Kurdan di dîroka nêz de çima dewleteke yekbûyî û xurt nekarîn ava bikin? Bêguman yek ji mijarên bingehîn ên ku siyaseta Kurd di nava nîv sedsala dawî de herî zêde nîqaş dike ev e. Dema ku berhema navdar a Ehmedê Xanî Mem û Zîn tê xwendin, tê dîtin ku ev nîqaş ji mêj ve bi berfirehî hatiye kirin. Ehmedê Xanî pirsgirêkê di qelsiya rêxistinî û parçebûnê de dibîne. Ji bo çareyê jî dibêje ku divê rêberekî xurt derkeve holê.
Di nîqaşên nîv sedsala dawî de jî ji bo vê pirsê du bersivên bingehîn tên dayin. Yek ji wan ew e, ku Kurdistan di herikîna dîrokê de timî bûye qada şer, ji aliyê biyaniyan ve hatiye dagirkirin, di nava dagirkeran de timî hatiye parçekirin û hêzên derve weke sedema bingehîn tê nîşandan. Ya duyemîn jî ew e ku begên Kurd timî li ber hev rabûne, şer kirine, kirine nekirine nebûne yek, ti mîrek nebûye xwedî wê hêzê ku hemûyan bike yek û di encamê de jî siyaseta mîrîtiyê ya Kurd timî di asta hevkariyê de bi derve ve hatiye girêdan. Eger mirov bala xwe bidin ser tê dîtin ku sedema bingehîn rewşa navxweyî û avaniya siyasî ya Kurd e.
Weke ku tê zanîn, zîhniyeta neteweperest her tim sedema destpêkê ji xwe re kiriye esas, teza dîroka xwe li gorî wê ava kiriye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK a ku ava kiriye, sedema duyemîn ji xwe re kiriye esas û li gorî vê yekê teza xwe ya dîrokê ava kiriye, teorî û pratîka wê afirandiye. Yek ji cudahiyên bingehîn ên navbera rêxistiniyên neteweperest ên Kurd û PKK'ê ev e. Pirsgirêka navborî ya di nava dîrokê de nehatiye çareserkirin, di dawiya dawî de hewl hatiye dayin ku li ser bingeha vê nêrînê bê çareserkirin.
Di pêvajoya rêxistiniya cemiyetê de ya li nava sîstema Osmanî rû da, rewşenbîrên Kurd jî rêxistiniyên xwe yên cemiyetê ava kirin. Ji wan a herî naskirî jî 'Cemiyeta Tealî ya Kurd' e. Paralelî rêxistiniyên partî yên li nava civakên Rojhilata Navîn, Kurdan jî rêxistiniyên xwe yên siyasî bi navê partiyê bi rêxistin kirin. Di nava Kurdan de partîbûna destpêkê ya bi navê fermî, li Rojhilatê Kurdistanê di pêvajoya 'Komara Kurd a Mahabadê' de bi navê 'Partiya Demokrat a Kurdistanê-PDK' pêk hatiye. Rewşenbîrên Silêmaniyeyê ku ji vê yekê sûd wergirtin, li Başûrê Kurdistanê bi heman navî hewl dan partiyekê ava bikin. Partîbûna bi navê PDK'ê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî hate kirin. Partiya li Başûr bi navê PDK û YNK'ê bû du parçe. Avabûna gelek partî û rêxistinên li parçeyên Kurdistanê di salên 1970'î de, bi taybetî piştî têkçbûna 1975'an a PDK'ê ya li Başûr pêk hatin.
Em vê agahdariya kurt ji ber vê yekê dikin: Sekna siyasî û pêvajoya avabûnê ya gelek partiyên navborî hinekî şibiyane sekna mîrîtiyên Kurd ên nava dîrokê. Yanî nêzîkatiyeke ku dişibe sekna nakok û parçebûyî ya mîrîtiyên Kurd di nava partiyên Kurd ên navborî de rû da. Feraseta ku timî di nava xwe de parçe dibe, bi partiyên li derveyî xwe re şer dike, hebûn û pêşketina xwe li ser lawazkirina partiyên din ên Kurdan dibîne, serwer bû. Ji ber ku Kurdistan bi çar parçeyan hatiye parçekirin û li ser civaka Kurd şerekî taybet ê qirkirinê yê piralî tê meşandin, ev parçebûn û nakokiya navxweyî zêdetir bû. Nakokî û şerê dîrokî yê navbera PDK û YNK'ê mînaka berbiçav a vê yekê ye. Ya ku li parçeyên din qewimî kêm zêde mîna vê ye.
PKK'ê parçebûna navxweyî û nokeriya ji ber vê yekê rû da weke çavkaniya pirsgirêka dewletbûnê dît û hîn di destpêka avabûna xwe de li dijî zîhniyet û siyaseta hevkar, noker, her wiha li dijî parçebûnê têkoşîneke xurt meşand. Bi têkoşîneke wiha xwestiye ku nokeriyê û xiyanetê tune bike, dawî li parçebûnê bîne û yekîtiya siyasî biafirîne. Ji bo vê jî hîn ji destpêkê ve feraseta eniyê ji xwe re kiriye esas û her demê hewl daye siyaseta Kurd di nava avaniya eniyê de bike yek. Di bin meylên ku xwe nade ber yekîtiyê her tim bandora mêtingeriyê dîtiye û li ser vê bingehê jî car carna têkoşîneke tund meşandiye.
Li ser bingeha Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxa 1984'an PKK li Bakurê Kurdistanê veguherî hêzeke girîng a leşkerî-siyasî û bandora wê li parçeyên din ên Kurdistanê belav bû. Vê yekê siyaset û zîhniyeta mêtinger-qirker a li Kurdistanê xiste nava tirs û panîkê, lewma hêzên mêtinger-qirker ketin nava lêgerînên nû û li ser vê bingehê şerê taybet kûr kir. Çareya destpêkê ya ku hêzên mêtinger-qirker dan pêşiya xwe ew bû ku rêxistinên Kurdan li ber hev rakin, bi hev bidin şerkirin, yanî partî û rêxistinên din ên Kurdan bixin rewşeke welê ku li dijî PKK'ê şer bikin. Li ser vê bingehê ji ber ku bikaranîna rêxistinên li Bakurê Kurdistanê û derveyî welat têrê nekir, vê carê Başûrê Kurdistanê xistin dewrê.
Tê zanîn ku di salên 1991-92'an de Rêveberiya Herêmê ya Başûrê Kurdistanê ya heyî li ser vê bingehê dan avakirin. Yanî li ser bingeha rabûna li ber PKK'ê û têkoşîna li dijî PKK'ê, dewleta Tirk rêveberiya heyî 'pejirand'. Di çarçoveya 'Operasyona Çekîç' de ku bi tifaqa DYE-TC'ê hate kirin, rêveberiya navborî ava bû. Li ser vê bingehê ji aliyekî ve Başûrê Kurdistanê li dijî PKK'ê ji êrişên artêşa Tirk re hate vekirin, li aliyekî jî di şerê dijî PKK'ê de TC û Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê tifaq kirin. Rêber Abdullah Ocalan ev rewş wê demê bi van pênaseyan şîrove kiribû: "Pîrîma Apo", "Pîrîma PKK"ê.
Bi kurtasî dijberiya li partiyeke Kurd, têkoşîna li dijî wê partiyê derfet û firsend da pêşveçûna partiyên din ên Kurd. Dinya salên 1990'î, herêm û Kurdistanê destûra vê yekê dan. Siyaseta ku wê demê hate kirin, bandoreke bi vî rengî li Kurdistanê kir. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ya li ser bingeha dijberiya PKK'ê ava bû, her ku li dijî PKK'ê têkoşiya piştgirî ji hêzên mêtinger-qirker wergirt. Bi taybetî rêveberiya PDK'ê ev rewş ji xwe re kir zîhniyet û siyaseteke bingehîn. Ev rewş weke rêya herî erzan a qezencê hate dîtin. Hewl da ku pêvajoya derbasbûyî li ser vê bingehê bi kêrî xwe bi kar bînin.
Lê belê em niha di sala 2020'an de ne û li gorî salên 1990'î li her qadê guhertinên girîng çêbûne. Guhertineke herî bingehîn jî guhertina paradîgmayê ye ku PKK'ê pêk anî. Li ser vê bingehê li her qadê guhertin çêbûn, PKK'ê di têkilî û tifaqa bi partiyên din ên Kurd re guhertin çêkir, her wiha di asta neteweyî de jî li siyaseta Kurd guhertinên girîng çêbûn. Li şûna lawazkirina partiyên Kurd bi hevrikiyê, siyaset û zîhniyeta qezençkirinê ya li ser bingeha pîvana 'qezenç bike-bide qezençkirin' têkilî û tifaqê dike. Ji ber vê yekê li ser bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkilî û tifaqa bi partiyên din ên Kurdan re girîng dibîne û ji bo vê gelekî hewl dide.
Guhertineke din a bingehîn jî stratejiya nû ya dewleta TC'ê ye ku di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de bi 'Plana Çalakiyê ya Têkbirinê' re biryar li ser da. Li gorî vê stratejiyê, dewleta TC tevî ku hewl dide PKK'ê bieciqîne û tine bike, di heman demê de dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dagir bike û destketî û statuya Kurdan a li van deveran ji holê rake. Yanî dewleta TC êdî di berdêla têkoşîna dijî PKK'ê de Başûrê Kurdistanê nade PDK'ê. Statuya Başûrê Kurdistanê ya ji salên 1990'î ve ava bûye, li dijî xwe weke metirsiyê dibîne û dixwaze tine bike. Nêzîkatiya dagirkerî û tevlîkirina li nava xwe vê yekê nîşan dide. Ji xwe şefê faşîst Tayyîp Erdogan vê armanca xwe bi rengekî vekirî dibêje.
Rastiya ku Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî PDK fêhm nake, yan jî ji ber ku gelekî lawaz e naxwaze fêhm bike, ev e rastî ye. Rêveberiya PDK'ê guhertina ku PKK'ê kiriye û guhertina stratejîk a dewleta TC'ê nabîne. Li zîhniyet û siyaseta salên 1990'î aliqî ye, asê maye. Jê heye, her ku li ber PKK'ê rabe wê bi pêş bikeve. Halbûkî PKK qels bibe wê PDK bêhtir qels bibe, wê partiyên din ên Kurd bêhtir qels bibin. Li gorî guhertinên ku di nava sih salan de bûne, rêveberiya PDK'ê divê di zîhniyet û siyaseta xwe de jî guhertinên pêwîst bike û êdî xwe ji siyaset û zîhniyeta salên 1990'î rizgar bike. Naxwe eger bi siyaseta heyî derbekê li PKK'ê bixe wê derbekê li xwe jî bixe. Girîng e ku vê yekê bibîne û fêhm bike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA