Biyofîzîkvanê ku bi gen a pitikan lîst hate cezakirin

Li Çînê, di sala 2018'an de pitikên ku gen a wan hate guhertin ji dayik bû. Biyofîzîkvan He Jîankûî ku mohra xwe danî binê vê skandalê li dinyayê deng veda û bû sedema nerazîbûnan. Li Jîankûî sê sal cezayê girtîgehê hate birîn.

Lêkolîner di Mijdara 2018'an de DNA ya cotikên di sala 2018'an de ji dayik bûn, beriya jidayikbûnê guhertibû.

He Jîankûî ji bo bike ku zarok bi vîrûsa AÎDS'ê nekevin bi gen a pitikan lîstibû. Bavê wan pitikan bi vîrûsa AÎDS'ê bû. Hikumeta Çînê ku hate sûcdarkirin wê demê bi xemsarî nêzî vê rewşê bû, karê biyofîzîkvan guhertibû û ew xistibû ber lêpirsînê.

Dadgeheke li Shenzhenê biryar wergirt, ku zanyar ji ber ku ji bo jinûve afirandinê bi rengekî ne qanûnî bi gen a embriyonan lîstiye û manîpule kiriye, sê sal cezayê girtîgehê lê birîn. Heyeta dadgehê her wiha 3 milyon yûan (460 hezar dolar) cezayê pereyan li biyofîzîkvan birî.

Di encama van lêkolînan de sê pitik ên gen a wan hatin guhertin ji dayik bûn. Ji bilî cotikan di Çileya 2019'an de pitika jineke din jî DNA'ya wê hate guhertin ku rayedaran jî ev yek piştrast kirin. Lê belê nehat eşkerekirin ku ev pitik ji dayik bûye yan na.

Ji bo vî karî heyşt malbat bi dilxwazî tevlî lêkolînê bûn û yek ji wan di dema ceribandinê de dest ji vê yekê berda.