Bila sala 2024’an bibe sala berxwedaneke mezintir û serketinê

Pir eşkere ye ku performansa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê di tevahiya sala 2024’an de jî pêş bikeve û bidome. Wê derbeyên giran li keriyên faşîst-dagirker bixe û pêşengiyê ji Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî re bike.

Bi derbeya giran a ku li keriyên AKP-MHP’ê yên faşîst hatî xistin, zihniyet û siyaseta qirkirinê ji bingehê xwe ve hejiya. Bi vî rengî sala 2023’yan kir sala gerîla û her ji niha ve têkoşîna xurttir a sala 2024’an û destkeftiyên hîn mezintir kir garantî.

Dawiya sala 2023’yan Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê bîlançoya şer a salê ji raya giştî re ragihand. Di sala 2023’yan de ku hema bibêje nîviya wê bêyî çalakî derbas bû, gerîlayên HPG û YJA-Starê bi giştî 1712 çalakî kirine. Di van çalakiyan de bi giştî li 919 leşkerên Tirk hatiye xistin û 128 jî birîndar bûne. Helbet gerîlayan karîn ev qas hejmarê tespît bikin, lê ev nîviya rastiyê ye. Hejmara ku gerîla nekariye tespît bike jî heye. Dîsa di pêvajoya şerê dijwar a di tevahiya salê de, 179 gerîla şehîd bûn û 2 gerîla jî dîl ketin. Her wiha faşîzma AKP-MHP’ê 1038 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîn, 1580 êrîşên bi balafiran pêk anî û 9 caran jî bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kir.

Vê bîlançoyê bi eşkere nîşan daye ku mîna di sala dawî de, di tevahiya salê de jî înîsiyatîf a gerîla bû û keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê derbeyên pir giran xwariye. Nîşan dide ku artêşa Tirk a dagirker ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê asê ma û ket nava çiravê û bi derbeyên ku ji êrîşên gerîla xwarî, pêvoya wê ya têkçûnê destpê kiriye. Îşaret pê dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dibe ku şer bigihînin asteke jortir û pêvajoyeke çalakiyê pêş bixin ku keriyên faşîst-dagirker ji çiyayên Kurdistanê paqij bikin.

Bê guman ev rewş asta performansa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya di şerê tîmên bi koordîneyî û tunelan de, nîşan dide. Şêwaz û taktîka ku gihiştiyê, nîşan dide. Îşaret bi hêza gerîlayên xwedî ruhê fedayî yê Apoyî, dike. Gelê Kurdistanê bi gerîlatiyeke fedayiyane ya bi vî rengî, ji dost-dijmin her kesî re îlan kiriye ku sîstema xwe ya parastina cehwerî derxistiye holê. Rastî nîşanî yên ku dibêjin rolê gerîla qediya û yên bi meyzekirina Hamasê li gerîlatiyê digerin, kir.

Pir eşkere ye ku ev performansa Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê di tevahiya sala 2024’an de jî pêş bikeve, kûr bibe û dewam bike. Wê derbeyên giran li keriyên dagirker-faşîst bixe û pêşengiyê ji Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî re bike. Wê tevlêkariya herî mezin li pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd tê meşandin, bike. Wê bike ku faşîzma AKP-MHP’ê û xiyaneta Kurdê hevkar neçar bimîne ku xwe ji deverên dagirkirî vekişîne.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya xwedî pêşengiyeke gerîla ya bi vî rengî, teqez e ku wê di sala 2024’an de li ser bingehê serketinên mezin pêş bikeve û ev rastî her ji niha ve hatiye eşkerekirin. Ji ber ku şansê artêşa Tirk a faşîst a domandina dagirkeriyê û li hemberî gerîla li ser piya bimîne, di asta neyî de ye. Ji bo guhertina rewşê jî, êdî piştevaniya NATO û PDK’ê jî ji bo artêşa Tirk a dagirker têrker nîne. Êdî di şer de înîsiyatîf a gerîla ye, di têkoşînê de ya hêzên azadî û demokrasiyê ye. Ji vî alî ve eşkere ye ku sala 2024’an wê bibe sala berxwedaneke mezintir û serketinên mezin.

Rewşa hundir û derve ya Tirkiyeyê nîşan dide ku geşedanên di tevahiya sala 2024’an de, wê li ser vî bingehî biqewimin. Pir eşkere ye ku piştî hilbijartinên Gulana 2023’yan di siyaseta Tirkiyeyê de pêvajoyeke avakirina ji nû ve destpê kiriye. Serokatiya giştî ya CHP’ê hatiye guhertin, tifaqa CHP-Îyî Partî bi dawî bû û Îyî Partî ket pêvajoya belavbûnê. Partiyên muxalefetê yên din jî ku rûyê wan ê rast derket holê, zêde îstikbalê nadin. Li hemberî vê yekê qada siyaseta demokratîk xwe bi rexne û rexnedayîneke cidî nûkir û ji nû ve afirand û ji civaka Tirkiyeyê re bûye yekane hêvî.

Ev rewş wê di dawiya Adarê de bandorê li hilbijartinên herêmî bike û pêkan e ku hêzên faşîst wê windahiyeke cidî bidin. Ev jî wê hilweşîna faşîzma Erdogan-Bahçelî, hîn bi leztir bike. Rêveberiya AKP-MHP’ê ya faşîst ku nikare xwe li hemberî gerîla û siyaseta demokratîk bigire, wê bi lez ber bi hilweşînê ve biçe. Pêvajoya guhertinê ya di siyasetê de, wê bigihije Tayyîp Erdogan û Dewlet Bahçelî jî û wê dîktatoriya faşîst bikeve pêvajoya hilweşînê. Ji ber şerê li Kurdistanê krîza ekonomîk û dejenerasyona civakî jî wê bandorê li pêvajoya hilweşînê bike û bi leztir bike. Êdî ne pêkan e ku bi dem dirêj civaka Tirkiyeyê di bin dîktatoriyeke faşîst a bi vî rengî de were girtin.

Weke rewşa navxweyî, şert û mercên derve jî bi awayekî eşkere nîşan didin dîktatoriya faşîst a Erdogan û Bahçelî roj bi roj ber bi dawiyê ve diçe. Di polîtîkaya derve de jî êdî dawî li rêvebiriya Tayyîp Erdogan hatiye. Di paşerojê de demekê xwe li ser esasê têkiliyên xwe yên li gel Ereban û pozîsyona xwe ya leşkerî ya li Afganistanê derbas kir. Di krîza Sûriyê de di navbera Emerîka û Rûsyayê de kete nava hin hewldanan da ku temenê xwe dirêj bike. Di şerê Ûkraynayê de, li ser danûstandinên xwe yên li gel Rûsyayê  û endamtiya Swêdê ya NATO’yê kete nava hin bazarên qirêj ku hin berjewendiyan bi dest bixe. Xuya ye ku ji ber rola xwe ya provokatîf jî di şerê Xezeyê de hin  berjewendparêzan dikin ku li ser desthilatdariyê bimîne.

Lê êdî dawiya van hemûyan hatiye. Ev hemû polîtîkayên ku dikir Tayyîp Erdogan li ser dagirkeriya bimîne, derbên giran li Tirkiyeyê xistin û Tirkiye bi sîstema modernîteya kapîtalîst re kir welatekî nakok. Pozîsyona Tirkiyeyê ya stratejîk a ku ev du sedsal in xwe dispêre, rola xwe ya navbeykariya Ewropa û Asyayê û cendirmetiya Rojhilata Navîn ji dest daye. Herî dawiyê jî li Erebistana Siûdî di musabeqeyeke futbolê de rûreşî û rewşa wan qirêj ji bo dîtin û fêmkirina rezaleta wan mînakeke baş e. Êdî ne pêkan e ku Tirkiye ew polîtîkayên xwe yên derve bidomîne.

Bi kurtasî êdî ne pêkan e ku Tirkiye bi faşîzma AKP û MHP’ê ya ku bi dijminahiya Kurdan û siyaseta faşîst û qirker ve bi rê ve dibin, zêde xwe li ser piyan bigire.  Ji ber vê yekê wê siyaset û feraseta şerxwaz û dijminahiya Kurdan dike    hilweşe û êdî wê pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê parçe parçe bibe. Girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk were. Tekane feraset û polîtîkaya ku Tirkiyeyê rizgar bike ev e. Konfederalîzma Demokratîk a girêdayî xweseriyên herêmî û Neteweya Demokratîk a Tirkiyeyê tekane rêya çareseriyê ye.

Di sala nû de têkoşîna li Tirkiyeyê wê bi tevahî li ser vê yekê bidome. Li dijî zîhniyet û pergala yekperest, navendparêz û faşîst a AKP û MHP’ê wê feraset û pergala însiyatîfa herêmî  û piranîparêz gav bi gav pêş bikeve. Ji gerîlayan heya berxwedana gel û heya Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ya bi pêşengiya jin û ciwanan tê kirin, hemû berxwedan wê li ser vî esasî bên dayîn û berxwedan wê li her qadê mezintir û bi hêztir bibe. Ev jî wê sala 2024’an ji bo Tirkiyeya nû û demokratîk bibe sala destpêk û serkeftinê ya ku gav bi gav pêş dikeve. Di sala 2024’an de divê xeyal û hêviyên me di vê çarçoveyê de bin û divê tevahiya salê jiyan û têkoşîna me li gorî vê yekê be. Ji her kesê ku li gorî van esasan dijî û têkoşîna didomîne re serkeftinê dixwazim û sala nû li wan pîroz dikim!..

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka