Dawî bi derewên dewleta Tirk nayê

Dewleta Tirk wisa hesab dikir ku wê li dijî PKK’ê jî serbikeve. Lê nedizanî PKK û tevgera Apoyî naşibe tekoşînên li beriya xwe. Ji bo vê jî dewleta faşîst çiqas hewlda jî biser neket. Lê dest ji şerê taybet berneda.

Helbet her dewlet dema pêwîst dibîne ji ber sedemên ne di cih de serî li şerê taybet dide û vê çekê ne tenê li hember derve li hember hundir jî bikar tîne. Heta ji bo bigihije hedefên xwe yên derve vê çekê destpêkê di hundir de dişûxîlîne. Lê êdî bi pêşketina teknolojî û zanistê re, vî şerê taybet paralel birêve dibe. Ango bi amade kirina hundir ve raya giştî ya cîhanê jî amade dike. Eynî wekî şerê yekemîn a Kendavê. Wek tê zanîn Sedam beriya vî şerî jî dîktator bû, zilm li gelê xwe dikir, çekên kimyevî bikar dianî, sûcên şer û yên mirovahiyê pêk dianî. Lê ji ber wê demê Sedam hê di bin kontrola NATO û Emerîkayê de bû, lewma dîktatoriya wî, zilma wî, pêk anînên wî yên dermirovî ji ne dihat dîtin, ne dihat bihîstin. Heta ji her aliyê ve piştevanî ji Sedam re dihat pêşkêş kirin. Lê çawa ku Sedam jî wekî Hîtler ji xeta ku wan xêzkir derket; vê carê bi dîktatoriyê, zordariyê, despotiyê û hwd. hat tewanbar kirin. Welê reş kirin ku dewletek Ereb, dewletek misilman jî nekarî xwedî lê derbikeve.

DEWLETA ŞERÊ TAYBET

Dîsa derveyî civaka Filistîniyan tu civaka misilman xwedî li derneket. A rastî di şexsê dîktatorekê de neteweyek bi qetlîamê rû bi rû dihat hiştin. Lê ligel vê jî tu dewlet, hêz, gel, baweriyê nekarîn li dijî vê derbikevin. Nekarîn wan hêzên emperyalîst- kapîtalîst bixînin li ber lêpirsînê. Yanê bi şerê taybet ve hem civaka xwe hem raya giştî ya cîhanê amade kirin û hem jî tişta ku dixwestin di şexsê dîktatorekê de xistin mêriyetê. Wekî ku me li jor anî ziman; hîna Emerîka jî di nav de her dewlet serî li şerê taybet-derûnî dide. Lê tu dewlet qasî dewleta Tirk a dagirker- qirker-mêtînger serî li şerê taybet nade. Ji roja beriya ava kirina Komara Tirk û hetanî niha hem li hember netew û baweriyên cûda û hem jî li hember fikr û ramanên ku ji xwe re xeter dibîne, serî li vê çekê daye û dide. Her demê ji bo dewleta Tirk û hikûmeta wê re dibêjin; ‘dewleta şerê taybet, hikûmeta şerê taybet.’

LI HEMBER NASNAMEYÊN MUXALÎF; JIN, BAWERÎ, FIKRÊN CÛDA Û GELÊ KURD BI KAR TÎNE

Hetanî niha ji bo dewletekê an jî ji bo hikûmetekê pênaseyek wiha nehatiye kirin. Me got ya her dewlet serî li vê çekê dide. Lê ti dewlet an jî hikûmet bi vî awayî nehatine pênase kirin. Ev ne tewanbarî, rastiyeke. Dewleta Tirk a dagirker-qirker 24 demjimêran vê çekê dişuxilîne. Îro jî vê çekê herî zêde li hember nasnameyên muxalîf; jin, bawerî, fikrên cûda û gelê Kurd bikartîne. Di dema hikûmetên beriya AKP’ê de rojane ev çek dihat bikar anîn. Lê bi AKP’ê re, bi hikûmeta dawî ya AKP-MHP’ê re, şerê taybet- derûnî hema hema daketiya çirke û xulekan. Yanê li hember wan nasnameyan, her çirke û xulekê vedigerîne şerê taybet. Her şerê ku mêtînger- dagirker, li ser gelan, baweriyan, fikr û ramanên cûda rêve dibin bêexlaqî ye. Lê ligel wê jî di nava şeran de şerê herî bêexlaq û namerdane şerê taybet e. Nemaze jî dema ku dewleta faşîst û hikûmeta wî AKP-MHP serî li vê çekê dide; bi awayek herî bêexlaq, bêwijdan û namerdane bikartîne.

QETLÎAMA ERMEN-ASÛRÎ-SÛRYAN Û RUMAN

Bi rastî jî dema ku dewleta Tirk a dagirker ji beriya ava kirina komarê û hetanî naverasta salên 1970’an, serî li vê çekê dida; tişta hedef dikir, bidest dixist. Mesela dema em derewên ji bo qirkirina Ermeniyan hatin rêz kirin dinêrîn, dibinin ku armanca wan ne çareser kirina pirsgirikan e. Armanca wan qirkirin, koçber kirin û desteser kirina mal û milkên Ermeniyan bû. Ji ber vê jî hincet nîşan didan û digotin Ermenî dixwazin xaka me perçe bikin. Lê Ermeniyan jî wekî her gel dixwastin çarenûsa xwe bixwe diyar bikin. Heta li gorî Ansîklopediya Holokost jî di nav de hinek çavkanî dibêjin: “Ermenî, di nava lêgerîna Xweseriyek hinek berfireh de bûn.” Lê bêyî ku vê li ber çavan bigirin desteserkirina “Banqeya Netewî” ya ji aliyê hinek şoreşgerên Ermenî ve pêkhatî û derewa ku ‘şoreşgerên Ermenî bi dijminên me re di nava têkiliyê de ne û xwe amade dikin ku welatê me dagir bikin û ji xwe re dewletek serbixwe ava bikin’, didan pêş û li gorî heman ansîklopediyê; ligel ku Fransa ji bo pirsgirik bi aştiyane çareser bibe destwerdan jî dike, lê Osmanî di navbera 1894-1899’an de 80 hezar Ermeniyan qetil dike. Ev bûyer û bûyerên ku piştre li hember gelê Ermenî rû didin, ji aliyê gelê Ermen ve wek destpêka qirkirinê tên binav kirin. Jixwe di 14’ê Nîsana 1915’an de bi tevlê kirina çete û civakê ve, milyonek û nîv Ermenî tên qetil kirin û dest datînin li ser mal û milkên wan. Piştre heman senaryoyê li hember gelên Asûrî- Sûryanî û Ruman jî pêk tînin. Di wan senaryoyan de jî tişta ku dixwazin peyda bikin, bidest dixin. Dîbinin ku her carê mezin qezenç dikin. Her wiha tu kes hesab jî, ji wan napirse. Lewma her ku xwe di tengaviyê de dîbînin serî li vê çekê didin.

PIRTÛK Û KOVAR JÎ TÊRA VEGOTINÊ NAKIN

Herî dawî jî dema Tevgera Azadiyê dest bi şerê çekdarî dike, dewleta Tirk a faşîst ji bo bin xistina şoreşê serî li hemû bêexlaqî, bêwijdanî û namerdiyan dide. Li kêleka înkar û tunekirinê carek din dest diavêje şerê taybet û derûnî. Tê wê astê ku derveyî belavokên ku bi balafiran belav dike, dest diavêje cihên pîroz jî. Jixwe ji destpêkê ve hemû çapemeniya xwe dixîne bin xizmeta şerê taybet. Dîsa cihên ku qaşo ji bo perwerde kirina zarokan hatin vekirin, dibe cihên dij propagandayê. Baş e, dewleta Tirk derbarê milîtanên Apoyî çi derew dikir? Digot: “Milîtanên PKK’ê Ermenî ne”, “Milîtanên PKKê Xwedê nenas in”, ango dijî Îslamê ne. “Gerîlayên PKK’ê kaçaxtiya tiryakê dikin”, “Zarokan direvînin”, “Milîtanên PKK’ê dixwazin Ermenîstanek serbixwe ava bikin” û hwd. Me got ya ji bo binxistina PKK’ê her tişt dikir. Ji ber ku di şerên taybet ên ku li hember gel û baweriyên din dimeşand de, gihiştibû armanca xwe. Wisa hesab dikir ku wê li dijî PKK’ê jî serbikeve. Lê ne dizanî PKK û tevgera Apoyî naşibe tekoşînên li beriya xwe. Ji bo vê jî dewleta faşîst çiqas hewlda jî biser neket. Lê dest ji şerê taybet berneda. Wekî wî kesê ku ji têkçûyînê têr nabe; her carê vê çekê li hember gelê Kurd û tevgera wê ya azadiyê, dişûxilîne. Eger em ji destpêka tekoşîna çekdarî bigirin û hetanî roja me bînin, wê bi awayek hêsan bê dîtin ku ji bo vegotina şerê taybet a dewleta Tirk; pirtûk, kovar jî têra nekin. Lê em disa jî çend mînakan li vê derê bigirin dest:

• Ji bo înkar û tune kirina gelê Kurd, di serî de bi welatiyên xwe û cîhanê bide qebûl kirin, serî li derewa: “PKK dixwaze bi alîkariyê hêzên derve re li ser xakên me dewletek serbixwe ava bike”, da.
• Ji gelê Kurd re jî digot ku: “PKK dixwaze di erdnîgariya ku tu tê de jiyan dike, dewletek Ermenî ava bike.
• Ji bo çavê gelê Elewî biçewîsîne û ji Kurdistanê bide revandin, hema piştî îlan kirina PKK’ê li Mereşê qetlîamek pêk anî.
• Hê destpêka şerê çekdarî, bi teşwîq kirina NATO û alîkariya SAPO’yê ve li hember Serokwezîrê demê yê Swêdê Olof Palme êrîşek pêk anîn û ev êrîş xistin stûyê PKK’ê.
• Ji bo Kurdan û gelê Tirk bînin li hemberî hev bi dehan caran serî li qetlîaman dan. Dîsa ji bo ku PKK jî li hember gelê Tirk serî li heman qetlîaman bide; her tişt kir, lê bi serneket.

Ji xwe hikûmeta faşîst a AKP- MHP’ê derveyî wan derewên ku ji destpêkê ve: PKK zarokan direvîne”, “PKK kaçaxtiya tiryakê dike”, “PKK dixwaze welatê me perçe bike” tên kirin, li ser wan derewan qat bi qat zêde kiriye. Baş e, hikûmeta faşîst herî zêde serî li kîjan derewan dide?

• PKK li dijî dewleta me bi Emerîkayê re tevdigere.
• PKK li Sûriyê bi Esad re tevdigere.
• PKK ne nûnerê Kurdan e, berevajî Kurdan qetil dike.
• Rojava ji bo ewlehiya welatê me xeteriyê çêdike.
• Hêzên YPG û YPJ’ê êrîşî xaka me dikin.
• Hindik ma wê PKK xelas bibe
• Wê hetanî filan demsalê PKK nemîne.
• Li Şengalê û Mexmûrê PKK heye û her wekî din.

DEREWÊN GIROVER

Herî dawî, çend roj beriya niha jî qaşo serî li derewa: “MÎT’ê li hember Wargeha Mexmûrê operasyonek taybet pêk aniye û di vê operasyonê de jî du gerîla dîl girtine” dan. Wekî ku Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) çûye Wargeha Şehîd Rustem Cûdî operasyon pêk aniye. Li gel ku HPG’ê heman rojê derewand jî, lê dema tewanbariyê manîdar bû. Tam jî du roj beriya wê serokê MÎT’ê Hakan Fîdan li Bexdayê bi rayedarên Iraqê, Serokkomar jî di nav de hevdîtin çêdike. Jixwe ew pêşwazî kirina serokê MÎT’ê ya ji aliyê Serokkomar û serokwezîr ve jî, bi serê xwe skandalek bû. Lê tişta balkêş ewe ku ligel hikûmeta Iraqê dizane ku ne li Şengalê û ne jî li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî gerîla heye, lê ligel vê jî li hember vê tewanbariyê bêdeng dimîne û ev jî dibe sedem ku her carê dewleta faşîst bi wan hincetan ve êrîşî Şengal û Mexmûrê bike. Me bêdeng mayîna hikûmeta herêmê û ya malbata Barzanî fahm kir. Di heman demê de me bêdengiya NY’yê jî fahm kir, lê me wate neda bêdengiya hikûmeta Iraqê. Ligel ku Mexmûr û Şengal, ji pêşda çûyîna çeteyên DAÎŞ’ê re bûn bend jî, ligel ku zarokên vî gelî parastina xaka Iraqê jî dikin, lê dê û bavên wan, xwîşk û birayên wan, gelê wan her carê rastî êrîşên namerdane tên. Li cihê ku pêşiya wan êrîşan bigirin, her carê hikûmeta Iraqê zext li ser gelê wargehê dike ku dorpeç kirina derdora wargehê erê bike. Lê hemû cîhan dibîne ku êrîş ji hewa ve tên. Tişta ku hemû cîhan dibîne, mixabin hikûmeta Iraqê nabîne an jî naxwaze bibine.