Da ser şopa Simko Serhildan

Ne Simko Serhildan bû lehengê destpêkê yê Rojhilat, ne jî Simko Sûrkêw bû yê dawî. Ev xelq ji bo parastina xaka xwe bi hezaran Simkoyan mezin dike.

Simko Sûrkêw ku da ser şopa Şehîd Simko Serhildan û tevlî nava refên gerîla bû, ji bo parastina destketiyên Rêber Apo û şehîdan, canê xwe feda kir.

Dibe ku helbesta Aryo Berzen behsa kesayetî û pêşengatiyê şehîd Simko Serhildan dike. Her wiha behsa wan kesên ku ji kesayetiya şehîd Simko Serhildan bandor bûne û tevlê refên Apoyî bûne. Muhsên Arîfzade yek ji wan ciwanên Bane ye ku bi bandora ji kesayetiya şehîd Simko Serhildan tevlî nava refên gerîla dibe ku di vê rêyê de navê xwe dike, Simko Sûrkêw.

Hemû rojê, li ser şopa piyên te ya li binarê bawerî û îmanê de, çiya dimeşe
Banga kombûna gerîla dixwîne
Roj nîne gerîla li Dersima porên te
Heta bi Behra Reş a çavên te
Ji rûyê bi ken a Erziruma te
Heta bi Serhed a hizra te û Zagros a bejna te
Ji Botanî bûna te
Heta Amedê nas bike
Dijmin bihêrin
Ji Îlam a çengên te
Heta Kirmaşan a ser milê te
Ji Sîrwan a waneyên te
Heta Sine ya sadebûna te
Ji Pawe ya tije hesretê piyên te
Heta Kamyaran a alîkarîdayîna te
Ji Saral a destên te
Heta Merîwan a zendê te
Tenê çeka te ye ku dengê wê tê
Fermandar im
Ji Seqiz a sînga volkana te
Heta Mukriyan a mijûlangên zîleya te
Heta Bane ya dilsoziya te
Ciwanê nû gihayî yê Rojhilat e
Evîndarê pêşengî ya te
Ji Maku yê mizgînî dibexşîna te
Heta Ûrmiye ya wêrekiya bilind a te
Ciwanê hesreta te ye tirs li bejna wî namîne û cilê baweriya te li xwe dike
Fermandar im
Îro em tije ne ji te
Dijmin hemû rojê çermê tirsê diavêje ji dengê gurme gurma volkana te ya bê hempa

(Aryo Berzen)

SIMKO SERHILDAN DI DILÊ XWE DE VEGUHERANDE SIMKO SÛRKÊW

Belê, ciwanê nû gihayî yê Bane ya dilsoz Muhsên Arifzade; bû evîndarê pêşengiya Simko Serhildan. Muhsên bi hestê niştîmanperweriyekê ku hîn ji zarokatiyê ve di dilê de şîn bû, bi dîtina şerê Destana Qendîlê ve hundirê wî tije bû ji Simko, Egîd, Sarya û Berfîn’an. Tirsa li hemberî dijmin ji dilê wî revî û wêrekî û cesareta şehîd Simko cihê xwe di dilê wî de çêkir û ew cesareta ku da wî ku li dijî rejîma Îran a dagirker bisekine û rêya ku şehîd Simko û hevrêyên wî têde meşiyabûn û piyên xwe datîne ser şopa piyên şehîd Simko; di wê qonaxê de Simko Serhildana di dilê xwe de veguherande Simko Sûrkêw. Simko di 6’ê Hezîran a 2013’an bi pêlavê Mekap ve piyên xwe datîne ser şopa piyên şehîd Simko û gav bi gav li ser wan şopan meşiya. Hîn ji destpêka naskirina jiyana PKK’ê hevrêtiya ku bi hevrêtiya şehîd Simko hatibû hêvênkirin bala wî kişand û kir ku bi hemû hebûna xwe, xwe evîndarê vê hevrêtiya dirûst bike. Fedakariya ku ji aliyê hevrêyên wî ve dihat nîşandan û ew yek di hemû hevalên xwe de didît, kesayetiyeke rasteqîn û fedakar di xwe de jî ava bike. Wî dizanî ku ev jiyana rast û fedayî bi keda Rêber Apo û şehîdên mîna şehîd Simko ava bûye; ji bona wê jî hewl dida ku ew jî ji bo vê jiyanê di vî rêyî de ked bide da ku bikaribe vê jiyanê di hemû civaka Kurd de ava bike.

KET SER RÊYA KU ŞEHÎD SIMKO BER BI DERSIMÊ VE GAV AVÊTIBÛ

Simko ew keda Rêber Apo ya ku ji bo bi dest anîna rastiya mirovatî daye û encama wê kedê dît, ji bo wê jî zêdetir hewl da ku ew jî bi bîrdoziya Rêber Apo ji bo vê keda Rêbertiya xwe şer bike û ji bo parastina rastiya mirovatiyê ku Rêber Apo ji bo civakê vegerand şer bike û têbikoşe. Dema ku dît ev keda Rêber Apo di bin metirsiya DAÎŞ’ê ye bera xwe da Mexmûr û Kerkûkê û ji bo parastina vî kedî rasterast li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Piştî ku dît wî û hevrêyên wî bi hevre û bi alîkariya gel ew metirsiye ji holê rakirin û ji parastî mayîna keda Rêbertiya xwe piştrast bûn, dîsa bera xwe da çiyayên asî yên Kurdistanê û vê carê jî dîsa ket ser rêya ku şehîd Simko ber bi Dersimê ve gav avêtibû.

Piştî 30 sal bendewarî êdî dema pêkhatina xeyalên wî hatibû û bi eşqeke mezin a bi vî xeyalî û bi girêdayîbûna bi vê rêya ku şehîd Simko têde meşiya û çûye Dersimê. Wî dizanî ku weke navê vî rêyî, vebîranînek a qehremanê efsanewî yê gelê Rojhilat Şehîd Simko ye. Her wiha ji bo tolhildanê û domandina vî rêya wan şehîdan ku sala 2016’an li Dersimê tevlê karwanê şehîdan bûn, bera xwe dide Dersimê. Simko bi rastiya ku ji rêxistinê girtibû dixwest ku gelê vê navçeyê ji bin dagirkeriyê û qirkirina neyarên Kurd derxîne. Simko dixwest ku bi çûyîna Dersimê re dawî li tecrîda ku li ser Rêber Apo heye bîne û bi çalakiyan barekê li ser milê rêxistinê hilgire û gav bi gav xwe û gelê Kurd nêzîkî azadiyê bike. Bi zanabûna rola ku hebû, erk û berpirsiyartiyên xwe yên rêxistinî pêk anî.

NE HEVRÊ SIMKO SERHILDAN QEHREMANÊ YEKEMÎN E Û NE JÎ HEVRÊ SIMKO SÛRKÊW QEHREMANÊ DAWÎ YE

Simko xwe bi armanca rêxistinê re kir yek û bi zanabûna li ser ew qirkirina ku neyaran û nokerên neyarên Kurd dixwazin li ser gelê Kurd ferz bikin, xwe bi armanca tevgera azadî re girêda. Wî jî li ser bingehê destketiyên Rêber Apo û şehîdan ji bo parastina wan destketiyan can û dilê xwe danî holê û hemû jiyana xwe ji bo wê yekê feda kir. Simko bi dirêjahiya 3 sal bi dil û can û bi armanceke mezin li Dersim kar û xebatên rêxistinî birêve bir. Simko di 26’ê Tîrmeha 2020 de li herêma Çaldiran a girêdayî Serhedê dikeve kemîna artêşa Tirk a dagirker û heta fîşeka xwe ya dawî bi şêweyeke qehremanî şer dike û tevlê karwanê nemirên gelê Kurd dibe. Ne Simko Serhildan qehremanê yekemîn ê gelê Rojhilat e û ne jî Simko Sûrkêw qehremanê dawî ye. Ev gel ji bo parastina xaka niştîman bi sedan Simko digihîne û bi sedan Simko ji bo tolhildana ji dagirkeran tevlê nava refên azadiya gelê Kurd dibin. Ji Bane heta bi Dersimê bi sedan Simko gihane û digihên ku xwîna Simkoyan li ser erdê nemîne û li dijî neyar û hevkarên wan têkoşîn birêve bibin û çeka şehîd Simko hilgirin.