Dagirkirina Rojava û encamên wê

Dewleta Tirk a ku ji bo dagirkeriyê êrişî Rojava dike, winda dike. Bi tenê bi vekişîna li nava sînorên xwe jî wê rizgar nebe.

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê li pêş çavên tevahiya dinyayê hate dagirkirin. Di bin navê 'Herêma Ewle' de êrişên li dijî Kurdan hatin zêdekirin; bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re qadek ji çeteyan re hate afirandin. Tevî ku gel hemû li ber rabûn li pêş çavên dewletan dagirkerî pêk hat. Daxuyanî, gotinên ji bo pêkanînan hemû nehatin pêkanîn. Agirbesta ku ji ber berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê hate ragihandin eşkere bû ku ji bo têkbirina berxwedanê ye. Tirkan ev taktîk li Bakurê Kurdistanê jî bi kar anîn û jê re 'pêvajoya çareseriyê' gotin. Li Rojava jî tevî ku qala pêvajoya agirbestê tê kirin êriş didomin.

Di nava şerekî welê de rewşeke asayî ye ku hevdîtinên dîplomatîk bên kirin. Serokê DYE'yê Trump ji bo pirsên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdan û Tirkan bi helwesteke necidî got, 'gelekî baş e'. Ev nêzîkatiya wî nêzîkatiyeke înkarê ye. Li holê rewşeke gelekî baş nîne, ya ku tê kirin berxwedana Kurdane. Ji ber ku li Bakurê Kurdistanê êrişên qirkirinê di her astê de, li Başûrê Kurdistanê êrişên ji bo berfirehkirina qada dagirkirî û tinekirinê, li Rojavayê Kurdistanê jî êrişên dagirkeriyê didomin. Di serî de li Bakurê Kurdistanê heta ku pirsgirêka azadî û hebûnê ya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê neyê çareserkirin wê tiştek baş nebe.

Berxwedana gelê Kurd a bi pêşengiya PKK'ê tê kirin bêhempa ye. Berxwedaneke welê ye ku gelê Kurd ku hêzên mezin ên dinyayê li dij bûne yek, bi pêşengiya PKK'ê li ber xwe dide, hebûna xwe misoger dike, ji bo azadiyê têdikoşe û vê têkoşînê jî radigihîne tevahiya dinyayê. Di salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê de dinyayê qîrîna azadiyê ya Kurdan bihîst ku ev yek encameke bêhempa ye.

'NATO JI MEJÎ VE MIRIYE'

Her wiha têkiliyên dewleta Tirk ên li derveyî NATO'yê, bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên şer bûn sedema destpêkirina nîqaşên nû. Li welatên Ereban hemûyan Tirkiye êdî teşhîr bûye, qîmeta xwe nîne. Gelên Rojhilata Navîn êdî dibînin û tînin ziman ku dewleta Tirk li herêmê çavkaniya kanserê ye.

Fransayê got ku NATO ji mejî ve miriye. Rewşeke bi vî rengî bû sedema nîqaşên der barê hevsengiyên nû yên hêzê. Lê belê êdî hêzên mezin hevsengiyan ava nakin, serdem ew serdeme ku hevsengî bi berxwedana gelan diafirin. Paradîgmaya neteweya demokratîk serdemeke welê da destpêkirin ku hevsengî ne ji aliyê hêzên emperyal ve lê belê ji aliyê gelan ve tên afirandin. Ya ku NATO ji mejî ve kuşt şerê li dora têkoşîna azadiyê ya Kurdan bû. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku PKK'ê beriya 41 salan dest pê kir tevî ku gelek hikumet li Tirkiyeyê têk bir, niha jî xwedî roleke mezine ku NATO ji mejî ve têk bir.

PKK HEVSENG LI BIN GUHÊ HEV XIST

Têkoşîna 41 salî ya PKK'ê hevsenga hêzên emperyalîst li bin guhê hev xist. Cara pêşî li DYE'yê dubendiya navxwwe, cihêtiya raman bi rengekî zelal hatin nîqaşkirin. Hêzeke mîna DYE ya emperyal di ser Kurdan re nakokiya navxweyî jiya û ev nakokî hate xuyakirin, ev jî asta guherînê ya guherîna paradîgmayê nîşan dide. Ev serkeftina PKK'ê ye. Mîsoger e ku dirûşma bi rengê ''jiyaneke dî pêkan e'' ya gelên cîhanê, wê li dora berxwedana PKK'ê û paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo berbiçav bibe û bibe bernameyeke xurt a jiyanê, ev mîsoger e.

DU XALÊN KU LI BENDA TIRKIYÊ NE

Rojevek heye ku li dora Tirkiyê geş dibe

*Derketina Tirkiyê û çeteyên wê yên ji Idlibê. Dewleta Sûriyê li ser vê mijarê têkoşînek daye destpêkirin. Hewldna ku çeteyên li Idlibê mîna sivîlan nîşan bidin wê pûç bibin. Têkilî derketina ji Idlibê ya dewleta Tirk dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Cerablûs, Bab û Ezazê wê dîsa were rojevê. Tirkiye tenê bi vekişîna nav sînorên xwe wê nikaribe ji vê xwe xilas bike.

*Derketina Tirkiyê ya ji NATO'yê tê nîqaşkirin. Ev rewş tenê ne bi Tirkiyê re, paralelî nîqaşa bi NATO'yê re wê geş bibe. Tirkiye bi bikaranîna rewşa jeostratejîk a bi hêzên emperyal re hêvî dike ku ji pêvajoyê serkeftî dereve lê wê windahiyên wê zêde bin û zêdetir têk biçe.