Dema fêmkirina ji Hakî Karer e

Civaka Tirkiyeyê têra xwe heqîqeta azadiyê ya Kurdan nas nake. Divê di şexsê Hakî Karer de em vê heqîqetê bibin ji wan re û baş bi wan bidin fêmkirin. Dema wê hatiye ku rastiya Hakî Karer baş were fêmkirin û mirov baş bide fêmkirin.

Gelekî zelal e ku em di rojên dîrokî de ne. Di her roja Gulanê de şehîdên me yên qehreman hene. Meha Gulanê dibe Meha Şehîdên Şoreşgeriye Tirkiye û Kurdistanê. Em qetlîama Taksîmê ya di 1’ê Gulana 1977’an de bînin bîra xwe. Di her 1’ê Gulana 25 salên dawîn de her roj şehadeta gerîlayan heye. 2’ê Gulanê salvegera şehadeta Mehmet Karasûngûr bû. Karasûngûr yek ji avakarê PKK’ê, endamê pêşîn ê Komîteya Navendî û fermandarê berxwedanên Hîlwan û Sêwregê bû. Di 6’ê Gulanê de jî Denîz, Yûsûf û Denîz şehîd bûbûn.

Bi rêzkirinê roj naqedin. Di 9’ê Gulanê de du bûyerên girîng hene. Yek ji darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê ye û yan din jî yek ji pêşengê şoreşger ê Tirkiyeyê Ûlaş Bayraktaroglû li Reqayê şehîd bûbû. Di 11’ê Gulanê de jî dengê azadiya jin û Kurdan Hozan Mizgîn li Tetwanê şehîd bûbû. Em 16’ê Gulanê wekî qetlîama Hewlêrê bi bîr tînin a ku yek ji birîna herî mezin a dilê me ye. Di 17’ê Gulanê de Ferhat Kûrtay û hevalên wî yên ku zindana 12’ê Îlonê ronî dikirin, şehîd bûne.

Em têm 18’ê Gulanê!... Roja bi êş û bi serbilindî ya şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê. Yanî roja şehîdan. Di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê di êşkenceyê de hate qetilkirin. Di 18’ê Gulana 1977’an de Hakî Karer li Dîlokê hatibû qetilkirin.

Her roja meha Gulanê wisa didome. Di 19’ê Gulana 1978’an de Halîl Çavgun li Hîlwanê şehîd dibe, di 27’ê Gulana 2020’an de jî Kasim Engîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Di 31’ê Gulanê de jî Sînan Cemgîl û hevalên wî şehîd bûn. Stêrkbûna wan jî şehîdên li Metîna, Zap û Zagrosê ne, yên ku di şer de şehîd dibin.

Em qala kitekitan nakin lê dixwazin li ser 18’ê Gulanê bisekinin. Di şexsê Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya de em hemû şehîdên meha Gulanê, hemû şehîdên qehreman ên têkoşîna Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk bi rêz û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Em diyar dikin ku wê bîranîna wan di têkoşîna me ya geş de bijî û bi vê têkoşînê re wê armanca wan bi ser bikeve.

Ne şaş bim Îbrahîm Kaypakkaya ji Çorûmê tevlî vê karwanê dibe. Her ku bîra tiştan dibe, dibîne ku ew ketiye nav têkoşîna di asta pêşengtiyê de. Li Kurdistanê û li gerîlatiyê. Riha di serî de li gelek qadan xebitî. Li Dêrsimê dema ku gerîla bû, di şer de birîndar bû û li Amedê di êşkenceyê de hate qetilkirin. Diyalektîka jiyanê ev şoreşgerê mezin bir du cihan, Kurdistan û gerîla! Zelal e ku Kurdistan bi gerîla re dibe yek. Gerîlayên Kurdistanê ne bi tenê ji bo azadiya Kurdistanê, di heman demê de ji demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn jî şer dikin. Piştî Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya jî di nav çîrûskên pêşeng ên gerîlatiyeke wisa de cih digire.

Çîroka Hakî Karer jî ji vêya ne cihêtir e. Şênber û zelaltir e. Ji gundekî Ûlûbeya Ordûyê tê Enqereya ku paytexta dewletê ye û piştre jî tê Amedê ya ku paytexta demokrasiyê ye. Kesayetiya xwe dike esas û tê Kurdistanê ya ku ocaxa azadî û demokrasiyê ye. Tevî hevalê xwe Kemal Pîr ê ku ew ji herêmekê ne, dibin kesên pêşîn ku Rêberê Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan nas dike û fêm dike. Tevî Kemal Pîr dibin kesên pêşîn ku çalakiyên azadiyê li Kurdistanê dikin. Gerîlayên qehreman jî berxwedena xwe ya ji bo ronîkirina mirovayetiya azad ji bo bîranîn û tolhildana Hakî Karer pêk tîne.

Her tişt ev qasî zelal e, ma hewce ye mirov tiştekî din bibêje? Ji bo fêmkirina bûyerên niha û nîqaşkirin wan, ji vî tiştî ronîtir tiştekî din ji bo çareseriyê heye?

Nexwe divê em rastiya Îbrahîm Kaypakkaya û rastiya Hakî Karer baş fêm bikin û wê bikin hêza çareseriya ji bo pirsgirêkan. Divê em vê rastiyê bêtir bi civaka Tirkiyeyê, ji jin û ciwanan re, ji kedkar û karkeran re bidin fêmkirin. Divê civak li ser vî bingehê were perwerdekirin û mirov wan têxe nav rêxistin û çalakiyan.

Ji ber ku çareseriya van pirsgirêkên giran li vir e. Mirov bi tenê li Kurdistanê li çareseriyan bigere, vê rastiyê bi tenê ji Kurdan re bibêje, vî barî têxe ser milê Kurdan bi tenê, wê ne rast be. Kurdan jixwe bi qasî ku fêm bikin, fêm kirine û xwe kirine hêza çareseriyê. Mirov dikare bibêje ku bila zêdetir bibin yek, bi şerekî mezin dijminê faşîst û qirker têk bibin! Erê ev jî rast e û hewce ye, lê mirov bar hemû biavêje ser vir, wê ne rast û bi edalet be. Ji ber ku berê pirsgirêk di vir de bû, Kurd bê rêxistin û çalakî bûn. Lê êdî ev tişt hatiye derbaskirin, çareseriya Kurdan heta asteke mezin pêk hatiye. Niha pirsgirêka mezin li Tirkiyeyê ye û ji bo ku çareserî li Tirkiyeyê pêk were, divê mirov bixebite. Rastiya ku herî zêde çareseriya Tirkiyeyê ronî dike û hêza çareseriyê diafirîne jî ya Hakî Karer e. 

Lê dîtin ku ev rastî baş nakeve pratîkê. Dema ku qala Tirkiyeyê tê kirin bêtir dewlet û hin komên serwer tên bîra mirov. Wekî ku xwediyê civaka Tirkiyeyê ev hêz in, nêzî meseleyê dibin. Pirsgirêka Kurdan jî di serî de, ji bo hemû pirsgirêkan ji vê derê çareserî tê xwestin. Hin rexneyên ji bo van aliyan û têkoşînên cihê jî vê bendewariyê îfade dike.

Lê çareserî ne li ba van hêzan e. Berevajî wê pirsgirêk ev hêz in û çavkaniyên pirsgirêkan nabin hêza çareseriyê. Lê çi dikin? Bêtir pirsgirêkan ava bikin. Çaresernekirinê zêdetir dikin. Tişta ku li Tirkiyeyê jî ev e. Desthilatdarî û mûxalefeta pergala faşîst û qirker jî ev e. Ew dixwazin nijadperestiyê zêdetir geş bikin û di dijminatiya li dijî Kurdan de bi hev re têkevin pêşbaziyê. Ev rast e lê gelo wê kî vê têkoşînê bikin? Bi van pirsan divê mirov rêya çareseriyê bibîne.

Diyar e ku pirsgirêka Kurdan û pirsgirêkên din gelên Tirkiyeyê dikarin çareser bikin. Jin, ciwan, karker û kedkarên wan dikarin çareser bikin. Têkoşîna ji bo hilweşandina serweran jî, wê ev hêz bikin. Nexwe divê mirov biçe ba van hêzan, zêdetir nêzî wan bibe, wan li ser xeta Hakî Karer perwerde bike û wan sewqî têkoşînê bike. 

Li Tirkiyeyê hêzên şoreşger û demokratîk têra xwe balê nadin girseyan. Ji bo ku xwe bigîhinin girseyan û wan perwerde bikin, amûrên rêxistinkirinê geştir nakin. Rastiya Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer bi awayekî xurt ji civaka Tirkiyeyê re qal nakin. Di vî warî de di çarçovekeke teng û burokratîk de li meseleyê dinihêrin. Qîma xwe bi xwe tînin. Ew rastiya Hakî Karer û rastiya azadiya Kurdan bi xwe dizanin û dibêjin qey civak û kesên din jî dizanin.

Lê rastî ne wisa ye. Civaka Tirkiyeyê têra xwe heqîqeta azadiyê ya Kurdan nas nake. Divê di şexsê Hakî Karer de em vê heqîqetê bibin ji wan re û baş bi wan bidin fêmkirin. Dema wê hatiye ku rastiya Hakî Karer baş were fêmkirin û mirov baş bide fêmkirin. Rêya çareseriyê ji vir derbas dibe. Li ser vî esasî mirov dikare serkeftinê bi dest bixe. Li ser vî esasî faşîzm dikare were hilweşandin, azadî û demokrasî li ser vî bingehî dikare were bidestxistin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA