Destnîşankirina rast a pirsgirêkê wê pêşî li çareseriyê veke

Baş e pirsgirêka rasteqîn çi ye? Eşkere ye ku pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka qebûlkirina azadî û hebûna gelê Kurd e, pirsgirêka radestkriina mafên neteweyî-demokratîk ên Kurdan e. Dewleta Tirk van binpê dike, yanî hewl dide qir bike.

Dewleta Tirk niha li Cerablûs, Bab û Efrînê hêza dagirker e. Ji 9'ê Cotmehê ve bi rengekî hovane êrîşa dagirkeriyê li Rojavayê Kurdistanê dike. Bajarên Til Abyad û Serêkaniyê dagir kiriye. Ji Kobanê heta Dêrikê dixwaze herêmê dagir bike û van herêman bixe bin kontrola xwe. Di vê çarçoveyê de di 17'ê Cotmehê de bi DYE re û di 22'ê Cotmehê de jî bi Rûsyayê re li hev kir. Lihevkirin û peymana ku amade kirin rewakirina êrîşan û dagirkeriyê ye.

Dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de ti pîvanên exlaqî û hiqûqî nas nake. Balafirên şer, tank û topan bi rengekî bêpîvan bi kar tîne. Bêyî ku bêje zarok e yan jî extiyar e yekser êrîşî mirovên sivîl dike wan birîndar dike û qetil dike. Her wiha çekên qedexekirî, çekên kîmyewî bi kar tîne. Gund û taxan hildiweşîne, dişewitîne, Kurdan ji cih û warê wan dike. Bi rengekî eşkere polîtîkaya tehcîrê dimeşîne û demografiya Kurdistanê diguherîne.

Li ser vê bingehê ji 9'ê Cotmehê û vir ve ji bo dagirkirinê êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike û ji bîstan zêdetir zarok bi giştî 235 sivîl qetil kiriye û zêdeyî şesid mirov birîndar kiriye. Bi dehan mirov ji ber gaza kîmyewî birîndar bûne. Li gorî qeydên Neteweyên Yekbûyî 176 hezar mirov ji warê xwe bûne. Li gorî daxuyaniyên rêxistinên cuda derdora 300 hezar mirov ji warê xwe bûne. Her wiha bi sedan şervanên QSD'ê şehîd bûne yan jî birîndar bûne.

Li gorî lihevkirina 22'ê Cotmehê ya navbera TC û Federasyona Rûsyayê, dagirkeriya TC a li Til Abyad û Serêkaniyê tê qebûlkirin û ji şervanên YPG-YPJ û QSD'ê tê xwestin ku Rojavayê Kurdistanê biterikînin bi 30 kîlometreyî xwe ber bi başûr ve vekişînin. Ev rewş tê wateya vekişîna şervanên Kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku ev yek jî wê bibe sedem ku nifûsa Kurd Rojavayê Kurdistanê biterikîne, bi vî rengî Kurdistan bê Kurd bê hiştin.

Di berdêla vekişîna hêzên parastinê yên Kurd de Federasyona Rûsyayê pêşniyar dike ku wê ew û hêzên Sûriyeyê Kurdistanê kontrol bikin. Li hemberî vê yekê jî hin dewletên Yekîtiya Ewropayê pêşniyar dikin ku hêzeke navneteweyî herêmê kontrol bike. Ji îro û pê ve TC û Rûsyayê ji bo vekişîna hêzên QSD'ê 6 roj dem destnîşan kirine. Li her qadê xwepêşandanên girseyî pêk tên, ev rewş ji aliyê Kurdan û mirovahiyê ve tê şermezarkirin. Rewş tevlîhev e, bûyer gelekî zû diqewimin û metirsîdar in.

Eşkere ye ku ev hemû tiştên me anîn ziman rast in. Lê belê dema ku mirov bala xwe bidinê wê bê dîtin ku hemû jî encameke, ne sedem e. Belê di pêvajoya heyî de li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bûyer diqewimin. Gelo ev hemû ji ber çi diqewimin? Ev pirs ji aliyê her kesî ve bi têrkerî nayê pirsîn û bersiveke rast a têrkerî nayê pêşkêşkirin. Ji bo hinekan tenê encam girîng in, lê belê sedemên van encaman lêkolîn nakin. Yanî sedemên ku ev encam afirandine, yanî pirsgirêk bi rengekî rasteqîn nayê destnîşankirin. Ji ber vê yekê rêyên rasteqîn ên çareseriyê nayên peydakirin. Ji ber ku tenê dema pirsgirêk bi rengekî rasteqîn hate destnîşankirin hingî rêyên çareseriyê peyda dibin.

Mînak, li gorî Serokê DYE'yê Trump li holê şerekî du sed salî heye û divê mirov tevlî vî şerê bêdawî nebin. Ya rast di dema dawî de got, 'Her tişt ji bo petrolê' û armanca xwe ya rasteqîn eşkere kir, lê belê divê mirov tespîta wî ya şerê du sed salî girîng bibînin. Baş e, eger şerek hebe û dawî lê nayê gelo dema mirov xwe jê vegirin wê dawî lê bê? Ji wê jî wêdetir mirov dikarin xwe jê vebigirin? Bi xwevegirtina ji şerekî welê dikare bibe hêzeke global? Eger pêkane ku mirov xwe jê vegire, wê demê çima li Kurdistanê û Rojhilata Navîn digerin?

Li gorî Rûsyayê pirsgirêk serwerî û yekîtiya Sûriyeyê ye. Baş e serwerî û yekîtiya Sûriyeyê kengî û çima ji holê rabû? Kê û çawa ev rewş afirand? Sûriye çima û çawa ji aliyê kê ve hate parçekirin? Çima li gel ewqas hewldanên we serwerî û yekîtiya Sûriyeyê pêk nayê? Çima rewş aram nabe? Tevî ku her carê hûn qala çareseriya siyasî ya Sûriyeyê dikin, çima timî şerekî nû diqewime?

Li gorî Yekîtiya Ewropayê jî pirsgirêk desteka malî ye, binpêkirina mafên mirovan e û di asta herî pêş de pirsgirêkeke ewlekariyê ye. Baş e kî ji kê piştgiriya malî ji bo çi dixwaze? Kî ji bo çi mafên mirovan binpê dike? Kî dibe sedema rûdana pirsgirêka ewlekariyê? Mafên mirovan bêsedem nayê binpêkirin û pirsgirêka ewlekariyê jî ji ber xwe ve nafire.

Li gorî dewleta Tirk pirsgirêk pirsgirêka terorê û ewlekariya sînorê başûr e. Baş e em ji bo kêliyekê bêjin ku ev gotinên wan rast e. Baş e lê belê kî ji bo çi gefê li sînorê başûr dixwe? Kî ji ber çi pirsgirêka terorê diafirîne? Tişta ku tu jê re teror dibêje bi rastî jî çi ye? Gefa terorê jî, têkçûna ewlekariya sînorê başûr jî rewşeke welê xumamî nîne.

Em bala xwe bidin ser, ev hemû tespît pirsgirêka rasteqwîn destnîşan nakin û ji ber vê yekê jî nikarin rêyên rasteqîn ên çareseriyê pêşniyar bikin. Eşkere ye ku şerê ku Serokê DYE'yê Trump qalê dike şerê Osmanî-Kurd ê destpêka sedsala 19'an û şerê TC-Kurdan e. Wê demê pirsgirêkê bi rengekî rast destnîşan bike û bi rengekî eşkere bêje ku pirsgirêka qirkirina Kurdan e. Welê bêje ku 'Pîvanên Wîlson' ên dîrokî rêya rast a çareseriyê nîşan bidin.

Wekî din parçebûna Sûriyeyê ku Rûsya balê dikişîne ser ji aliyê DYE û Dewleta Tirk ve hate destpêkirin. Rêveberiya DYE'yê ji bo Sûriyeyê parçe bike serî li vê yekê da, Dewleta Tirk jî ji bo Kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu tevlî şerê Sûriyeyê bû. Gelo Rêveberiya DYE'yê niha dest ji parçebûna Sûriyeyê berdide? Niha welê xuya dike, lê belê di rastiyê de em qet jê bawer nakin. Li aliyê din bi rengekî eşkere xuya dike ku pirsgirêka heyî ya Sûriyeyê pirsgirêka êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk e. Yanî yê ku bû sedema pirsgirêka Sûriyeyê û niha li pêşiya çareseriyê asteng e dewleta Tirk e, dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê ye. Baş e dewleta Tirk û faşîzma AKP-MHP'ê vê yekê ji bo çi dike? Bêguman ji bo pirsgirêka Kurd dike, ji bo têkoşîna azadiyê û hebûna Kurdan astengt bike vê dike, ji bo Kurd li Sûriyeyê nebin xwedÎ maf vê dike. Yanî esasê pirsgirêkê pirsgirêka Sûriyeyê nîne, pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka siyaset û zîhniyeta tinekirin û înkarkirina gelê Kurd e.

Di vir de ne hêja ye ku mirov li ser îdîaya 'pirsgirêka terorê' ya dewleta Tirk û îdîaya mafên mirovan a Ewropayê rawestin. Eşkere ye ku dewleta Tirk vê komkujiya hovane û sûcê li dijî mirovahiyê ji bo tinekirina gelê Kurd dike. Mebesta dewleta Tirk ji gotina 'terorê' 'hebûna gelê Kurd' e. Ji ber vê yekê bêyî ku vir û wir de bibin divê mirov pirsgirêkê bi rengekî rast destnîşan bikin û li gorî vê yekê çareseriyê peyda bikin. Başe pirsgirêka rasteqîn çi ye? Eşkere ye ku pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka qebûlkirina azadî û hebûna gelê Kurd e, pirsgirêka radestkirina mafên demokratîk û neteeyî yên Kurdan e. Dewlet Tirk van binpê dike, dijminatiyê li Kurdan dike, îdîa dike ku gelê Kurd nîne û hewl dide tine bike, yanî qir bike. Lewma pirsgirêk pirsgirêka qirkerî û mêtingeriyê ye ku dewleta Tirk li gelê Kurd ferz dike. Baş e ji aliyê dîrokî ve ev pirsgirêk çawa dikare bê çareserkirin, çareseriya wê çi ye? Weke ku tê zanîn Emerîkiyan ji vê yekê re gotin 'Pîvanên Wîlson', Rûsan jî weke 'Pîvanên Lenîn' pênase kirin. Mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan. Yanî mafê rêvebirina xwe bi xwe bi rengekî azad.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka