Destpêkeke nû li Rojhilatê Kurdistanê

PJAK’ê bi rêya çalakiyên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên din ên Îranê peyam da hikumeta navendî ku ev gel bêxwedî û bêîrade nîne.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) di serdemeke wisa de hate damezrandin ku Rojhilatê Kurdistanê di nav valahiyê de bû, pêwîstî bi partiyeke nû hebû. Ji ber ku pêla bêhêvîtiyê li Rojhilatê Kurdistanê hebû û gel bê piştevan mabûn. Hikûmeta navendî bi awayekî neasayî li hember gel miamele dikir. Kurd ji meydana desthilatdariyê hatibûn dûrxistin, hikûmeta navendî pêleke newekheviyê li seranserê Kurdistanê dabû destpêkirin, li Kurdistanê zêdetir aliyê ewlehiyê li pêş bû. Di rewşeke wiha de pêwîstiya Rojhilatê Kurdistanê bi hêzeke piştevan hebû. PJAK di serdemeke wisa de hate damezrandin ku bêhêvîtî li Rojhilatê Kurdistanê serwer bû û partiyên din jî li başûrê Kurdistanê rûniştibûn. Tekane karê wan amadekirina daxuyaniyan bû. Diviya çalakiyên çekdarî û parastina rewa li Rojhilatê Kurdistanê bihatina domandin. Bi taybetî di destpêka 2000’î de ev pirsgirêk berbiçav bû. Hikûmeta navendî ev lawaziya partiyên Kurdan bi awayê herî baş bi kar dianî, siyaseta zext û înkar û pişaftinê li Rojhilatê Kurdistanê dişopand. Rojhilatê Kurdistanê zêdetir di van salan de rastî têkçûnê hat.

DAMEZRANDINA PJAK’Ê DESTPÊKEKE TAZE Û HÊVIYEKE NÛ BÛ JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Çawa ku PKK di wê demê de li Bakurê Kurdistanê hate damezrandin ku şopa Kurdan li meydanê tune bû û dîroka jibîrkirî ji nû ve zindî kir û ruh dayê, damezrandina PJAK’ê jî destkefteke wekî destkefta PKK’ê bû. PJAK di serdemeke wisa de hate damezrandin ku bêhêvîtiyê gel dixwar, li gel damezrandina PJAK’ê hêviyeke taze û ruhekî nû ji dayik bû.

PJAK bûye asteng ku dewlet li Kurdistanê xwe binecih bike. PJAK’ê rê li ber pişaftin û siyaseta înkarê girt. Ji ber ku siyaseta înkarê ya dewletê pir bi lez binecih dibû, PJAK’ê rê li ber vê yekê girt, ruhekî nû û hêviyeke taze da Rojhilatê Kurdistanê.

PJAK’ê bi rêya çalakiyên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên din ên Îranê peyameke zelal da hikûmeta navendî, peyam da ku ev gel ne bê xwedî û bê îrade ye.