Di Şerê Cîhanê yê Sêyan de çekên biyolojîk

Hêla vîrûsê dema ku mirov lê binere mirov nikare wê ji pergala modernîteya kapîtalîst û şerê wê yê 30 salî ya cîhanê cuda bifikire. Ango vîrûsa koronayê êrîşeke biyolojîk e û  weke parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyan ku ev 30 sal in didome, derketiye holê

A rast her kes pê dizane ku hêla (pandemî) vîrûsa koronayê êrîşeke biyolojîk e û pêvajoya ku jê re Şerê Cîhanê yê Sêyan tê gotin li ser vê bingehê ketiye rewşa pêvajoya şer ku tê de çekên biyolojîk jî têne bikaranîn. Lê her ji çi be ji bilî çend şoreşgeran kesek li ser vê hêlê nasekine û vê rewşê, ango sedemên ku vîrûsa koronayê derxistine holê gotebêj nake. Tenê encamên ji ber hêla vîrûsa koronayê, ango bîlançoya mirinan têne weşandin. Bi vî rengî şerê biyolojîk ê navborî her wiha dibe şerê psîkolojîk. Ji vî alî ve beşek kêm ji mirovahiyê bi çeka biyolojîk tê kuştin, a mayî jî ji hêla psîkolojîk ve tê kuştin.

Ez dibêm qey ne hewce ye ku mirov biçespîne ku hêla vîrûsa koronayê êrîşeke şerê biyolojîk e. Ji ber ku her tişt bi qasî ku hewceyî bi delîlan nebe li ber çavan e. Her wiha Şerê Cîhanê yê Sêyan ev sih salan didome û her tiştî bi xwe ve girêdide. Ji bilî bandora vî şerî ya di navbeyna pergala sermayeya global û statûkoparêziya netew-dewletî de ba jî nalebilte. Pergala modernîteya kapîtalîst bi vî şerî hewl dide ku problemên xwe çareser bike, a rast dixwaze temenê xwe dirêj bike. Baş e, ev hêla vîrûsa koronayê ku di atmosfereke wiha de weke rengê bobelatê tê geşkirin, mirov dikare li derveyî vî şerî û pergala kapîtalîst ku rê lê vekiriye, binirxîne? Mirov dikare li derveyî vê binirxîne?

Ji aliyê dî ve ev vîrûsa kujer a Covîd-19'ê ne ji ezmên ketiye, ne Xwedê ev vîrûs şandiye, hema wiha bi dest xwe re ji hêla sirûştê ve nehatiye hilberandin. Û qet bi carekê re derneketiye holê. Di atmosfera Şerê Cîhanê de, ya ku ev 30 sal in di nav pergala modernîteya kapîtalîst de didome derkete holê. Bi carekê re hate gotin, ''Li Çînê derkete holê û li hemû cîhanê berbelav bû''. Naxwe ev vîrûs ji hêla kê ve û bi çi armancê hate hilberandin û berbelavkirin? Beriya ku mirov encamên wê biaxive, beriya ku mirov bîlançoya mirinê weke bide ma ne hewce ye ku mirov pirsgirêkê nîqaş bike û têra xwe bersivê bide? Ango ji bo ku mirov rast fêhm bike ma ne divê mirov li sedemên wê bifikire.

Bêguman divê wiha be. Ji bo ku encamên wê rast û têra xwe were fêhmkirin divê li gel sedemên wê mirov binirxîne. Lê dema ku mirov bala xwe didiyê wiha nabe. Sedema hêla vîrûsê weke razekê tê veşartin. Ji vê wêdetir bi şerekî giran ê psîkolojîk û bi afirandina rojeva yekdest tê astengkirin ku mirovahî li sedemên vê hêlê bipirse. Ji ber vê pêşî lê tê girtin ku rast were fêhmkirin û dîtina rêyên çareseriyê nepêkan dikin.

Hêla vîrûsê dema ku mirov lê binere mirov nikare wê ji pergala modernîteya kapîtalîst û şerê wê yê 30 salî ya cîhanê cuda bifikire. Ango hêla vîrûsa koronayê êrîşeke biyolojîk e û  weke parçeyek ji Şerê Cîhanê yê Sêyan ku ev 30 sal in didome, derketiye holê. Ango ji hêla pergala kapîtalîst ve derketiye holê û weke şerê biyolojîk e. Bikaranîna çeka biyojîk jî niha li Şerê Cîhanê yê Sêyan hate zêdekirin, ku ev sih sal in bi çeka konvansiyonel û kimyewî didomiya.

Pêşî divê mirov vî aliyê rasteqîn ê vê rûdanê tespît bike. Naxwe hêla vîrûsa koronayê ji hêla pergala modernîteya kapîtalîst ve hatiye hilberandin û di çarçoweya Şerê Cîhanê yê Sêyan weke çekeke biyolojîk tê bikaranîn. Pergala sermayeya global Şerê Cîhanê yê sêyemîn gihandiye asta şerekî biyolojîk. Weke ku ji bikaranîna çekên konvansiyonal û kimyewî têr nebûye niha jî çeka biyolojîk bi kar tîne. Hovîtiya şer tîne vê astê.

Piştî vê tespîtê niha jî hin pirsên nû dertên holê ku divê mirov bibersivîne. Yek ji van jî ew e bê ka çima hêzên sermayeya global hewceyî bi vê çeka biyolojîk dîtiye? Heke bi çekên ku heta niha bi kar aniye di şer de encamên ku dixwest bi dest bixistan naxwe wê bêgav nemaya ku çekeke wiha bi hovîtî bi kar bîne. Ango şerê ku eve sih sal in didomîne pergala modernîteya kapîtalîst bi encamê vê nemiriye. Sedemên ku rê li ber şer vekirine ji holê ranekiriye, pirsgirêkan çareser nekiriye. Berevajî vê, şerê ku ev sih sal in bi her rêbazê tê rêvebirin, krîz û kaosa modernîteya kapîtalîst mezintir kiriye, bêhtir xitimandiye. Naxwe bi bikaranîna çeka biyolojîk tê xwestin ku pergala modernîteya kapîtalîst heq ji vê rewşê derkeve. Belkî jî bi vî rengî dixwaze hinekî dî temenê xwe dirêj bike. Bi kurt û kurmancî şerê ku bi hêviya ku bibe çare dixebitîne jî dawî li krîz û kaosa modernîteya kapîtalîst nayîne. Ango pergala modernîteya kapîtalîst ne xwedî çareyekê ye, nikare ji nav derkeve, ji ber vê bela serê xwe û mirovahiyê ye.

A dî jî ew e bê ka çima pergala modernîteya kapîtalîst serî li vî şerê biyolojîk daye. Ango bi çeka biyolojîk dixwazin xwe bigihînin kîjan encamê? Gelo dixwaze avaniya malnişînê ku heya astekî girîng ji holê rake û bi vê karê xwe zêde bike? An na komên cihê yên sermayeyê bi şerekî wiha dixwazin serweriyê li ser hev deynin? A rast mirov bibêje ramanên ji vî alî ve cuda ne. Hin jê dibêjin bi êrîşeke wiha tê xwestin ku Çîn were hilweşandin. Ji bilî yên ku li jorê me gotin tê gotin bi hêla vîrûsê re wê pergala cîhanê were nûjenkirin. Her wiha bi rêketina ji problema tendiristiyê tê xwestin netew-dewlet dixwazin takîba dijîtal a hemû mirovan bi rengekî xurtir were kirin. Her wiha hinek hêvî dikin ji ber ku wê bêhtir hewceyî bi piştevaniyê çêbibe wê komunîzma sirûştî derkeve holê.

Diyar e ku mirov niha nikare bibêje bê ka encam wê çi be.  Lê ku mirov bala xwe bide ser hemû îhtîmalên ku hatine diyarkirin aşkere ye ku her tişt bi zanebûn û bi plan tê kirin û ev bi nav şerê biyolojîk e. Bêguman hin jê li dij vê ramanê derdikevin, dibêjin, ''bi rengekî ku neyê xwestin'' ev rewş derketiye holê. Ango tê gotin bi rengê sirûştî yê pergalê ev derketiye holê, a rast ji hêla pergala kapîtalîst ve ev rewş kambaxtir e û bêhtir taloke ye. Ango pergala kapîtalîst bi wê rewşê ye ku her gav dibe ku vîrûsên wiha yên kujer bê kontrol hilberîne. Naxwe hatiye rewşeke wiha ku ji bo mirovahiyê li asta bobelatê ye û mirovahî divê ji vê xilas bibe. Jixwe dehşeta çeka nukleerî ya berdest jî her gav vê dide hîskirin.

Li vir xala herî girîng ew e ku medya li ser vê bingehê tam weke amûra şerê psîkolojîk tê bikaranîn. Bi vegotina derbarê mirinan rojê 24 saetan bîlançoya mirinê tê dayîn, dikin ku kezeba mirovan biqetînin, her gav gelek caran mirovan dikujin. Mirina biyolojîk carekê, ya psîkolojîk hezar carî, bi hezaran caran e. Li ser vê hemû cîhan kirine zindan, ev kirine tekane rojev û ser hemû rojevên din hatiye girtin.

Naxwe divê mirov rast lê binêre û neyê xapandin. Beriya her tiştî divê mirov ne tenê li encamê li sedemê binêre û hewl bide rûdanê fêhm bike. Ya dî divê mirov teslîmî mirina manewî û bi vê çarçoweyê teslîmî pergalê nebe, ku armanca şerê psîkolojîk a berdest ev e. Ya sêyan li gel ku girîng e jî tekane rojev ne ev e û divê rojevên din ên mirovahî dijî neyê jibîrkirin.  Ya çaran, heta ku pergala kapîtalîst a ku bûye pençeşêr û vîrûsa koronayê hildiberîne hebe, jiyana bi mirovî û azad ne pêkan e, naxwe li dijî pergala modernîteya kapîtalîst ku qonaxa dawî ya pergala desthilat û dewletê ya zilamserwer e, têkoşîna azadî û demokrasiyê li her deverê bêyî ku li ti astengiyê were sekinandin were domandin û serfirazkirin.