Derba ku li navenda dewletê hate xistin

Rojhat û Erdal piştî rêwîtiya bi rojan di 1'ê Cotmehê de gihîştin navenda dewletê. Xwe nêzî hedefa xwe kirin û mesaja xwe dan.

Di her gavê de benda kontrolê.

Dîwarên bi zirxê ji pola hatine parastin, camên ku fîşek tê re naçin.

Kamerayên bi sensora li gorî tevgerê. Derfeta tespîtkirina her liv û tevgerê.

Çavdêriya personelan a 24 saetan.

Nuqteya navendî.

Bûlwara Ataturk a li Kizilayê bi van tedbîran û gelek tedbîrên din ên ku em pê nizanin xwe ji rojekê re amade dikir.

Di 1'ê Cotmehê de wê meclîsê dest bi kar bikira.

Sekvan li ser banê avahiyan hatin bicihkirin, droneyên keşfê timî digeriyan.

Li her deverê kontrol bi berfirehî dihate kirin.

Bivê nevê ev der navenda dewletê bû. Ji bo mirov xwe bigihîne vê navendê divê van hemû dîwarên ewlekariyê yên asta herî bilind bihatina derbaskirin. Naxwe di gumaneke herî biçûk de wê bihata kontrolkirin. Di rojeke bi vî rengî de ji bo yek karibe xwe bigihîne vê derê divê zilamê dewletê be.

Rojhat û Erdal piştî rêwîtiya bi rojan di 1'ê Cotmehê de xwe gihandin vê navenda dewletê ku weke Bûlwara Ataturk tê naskirin. Xwe nêzî hedefa xwe kirin. Çalakiya xwe bi serketî pêk anîn û peyama ku dixwestin dan tevahiya cîhanê.

TÊGIHIŞTIN SER Û BIN BÛN

Fikrê li pişt çalakiyê gihîşt armanca xwe û li hedefa xwe xist. Tevgera Azadiyê di têkoşîna zêdeyî 50 salî de li dijî faşîzmê bûye keleha herî girîng. Di vê oxirê de bi hezaran şehîd hatin dayin. Li dijî organîzasyona dewletê alternatîfa yekane ye. Lewma jî çalakiya Rojhat û Erdal çalakiyek li dijî dewletê bû. Vê çalakiyê têgihiştin ser û bin kir, temamiya teoriyên 'nabe' têk bir. Hemû sparteyên faşîzmê hatin hilweşandin, dîwarên tirsê yên di mejiyan de hatin parçekirin. Li gel ewqas mekanîzmayên ewlekariyê yên ku me li jorê qala wan kir, çalakî hate lidarxistin. Rojhat û Erdal di nava rojê de xwe gihandin ber deriyê Wezareta Karên Hundir a Tirk. Yên ku bi şev û roj digotin 'qediyan' li ser kursiya ku lê bûn lal bûbûn, yên ku heta niha bêdeng bûn neçar man biaxivin.

Kurd li dijî nebaşiya rêxistinbûyî li ber xwe didin. Kurdan di şerê dijî koletî û mêtingeriyê de dewlet baş nas kirin. Bi taybetî bi rêya paradîgmaya nû ya Rêber Apo heta hucreyên wê analîz kirin. Dewlet jî rûyê xwe yê hovane nîşan dide. Bombeyên qedexekirî yên li çiyayên Kurdistanê têne teqandin, çekên kîmyewî yên têne bikaranîn, bi deh hezaran girtiyên li zindanan êşkence û mirin li wan têne ferzkirin aliyekî vê hovîtiyê ne. Aliyê din jî pêkanînên şerê taybet ên li her qadê ne. Dewlet çiqasî xwe hov bike jî hin hene ku bi navê mirovahiyê ti carî dest ji azadiyê bernedin. Rojhat û Erdal jî temsîla vê dikin.

DESTPÊKA DEMEKE NÛ

Encamên vê çalakiya dîrokî ku tê wateya hilweşandina tirsa ku dewletê afirandiye, wê bi demê re hîn bêhtir diyar bibe. Ya ku niha şênber ew e; teqandina bombeyên Rojhat û Erdal li ber deriyê dewletê, destpêka demeke nû ye. Bûn dengê civakên ku qîrîna jiyana azad bilind dikin. Dibe ku ev yek encama herî şênber be ku niha em fêhm dikin.