DBP: Bilez divê malbat û parêzer biçin Imraliyê

DBP'ê diyar kir şewata li Girava Imraliyê fikareke mezin çêdike û got,''Malbat û parêzer bilez dive biçine Imraliyê û rewşê ji cih bibînin.''

Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) derbarê şewata li Girava Imraliyê îro daxuyaniyeke niviskî da.

'MALBAT Û PARÊZER BI LEZGINÎ DIVE BIÇINE IMRALIYÊ'

Di daxuyaniyê de hate gotin daxuyaniya, 'tiştek nîne'' ya Wezîrê Karê Navxwe Suleyman Soylu ji cîdîbûnê dûr e û di ser guhê xwe re davêje. Di daxuyaniyê de hate gotin şewat û daxuyaniya piştî wê hatiye kirin fikaran çêdike û wiha hate domandin:
''Derbarê vê rewşê gelê me bertekeke zêde dide. Ji bo ku rewş zela bibe divê malbat û parêzer bi lezginî biçine giravê, ji cihê cih rewşê bibînin û raya giştî agahdar bikin. Li ser vê mijarê em dixwazin bi bîra rayedarên hikûmetê bixin ku tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Rêzdar Abdullah Ocalan pir girîng û jiyanî ye. Derbarê vê rewşê ji bo ku daxuyaniyeke ku raya giştî rast agahdar bike, were kirin, em bang li her kesî  dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.''