Dewleta Tirk û PDK ji Silêmaniyê çi dixwazin?

Ev zêdetirî 40 sal in ku têkiliyên PKK û YNK'ê berdewam in. Diyalog û hevdîtinên C. Talabanî, Îbrahîm Ehmed û kadroyên dêrîn ên YNK'ê yên bi Rêber Apo re vê rastiyê nîşanî me dide.

Dewleta Tirk a dagirker ku vîna gelê Kurd li tu deverekê nas nake, bi alîkariya NATO’yê û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide wê tine bike. Ev sed sal in dewleta Tirk di nav Kurdan de siyasetekê dimeşîne: hin Kurdan wek noker digire û li dijî Kurdên din ên azadîxwaz û welatparêz bi kar tîne, dema ku karê wî bi wan diqede jî wan tine dike. Ev polîtîka ji gelek aliyan ve hatiye dubarekirin. Her çiqas ev polîtîka hatibe eşkerekirin jî, lê dîsa jî hin Kurdên ku di hembêzkirina dagirkeran de bi israr in, hene.

Piştî serhildana 1991’an a li Başûrê Kurdistanê derfetek ji bo gelê Kurd peyda bû, piştî ku dewleta Tirk nekarî pêşî li afirandina van derfet û destketiyan bigire, vê carê li ser wê yekê xebitî ku çawa vê derfetê li dijî parçeyên din, bi taybetî li dijî Bakurê Kurdistanê bi kar bîne. Bi giştî tê bîra me ku di sala 1992’an de Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekemîn biryara êrîşa li dijî Gerîlaya Azadiya Kurdistanê girt. Bi wê jî sînordar nema û di sala 1993’an de li ser daxwaza Tirkiyeyê PKK’ê weke rêxistineke terorîst hate binavkirin û her wiha êrîşên sala 1995, 1997 û herî dawî jî di sala 2000’an de pêk hatin. Ev êrîş hemû rasterast û nerasterast ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine kirin û hêzên desthilatdariya Başûr bi taybet PDK’ê roleke mezin di wan de lîstiye.

Piştî komploya navneteweyî û dîlgirtina Rêber Apo, PKK'ê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd gelek caran hewldan kir, ji bo vê jî gelek deklerasyon, biryarname, daxuyanî, agirbest, diyalog û muzakere pêk aniye; gelek caran jî ji bo ku zemînê diyalogê ava bibe, serkirdeyên Başûr jî erkdar kiriye. Mînaka agirbesta 1993 û rola sekreterê wê demê yê YNK’ê C. Talebanî tê zanîn.

AVAKIRINA KNK'Ê

PKK di van 23 salên derbasbûyî de gelek hewl daye ku rêxistinên siyasî, civakî û demokratîk ên Kurdistanê bi rêya kongre yan konferanseke netewî bêne gel hev û ji bo wê mebestê jî di salên 1990’î ve bi avakirina Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) yekemîn gava xwe avêt da ku hemû partî li wir bên temsîlkirin û bikarin bi awayeke xurt li hemberî dagirkeran bisekinin. Hewldana dawî ya sala 2013’an projeyek pir zelal û ji xwe bawer bû, heta Mesûd Barzanî wek hevserokê Konferansa Netewî hat erêkirin, ku ev jî fedakariya herî mezin a Rêber Apo û PKK’ê di dîroka têkoşîna xwe de bû.

Ji sala 2015’an ve gelê Kurd di qada siyasî de bi taybet li Bakurê Kurdistanê xwe gelekî bi hêz nîşan daye. Gelê Kurd û hêzên demokratîk bi 80 parlamenteran ketin meclîsa Tirkiyeyê, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 derbas kir, çong bi AKP'ê danî, zêdeyî 100 şaredarî bi dest xist û rasterast bi Rêber Apo û PKK'ê re ketin nava diyalogê. Pirsgirêk li ber çareserkirinê bûn. Ev hemû tevî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê, dagirkirina Şengalê, êrîşa li ser Kobanê û herêmên xeta navendî yên li Başûr ku weke herêmên nakok ên madeya 140'î tên binavkirin jî hatin kirin. Gelê Kurd û hêzên xwe yên parastinê ji Efrînê heta Gulale li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan dewleta Tirk şer kirin. Dema dewleta Tirk li Kobanê û piştre li Şengal û Reqayê têkçûna DAÎŞ’ê dît, bi xwe kete nava şer, lewma ji hemû sozên ku dabûn poşman bû û li hinceteke herî biçûk geriya ku heta ji destê wî bê, êrîş bike. Di encamê de Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Cerablûs, Bab û Ezazî yên Rojavayê Kurdistanê hatin dagirkirin û her wiha êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê berdewam bûn.

Di sala 2016’an de bi destpêkirina êrîşan re, PDK’ê bi lez û bez li eniya dewleta Tirk a dagirker cih girt, bi hemû awayî bi wan re tevgeriya; lewre di dagirkirina herêmên Rojava û anîna artêşa Tirk a ji bo Herêmên Parastinê yên Medyayê hevkarî kir. Ji ber wê jî eger em lê binêrin piştî dagirkirina Efrînê ENKS'ê çû û navenda xwe li wir vekir, Mesûd Barzanî pêşwaziya serokê bi navê opozîsyona Sûriyeyê kir, her wiha ji bo dagirkirina Girê Spî û Sarêkaniyê de jî Nêçîrvan Barzanî got; "Dewleta Tirk ne li dijî gelê Kurd e, li dijî PKK'ê ye"!! Her wiha di dema êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de, Mesrûr Barzanî gelek caran dubare kir ku: artêşa Tirk ji ber PKK'ê êrîşî Başûrê Kurdistanê dike, nexwe tu pirsgirêkên me bi Tirkiyeyê re nîne, berovajî em dostên hev in."!!           

PDK Û DEWLETA TIRK XWESTIN YNK'Ê TÊXIN BIN KONTROLA XWE            

PDK û dewleta Tirk wefata C. Talabanî wek firsend dît ku YNK'ê bixin bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê çawa ku ew xistin bin barê referandûma têkçûyî, xwestin wî jî bikin hevparê şerê xwe yê li dijî destkeftiyên Rojava û bi giştî Tevgera Azadiya Kurdistanê. Ji çend aliyan ve li ser YNK'ê kar dikirin. Piştî kongreya çarem YNK'ê heta astekê karî xwe kom bike, yan jî bi gotineke din encamên kongreyê ne li gorî wan bû, ji ber wê jî bi hemû hêza xwe hewl dan YNK'ê bi pirsgirêkên navxweyî, parçebûn û pirsgirêkên duyemîn re rûbirû bikin. Siyaseta ku dagirker li ser navê Kurdên baş û Kurdên xerab li dijî gelê Kurd dimeşîne, vê carê jî PDK'ê heman siyaset li dijî YNK'ê dimeşîne, bi taybet li dijî hevserokên wê. Ji ber vê yekê aliyekê "bi biraziyên xwe bi nav dikir û aliyê din jî weke sabotator û kujerê Qasim Silêmanî caşê Îranê bi nav kir û têkçûna referandûmê dixiste stûyê wan."   

Piştî Tîrmeha 2021'ê, YNK'ê di nava xwe de hin guhertin pêk anî, sîstema hevserokatiyê guhert û kir serokatî û çend guhertin di nava organên xwe de pêk anî. PDK û dewleta Tirk li bendê bûn ku YNK'yek lewaz bi dest bixin, lewma bi germî pêşwaziya guhertinan kirin û wisa hesab dikirin ku bi derketina komekê êdî hestên YNK'ê yên netewî û niştîmanî wê xelas bibe û wê rê ji wan re bibe deşt. YNK'ê reformên xwe yên navxweyî berdewam kir, PDK'ê, dewleta Tirkiyê gorî hin çavkaniyan Mossad a Îsraîlê di operasyoneke deng de hemû û zanyariyên berpirsê îstixbarata YNK'ê Emîn ji destê wan girtin û anîn a Hewlêrê û li wir bi cih kirin. Ev guhertin ji aliyê serokatiya YNK'ê ve nehatin qebûlkirin û ev jî bû destpêka qonaxeke nû di derketina nakokiyên berçav di navbera YNK û PDK'ê de. 

TÊKILIYÊN PKK Û YNK'Ê HER DEM DOMIYANE

Ev zêdetirî 40 sal in ku têkiliyên PKK û YNK'ê berdewam in, çend car caran alozî û nakokî derketine jî, lê bi giştî herî zêde bi hev re kar kirine. Diyalog û hevdîtinên C. Talabanî, Îbrahîm Ehmed û kadroyên dêrîn ên YNK'ê yên bi Rêber Apo re vê rastiyê nîşanê me dide.

Ji aliyeke din ve, PKK di qonaxên dijwar de, bi taybetî di dema nexweşî û wefata C. Talabanî de, ti carî YNK'ê bi tenê nehiştiye û di hilbijartinên 2013, 2018 û 2022 de, rasterast yan nerasterast piştgiriya namzed û lîsteya YNK'ê kiriye. Ev yek jî weke erkekî welatparêzî û netewî girtiye dest. Her çiqasî ji aliyê hinek kes û aliyan ve hat rexnekirin jî, lê PKK'ê ji bo qonaxê pêwîst dît ku hêzeke wek YNK'ê tevî hemû kêmasî û xeletiyên wê, lê li ser bingehê nêzîkatiya ku hebûn û berdewamiya wê ji bo siyaseta Kurd pêwîst e, lewre pêwîste ku alîkarî jê re bê dayîn nêzîk bû. Li hemberî siyaseta dagirkeriyê ya dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî herêma Silêmaniyê, divê YNK hebe û lawaz nebe, ji ber ku Tirkiye û PDK dixwazin herêma Silêmaniyê weke Duhok û Hewlêrê dagir bikin û bikin qada tevgerê ya hêzên MÎT – Parastin û caş û nokerên wan.

Ji ber ku YNK’ê serî li ber daxwazên PDK’ê û Tirkiyeyê netewand, îstîxbarata MÎT’ê êrîşên xwe li herêmên di bin kontrola YNK’ê de zêde kir. Di 26’ê Hezîrana 2019’an de bi êrîşa li dijî rêhevalê pêşeng û endamê Konseya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb “Rêheval Helmet” dest pê kir û di her qonaxê de hewl dan êrîşên xwe zêdetir bikin û taktîk û plansaziyên nû bidin meşandin.

SILÊMANÎ BÛYE CIHEKÎ NE ARAM

Lewma di du salên derbasbûyî de li Silêmanî û Germiyanê kesayetiyên şoreşger û welatparêz ên gelê me yên weke Şukrî Serhed, Zekî Çelebî, Ferhad Dêrik, Mamosta Şemal û Nagîhan Akarsal şehîd kirin. Bi sedan êrîşên esmanî yên din li Şarbajêr, Pêncwîn, Germiyan, Axceler, Çemçemal û deverên din pêk anîne. Yanî dewleta Tirk û PDK dixwazin îspat bikin ku herêma Silêmanî û derdora wê cihekî ne aram e, ji aliyê din ve dixwazin YNK’ê û cemawera wê bitirsînin û ji wan re bêjin ku eger hûn helwesta xwe ya netewî berdewam bikin, em ê êrîşên xwe bidomînin.

Êrîşa herî dawî ya dewleta Tirk a dagirker a bi alîkariya PDK’ê li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bû. Êrîşa balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a 7’ê Nîsanê ya li ser balafirgeha Silêmaniyê bi temamî li derveyî pîvanên navneteweyî ye û hemû sînorên cîrantiyê, têkiliyên dîplomatîk û mafên hevpar binpê dike. Dewleta Tirk niha dixwaze di 14’ê Gulanê de hilbijartinan pêk bîne, ji bo vê jî AKP ku pêşengiya tifaqa Cumhur dike, careke din dixwaze bi ser bikeve û 5 salên din vegere ser desthilatdariyê, di heman demê de sedsala duyemîn a Komara Tirkiyeyê bi “Erdogan û AKP’ê dest pê bike. AKP û Erdogan, Kurdê azad, PKK û rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, Şengal û Silêmaniyê yekane astenga li pêşiya xwe dibînin. Ji ber vê yekê dixwazin bi gefkirina Kurdên azad moralê Kurdên Bakur û hêzên demokratîk bişkînin û nehêlin di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi hêz derkevin, wate mîna ku sed sala pêşîn ê komarê bi bindestî, zext, dagirkerî û tune hesibandina gelê Kurd dest pê kir, xewestin di sed sala duyemîn de jî bi heman awayî berdewam bikin.

Gelê Kurd xwedî siyaseteke berfireh e, ango bi derketina şerê li dijî DAÎŞ'ê di sala 2014'an de heta niha, di nava 9 salên derbasbûyî de karî siyasetek bi koalîsyona li dijî DAÎŞ'ê re bimeşîne û kêm jî be hin destkeftan bi dest bîne. Ev yek bû sedem ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelek hêz û partiyan re danûstandinan bike û derfetên siyasî vekir. Ji ber vê yekê me dît ku heval Mazlûm Kobanê weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) hatiye naskirin û têkiliyên wî bi awayekî fermî û bi agahiya koalîsyona navneteweyî tê meşandin. Vê yekê dewleta Tirk û PDK’ê qehirandiye, lewma ji bo kêmkirina derfetên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li pêşiya heval Mazlûm û rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tiştî dikin.

YNK'Ê ALÎKARÎ DA ROJAVA

Di şerê li dijî DAÎŞ'ê de, YNK'ê di alîkariya Rojava de çalak bû, ev yek di azadkirina Kobanê de zêdetir xwe nîşan da. Heta gihîşte wê astê ku dawiya sala borî, serokê YNK'ê ji bo cara yekem bi awayekî fermî serdana Rojava kir û ji aliyê fermandariya QSD'ê, Hevserokên PYD'ê û rayedarên Rojavayê Kurdistanê hat pêşwazîkirin. Her wiha serokê YNK'ê li ser esasê aktîvkirina civînên konferansa netewî li seyrangeha Dûkanê bi aliyên siyasî re civînek li dar xist, tê gotin ku di civînê de nameyên Fermandarê QSD'ê Mazlûm Abdî û Hevserokê KCK'ê Cemîl Bayik xwendine. Bi heman hêz û tempoyê ji axaftina ku di 32'emîn salvegera Raperînê de li pêşberî hezaran alîgirên xwe kirî, her wiha ji axaftina bi dîmen ya ji bo Newroza milyonî ya îsal a Amedê şandî, nîşan dide ku serokatiya YNK'ê dixwaze xwe bispêre paşxaneya xwe ya netewî û demokratîk û careke din weke hêza bingehîn a siyaseta Başûr û bi giştî Kurdistanê rol bilîze, û ev yek mafê wê yê asayî ye.

Têkiliyên di navbera rayedarên YNK'ê û hevalên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di gelek waran de pêş ketine. Di encama ketina 2 helîkopterên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li sînorê Çemankê yê Duhokê, 9 şervan û fermandarê hêzên taybet ên Rojava şehîd bûn. Dewleta Tirk û PDK'ê bi vê bûyerê xwe biçûk hîs kirin, weke ku bibêjin çawa Rojavayê Kurdistanê bûye xwediyê helîkopteran û li esmanê wan difire!!

Hikûmeta Tirkiyeyê îdia kir ku PKK'ê ew helîkopter ji Fransa wergirtine û wan dane Rojava, ji ber wê jî wan biryar da ku heta meha Tîrmehê geştên xwe yên hewayî ên di navbera Tirkiye û balafirgeha Silêmaniyê rawestînin.

Helbet mafê Rojavayê Kurdistanê heye ku ji aliyekî ve siyaseteke berfireh bimeşîne û ji aliyê din ve di hemû waran de kelûpelên leşkerî û sivîl bi dest bixe, ji ber wê jî gelek asayî ye ku di çarçoveya xizmetguzariya civaka xwe de, her wiha ji bo têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên ku hê jî metirsiya wan li ser destketiyên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, helîkopter û balafirên xwe yên cûr bi cûr hebin û bi kar bînin. Ji ber wê jî pêwîst e koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê û dostên wan zêdetir alîkariya wan bikin da ku karibin zêdetir pêşde biçin û serketinan tomar bikin. AKP, MHP û PDK'ê qedera xwe bi van hilbijartinan ve girê didin û ji ber vê yekê li Tirkiyeyê êrîşî hêzên Kurd, çepgir, azadîxwaz, demokrat, jin û ciwanên Kurd dikin. Ji aliyê din ve jî bi lihevkirina li gel hêzên çete û kontragerîlayên weke Huda Par-Hizbullahê re dixwazin bi kuştin, wêrankirin û qirkirina Kurdan çavên Kurdan bitirsînin û bêjin; em salên nodî û rojên reş tînin bîra we. Her wiha peyamek din a wan heye ku dibêjin; çi bi xweşî û çi jî bi nexweşî be divê em bibin desthilatdar.

AKP-MHP, ENKS û DAÎŞ'ê îsal gelek hewl dan êrîşên xwe yên bejahî yên li ser Rojava bidomînin, lê felaketa erdhejê heta radeyekê ev êrîş asteng kir. Ji aliyekî ve dixwaze bi rêya PDK’ê êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bidomîne, li aliyê din jî di navbera YNK, Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Rêveberiya Xweser, hêz û partiyên neteweyî û demokratîk de têk bide. Ji bo vê jî PDK û AKP-MHP’ê ji bo ku YNK’ê bitirsînin û bikin ku ew li gorî daxwazên wan tev bigere, serî li ber dagirkerî û nokeriyê bitewîne, ambargo danî ser qada hewayî û aboriyê ya Silêmaniyê.

Eşkere ye ku ji dema nexweş ketina Celal Talebanî heta roja îro, PDK'ê xwestiye YNK'yeke bê îrade, lewaz û dûrî siyaset, bîr û baweriyên xwe yên bingehîn çêbibe û di destê xwe de wê weke pêlîstokekê bi kar bînin. Diyar e ku hikûmeta PDK'ê sê sal e ambargoya aborî daniye ser Silêmaniyê, di heman demê de bi hemû şêwazan rêveberiya Silêmaniyê û YNK'ê teşhîr dike, her wiha ev yek jî veneşart ku divê YNK dev ji xeta netewa demokratîk berde û wek wan bibe koleyê dewleta Tirk a dagirker.

Nêzîkî salekê ye YNK him wek cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî û him jî wek wezîrên xwe tevlî civînên serokwezîr Mesrûr Barzanî nakin, di heman demê de li hember hewldanên provakatîf ên dezgeha Parastin a PDK'ê û daxuyaniya qaşo berdevkê Hikûmeta Herêmê Cotiyar Adil, serokê YNK'ê B.Talabanî daxuyaniyeke pir tund bilav kir ku pêwîst bû. Divê YNK bi vî rengî vê qonaxê bidomîne, nexwe wê dîktatortiya PDK'ê û serokê hikûmetê bi taybetî ambargoyên li ser herêma Silêmaniyê wê ne tenê sivik nebin, belku PDK wê her tiştî bike da ku YNK û Silêmaniyê bixe bin kontrolkirina xwe. Êrîşa li ser balfirgeha Silêmaniyê û hemû êrîşên dewleta Tirk bi agahdarî û çavdêriya Amerîkayê ne, ji ber vê yekê peyamên êrîşê di esasê xwe de peyamên dewleta Tirk û her wiha peyamên DYE’yê jî hebûn. Careke din ji fermandariya QSD û berpirsên YNK’ê re gotin ku eger em nebin, dewleta Tirk dikare li her derê li êrîşî we bike, lewma divê hûn weke ku em dixwazin tevbigerin. Ji ber ku di esasê xwe de Emerîka lîstikê dilîze, ne Tirkiye, lê helbet Tirkiye jî wek gayê har ê Îspanyayê lê hatiye, li ku derê derfet ji bo Kurdên azad û hêzên demokrat hebe, wê bi her awayî êrîşî wan bike. Wate divê were fêhmkirin ku heta Tirkiyeyeke demokratîk û di nav de pirsgirêka Kurd çareser nebe, dewleta Tirk ji bo tevahiya gelê Kurd xetere ye. Ji aliyê din ve pêwîste kongreyeke demokratîk were lidarxistin û hemû partiyên Kurdistanî ji derveyî PDK'ê tê de beşdar bibin, di heman demê de heta ku PDK di bin peymaneke rûmeta netewî de bê danîn ku nekaribe bi keyfa xwe bi navê Kurd û Kurdistanê tevbigere. ji Kurdistanê bar bike, metirsî berdewam in. Ji bo vê jî divê hêz û partiyên Kurdistanî yên netewî û demokratik bê dudilî û hêcetan ber bi armanca mezin ve bimeşin û bi ti gef û êrîşan netirsin û divê hê zêdetir yekîtiya xwe xurt bikin û êrîş û komployên AKP, MHP û PDK’ê pûç bikin.

ÇAVKANÎ: KOVARA SERXWEBÛN