Dawiya dagirkerî û xiyanetê hat, dem dema azadiyê ye!

Ji bo berxwedan bigihê encamê jî em ji hemû xwînxwar, zordar, noker û xayînan re bejin “Dem Dema Azadiyê ye!” Awirên Kurdan û dîrokê yê şewat li ser we ne, dema we jî qediya ye!

Botan, di dîroka Kurdistanê de her tim bûye navenda berxwedanê. Doh jî wisa bû, îro jî wisa ye. Ji ber van taybetmendiyên Botanê yên hêz û giyanê dide berxwedêranê ye ku dibe hedef. Botan giyanê Kurdê azad e. Botan dilê welat e, ji bo wê jî li kû derê pêdivî hebe, Botan û Botanî li wê derê bûne. Di dîroka qirkirin û raperînê de jî wisa bû. Dema di salên 60 û 70’an de bi niyet û zanebûna ku PDK li ser navê Kurdayetiyê li ber xwe dide jî herî zêde Botan û Botaniyan piştgirî dane têkoşînê. Bûne pêşmerge, şer kirin û şehîd bûn. Wekî ku îro hembêza xwe ji gerîla re vedikin, wê demê jî hemû hêza xwe dane pêşmerge. Vê rastiyê herî baş PDK dizane. Îro jî Botan, destkeft û statuya Başurê Kurdistanê wekî ya ‘xwe’ dibîne. Lê mixabin PDK ji ber ku dizane Botan êdî rûyê wê yê rast dîtiye û piştgiriya siyasetên wê yên şaş nake, nabe hevparê hevkariya bi dijminan re, Botan çi dijî, qet ne xema wê ye.

Li ser rûyê cîhanê dijminê gelan ê herî mezin, faşîzma AKP-MHP'ê ye. Vê rastiyê jî herî baş Kurd dizanin, lewre herî kêm 200 sal e êrîşên dagirkerî, talan û qirkirinê li ser wan tê meşandin. Ji bo wê jî bi hemû hêza xwe li ber xwe didin. Dewleta dagirker û faşîst jî hebûna xwe di qirkirina Kurdan de dibîne û êrîş dike. Çi şahî be çi şînî be, naxwaze sê Kurd werin ba hev û hest, nêrîn û daxwazên xwe îfade bikin. Tenê ji ber ku Mewlûda Kurdî xwend, Mele Elî Boçkan ê 80’ê salî, Şaredar, parlamenter, rojnamevan, kedkar û hwd kîjan Kurdî bibîne ji êşkencê re derbas dike, dixe zîndanan û dikujê. Em bi bûyer û çîrokê salên 90’an mezin bûn. Kurdên teslîm nedibûn û xwe nedifirotin dewletê, hemû yan dihatin kuştin yan dixistin zîndanan yan jî jiyan li wan dikirin dojeh. Ji ber van nêzîkatiyên dewletê yên hovane, Kurd neçar bûn bibin xwedî karaktera berxwedaneke awarte. Yan wê bibûna kole yan jî wê ji bo azadiyê têkoşîneke agirîn pêş bixista. Ji bo wê Kurdên 30-40 salên dawî ne ‘normal’in. Ger ku ‘normal’ bûya, niha 40 carî têk çûbûn. Îro milîtanên di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih digirin bi gotina dewleta dagirker “bermahiyê” qirkirinan e.

Niha li Kurdistanê şerekî gelekî dijwar tê meşandin û berdelên giran tên dayîn. Heval, dost û dijmin eşkere bûne. Ji bo wê jî dewleta dagirker, Kurdan tevan wekî hedef û dijmin dibîne û di çarçoveya “Plana Çokdanînê” de Kurdan qetil û Kurdistanê dagir dike. Sedema ku du xizan û kedkar, Serdar Turgut û Osman Şîban ji mal û zeviyên wan birin û êşkence li wan kirin jî ev e. Wekî ku di dema Berxwedana Xweseriyê de, di weşanên zindî de agir berdan can û malên Kurdan, li bakurê Botanê/Şaxê, li ber çavên cîhanê Kurd ji helîkopterê avêtin, yên ku xwestin bibin asteng jî gefa kuştinê lê xwarin. PDK ya ku qaşo netewperest e jî piştgiriyê dide heman dewletê. Ew Kurdên ku PDK bi dehan sal bi awayekî menewî û maddî hêz ji wan girt tên kuştin, lê PDK ji astengkirinê biqerin, rexneyekî jî nake. Heman helîkoptêr li Heftenînê jin û ciwanên Kurdan bombebaran dikin, pêşmergeyên PDK li pêşiya wan mayinan paqij dikin. Di qadên mayînkirî de kî/çi li pêş tê ajotin?

Li gorî agahiyan heman PDK, cezayê îdamê dide ciwanên Kurd. Niha bi awayekî aşkere di nav faşîzma AKP-MHP'ê de jî cezayê îdamê tine ye. Lê ji ber ku ciwanên Kurd, kujerekî Kurdan, kesekî destbixwîn kuştin ango tola Şehîd Helmet rakirin (birayê wî bi xwe jî li hemberî faşîzma Saddam şer kiribû û şehîd bûbû), bi sêdarê ceza dike! Kurdayetî, aqil, exlaq û wijdan di ku dera vê bîryarê de ye? Gelo wê jin, ciwan, rojnamevan, rewşenbîr, hunermend û bi giştî gelê Kurd vê bîryarê çawa pêşwazî bikin? Beriya her kesî lazim e malbatên wan ciwanan û welatparêzên Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bîryarê bertek nîşan bidin û ji bo ku nehêlin ciwanên Kurd werin darvekirin jî hêzên siyasî bêxin tevgerê.

Helbet em dizanin, dewleta dagirker û qirker, heta ku Kurdan di qirkirinê de derbas neke, xwe di ewlehiyê de nabîne. Lê PDK çima eşkere piştgiriyê dide neviyê kujerên Evdilselam Barzanî û kujerên Serdar Turgut û bi deh hezaran Kurdên din? Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka PDK jî wekî ya faşîzma AKP-MHP'ê ye, pirsgirêka wê bi Kurdan re ye, PKK tenê hincet e û ji ber ku li hemberî qirkirina Kurdan hêza sereke li ber xwe dide ye, dibe hedef. Bi van helwest û bîryarên xwe yên dawî PDK zelal kir ku tu eleqeya wê bi Kurd û Kurdayetiyê re tine ye, têkîliya wê ya bi Kurdayetiyê re jî wekî ya dijminê Kurdan e, tenê ji bo xapandinê ye. Ew gotinên din hemû rûpoş in ku ji bo gelê Kurd pê bixapînin, hevkarî û îxaneta xwe veşêrin. Wê demê divê rasterast mirov bêje, li vê cîhanê hêza sereke ya dijminê gelê Kurd dewleta Tirkiyê ye, alîkar, hevpar û hevkarê wî yê herî mezin jî PDK ye. Lewre ger ku PDK piştgiriya siyaseta dagirkerî û qirkeriyê neke, dewleta Tirk nikare heyvekî vê siyasetê bimeşîne, wê hilweşe. Wê demê ji bo hilweşandina dagirkerî û qirkirinê, çawa ku li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê helwest zelal e, divê li hemberî PDK’ê jî helwesteke zelal hebe. Ji bo berxwedan bigihê encamê jî em ji hemû xwînxwar, zordar, noker û xayînan re bejin “Dem Dema Azadiyê ye!” Awirên Kurdan û dîrokê yê şewat li ser we ne, dema we jî qediya ye!