Dewleta Tirk li herêmê terorê dimeşîne

Başûrê Kurdistanê veguheriye qadeke ku dewleta Tirk bi awayekî serbest hemû çekên xwe biceribîne. Bazara wan di destê wê de ye. Ger herêmek hebe ku hewl dide aboriya têkçûyî li ser piyan bihêle, ew jî Başûrê Kurdistanê bi xwe ye.

Tirkiye di bin desthilatdariya Erdogan û Bahçelî de ji bo ewlehiya herêmê bûye xeteriyeke eşkere. Herî dawî tiştên ku li Qerebaxê derketin holê bi destê vê rêveberiya faşîst qewimîn. Çeteyên çekdar ên ku li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê hatine bicihkirin, li hemberî hemû welatên Ereb weke amûreke gef û şantajê bi kar tînin. Jixwe ev çete li Sûriyeyê rojane xwînê dirijînin, mal û milkên gel talan dikin, şer û sûcekî li dijî mirovahiyê ku wan nekiriye tune ye.

Dewleta Tirk li balafirxaneya Silêmaniyê ya ku di bin kontrola YNK’ê de bû xist, li wir 3 pêşmerge şehîd bûne û 3 jî birîndar bûn. Berê jî gef li YNK’ê xwaribûn û ambargo danîbûn ser balafirxaneya Silêmaniyê. Hewl didin YNK teslîmî wan bibe û weke PDK’ê tevbigere. Dema YNK’ê serî netewand, vê carê bi awayekî vekirî hedef girtin. Ev demek e li Silêmaniyê û derdora wê gelek êrîşên balafirên bêmirov pêk tên û li navenda bajêr jî bi sûîqestan mirovan dikujin. Mazlûm Dag 3-4 sal berê li Hewlêrê berpirsekî MÎT’ê kuştibû. PDK'ê daxuyaniyên reşkirinê dabû û cezayê îdamê dabû du çalakvanan. Lê dema ku avahiya KNK'ê hate girtin û Deniz Cevdet Bulbun hate qetilkirin PDK ker û lal bû. Rayedar bêdeng man û daxuyanî nedan. Dema ku mijar dibe Kurd û rêxistinên wan PDK diqîre, lê dema ku dor tê dewleta Tirk kedî dibe. Lê avahiya KNK'ê bi destûra wan hat vekirin û 24 saetan di bin çavdêriya wan de ye. Li paytexta xwe, çekdarên dewleta Tirk bi rehetî tên siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd qetil dikin. Başûrê Kurdistanê bûye qadeke ku Kurd xwe lê di ewlehiyê de nabînin û di nava lepên mirinê de dibînin.

PDK ne tenê bûye berdevkê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk, di heman demê de ji bo YNK û hêzên din ên welatparêz bibin wekî wekî zextê li wan dike. Dema ku pêşmerge li Silêmaniyê bi êrîşa balafirên bêmirov (SÎHA) hatin qetilkirin, PDK demeke dirêj bêdeng ma. Di daxuyaniyên xwe yên piştre da jî YNK’ê sûcdar kir. Gotin divê êrîşên SÎHA’yê bên lêkolînkirin û rastî bên eşkerekirin. Di rastiyê de ev gotinên wan bi gotinên faşîstên Tirk re li hev hat. Tiştên ne zelal û ne vekirî çi ne? Dewleta Iraqê ragihand ku Tirkiye ev êrîş pêk aniye. Her wiha dewleta Tirk jî bi awayekî fermî berpirsyarî girt ser xwe. Ma wê hîn çawa eşker û zelal bibe?

Dewleta Tirk ragihand ku YNK hevkariya YPG’ê dike û ji bo vê yekê wan hedef digire. Jixwe ev gotin bêperwa bûn. Li Iraqê bi taybetî jî li Kurdistanê hêza xwe nîşan dide. Êrîşî xaka welatekî din dike, qetlîaman dike û dibêje, hêza min heye, ez dikarim bikim. Ev têrê nake, li ser hêzên Iraqî û Başûrî ferz dike ku PKK û YPG’ê wek terorîst qebûl bikin. Dibêje, ya hûn ê bi gotina min bikin, têkiliya xwe qut bikin, piştgirî bidin min, ya jî ez ê we gulebaran bikim. Di vê mijarê de Helwesta PDK'ê ne cuda ye. PDK jî gefan li gundiyên di bin destê xwe de dixwe, dibêje alîkariya gerîla nekin, têkiliyên xwe qut bikin.

Jixwe tu kes ne li bendê ye ku PDK li dijî dewleta Tirk şer bike. Lê ne hewce ye ku bibe dûvika dewleta Tirk. Herî kêm dikare ji raya giştî ya cîhanê re bibêje; dewleta Tirk êrîşî xaka me dike, hêza me nîne ku em li ber xwe bidin. Ev yek bi tena serê xwe wê li cîhanê bibe sedema bertekên li dijî dagirkerên Tirk. Lê derdê PDK'ê, bi PKK’ê re ye. Dewleta Tirk êrîş dike, dibêje ev ji bo min firsend e û li ser derxistina PKK’ê hesabê xwe dike. Ev hesabeke pir kirêt e, li cihekî ku PKK bê paqijkirin ne PDK û ne jî statuyek wê hebe.

Me got, dewleta Tirk ji bo herêmê gefek e. Li gorî dilê xwe berê xwe daye Iraq û Sûriyeyê û rojane êrîşî wan dike. Di dema ku her kes dixwaze şerê li Sûriyeyê bi dawî bibe û çareser bibe, Tirkiye êrîş dike û tevliheviyê derdixe. Dema ku li Dêrezorê li dijî hin endamên çeteyan tedbîr hatin girtin, dewleta Tirk demildest kete nava liv û tevgerê. Dest bi propagandaya reşkirinê ya ku eşîrên ereb li dijî terorîstan serî hildane, kir. Di heman demê de êrîşên xwe yên li ser Minbicê jî zêde kirin. Zimanekî wan ê jehrî heye û serê wan ji bo xerabiyê dixebite. Dibêjin Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê di bin dagirkeriya terorîstên PKK'ê de ye. Mîna ku van kesan li dijî DAÎŞ’ê şer nekirine, ne ji gelê Sûriyeyê ne, ji fezayê an ji welatekî din hatine û beşeke welat dagir kirine. Dewleta Tirk êrîşî Sûriyeyê nekir, berovajî vê li dijî dagirkeriyê weke hêzeke parastinê ye!

Başûrê Kurdistanê veguheriye qadeke ku dewleta Tirk bi awayekî serbest hemû çekên xwe biceribîne. Bazara wir di destên wan de ye. Ger herêmek hebe ku hewl dide aboriya têkçûyî li ser piyan bihêle, ew jî Başûrê Kurdistanê bi xwe ye. Ew bi serbestî çekên qedexekirî û kîmyewî bikar tînin. PDK ji bo nixumandina vê yekê mijûl e. Destûr nade heyetên derve jî bên lêkolînê bikin û ji bo van êrîşan PKK’ê sûcdar dike. Dewleta Tirk jî vê hevkariyê bi hemû hêza xwe bi kar tîne. Ev jî hebûn û destkeftiyên hemû kurdan dixe xeteriyê.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka