Di sala 2020'an de rola Kurdan

2020 wê bibe saleke welê ku AKP wê têk biçe, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê gavên girîng bên avêtin, Kurd wê bibin xwedî statu û jin wê bi ser bikevin.

Tê zanîn ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê tecrîd û îzolasyona li dijî Rêber Apo weke şantajeke siyasî bi kar tîne. Hewldanên hikumeta faşîst ên ji bo bêdengkirina raya giştî ya demokratîk û gelê Kurd a li pêşberî polîtîkayên xwe yên qirêj dewam dikin. Li pêşberî vê yekê, polîtîkayên îzolasyon û tecrîdê yên li dijî Rêberê me nebûne rojev ku ev yek jî cidiyeta rewşê radixe pêş çavan.

Di rewşekê de ku hiqûq şexsî kirine û ji kêfa dilê dîktatoriya faşîst re hatiye hiştin, polîtîkaya dîlgirtinê ya li dijî Rêber Apo û girtiyên siyasî tê meşandin divê timî bê deşîfrekirin û helwesta li dijî vê bê nîşandan were nirxandin. Di heman demê de divê mijarên; siyasîkirina rewşa girtiyên nexweş û dîlgirtina wan jî timî bên nirxandin. Di vê wateyê de nêzîkatiyên şexsî ji xwe derketin holê û mehkûm jî bûn. Berxwedana têkbirina tecrîdê ya berxwedana azadiyê ya gelê Kurd wê di afirandina azadiyê de ya sala 2020'î diyarker be. Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingeha guhertina demografiya herêmê û konsepteke tinekirinê tên meşandin.

Ji bo guhertina demografiya herêmê pêkanînên cidî xistin dewrê û li herêmên dagirkirî tên pêkanîn. Ya rast, mebest ji guhertina demografiyê, polîtîkaya bê Kurd hiştina Kurdistanê ye. Têgînên 'Kurd ê mirî', Kurd ê asîmîle bûyî, Kurd ê xaka xwe terikandiye, Kurd ê xayin' ji bo faşîzma Tirk bi heman wateyê tên bikaranîn. Li dijî vê yekê jî berxwedaneke mezin heye. Lê belê eşkere ye ku di sala 2020'î de wê Erdogan û çeteyên wî hîn bêhtir teşhîr bibin, mehkûm bibin û bigihên asta hilweşînê.

GIRÎNGIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD CAREKE DIN DERKETE HOLÊ

Bi destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan careke din kete rojevê. Girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd bû daxwazeke mezin a gelek derdoran, partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermendên Kurdistanê. Helwestek hate nîşandan ku ev helwest girîng e. Li gel girîngiya vê yekê endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ku destpêkê wî ev pêşniyar kiribû, ev helwest têrker nedît.

Pêkhatina yekîtiya neteweyî wê hem bike ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi fedakarî bi ser bikeve, hem jî êrişên li dijî Kurdan ên li qada navneteweyî kêm bike. Ji ber vê yekê mijara yekîtiya neteweyî di asta jiyanî de girîng e. Lê belê yekîtiya neteweyî ya Kurd ne mijareke welê ye ku tenê bi bangawaziyan pêk were. Ji ber ku wateya di nava têgînê de hatiye veşartin cuda ye. Yekîtiya neteweyî tê wê wateyê ku parçebûna li nava Kurdan û nokeriya bi vê yekê re ava bûye ji holê bê rakirin, yan jî qet nebe bê kêmkirin.

Parçebûn ji ku dest pê dike? Ji nêzîkatiya cuda ya li berxwedan û têkoşîna hebûnê, ji dûrketina ji civakê û xwenêzîkirina li dijmin dest pê dike. Nêzîkbûna li dijmin tê wateya dijberiya li yekîtiyê. Faşîzma Tirk niha polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan qet venaşêre, dibêje ku li kîjan devera dinyayê Kurd hebe ez ê êriş bikim, li ber xwe dikeve û dibêje ku avabûna sîstemeke Kurd li Başûr şaşitî bû. Di rewşeke bi vî rengî de ji Başûr jî deng û helwesteke di çarçoveya daxwazên dewleta Tirk a faşîst bilind dibe ku ev yek mînakek ji parçebûnê ye.

DIVÊ GAVÊN HÎN BI BIRYAR BÊN AVÊTIN

Dijberiya li PKK'ê û her gava siyaseta li Bakur gelo ji bilî vê yekê tê çi wateyê? Xwenêzîkirina li dijmin di heman demê de bersiva pratîkî ya li pirsên di mijara yekîtiya neteweyî de bêbersiv hatine hiştin. Yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd û rêxistinên Kurdan tê wateya rizgariya ji nûnertiya herêmî ya modernîteya kapîtalîst. Ji ber vê yekê ne karekî hêsan e. Hêzên modernîteya kapîtalîst her tim piştgiriyê didin rêxistinbûnên bi vî rengî, wan diparêzin û dixwazin her tim hebin.

Ji ber vê yekê yekîtiya neteweyî ne tenê kombûna partiyan a li hev e û dayina sozên xweş in. Bi biryardariyeke hîn dîrokî û bi wêrekî avêtina gavan, weke wezîfeya herî mezin a sala 2020'î li pêşiya Kurdan e. ENKS ku niha li Rojava ji bo berxwedanê gaveke bi tenê jî neavêtiye, xwe weke yekane xwediyê Kurdîtiyê dibîne, ku ev yek astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiya neteweyî ye. ENKS berdêlên ku ji bo mafên Kurdan hatine dayin ji nedîtî ve tê, xwîna hatiye rijandin, bi deh hezaran şehîdên hatine dayin nabîne û tevî vê yekê jî qada Kurdîtiyê dike.

Di bin sîwana hegemonyayê de daxwaza hebûnê dikin, bi wateyeke din xwe pêşkêşî serdestan dikin. Yên ku li Tirkiyeyê xwe bi rêxistin kirin û tevlî talana li Efrînê bûn, eşkere ye ku derdekî xwe yê Kurdîtiyê nîne. Yên ku li quntara çiyayê Kurdan xiyanetê li Kurdan dikin, heqareteke li Kurdîtiyê ye ku dema qala mafên Kurdan dikin. Gotinên bi vî rengî bi Kurdiya herî resen bên gotin jî dijminatiya li Kurdan e, xizmetê ji yekîtiya neteweyî ya Kurdan re nake. Xizmeta ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan ne axaftina bi Kurdî ye.

Afirandina neteweya demokratîk ku Kurd bi rengê civakî bibin xwedî mafên xwe, tê wateya pêkanîna vê yekê di nava Kurdan de, bi Ereban, Tirkan û Farsan re. Erebên ku bi sedan salan bi hev re jiyane û gotineke bi tenê ya Kurdî jî nizanin, di bin sîwana şoreşa Rojava de di nava rêxistiniya neteweya demokratîk de xwe hînî Kurdî dikin, qada wateya jiyana bi Kurdan û girîngiya vê sîstemê dikin. Ev yek jî nîşan dide ku kî xizmetê ji Kurdîtiyê re dike.

DIJBERIYA LI AKP'Ê NE TENÊ BERPIRSYARIYA KURDAN E

Yên ku li Tirkiyeyê dixwazin pêşî li întiharan bigirin divê li ber AKP'ê rabin.

Yên ku dixwazin pêşî li bêkariyê bigirin divê li ber AKP'ê rabin.

Yên ji karê bi mûçeyê kêmtirîn dixebitin aciz in, divê li ber AKP'ê rabin.

Yên dixwazin tundiya mêr, destavêtina li zarokan bê cezakirin û astengkirin divê li ber AKP'ê rabin.

Yên ku dixwazin biryarnameyên di hukmê qanûnan de bên rakirin divê li ber AKP'ê rabin.

Yên dixwazin li ber talana qeyûman rabin divê li ber AKP'ê rabin.

Rabûna li ber AKP'ê ne tenê berpirsyariya Kurdan e. AKP bi siyaseteke zirav û zexel dijberiya li AKP'ê, rexnekirina KAP'ê bi Kurdîtiyê-terorîstiyê sûcdar dike, lewma mirovên ku ji birçîbûna bimirin tevî xwe zarokên xwe dikujin û ji vê dinyayê diçin. Halbûkî rabûna li ber AKP'ê, rexnekirina AKP'ê ne tenê karê Kurdan e.

Yên dixwazin bi rengekî azad bijîn, yên naxwazin bên qetilkirin, yên dixwazin bibin xwe bi xwe û yên dixwazin di nava jiyaneke bê tundiyê de bin, divê li ber AKP'ê rabin, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin. Rewş ji bo jinan bêhtir tund e. Eger jin dixwazin bijîn divê li ber faşîzma mêr a AKP-MHP'ê rabin. Mîna ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, 'Yên dixwazin aborî sererast bibe divê li ber AKP'ê rabin'. Naxwe ti roleke mûxalefeta demokratîk a heyî li Tirkiyeyê nîne. Ji ber ku rejîmeke paranoyak a faşîst heye ku destûra bingehîn jî weke kaxizeke ji rêzê dibîne.

DI SALA 2019'AN DE 50 GIRTÎ LI ZINDANÊ ŞEHÎD BÛN

Zindan bi Kurdan dagirtî ne. Ji bilî mirinê ya ku herî zêde li Kurdan rewa dibînin, xistina zindanê ye. Di sala 2019'an de li zindanê 50 girtî şehîd bûn. Bi hezaran girtiyên nexweş di nava şert û mercên ji yên koledariyê jî girantir de ne. Berxwedana ku di sala 2019'an de li zindanan hate kirin reflekseke mezin a civakî derxist holê. Berdêlên mezin hatin dayin, ewladên herî hêja yên gelê Kurd canê xwe feda kirin û di demekê de ku her kes bêdeng bûn ew bûn qîrîn.

Yên li Tirkiyeyê ji AKP'ê hez nakin jî dîtin ku mirov dikarin li dijî AKP'ê li ber xwe bidin, lê belê berdêleke vê heye. Zindan kirin yek ji amûrên bingehîn ên hewldana ji bo têkbirina berxwedana Kurdan û ferzkirina sîstema qirkirinê. Di nava gelê me de mirovên ku nehatine destgîrkirin, yên zindan nedîtine herhal nemane. Ev siyaseta qirkirinê ya li dijî Kurdan wê di sala 2020'î de hîn bêhtir teşhîr bibe û bibe çalaiya herî xurt a ji bo xwegihandina sekna mirovên azad.

Siyaseta berjewendîperest a AKP'ê tevî ku neteweperestiyê sor dike, bi hevkariya bi MHP'ê re welat bihost bi bihost pêşkêşî rantê dike, bi şewitandina daristanan li avakirina avahiyan vedike ku ev yek êrişeke li civakê ye. Şerekî li dijî kesayet û mirovan e. Rabûna li ber vê yekê şertekî mirovbûna bi rûmet e.

2020 wê bibe saleke welê ku AKP wê têk biçe, ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan wê gavên girîng bên avêtin, Kurd wê bibin xwedî statu û jin wê bi ser bikevin.