Biryara ‘qedexeya firînê’ li Iraq-Başûrê Kurdistanê

Li gorî biryara Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî a 688 ‘qedexeya qadên hewayî’ ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê ku 5’ê Nîsana 1991’an de hatî îmzekirin bi dawî nebûye, lê li ser erdê ev biryar nayê pêkanîn.

Dema dawî êrîşên bi balafirên şer û dronan ên dewleta Tirk a hem li Başûr-Rojavayê Kurdistanê û hem jî Iraqê zêde bûye, bi vê yekê hem komkujiyan dike hem jî aramiya li herêmê têk dide. Ev yek li gorî hiqûqa herêmî û navneteweyî sûc e. Li ser vê yekê bangê qedexekirina qadên hewayî li firîna balafirên şer ên Tirkiye li ser herêman tê kirin.

‘BIBORÎNIN…’

Herî dawî di forma MERÎ ya bi sernava ‘Ji bo herkesê Iraq’ de Nûnera Taybet a Iraqê ya Sekereteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanîne Hannîs-Plasscharet jî cih girt û di vê formê de rayedarên Kurd daxwaz ji Plasschaert kiribû ku pêşî li êrîşên Tirkiye û Îranê bigire. Her wiha qada qedexe ji bo firîna balafirên şer pêk bîne. Passcharet bersivek balkêş da û got: “Biborînin em nikarin pêşiya êrîşan bigirin. Em nikarin qadeke qedexe ji bo firîna balafirên şer ragihînin. Eger ku hûn dixwazin pêşiya êrîşan bigirin, divê Iraq û herêma Kurdistanê bi hêzeke hevpar bi hev re bikarin pêşiya êrîşên Tirkiye û Îranê bigirin.”

BIRYARA 688 A QADA HEWAYÎ YA JI FIRÎNÊ RE QEDEXE LI IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Em werin ser dîroka ‘qedexeya qada hewayî ya li Iraq-Başûrê Kurdistanê. Rejîma Sedam Hisên bi navê ‘Tevgera Enfalê’ li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke ya qirkirinê kir. Ev operasyon ji sala 1986’an heta 1989’an dom kir. Di vê pêvajoyê de jin û zarok jî nav de zêdetirî 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar gund hatin kavilkirin; zêdetirê 1 milyon mirov koçber bûn. Civaka Navneteweyî li ber vê sûcê mirovahiyê bêdeng ma. Piştî Tebaxa 1990’î ku artêşa Iraqê Kuwêt dagir kir û şûnde hêzên koalîsyonê ya bi pêşengiya DYE’yê, 17’ê Çileyê li dijî rejîma Sedam operasyona ‘Firtoneya Çolê’ da destpêkirin. Piştî 28’ê Sibatê dawîbûna Şerê Kendavê li Başûrê Iraqê Şîa, piştre jî Kurd li dijî dagirkirina rejîma Seddam serî hildan. Raperîna Kurdan 5’ê Adara 1991’ê destpê kir, 21’ê Adarê li Kerkûk jî rabû ser xwe û beşek mezin a Başûrê Kurdistanê kete destê hêzên Kurdî. Artşa Iraqê 29’ê Adara 1991’ê li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke nû kir. 29’ê Adarê Kerkûk, 30’ê Adarê Dihok-Hewlêr, 1’ê Nîsanê Zaxo û 3’yê Nîsanê jî kete Silêmaniyê. Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ji Iraq û Herêma Kurdistanê 2 milyon kes malên xwe terikandin. 750 hezar Kurd derbasî Îran û 280’ê hezar jî berê xwe dane Tirkiye, bi sed hezaran kes jî li sînorê herdu welatan asê man.

Ji aliyekê ve Sekereteriya Giştî ya NY’yê însiyatîfa xwe bikar anî û bi Iraqê re dest bi hevdîtinan kir û li aliyê din Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dest bi pêvajoyeke ku ber bi biryara 688’an ve biçe kir. Hewldanên bi hevkariya însiyatîfa Sekreteriya Giştî, pêvajoya li ser bingehê Operasyona Rizgarkirin û Alîkarîkirinê ya NY’yê biryara hejmara 688’an ku weke Operasyona Aramiyê tê zanîn, bû operasyona parastin, rizgarkirin û alîkariyê. Ji bo operasyona alîkariyê ya bi însiyatîfa Sekreteriya Giştî ya NY’yê destpê kir, di navbera hikûmeta Iraq û NY’yê de referandûm hate îmzekirin. Ev referandûm wê ne tenê komeke taybet, ji bo hemû gelê Iraqê ku ji vê yekê zirar dîtibû alîkarî bê şandin. Fonksiyona vê alîkariyê wê pêkanîna ewlekarî, alîkariyên mirovî û rizgarkirin bûya. 

BIRYAR HEYE, PÊKANÎN NÎNE

Bi taybet di çarçoveya pêkanîna herêmên ji firînê re qedexe jî, di warê girêdana Başûrê Kurdistanê di çarçoveya bernameyek ku bi navê ‘Operasyona Aramiyê’ DYE’yê ketina herêmên dikevin bakurê parelela 36’an û Iraqê qedexe bike û li vir biryara avakirina ‘herêmeke ewle’ girt. Ev biryar ku ji aliy DYE, Brîtanya û Fransa ve hate îlankirin hem Herêmên Kurd û dîsa herêmên Şîa lê girt nava xwe. Herêmên ji bo firînê qedexe heta Adara 2003’an dagirkirina xaka Iraqê qada hewayî ya Iraqê bi temamî kete bin kontorla hêzên koalîsyonê. Ev serwerî heta vê kêliyê jî dewam dike. Ji bo ewlehiyê jî Tevgera Keşfa Bakur ji sala 1997’an heta 2003’an weke dewma Operasyona Aramiyê hem li Iraqê û hem jî herêmên dikevin Parelela 36’an, firînên li herêmên qedexe ku dikevin bakur dom kirin. Her çendî ev biryar bi dawî nehatiye, lê li ser erdê nayê pêkanîn. Li gorî vê yekê ew herêm hê jî ji firînê re qedexe ne û NY dikare qada hewayî bigire.

TIKIYE BI SALANE QADA HEWAYÎ YA IRAQÊ BINPÊ DIKE Û SÛCÊN ŞER DIKE

Di vê pêvajoyê de ku her çendî qada esmanî li Iraq û herêma Kurdistanê qedexe jî bû dewleta Tirk a dagirker û dem dem jî Îranê êrîşên hem bejahî û hem jî esmanî li ser herêmê pêk anîne. Bi taybet dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê bê navber bi operasyonên cuda xwestiye Tevgera Azadiya Kurd tine bike. 

Bi taybet dema dawî ev operasyon û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û Îranê yên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê pir zêde bûne. Hem bi rêya dron û dîsa fûzeyên balîstîk û balafirên şer rojane herêma Başûrê Kurdistanê tên bombekirin û heta niha bi sedan kes bûne qûrbanî. 

CPT: 123 KES BÛNE QÛRBANÎ

Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) meha Tîrmeha îsal raporek derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Herêma Kurdistanê û ziyanên êrîşan de ku ji aliyê hevpeymaniyek navdewletî ya civaka sivîl ve bi sernavê ‘Dawî li bombeberanên sinor bînin’ ve hatiye amadekirin belav kir. CPT’yê de behsa komkujiya gundê Perex yê Zaxo tê kirin û tê gotin, “Di 20’ê Tîrmeha 2022’an de li gundê Perex yê nêzî Zaxo êrîşek pêkhat. Ev êrîş bû sedema kuştina 9 welatiyan û birîndarbûna 24 welatiyan. Ev êrîşên ku Tirkiye welatiyên sivîl dike hedef, heft salin li bakurê Iraqê berdewamin.” Li gorî vê raporê ji sala 2015’an û vir ve dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar êrîşên hewayî, bejahî û topan li ser Başûrê Kurdistanê pêk anîne û ragihand ku 123 kes hatine qetilkirin. Ev dane tenê yên hatine piştrastkirinin, tê texmînkirin ku encam ji vê zêdetirbe. 

QADA HEWAYÎ NEYÊ GIRTIN, WÊ KOMKUJÎ BIDOMIN

Di van çend salên dawî de ji Mexmûr bigire heta Şengal, Silêmanî û derdorî wê bi dehan êrîşên bi dronên Tirkiye êrîş hatine kirin û welatî bûne qûrbanî. Her wiha îro li Rojavayê Kurdistanê bê navber dron û balafirên şer li esmanan difirin û qetlîamê dikin. Heta niha hem li Başûrê Kurdistanê û disa Rojava bi dehan sazî û dezgehên sivîl bang di serî de bang li DYE û NY dike ku qada firîna qedexe li herêmên wan bên ragihandin û pêşiya dornên komkuj û êrîşan bên girtin. 

Dema mirov li gotinên Nûnera Taybet a Iraqê ya NY Jeanine Hannis-Plasscharet binêre mirov wê bibîne ku berjewendî li ser her tiştî re ye. Êrîş û komkujiyên li ser Kurdan û dîsa Iraqê wê bidomin. Bi taybet eger ku aliyên Kurdî baş li vê peyamê fam neke, wê ziyanên mezintir ber bikevin. Heta herêm bi temamî ji dest biçe. Ji xwe ya li ser erdê dixuyê ku temamî armanca êrîşan dagirkerî û tinekirina Kurdan e. 

Di roja îro de ku eger ev yek pêk nehatiye berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd a li Herêmên Parastina Medya û temamî têkoşîna li Kurdistanê tê kirin. Ji bo wê ye ku dewleta Tirk bi her cûre çekên qedexe û kîmyewî li qadên gerîla bikar tîne û heta niha bi dehan gerîla şehîd bûne. Li gorî bîlançoya dawî ya HPG’ê parve kirî 153 gerîla ku piranî bi çekên qedexe û kîmyewî şehîd bûne.