Dema serketina bi berxwedanê ye!

Piştgiriya PDK’ê Başûrê Kurdistanê kiriye mêtingeha dewleta Tirk. Ji ber vê jî pêngava berxwedanê ya ‘Dagirkeriyê bi dawî bike, dema parastina Kurdistanê ye’ ya ku ew ê li Başûrê Kurdistanê were kirin, wê li hemberî faşîzma qirker jî bibe gaveke girîng.

Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’emîn a darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de pêngaveke nû ya berxwedanê da destpêkirin. Ragihand ku wan li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bi slogana ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dem dema pêkanîna azadiyê ye’ ev pêngav dane destpêkirin. KCK’ê bang li hemû aliyên antîfaşîst, hemû alîgirên azadî, demokrasî û edaletê û jinan kir ku bila bi awayekî xurt tevlî nav vê pêngavê bibe. KCK’ê bal kişand ser vî tiştî ku tecrîda li ser Rêber Apo, bi kirinên şerê taybet ê herî hovane yê faşîzmê re li ser gel bûye pergaleke êşkenceyê ya sîstematîk û têkoşîna li dijî tecrîdê wekî pîvana serkeftina pêngavê diyar kir.

Pêngava berxwedanê ya li dijî faşîzma qirker wê li Başûrê Kurdistanê bi navê slogana ‘Dawî li dagirkeriyê bîne, dema parastina Kurdistanê ye’ were kirin. Dema mirov li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê disekine, tê dîtin ku ev pêngav ji bo Başûr jî girîngiyeke xwe ya mezin heye. Piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve M. Çavûşoglû bi Nêçîrvan re kir, pesnê PDK’ê da, PKK û YNK xerab kir. Ev jî diyar dike ku li ser Kurdan polîtîkayeke şerê taybet di çi astê de tê meşandin û girîngiya vê pêngavê jî baş derdixe holê.

M. Çavûşoglû du caran wekî mêtingerekî gefan li YNK’ê dixe, ev jî têkiliya xwe bi helwesta PDK’ê heye. Tê diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyeyê dixwaze ku li ser YNK’ê zextan bike da ku YNK jî wekî PDK’ê tevbigere. Tê diyarkirin ku heke YNK tevlî plana tasfiyekirina PKK’ê nebe, wê PDK gelekî bitengije û di nav gelê Kurd de teşhîr bibe, îtîbara wê kêm bibe. Gelekî eşkere ye ku sedema M. Çavûşoglû gefan li ser YNK’ê dixwe, ji ber vê daxwaza PDK’ê ye.

Mêtingeriya qirker di dawiya şerê cîhanê yê 3’emîn de dema Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike, Kurdan ji hemû maf û hiqûqê mehrûm dihêle, dikeve pêşiya statuya wê ya siyasî, hewl dide Kurdan di vê sedsalê de qir bike û wê ji nav dîrokê derxîne. Desthilatdariya AKP û MHP’ê ya ku versiyona sedsala 21’emîn Îttîhad Terakkiyê ye, di sala 2023’an de komarparêzî, dînparêzî û nijadperestiyê dike haveynê îdeolojîk, dixwaze wê bi pergaleke înkar û îmhayê ya li ser senteza Tirk-Îslamê tacîdar bike. Yek ji sedema êrîşkariya wê ya sînornenas ev e. Ji ber ku beriya salên 2023, Mûsûl û Kerkûk jî tê de, dixwaze temamê Başûrê Kurdistanê û Rojava dagir bike.Di nava sê salan de dixwazin sînorên Komara Tirkiyeyê berfirehtir bikin û bingeha Osmaniya nû deynin.

Dewleta Tirk ji roja pêşîn di nav şerê cîhanê yê 3’emîn de cih digire û şer kûr dike. Ev tişt jî têkiliya xwe bi polîtîkaya wan a dagirker û mêtinger a Osmaniyan heye. Di sala 2011’an de dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî hate destpêkirin, Erdogan gotibû hefteyek şûnde em ê li Camiya Emevî ya Şamê em ê nimêjê bikin. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, bi mudaxeleye derveyîn re şer dest pê kiribû, keştiyên şer ên Tirkiyeyê xwe gihandibûn peravên Lîbyayê. Rêveberiya MHP’ê diyar dikir ku Mûsûl û Kerkûk bajarên 82 û 83’emîn ên Tirkiyeyê ne. Mêtingeriya qirker li her çar parçeyên Kurdistanê ‘Plana çokdanînê’ dida kirin.

Erdogan gelek caran mudaxeleya li ser Bakurê Iraqê wekî şaşiyeke mezin dinirxand û diyar dikir ku wê heman şaşiyê li Bakurê Sûriyeyê pêk nîne. Di vê gotina xwe de jî bêyî ku carekê be jî qala PKK’ê bike, dijminatiya xwe ya li ser Kurdan a eşkere diyar kiribû. Piştre dagirkeriya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wekî xwerexneya gotina li ser Bakurê Iraqê hate diyakirin. Dema digot bandora Lozanê qediyaye, qala berfirehkirina sînorên Tirkiyeyê, qirkirina li ser Kurdan dikir û hesabê wî ev bû ku Bakurê Iraqê û Bakurê Sûriyeyê tevlî nav axa Tirkiyeyê bike. Feraseta Mîsak-i Mîllî ya Erdogan ev e ku li Bakur, Başûr û Rojava Kurdan qir bike, Başûr û Rojava jî tevlî nav axa Tirkiyeyê bike. Çeteyan li welatê Kurdan bi cih dikin û rûpelên nû li dîroka Tirkan a bi xwîn û qirker zêde dikin.

Mixabin bi saya PDK û alîgirên wê dewleta Tirk beşeke Rojava dagir kir. Piştgiriya PDK’ê Başûrê Kurdistanê kiriye mêtingeha dewleta Tirk. Axaftinên rayedarên PDK’ê yên li ser PKK’ê wekî axaftinên waliyên mêtinger ên Tirk e. Derbarê Kurdên ji bo maf, azadî û heqê xwe dixwazin gotina Erdogan û Bahçelî çi be, rayedarên PDK’ê jî heman tiştî dibêjin. Li Başûr daxuyaniyên li ser navenda medya û ronakbîriyê tê kirin, wekî daxuyaniyên şerê taybet ê Daîreya Şerê Taybet a Tirk e.

Li Başûrê Kurdistanê ya ku di bin kontrola dewleta Tirk a qirker û mêtinger de ye, gel gelekî ji vê rewşê aciz e. Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk hêrseke wan a mezin heye. Ji ber vê jî pêngava berxwedanê ya ‘Dagirkeriyê bi dawî bike, dema parastina Kurdistanê ye’ ya ku ew ê li Başûrê Kurdistanê were kirin, wê li hemberî faşîzma qirker jî bibe gaveke girîng. Gelekî zelal e ku heta dagirkeriya dewleta Tirk a ku Başûrê Kurdistanê kiriye dîl bi dawî nebe, wê Kurdistana Federe bi dawî nebe.