di serhildan û xwepêşandanên berê pirsgirêkeke cidî yê pêşengiyê hebû, lê li gorî ku xuya dike diyare vê carê xwepêşandan bi rengekî sîstematîk, hişyartir û bi ezmûntir e. Hatiye astekê ku êdî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin, kirine navê tevgera xwe. Ji destpêkê ve gelek encamên vê serî hildana civakî û têkoşînê xuya dibe, ango wê piştî vê serhildana bi pêşengiya jinê êdî ti tişt weke berê nebe.

Di wir de rola jina Kurd û têkoşîna azadiya wê ku îro gihîştiye asta lûtkeyê ango gerdûnî bûye pir xuya ye. Lewma me di destpêkê de ew rewş şibande govendekê bi serçopiya Jîna Emînî.